TAYBET - Perwîn Îbrahîm: Divê Kurd projeyekê pêşkêşî Rûsya û Şamê bikin

03-12-2021
Dilbixwîn Dara
Dilbixwîn Dara @dilbixwindara
Dilbixwîn Dara û Perwîn Ibrahîm
Dilbixwîn Dara û Perwîn Ibrahîm
Nîşan Perwîn Ibrahîm Kurd Sûriye Rûsya
A+ A-

Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avedankirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîm, “Îro projeya Rêveberiya Xweser heye, ev projeyeke baş e, bê pêşxisitin, li ser bigeheke demokrasî be, lê ew ne projeyeke Kurdî ye, projeyeke ku Rêveberiya Xweser û HSDê dixwazin, baş e ku bibe projeyeke Kurdî, lê em tiştekî bêhtir dixwazin. Em dixwazin, eger ev rejîm be yan rejîmeke din bê, divê mafê Kurdan di destûrê de hebe, em diçin kûderê em vê yekê dibêjin.”

Perwîn Îbrahîm li ser helwesta Rûsyayê dibêje, “Rûsî bi xwe dibêjin her tiştekî ku Kurd li ser li hev bikin û ew rejîm bigihêjin hev, ew pê re ne. Li bal Rûsyayê, tiştek tune ye ku ev ji bo wan dibe yan nabe û dibêjin tenê ew dixwazin Kurd li hev bikin û dibêjin ku ew amade ne navbênkariya danûstandinên Kurdan û hikûmeta Sûriyê bikin.”

Perwîn Îbrahîm rexne li aliyên Kurdî digire û diyar dike, “Heta niha projeyeke giştî ji bo Kurdan tune ye, kesekî jî dawaz nekiriye, her aliyek bi serê xwe daxwaza xwe dike. Carnan ez diaxivim partiyên me hêrs dibin, ez dibêjim rejîm tiştekî nade Kurdan, gelo projeya we xwestiye çi ye. Kesek nehatiye Şamê.”

Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avedankirin û Guhertin dibêje, “Şam ne amade ye li gel partiyên opozisyonê bicive” lê tekez dike, “Şam ne li dij e Pêşmergên Roj bibin beşek ji artêşa Sûriyê.”

Seroka Partiya Ciwanan ji bo Avedankirin û Guhertinê Perwîn Îbrahîm di hevpeyvîneke taybet de bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Rûdaw: Tu bi xêr hatî.

Perwîn Ibrahîm: Silav, ser çavan.

Rûdaw: Ev cara yekemîn e tu tê Hewlêrê?

Perwîn Ibrahîm: Erê. Ev yekekm car e ez tême Hewlêrê.

Rûdaw: Xweş bû?

Perwîn Ibrahîm: Baş e, xweş e.

Rûdaw: Tu li Hewlêrê geriyayî?

Perwîn Ibrahîm: Em hatine li Hewlêrê bigerin, xelkên wê kesên bibînin.

Rûdaw: Siruşta Hewlêr nêzîkî ya Şamê ye, bajar û bazar?

Perwîn Ibrahîm: Bajar û bazar û kesên li Hewlêrê, gelê me yên Sûrî gelek li vê derê hene. Lê Şam kevintir e, lê li vê derê kesên wê û xelkên wê, tu hest dikî ku tu li Şamê yî.  

Rûdaw: Li vê derê bazarek heye jê re dibêjin Qyserî, (Medînê ya Helebê) ew bazara girtî, tê  bîra mirov.

Perwîn Ibrahîm: Erê, em çûnê.

Rûdaw: Xweş bû?

Perwîn Ibrahîm: Belê, xweş bû.

Rûdaw: Piranî biyanî ji derve tên û diçine wê derê diçine qel’ê, ziyaret dikin.

Perwîn Ibrahîm: Erê xelk hene û heta dergengê şevê dimînin.

Rûdaw: Em ê îro behsa siyasetê û gelek meseleyan bikin.

Perwîn Ibrahîm: Ez diçime kûderê siyaset e.

Rûdaw: Siyaset bi te re diçe wê derê. Partiya te, Partiya Avedankirin û Guhertinê, tu seroka wê partiyê yî. Kengî hatiye avakirin û çima te ew partî ava kir?

Perwîn Ibrahîm: Li Sûriyê, ji berê ve, me çavên xwe vekirin, em di partiyan de bûn. Em di Partiya Komunist de bûn. Piştre, di 2004an de, me got, em dixwazin tiştekî nû bikin. Êdî me kar kir, me partiyeke biçûk çê kir. Lê li sûriyê, berî 2011an, li gorî destûra Sûriyê, çê nedibû ku partî bêne çêkirin, yasayek ji bo partiyan nebû. Di 2011an de, dema ew şoreşên ku çê bûn, li Sûriyê gelek yasa hatin derxistin, hinek bilez hatin çêkirin. Dixwestin nameyekê ji Civaka Navdewletî re bişînin, ku Sûriyê jî çaksaziyan dike, di nav wan de jî, yasaya partiyan bû. Mercên wê hêsan bûn, ku divê hezar kes endam hebin û wê ji bo Wezareta Navxwe bê pêşkêşkirin û ruxsetê werbigire. Bi nerîna min, min dît ku dem guncaw bû, ji bo daxwazê ji bo partiyê pêşkêş bike, û wan qebûl kir. Di dema sê rojan de, wan mersûm da. Em 10 partî bûn, ne partiya min tenê bû, lê ya me jî yek ji wan bû. Derfet hat ku li gorî destûra Sûriyê ya nû, li gorî yasayê ruxseta vê partiyê weribigirin.

Rûdaw: Çima te partî ava kir? Tu dizanî ji bo min çi xerîb e, jineke Kurd, ji Qamişlo, li Şamê be, biçe partiyekê ava bike, armanca te çi bû, Perwîn?

Perwîn Ibrahîm: Min ji te re got, me çavên xwe vekirin em di partiyan de bûn, berê em Kommunist bûn.

Rûdaw: Çima tu careke din neçûyî nav Partiya Kommunistan?

