Dr. Benjamin Isakhan: DAIŞê kevneşopî û çanda Êzidiyan kirin hedef

02-09-2025
Nwêner Fatih
Dr. Benjamin Isakhan pirsên Niwêner Fatih bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Benjamin Isakhan pirsên Niwêner Fatih bersivandin / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Benjamin Isakhan Kurdên Êzidî
A+ A-

Mamosteyê Zanîngeha Deakinê ya Awistralyayê Dr. Benjamin Isakhan ragihand ku DAIŞê ne tenê mirov, her wiha çand û kevneşopiya Kurdên Êzidî jî kirin hedef.

Dr. Benjamin Isakhan ku li ser jenosîda Kurdên Êzidî lêkolînên berfireh kiriye da zanîn ku DAIŞê jin kirine kole, zarok revandine, hemû ew karên hovane kirine ku tên bîra mirov û got:

Lê, aliyekî din ê çîrokê heye ku pir caran dema behsa komkujiyê tê kirin nayê bilêvkirin, ew jî armancgirtina çanda wan e, armanckirina canê wan e, armanckirina merasîmên olî yên wan e.

Yek ji wan çîrokên ku zêde nehatiye behskirin, ew şêwaz e ku DAIŞê bi qestî folklor û kevneşopiyên çanda Êzidiyan kirin armanc.”

Mamosteyê Zanîngeha Deakinê ya Awistralyayê Dr. Benjamin Isakhan di hevpeyvînekê de ji Niwêner Fatih re behsa komkujiya Êzidiyan û bandora wê ya li ser çand, ol û nasnameya wan kir.

Rûdaw: Doktor Benjamin, bi xêr hatî Rûdawê. Piştî 11 salan ji komkujiya Êzidiyan a li Şingalê, hûn îro behsa çand û rewşenbîriya wan dikin. Têbîniya we çi ye? Piştî 11 salan ji komkujiyê, çi bi ser çand û kevneşopiya Êzidiyan hat?

Benjamin Isakhan: Belê, em li vir behsa komkujiya li dijî xelkê Êzidî dikin û bêguman aliyê herî girîng û diyar ê wê komkujiyê, armanckirina mirovan û jinavbirina jiyanê ye. Tişta ku em derbarê wê yekê dizanin ku DAIŞê bi mirovan kiriye, tiştekî ew qasî tirsnak e ku mirov jê bawer nake.

Em dizanin ku wan mirov bi komî kuştine, gorên bikom hebûne, jin kirine kole, zarok revandine, hemû ew karên hovane kirine ku tên bîra mirov.

Lê, aliyekî din ê çîrokê heye ku pir caran dema behsa komkujiyê tê kirin nayê bilêvkirin, ew jî armancgirtina çanda wan e, armanckirina canê wan e, armanckirina merasîmên olî yên wan e, baweriyên wan û her wiha ew cihên pîroz in ku li bajar û herêmên cuda yên Êzidiyan ji bo pêkanîna merasîmên olî û kevneşopiyên wan hatine çêkirin.

DAIŞê li her du welatên Sûriye û Îraqê, bernameyeke gelek sîstematîk a ji bo jinavbirina şûnwarên kevneşopî da destpêkirin. Bêguman, êrişkirina ser cihên wekî Muzexaneya Mûsilê yan teqandina şûnwarên kevn ên wekî Nemrûdê di bîra me de ne.

Lê yek ji wan çîrokên ku zêde nehatiye behskirin, ew şêwaz e ku DAIŞê bi qestî folklor û kevneşopiyên çanda Êzidiyan kir armanc. Wan ev karê xwe li her cihê kiribe, li her cihê tiştek dîtibe ku tê de nirx û baweriyên gelê Êzidî diyar bûne, wêran kirine.

Bi taybetî li Şingalê, li Başîkê û li gelek bajar û navçeyên din ev yek kirin. Lewma, ev bernameyeke gelekî sîstematîk û bi qestî bû. Niha, encamên vê yekê gelek aloz in, ji ber ku kêmaniyeke olî ya gelek biçûk heye ku li navçeyên dûrdest ên welat dijîn û peyrewiya kevneşopiyeke olî ya folklorî dikin ku nifş li dû nifş ji wan re maye.