Perwîn Ibrahîm: Heta ku bavê min koça dawî jî kir, kesekî Kommunist bû. Ji min re digot, çima te dest ji me berdaye, te çûyî partiyek dirust kiriye. Min jê re digot, piştî ku Partiya Kommunist kete (Elcebhe Elweteniye) nema ew karên berê dikin, li gorî mîsaqa (Cebhe)yê, ji kolanê dûr ketin. Lê nerîneke min a din hebû, ku divê mirov kar bike, bêhtir ev sedem bû, ku ez kar bikim. Ji berê de min ji siyasetê hez dikir, kêfa min ji siyasetê re dihat, zemîn li cem min hebû. Di 2011an de jî, dema ev bûyer çê bûn, min dît ku derfeteke guncaw e ji bo mirov karekî bike. Ne ku tenê hikûmet û dewlet dixwaze, lê mirov dikare di vê demê de, karekî bike.

Rûdaw: Hûn ji bo Sûriyê çi dixwazin?

Perwîn Ibrahîm: Ji 2011yen û pê de, me, partiya me, me xwest weke her kesî berevaniyê di ber Sûriyê de bikin. Gelek êrîş li ser Sûriyê hebûn. Lê daxwazên me ji bo xortan ji bo jinê hebûn, weke peyrewa me ya navxwe, herwiha fokusa me li ser ijara xizmetguzariyê, alîkarî û mirovî bû, ji ber ku xelk, gelekî ji pirsa siyasetê bêzar bûne. Êdî me li ser piraên alîkarî û mirovî kar kir û li ser hemû xaka Sûriyê, ango ne tenê li Qamişlo, Hesekê, Şam û Helebê, lê belê ji bo her kesî, weke mînak xelkên Xûteyê, xelkên Ceremana, kesên ku derdiketin, me alîkariya wan dikir, gelek pêwendiyên me hebûn, em ligel Rûsan ligel Artêşa Sûrî jî diçûn, em diçûn Qamişlo, wê demê ne Rêveberiya Xweser bû, lê rêbendên Artêşa Sûrî bûn, piştre bûn rêbendên PYDê. Êdî me dixwest em xwe bigihînin çi cihê ku heye, ji bo ku em alîkariyekê bikin. Herwiha ez, weke Perwîn, ne bi navê partiya xwe, em kesên Kurd ên di vê partiyê de, me dixwest, ku ev partî li kûderê hebe, li Cenêvê, li Mosko, li Soçî be, em tiştekî Kurdan bigihînin.    

Rûdaw: Armanceke we heye, ku pirsa Kurdî ye. Tu gelekî jêhatî û çalak î, bi rastî, tu li her derê tê dîtin, dema mirov li çalakiyên te temaşe dike, dibêje, di partiya te de, tenê jin hene, çi endam, çi jî serkirdeyetî. Wiha ye yan di partiya we de zilam jî hene yan hemû jin in?

Perwîn Ibrahîm: Na, na. Hemû xort in. Jin û zilam in. Lê ez bi xwe dibêjim, hinek caran zilamên di nav partiya me de dibêjin, hûn hemû karî dikin. Ez dibêjim, dema jin kar bike, êdî bêhtir ji zilam dikare bike û kesên dora mirov jî bêhtir rolê didinê. Partiya me vekirî ye, zilam be, xort be, kî be jî, lê kesên ku bi min re kar dikin, jin gelek li dora min hene, dixwazin kar bikin û ez jî dixwazim derfetê bidim jin û keçên ku dixwazin tiştekî bikin, lewma min navê partiya xwe kiriye Avakirin û Xort, ji bo ku mirov hinekî guhdanê bi xortan bike, derfetê bide wan, ew gelekî kar dikin. Em dibêjin, partiya me ji 2004an ve ye, lê ji 2011an ve kar kir, partiyeke nû çê bûye. Li ser asta Sûriy, aniha em xwe dibînin, em berî Hizba Beis in, ne bi hejmarê, lê bi kar. Em çûn hemû kongreyên navdelwtî, ji Cenêva yekê heta aniha em diçinê. Em li Soçî amade bûn. Em li Mosko yek û du amade bûn. Çi kongireyên navdewletî hebûn, em amade bûn. Piştî çend rojan, Lozan heye. Me bi xwe pêwendî ligel Wezareta Derve ya Rûsya, Çîn û Îranê pêk anîn, heerwiha Yekîtiya Ewropayê, partiya me ya yekem e ku dema têne Şamê, tenê ligel partiya me rûdinin. Ango, me kar kir. 

Rûdaw: Gelek kes dikare bipirse, partiya te ewqasî mezin bû, ewqasî kar  dike, hûn îmkanan derfetan ji kûderê tînin? Îmkanê madî her tu peyda dikî yan jî hikûmeta Sûriyê dide we, yan jî Rûs alîkariya we dikin?

Perwîn Ibrahîm: Di yasaya partiyan de, hikûmeta Sûriyê, tiştekî nade partiyan, ev yek di yasaya partiyan de nîne. Em temwîla partiya xwe dikin.

Rûdaw: Tu peyda dikî?

Perwîn Ibrahîm: Ez û çend kesên din hene, rewşa wan baş e. Lê pirsa karê alîkarî û mirovî, Komeleya Remedan Qadîrof, ya bavê wî ye, du sê caran em çûne Çeçenistanê, vê komeleyê alîkariyeke gelekî baş bi me re kir, li ser asta Sûriyê tevî, Min xweşik jê re got, ji bo Qamişlo, Hesekê û wî gelekî alîkarî kir.

Rûdaw: Pirsa Kurd bûye pirseke naskirî populer, lê demekê pirsa Kurd pirseke veşartî bû, hûn weke Partiya Ciwanan û Avakirin û Guhertinê, di çarçoveya Sûriyê de, di sînorê Sûriyê de, çi mafî didine Kurdan, yanî hûn ji bo Kurdan çi dikin?  

Perwîn Ibrahîm: Em çi dikin. Weke min ji te re got, em Kurdên Sûriyê, weke hemû kesên Sûriyê, li ser pirsa alîkarî û mirovî, û çi tiştê ku ji me hat me kir. Weke mînak, hin kesên girtî hebûn, yanî deriyê me vekirî ye. Herwiha me li ser menheyên xwendinê kar kir, ku herin li Çîn û Rûsyayê bixwînin, me ev alîkarî jî kir. Lê derbarê mafê Kurdan, me xusûsiyetek da vê dosyeyê, acizî gelek jî ji partiyên din hebû. Berî kêmtir ji 20 rojan, ez çûme dadgehê li Şamê, danîbûn, Perwîn Ibrahîm, daxwaza yekrêziya Kurdî dike û daxwaza mafên Kurdî dike, di çarçoveya destûra Sûriyê de,  min ji dadwer re got, ev ne belgeya tometkirinê ye, lê ev daxwazeke Kurdî ya dadwerane ye, min negotiye ez cudabûnê dixwazim, min gotiye, di çarçoveya destûra Sûrî de, ango aciyiê ew gihandin ku pirsê veguhêzin dadgehê. Ez jî tiştekî bêyî partiya xwe nakim. Ew jî bi min re ne, her kesê bi min re, eger Elewî bin, Kiristiyan bin, hemû bi vî rengî re ne, ku ew bi mafê Kurdan re ne, mafê destûrî ji wan re hebe. Em ji daxwazên kesayetî dûr in, ku ib navê navçeyekê yan kesekî bin. .   .

Rûdaw: Daxwaza we ya konkrêt ji bo Kurdan heye?

Perwîn Ibrahîm: Ji bo Kurdan em li Mosko û Çînê dibêjin, û çi kesê ku em wan dibînin em dibêjin.

Rûdaw: Meselen, partiya te ji bo Kurdan çi dixwaze?

Perwîn Ibrahîm: Em dibêjin, divê îtîrafeke destûrî bi Kurdan weke duyem netewe li Sûriyê hebe, di destûra Sûriyê de. Derbarê sîstema berê ku me digot, lamerkezî, kesên Şamê aciz dibûn, lê piştî ku serok Beşar çû Mosko û vegeriya wî ragihand û li ser lamerkeziyê axivî. Me got, dema lamerkeziyek hebe, û ya baş ew e ku li ser bingeha neteweyî be, tevî ku dîsa wê acizî hebe, bi wateya ku dîsa jî cudabûn e, lê em ne wiha dibêjin, em dibêjin, dema neteweyê Kurd û neteweyên din bêne parastin, ev tiştekî gelekî baş e. Îro projeya Rêveberiya Xweser heye, ez dibêjim, ew projeyeke baş e, bê pêşxisitin, li ser bigeheke demokrasî be, lê ew ne projeyeke Kurdî ye, projeyeke ku Rêveberiya Xweser û HSDê dixwazin, baş e ku bibe projeyeke Kurdî, lê em tiştekî bêhtir dixwazin. Em dixwazin, eger ev rejîm be yan rejîmeke din bê, divê mafê Kurdan di destûrê de hebe,  em diçin kûderê em vê yekê dibêjin.

Rûdaw: Qadirof. Te behsa Muessesa Qadirof kir. Muessesak li kêleka karê xwe yê siyasî, tu karê xêrxwazî û însanî yê wê muessesê birêve dibî. Ew muessese çi ye? Muessesake xeyrî ye, muesssake ribhî ye? Çi ye?

Perwîn Ibrahîm: Na. na, xeyrî ye. Qadirof, ev muessese bi navê bavê wî ye, ku şehîd çû, diya wî mudîra vê komeleyê ye. Ez du sê serdana çûme Çeçenistanê, me rewşa Sûriyê şirove kir, wan ji me re ev yek nîşan da. Derdora 6 salan e, ev komele li ser Sûriyê kar dike, 350 xwebexşên me hene, belaş kar dikin, lê em jî alîkariya wan dikin, ne bi pereyan, lê bi her tiştê ku ji komeleyê tê. Em ligel Navenda Lihevkirinê kar dikin, li Erkan, yên Rûsî bi me re derdikevin.

Rûdaw: Himêmîm?

Perwîn Ibrahîm: Na, Erkar li Şamê. Himêmîm li Laziqiyê ye. Erkar li Qamişlo, yanî çi cihê Rûsî hebe, xalên Rûsî hebin, bi me re derdikevin. Weke Muxeyyem, cihê şer bû, herwiha Xûte, dema xelk derketin Idlibê, em bi wan re diçûn, Rûs bi re dihatin. Heta roja îro, eger tu têkevî facebookê, em rojane, rojekê erê yekê na tîma me derdikeve, ranewestiyaye.

Rûdaw: Çi li ser xelê belav dikin? Hûn çi xêrxwaziyê dikin?

Perwîn Ibrahîm: Her tiştî. Yekem, ji wê derê ji me re dişînin, ji Çînê, ji Çeçenistanê, ji Moskoyê. Ji bilî wê jî, di cejnan de, ajelekê ji xelkê serjê bikin yan pereyan bidin. Tiştê ku me gelekî fêde jê kir, weke partî, xelk feqîr in, gelek ziyan li wan hatiye, êdî nêzîkî partiyê bûn. Komeleya Qadîrof gelekî alîkariya me kir, weke partî.

Rûdaw: Ew karên we, weke Cemiya Qadirof, tenê li herêmên li jêr kontrola hikûmeta Sûriyê ew alîkarî têne belavkirin? Hûn li kûderê wê alîkariyê belav dikin, meselen, hûn digihînin aliyên bajarên Kurdan jî?

Perwîn Ibrahîm: Weke mînak, di dema Efrînê de, her kes ji Efrînê derketin lê yên Qadîrof tenê dikarîbûn derbas bibin

Rûdaw: Derbasî Efrînê bibin?