Dema tu vê yekê têk didî, dema tu wan û çanda wan dikî armanc, tu şiyana wan a ji bo pêkaîna ol, merasîm û veguhastina wan zanyariyan a ji bo nifşê paşerojê, têk didî.

Ji ber vê yekê dema em behsa komkujiyê dikin, gelek caran wekî travmayeke nifş li dû nifş behsa wê dikin ku xelk di dema komkujiyê de rûbirûyê birîneke derûnî ya kûr dibin.

Lê ew travma dibe ku çandî jî be, wate pêwendiya te ya bi kevneşopî, çand, ol û şêwaza jiyana te re namîne. Ji bo min, ev aliyekî gelekî girîng ê komkujiya Êzidiyan e ku dibe kêm hatibe behskirin.

Rûdaw: Piştî komkujiyê, bi sed hezaran Êzidî ji welatê xwe derketin. Mixabin hîn jî venegeriyane Şingalê. Piraniya wan li Ewropayê ne, bi taybetî li Almanyayê. Hîn jî li Herêma Kurdistanê kamp hene û Êzidî li kampan in. Hûn behsa veguhastina wan merasîmên olî ji bo nifşê paşerojê dikin. Ji sala 2014an ve 11 sal derbas bûne. Di vê navberê de, zarokên hene ku niha temenê wan 11 sal e û ti caran Şingalê nedîtine. Belkî ti caran Herêma Kurdistanê yan Îraqê jî nedîtibe, ji bo mînak yên li Almanyayê ji dayîk bûne. Gelo we têbînî kiriye ku nifşê nû di pêkanîna erkên xwe yên olî de ji nifşê kevntir cuda ne?

Benjamin Isakhan: Ew tişta ku li vir balkêş ew e ku bandora wê belkî bi tevahî berevajî wê yekê be ku tu li bendê yî. Nifşekî ku ji dayîkbûnê ve travma dîtibe û koçber bûbe, nifşekî ku ji aliyê laş, dilsozî û ruh ve ji koka xwe qut bûbe, dibe sedem ku careke din girêdayîbûn çêbibe.

Ev jî derbarê xweparastina xelkê Êzidî û xweparastina ruhê mirov tiştekî ji me re dibêje. Xelk bi wê hêsaniyê dest ji çanda xwe bernadin. Di rastiyê de, dema tu çanda gelekî dikî armanc, tiştê ku tu dikî ew e ku tu wan li ser bicihkirina wê çandê û parastina wê bi awayê herî baş tundtir dikî.

Lewma di wan hevpeyvînên ku bi gelek Êzidiyan re hatine kirin e de, yek ji wan tiştên ku dubare û sêbare derdikeve ew e ku ji bo mînak nifşê keçên ciwan ên ku ez pê re axivîme, eger komkujiya sala 2014an rû nedaya, belkî ti caran lixwekirina hinek cilûbergên kevneşopî nehatiba bîra wan.

Dema diçûn perestgehekê bi cilên asayî diçûn. Lê niha bi lixwekirina cilûbergên kevneşopî şanaziyeke mezin dikin.

Rûdaw: Zêdetir pê ve girêdayî ne?

Benjamin Isakhan: Ji hemû deman zêdetir rijd in li ser parastin û veguhastina wê ji bo nifşê paşerojê. Bê guman her kes ne wiha ye. Xelkên din hene ku xwedî ezmûnên cuda ne û ez rêzê li wan ezmûnan digirim. Mafê mirovan bi tevahî heye ku biryar bidin ka ew çi qasî dixwazin pabendî çanda xwe bibin.

Lê balkêş e ku ne tenê di nav Êzidiyan de ye her wiha di hevpeyvînên din de jî ku min bi civakên din re kirine, tiştê ku hûn dibînin, vejîna eleqe û heweseke rasteqîn di nav ciwanan de ji bo çanda wan heye.