Perwîn Ibrahîm: Erê. Çûn Efrînê. Herwiha li Qamişlo, heta niha diçi Qamişlo. Mekteba me li wê derê ye, çi tiştê pêwîst be, xelk diçine wê derê. Kurdên Şamê jî, kesekî heta roja îro, alîkariya wan nekiriye, kesekî alîkariya wan nekiriye. Me îzin jî stand, nabe em tecawizê bikin, ji ber ku divê di tiştên wiha de îzin bê standin. Serokê Çeçenistanê gelekî alîkar bû, got, Kurd jî kesên feqîr in, alîkariya wan bikin, êdî me gelekî alîkarî kir. Me xusûsiyetek da Efrînê, bi teybetî dema koçberbûn çê bû, di demeke gelekî teng de bû, êdî ji me re firokeyeke betanî şand û selik û xwarin şandin, ji bo xelkê.

Rûdaw: Tu li Şamê dimînî. Dolar li hember pereyên Sûrî, lîreyên Sûrî bilind e, euro bilind e, aboriya Sûriyê ji ber ku hîsar heye, ji ber ku dorpêç heye, xerab e. Xelk çawa dijîn, jiyana xelkê li Sûriyê çawa ye, bi taybetî li Şamê û li bajarên din?

Perwîn Ibrahîm: Zehmet e. Rewşa xelkê zehmet e, Qanûna Qeyser li ser me, hikûmeta Sûrî jî, ne ew karê ku em jê dixwazin ji xelkê re dike. Em yek jî, weke partî, em wan pê aciz dikin û ew jî me aciz dikin. Ji aliyê emnî ve jî û Wezareta Navxwe jî, ji me re şand got, çima hûn ewqasî diaxivin: Lê me got, em partî ne, divê em biaxivin, xelk ji me re diêjin, aniha weke ku te got, hûn çi dikin. Êdî dema em behsa van tiştan dikin ew aciz dibin. Rewşa xelkê gelekî zehmet e. Mûçeyên fermanberan têra wan nake, 60 hezar lîre, ango derdora 20-25 dolaran, lê tenê ji bo xwarin û vexwarinê, divê bi kêmanî 125 dolar be. Nizanim çawa Sûriye heta niha dimeşe!

Rûdaw: Wê demê ev yek nabe sebeb ku li wî welatî fesad hebe, dizî hebe?

Perwîn Ibrahîm: Mesela fesadê û diziyê hîn em di şerekî de ne, em jê derneketine. Helbet fesad heye, dewlemendîn şer li cem me çê bûne. Weke çawa qadeke feqîr çê bûye wiha jî qadeke gelekî zengîn jî çê bûye. Em jî gelekî vê yekê dibêjin. Aniha xelkê digirin. Berî demekê 400 bazirgan girtin, pere ji wan standin. Xelkê muhakeme dikin, lê mijar gelekî mezin e..  

Rûdaw: Şam ji nû ve tê avakirin? Meselen, ezmak siyasî heye, ezmak iqtîsadî ye, hûn nav lê dikin, ezma siyasî, muarede dibêje, tiştekî din nav lê dike. Problemên Sûrî yên siyasî hene, Qanûna Qeyser heye, kes teamulê bi Sûriyê re nake, iqtîsada wê çûye, aboriya wê, pereyên wê mirî ne, bêkarî heye, fesad heye. Ji 2011an ve Sûriye di nava şer de ye. Jiyanek di Şamê de heye? Hikûmet hewl dide Şamê ji nû ve ava bike, heyata berê, jiyana berê ya şamê vegerîne nava wî bajarî?

Perwîn Ibrahîm: Avakirin heye, lê ne ku hikûmet dike. Çi kesê ku projeyên wî yên taybet hebin, aniha ava dikin. Komelgehên Niştecîbûnê li Şamê ava dikin. Xelk bi pereyên xwe ava dikin, lê weke proje ku hikûmet pê rabe, tiştê wiha nîne, ji ber ku tiştine din hene, pere ji wan re pêwîst in. Ev projeyên taybet in, lê projeyên ku hikûmet pê rabe, meselen Muxeyyem ya Mesakin Berzê û derveyî wê wêran bûne, ku hikûmet dîsa çê bike, nîne, îmkanî nîne, lê kes û bazirgan ava dikin, tê de kar dikin.

Rûdaw: Problem ji te re dernakevin, li Şamê? Meselen tu gelekî bi cesaret hikûmetê rexne dikî, tu emîn rexne dikî, çi zanim, cîhetê ku li Sûriyê yek newêre tiliya xwe nêzîkî wê bike, ev jî meseleyên emnî ne, lê tu bi curet, bi cesaret derdikevî livan çê dikî, û hikûmetê rexne dikî, çi di warê siyasî de, çi di warê xedemî de, rexne dikî. Ev yek problema ji bo te çê nake? Tu vê cesaretê ji kûderê tînî? Meselen gelek kes ji min re dibêjin, Dilbixwîn, Bogdanov li pişt Perwîn Ibrahîm e, Lavrov li pişt Perwîn Ibrahîm e. Rûsya li pişt Perwîn Ibrahîm e, ji ber wê yekê bi wê cesaretê deng dike. Bi rastî Rûs li pişt te ne ku tu dikarî bi vê cesaretê li Şamê biaxivî û li hemberî hikûmetê derkevî?

Perwîn Ibrahîm: Ez ê ji te re mînakekê bînim, berî ez bême vê derê, li ser leyvên min ên vê dawiyê, hejmarek ji belge û tometan hebûn, ez çûme cem dadwerê tehqîqê, wî ji min re got, tu li ser hikûmetê diaxivî, tu kar li ser cudakirina parçeyekî ji zeviya Sûriyê dikî, tu handanê ji bo yekrêziya Kurdî dikî, hejmarek ji tometan hebûn, min got, dîsa jî dibêjim û aniha jî ez dibêjim, herwiha got, tu bi rêya Tora Medyayî ya Rûdawê re axiviyî, ev jî belgeyek bû li ser tometan. Ez layveke din jî derketim, li ser rûpela xwe, helbet ez nikarim neaxivim, ez partî me, ne ku ez Perwîn Ibrahîm tenê me. Eger ez li mala xwe bûma weke çi jina din ku jê nayê xwestin derkeve biaxive, lê em partî ne, helbet ev partî, eger em neçin şer, yan em li ser hikûmetê neaxivin em daxwaza mafên xelkê nekin, naxwe partî ji çi re ne. ne ku kesek li pişta min e, helbet pêwendiyên min hene, dema partiya ku pêwendiyên wê tunebin, ji aliyê siyasî ve dibe sifir. Ez hest dikim, weke partî, weke jin, weke kesên bi min re, rast e, ez diaxivim, ez natisim. Ez hesaban dikim, ez natirsim, ji ber ku min tiştekî şaş negotiye. Ev 11 sal, eger tu bibêjî ez partiyek im li Sûriyê, ev partî, ez li dijî Sûriyê ranewestiyame, min daxwaz nekiriye ku Sûriye bê parçekirin. Gelek xelk, ji Kurd û Ereban, dibêjin, tu ligel rejîmê rawestiyeyî.     

Rûdaw: Ev itîham ne rast e? Ez jî vê yekê gelekî dibihîsim. Tu di bultenan de çend caran ji Moskoyê bûye mêvana min, ji Qamişlo, ji Şamê, ji derên din, gelek kes dibêjin, Dilbixwîn, Perwîn Ibrahîm, nêzîkî hikûmeta Sûriyê ye, ji ber wê yekê bi wê cesaretê diaxive. Tu nêzîkî hikûmeta Sûriyê yî, bi rastî?

Perwîn Ibrahîm: Eslen çê nabe ev gotin bê gotin. Min ji te re got, pertiya min, serokê Sûriyê mersûmê fermî pê derxistiye. Çi partiyên ku hene li dewletan. Aniha li vê derê, divê ruxsetê bisitînin û paritêyn fermî ne, ev yekem. Tiştê duyem, min pêwendiyên xwe ligel hikûmeta Sûriyê veneşartine. Min got, ez partiyek im, bi ruxset kar dikim. Lê dema ez li dijî emin radiwestim, yan li dijî tiştê nerast radiwestim, ji ber ku kesekî din naaxive. Weke mînak, yekî girtî hebe, ez ê ji kê bixwazim?! Ez ê ji emnê Sûrî bixwaim. Eger muşkileyeke keskî li wezaretekê hebe, ez ê bi weîzrê Sûrî re biaxivim, êdî nabe ev tişt bê gotin, ku ez nêzîk im. Ez ne nêzîk im, lê ez ji vê rejîmê bi ruxset im. Lê dema tiştek ne rast be, ez li dijî wan radiwestim. Li Şamê li dijî wan raidwestim. Belkî helw dan min aciz bikin, lê çi derê hku hebe, ne tenê rejîma Sûrî, lê dema tu li gorî wan bî, êdî nikarin ziyanê bigihînin te. Meseleyek heye, ez dibêjim û ez natirsim. Min girtin, kuştin, her tişt danîne ber çavên xwe, xebata siyasî wiha ye.

Rûdaw: Rast e.

Rûdaw: Hûn wek partî beşdarî civînên Cinêvê jî dibin ji bo krîza Sûriyê. Ez meraq dikim ku hûn wek aliyekî nêzîkî hikûmeta Sûriyê beşdarî civînan dibin? Yan hûn wek aliyekî opozisyonê beşdar dibin? Di wan civînan de, hûn wek partî behsa Pirsa Kurd dikin an na?

Perwîn Îbrahîm: Neteweyên Yekbûyî (NY) em wek çend partiyên opozîsyona navxweyî vexwendin û em çûn Jinêvê. Wek opozîsyona navxweyî daxwazên me hebûn. Ez dibêjim wek keseke Kurd di nava van şandan de min xwest hertim mijara Kurdan di rojevê de be. Em dizanin ku ji Jinêv -1 heta Jinêva niha, Kurd tê de ne hazir ûn. Di Komîteya Destûrî de du kesên Kurd ên me hene, ew jî danûstandinên destûrê dikin, wekî din ti şandeke Kurdî di Jinêvên 1 û 2 de tune bûn, ne jî Mosko 1 û 2 ne jî Soçî. Sedema nebeşdarbûnê jî ez nizanim. Min hertim dixwest Kurd hebin û ez derdiketim û ez wek jineke Kurd diaxivîm. Ji ber ku partiyên me yên Kurdî û ew Rêveberî dibe ku li ser navê min gotinan bibêjin. Ez wek jineke Kurd tişta ku ez ji Kurdan re dixwazim min got. Di Soçî de, dema ez derketim û axivîm, şanda Tirkiyê xwe vekişand, ji ber ku Kurdên me di wê demê de beşdar nebibûn.  Li Jinêvê jî ez axivîm û me got em tiştekî ji Kurdan re dixwazin, projeyek be û di destûrê de were çespandin. Me ev tişt di konferansa de vegotin.

Rûdaw: Em bêne ser mijara Rûsya ji ber ku te gelekî serdana Moskoyê kiriye û tu gelek berpirsên Rûsyayê dibînî wek Bogdanov û Wezîrê Derve yê Rûsya Lavrov. Beriya demekê projeyeke Rûsya ji bo destûra Sûriyê hebû. Tê de behsa otonomiyê ji bo Kurdan kiribû. Rûsya bi ser Kurdan de germ bû. Lê ev demek e Rûsya behsa destûreke nû nake û wek diyar dibe Rûs ne germ in. Gelo çi li vê projeya Rûsya hat?

Perwîn Îbrahîm: Ev projeya ku hatiye çêkirin radestî şanda Himêmîmê hatibû kirin, em jî tê de bûn, piştre ji Jinêvê re hat şandin. Ev projeyeke baş a Rûsyayê bû. Lê li Jinêvê NY qebûl nekir, ji ber ku biryara 2254 heye û li gor wê biryarê dê li ser destûrê bixebitin û ev destûr Rûsî ye û ji me re nabe.

Rûdaw: Rûsya çawa li pirsa Kurdan temaşe dike?

Perwîn Îbrahîm: Rûsî bi xwe dibêjin her tiştekî ku Kurd li ser li hev bikin û ew rejîm bigihêjin hev, ew pê re ne. Li bal Rûsyayê, tiştek tune ye ku ev ji bo wan dibe yan nabe û dibêjin tenê ew dixwazin Kurd li hev bikin û dibêjin ku ew amade ne navbênkariya danûstandinan di navbera Kurdan û hikûmeta Sûriyê de bikin. Em dizanin ku ev danûstandinên di navbera Rêveberiyê û hikûmetê de pêk hatine destê Rûsyayê tê de heye.

Rûdaw: Gelo projeyeke Rûsya ya taybet bi Kurdên Sûriyê heye? Rûsya dixwaze Kurd û bi taybetî Rêveberiya Xweser û Şam li hev bikin, lê Kurd dibêjin ku Rûsya ne cidî ye û ti garantiyekê nadin me, ta ku Şam daxwaza wan qebûl bike. Gelo em ê li ser çi bingehê biçin bi hihûmeta Sûriyê re danûstandinan bikin?

Perwîn Îbrahîm: Rûsya dibêje ew ti projeyan ji Kurdan re diyar nake û divê Kurd projeya xwe radestî wê bikin da ku ew jî radestî hikûmeta Sûriyê bike.

Rûdaw: Gelo projeya Kurdan tune ye?

Perwîn Îbrahîm: Bi nêrîna min, ti projeyeke Kurdan a diyar ku radestî hikûmetê yan jî Rûsyayê hatiye kirin, tune ye. Erê proje hene, weke projeya Rêveberiya Xweser ew bi serê xwe ye û li ser zimanê wan ku dibêjin pêdiviya wan bi naskirinê heye û divê HSDê bibe beşek ji artêşa Sûriyê, ev projeyek e. Heta niha danûstandinên çêdibin li Himêmîmê yan jî li Rûsyayê tên birêvebirin. Dema ku hin partiyên me yên serbixwe li gel Rêveberiya Xweser çûn Himêmîmê derbasî civînê bûn û dema ji civînê derketin li hev nekirin, ji ber ku wan got ew ne projeya wan e. Êdî her du alî çi ENKS be û çi jî Rêveberiya Xweser be negihîştine projeyeke hevbeş û wek hûn dizanin di hevrêziya Kurdî de jî li hev nekirine, ta ku radestî hikûmeta Sûriyê yan jî Rûsya were kirin û Rûsya jî radestî hikûmetê bike. Heta niha projeyeke giştî ji bo Kurdan tune ye, kesekî jî dawaz nekiriye, her aliyek bi serê xwe daxwaza xwe dike. Carnan ez diaxivim partiyên me hêrs dibin, ez dibêjim rejîm tiştekî nade Kurdan, gelo projeya we xwestiye çi ye. Kesek nehatiye Şamê.

Rûdaw: Tu dixwazî Kurd biçin Şamê?

Perwîn Îbrahîm: Ne ez dixwazim, proje dê ji kê were xwestin. Wek mînak Kurdên li vir li Iraqê mafên xwe ji kê dixwazin? Bê guman ji hikûmeta Iraqê û serokê Iraqê dixwazin. Ji bo me kî dikare mafê Kurdan bide wan. Niha ji bo partiya me biryar pê hatiye derxistin. Niha partiya me li gor destûrê partiyeke Sûrî ye. Dibe ku hin kes alîkariya me bikin, lê gava ku were avêtin divê li Şamê be. Divê li Şamê rûniştin pêk werin. An jî em di ofîsên xwe de rûnin û em ê piştgiriya opozîsyonê bikin, em ê berê xwe bidin dewletên din, bi vî rengî kes mafê Kurdan nade wan. Ez dibêjim mafê me li Şamê ye, lê bidin an nedin ev mijareke din e.

Rûdaw: Gelo çûna Şamê girîng e? Ji xwe Kurd diçin Şamê çi yên alîgirên ENKS çi jî yên alîgirên Rêveberiya Xweser, lê ez nizanim berpirsiyaran dibînin an na, lê Şam an jî Sûriyê amade ye mafê Kurdan di destûrê de bi cih bike û qebûl bike. Ji mijara destûr e, Perwîn xan! Serokê Sûriyê sala 2011an ji Kurdan re got, werin em hev bibînin, baş nizanim lê dibe ku parêzgarê Hesekê di wê demê de navbênkar bû. Lê Kurd neçûn. Gelo neçûna wan baş bû ya xerab bû?

Perwîn Îbrahîm: Li gor min, ez dibêjim xerab bû. Divabû Kurd biçûna Şamê. Di 2011an de tişta ku derketiye wek ku çawa serokê Sûriyê bi biryarekê nasname da Kurdan, biryara partiyan derxist, gelek biryar dan. Di wê demê de, wî dixwast bizanibe kî erê dike û kî jî li dijî wê yekê ye. Kurd nehatin û guman dikirin ku rejîm dê hilweşe û ji vê derfetê sûd wernegirtin. Piştre dubare bang li Kurdan kir, lê Kurd dîsa nehatin. Ez nabêjim ku serokê Sûriyê ji Kurdan hez dike û dê mafê wan bide wan, lê ev derfetek e û divabû sûd jê bihata wergirtin.

Rûdaw: Eger Kurd çûbana Şamê, Esed dê çi bida Kurdan? Gelo mafê Kurdan dida?

Perwîn Îbrahîm: Divê tu vê pirsê ji wî bikî. Lê bi nêrîna min, dê tiştek bida Kurdan. Ji ber ku rewşa Sûriyê nebaş û tevlîhev bû. Em hemû dizanin ku tirsek li ba rejîmê hebû ku çarenûsa wê wek rejîmên din wek Misr, Lîbya. Eger Kurd bihatana Şamê ti tiştekî winda bikin tune bû. Kurdan xwest xwe bidin aliyê opozîsyonê û rejîm dê hilweşe. Vaye çûn aliyê opozîsyonê, ne xem e, ew biryara wan e, lê mixabin hevsengiya hêzên herêmî û navnetewî ne li gor berjewendiyên we bûn, Beşar Esed ma, alîgirên wî li pişta wî bûn û bêtir xurt bû.

Rûdaw: Rûsya ew hişt?

Perwîn Îbrahîm: Destpêkê Îran û Hizbullah bû, piştre Rûsya. Lê em niha dipirsin, gelo opozîsyonê heta niha ji rejîmê bêtir çi daye Kurdan? Heta niha ti mafekî Kurdan nedane yan jî naxwazin bidin. Tenê di civîna Riyadê de aliyê Kurdî xwest ku Kurd li Sûriyê bi zimanê xwe bixwînin, lê Heyet el-Tensîq û aliyên li Riyadê qebûl nekirin. Ev tenê ji bo ziman. Gelo kesê zimanê te qebûl nake tu heta niha çima bi wan re maye. Ez nabêjim herin aliyê rejîmê, lê ev aliyê ku hûn li gel wan in nahêlin hûn bi zimanê xwe biaxivin çima heta niha hûn li gel wan in.

Rûdaw: Eger niha Kurd ji nava opozîsyonê (Îtîlafê) derkevin û berê xwe bidin Şamê, niha Esed hazir e çi bide wan?

Perwîn Îbrahîm: Bi nêrîna min, mijar ne hazirbûn e, yan dê mafê wan bide wan. Lê em dibêjin ku niha derfetek navnetewî heye û divê dosyeya Sûriyê were çareserkirin. Bi nêrîna min, Rûs di alîkariya bi Kurdan re cidî ne. Lê ev daxuyaniyên ji aliyê Rêveberiyê derdikevin û ji aliyê partiyên Kurdî ne li gor ku ez dibînim. Di civînên li derve de, Rûs hertim dibêjin ew dixwazin alîkariyê bi Kurdan re bikin, ta ku mafê xwe werbigirin û dê navbênkariyê di navbera wan û hikûmeta Sûriyê de bikin. Lê Kurd li hev nakin. Rûsya nikare Kurdan neçar bike ku li hev bikin ku çareseriyê radestî rejîmê bike. Ev civînên ku li derve çêdibin, Wezareta Derve ya Rûsya wek ku bi Kurdan re dicive bi aliyekî din re nacive. Lê kanî projexebata bi navê Kurdên Sûriyê, ev tune ye. Ji xwe proje lihevnekirina Kurdan di berjewendiya rejîmê de ye. Gelo rejîm dê Rêveberiya Xweser bide aliyekî Kurdan û federaliyê jî bide ENKSê? Û dê bang li min bike wek Perwîn tu çi dixwazî? Rejîm li ber ti aliyan nagere. Em partî ne û me destûra xwe ji wê wergirtiye û kar bi wê re kiriye û li Qamişlo me hilbijartinên serokkomar kirin dema ku alîgirên Beisê direviyan, lê niha dema ku em hinekî dengê xwe bilind dikin, li dijî me derdikevin. Lê em nikarin bi tena xwe daxwaza mafên Kurdan bikin.

Rûdaw: Diyaloga PYD, HSD û MSDê bi hikûmeta Sûriyê re gihîşte kû derê?

Perwîn Îbrahîm: Li gor daxuyaniyên ku ew derdixin, diyar e hatine rawestandin, hin caran tiştên biçûk çareser dikin, lê tiştên bingehîn weke naskirina Rêveberiyê û naskirina HSDê wek beşekî artêşa Sûriyê nehatin çareserkirin û bi nêrîna min van tiştan nadin. Ew dibêjin ku ev projeyeke parçekirinê ye.

Rûdaw: Rêveberê HSDê General Mezlûm Ebdî dibêje ku ji bo danûstandin bi Şamê re berdewam bibin divê Şam Rêveberiya Xweser nas bike û HSD û Asayîş jî bibin beşek ji artêşa Sûriyê, gelo Sûriyê amade ye vê yekê qebûl bike?

Perwîn Îbrahîm: Bi nêrîna min, Sûriyê ne amade ye.

Rûdaw: Gelo Şam amade ye bi partiyên Kurdî re yên di nava ENKSê de bicive? Ji ber ku du projeyên ji hev cuda ne?

Perwîn Îbrahîm: Na ne amade ye. Ji ber ku heta niha wan ti projeyeke wan nedîtine. Ango rejîmê heta niha projeyeke ENKSê ne dîtiye, ne jî ji Şamê re hatiye şandin. Vaye ez li ser ekranên Rûdawê eşkere dibêjim, ji 2011an ve neçûne Şamê û ne jî projeya xwe şandine û ji ti aliyan re negotine taku ew ji rejîmê re bêje. Gelo serokê Sûriyê dê projeya wan ji rûpelên wan derxe? Û dê ji wan re bêje werin ba min taku ez projeya we bicih bikim. Projeya we taybet bi we ye û hûn di nava hev de û li derve danûstandinan dikin, lê li Sûriyê li bal rejîma Sûriyê û li bal rayedarên Sûriyê ev mijar nehatiye gotûbêjkirin. Niha Rêveberî daxwazê dike û di daxwaza xwe de şer dikin, lê ENKSê daxwaza tiştekî nekiriye. Dema ku ji wan re tê gotin, dibêjin Beşar nade me, ji xwe hûn li malên xwe bin Beşar nade we. Li vir ev Kurdistan bi xwînê hate standin. Li Sûriyê eger hûn di aliyê siyasî de naçin û hûn nikarin tivingekê hilgirin û pê mafê xwe bistînin, gelo Beşar Esed dê çawa bike, gelo dê were ji wan re bêje dê projeya wan bi cih bike?

Rûdaw: Hin maf hene mafên normal û xwezayî ne, wek mînak xwendin, eger em hemû mijarên siyasî û ENKS û leşkerî bidin aliyekî, gelo plan û gaveke hikûmeta Sûriyê heye ku mafê xwendinê bide Kurdan û Kurd li herêmên xwe bi zimanê xwe bixwînin?

Perwîn Îbrahîm: Rast e, hin tişt di vê derbarê de bi Rêveberiya Xweser re li hev kirine, ango li hemû deverên Kurd lê dimînin bila bi zimanê xwe bixwînin. Niha di Zanîngeha Şamê de zimanê Kurdî wek enstîtû fermî ye…

Rûdaw: Mebesta te Enstîtûya Zimanan e?

Perwîn Îbrahîm: Na, mebesta min di Zanîngeha Şamê de ye…

Rûdaw: Lê tişta ku ez dibêjim mafê xwendinê di dibistanên hikûmetê yên fermî de?

Perwîn Îbrahîm: Ev mijar rejîm û Rêveberiya Xweser li ser li hev kirine, lê hîn cîbicî nebûye, ji ber ku lihevkirin hêj bi dawî nebûye, ango deverên Kurdî bi kurdî bixwînin û li deverên Ereban neyê ferzkirin.

Rûdaw: Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî sê herêmên Rojavayê Kurdistanê ne û ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, gelo Rûsya û Sûriyê amade ne van deveran ji Tirkiyê bistînin?

Perwîn Îbrahîm: Beriya şerê Serê Kaniyê, dema ku Efrîn çû, Rûsya got ku danûstandina wan bi Rêveberiya Xweser re gelekî hebû û me ji wan re got û me ji hikûmeta Sûriyê re jî got ku cihê Tirk têkevinê ti carî dernakevin û beriya ku deverek here bila lihevkirin pêk werin daku ev dever neçin. Rûsya dibêje em dizanin ku dema Tirk di cihekî kevin jê dernakeve û derketina wan gelekî zehmet e.

Rûdaw: Ev ji bo Rûsya lê derbarê Sûriyê de çi? Wek diyar dibe ku ev dever ne di xema Sûriyê de ne?

Perwîn Îbrahîm: Mesele ne ku ne xema hikûmeta Sûriyê ye, ji ber ku ev erdekî Sûriyê ye. Niha gelek dever hene artêşa Sûriyê tê de tune, wek herêmên Rêveberiya Xweser. Eger Sûriyê bikaribe dê ev dever jî biparastana. Hêza Sûriyê têrê nake. Lê Rûsya wek li ser erdê alîkariyê bike, nake. Lê Îran û Hizbullah li ser erdê alîkariya hikûmeta Sûriyê dikin. Rûsya dibêje lihevkirina wan derbarê Sûriyê de li dijî DAIŞê ye. Lê artêşa xwe derbasî Sûriyê nake.

Rûdaw: Hin kes dibêjin, car caran dema ku Rûsya bixwaze zextê li Kurdan bike, Tirkiyê wek gefekê li dijî Kurdan bikar tîne. Ango ji Kurdan re dibêje eger hûn neçin Şamê û danûstandinan nekin vaye Tirkiyê dê êrîşî we bike. Ango Rûsya rê li pêşiya êrîşên Tirkiyê nagire?

Perwîn Îbrahîm: Na, Rûsya ji Kurdan re negotiye herin Şamê danûstandinan bikin. Kurd diçin Rûsya gazinên xwe dikin û jê re dibêjin ku ew alîkariya wan li hemberî rejîmê nakin. Rûsya ji wan re dibêje we bi aliyê Amerîka re girtiye, ji partiyên din re jî dibêje we ti proje pêşkêşî me nekiriye. Rûsya guvaş li Kurdan nekiriye daku biçin Şamê. Rûsya dibêje ku ew ji alîkariya bi Kurdan re amade ne û ji rejîmê jî dixwazin da ku mafên Kurdan bi cih bîne. Girêdayî têkliyên bi Tirkiyê re, Rûsya dibêje ku têkiliya wan bi Tirkiyê re gelekî baş e, lê dibêjin ku ew nikarin daxwazekê ferz bikin. Niha Îsraîl êrîşî Şamê dike, Rûsya dibêje ku ew nikarin rê li pêşiya mûşekên Îsraîlê bigirin, ji ber ku Îsraîl dibêje ew li Îraniyan û Hizbullah dixe. Derbarê Tirkiyê de jî dibêje, ku Tirkiyê dibêje sînorên xwe diparêze û ew nikarin li dijî Tirkiyê derkevin, ango vaye PYD, yan PKK. Rûsya jî li gor berjewendiyên xwe tevdigere.

Rûdaw: Kurd diçin Mosko û gazinên xwe dikin?

Perwîn Îbrahîm: Ez Kurd im, çi dibe bila bibe, ez nahêlim kesek bi xirabî behsa kurdan bike. Çi li Jinêvê, dema ku Amerîka PYDê ji civînên Jinêvê dûr xist, min li Jinêvê daxwaz kir ku ji ber ku ew li ser erdê hene divê beşdar bibin û aliyekî ji vî şerî ne, hûn çawa wan dûr dixin? Ez li her derê dibêjim ku eger ew tunebûna niha em di destên DAIŞê de bûn. Lê dema ku ez behsa projeya wan dikim, bi nêrîna min projeyeke yekalî ye û ji xwe re Rêveberiyek ava kirine û dixwazin ji bo wê tiştek were kirin. Niha ez wek Perwîn wek jineke Kurd çima partiya me ne di Rêveberiya Xweser de ye, çima şêwira me nehatiye kirin, çima bi serê xwe çêkirine.

Rûdaw: Dibe ku ji ber hûn nêzîkî hikûmetê ne?

Perwîn Îbrahîm: Ma yên nêzîkî hikûmetê li gel wan jî hene, karê rejîmê pê neketiye, ma ne ev Rêveberiya giştî ya herêmê ye. Gelo alîgirên rêjîm dê bêne qewitandin? Gelo ev Erebên li wir li gel wan kî ne? Ez xebata wan gelekî baş dibînim, lê ez nikarim parastina projeya wan bikim. Partiyên me yên din jî xwedî dîrokeke têkoşînê ne, lê tiştek diyar nekirine. Eger ew xwe ji Rêveberiyê mezintir