Her tiştê ku ew dibînin, her tiştê ku ew dixwînin, her kesê ku ew dibînin ku tiştek li ser Êzidiyan dizane, ew bi rastî hewl didin ku tiştek fêr bibin, wê biparêzin û heta ku dibe çîrokan ji bîr nekin.

Îcar tiştekî balkêş di vê navberê de rû dide, ji aliyekî ve tu dibînî komeke wekî DAIŞê dixwaze gelekî ji holê rake û dibe ku eger rê li ber wan vekirî bûya, wan dê ew kar bikira.

Lê belê bi rêya wê hewla jinavbirinê, xweragiriyeke nû, rijdiyeke nû çêdibe ji bo parastina her tiştê ku were parastin. Em vê yekê ji aliyê fîzîkî ve jî dibînin.

Gelek ji wan perestgehên ku li navçeyên Îraqê ji aliyê DAIŞê ve zerer dîtibûn û hatibûn wêrankirin, ji nû ve hatine avakirin. Piraniya wê avadankirinê jî ji aliyê endamên civakê ve hatiye serpereştîkirin û bicihkirin ku rijd bûne li ser ji nû ve avakirina çanda xwe û vegerandina wê bi awayekî herî baş, li gorî rewşê.

Rûdaw: We bi gelek Êzidiyan re hevpeyvîn kiriye. Dema hûn ji wan dipirsin çima ne li Şingalê ne yan çima venagerin, bersiva wan a sereke çi ye?

Benjamin Isakhan: Bi rastî bersiva sereke ewlehî ye. Ew hest pê nakin ku jîngeh ew qasî aram û ewle be ku bikarin bi awayekî mayînde vegerin.

Rûdaw: Ango di pratîkê de baweriya wan bi wan garantiyan nîne ku niha ji aliyê desthilatdarên wê derê ve tên dayîn ku Şingal aram e, herî kêm rewşa niha ji bo wan ne bes e da ku hest bi aramiyê bikin û vegerin.

Benjamin Isakhan: Bê guman, ez tenê dikarim li ser bingeha serpêhatiya xwe ya şexsî û bi awayekî giştî biaxivim, ji ber ku ew hevpeyvînên min kirine nûnertiya hemû bîr û baweriyên xelkê Êzidî nakin. Lê belê di nava wan kesên ku ez pê re axivîm de, yek ji wan mijarên ku dubare dibe ew e ku hest bi aramiyê nakin.

Ev yek jî vedigere ji bo bûyerên sala 2014an, ji bo wê hesta neparastîbûnê ya wê demê ku bi mirov re dimîne. Beşek jî vedigere ji bo jîngeha îro.

Li gel vê yekê, ez bi gelek Êzidiyan re axivîme ku hewl didin vegerin Şingalê ji bo li çiyayan bigerin an jî ji bo serdana wan perestgehên ku dibe ku berê qet neçûbûnê û niha hatine avakirin, ji bo geşt û seyranan, ji bo komcivînên malbatî, yan jî ji bo aheng û cejnan.

Di rastiyê de bila ez vegerim ser wê mijarê ku min berê behs kir, ew jî li xwe kirina cilûbergên kevneşopî ye. Tiştekî din ku berdewam dubare dibe ew e ku xelk serdana Laleşê dikin.

Wekî nimûne, berê dibe ku Êzidiyek di jiyana xwe de tenê carekê serdana Laleşê bikira, da ku li wir pîroz bibe û bibe beşek ji civaka Êzidî. Lê niha berdewam diçin. Her derfetek ji wan re çêdibe, dixwazin biçin Laleşê, ji ber ku bûye sembola nasname û paşeroja wan.

Lewma, sedemên curbicur û aloz hene ku hiştine xelk hîn jî ji bo ji nû ve bidestxistina nasnameya xwe di nava têkoşînê de bin lê di heman demê de gelek nîşanên hêviyê jî hene.

Rûdaw: Spas Doktor Benjamin û tu careke din bi xêr hatî Rûdawê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst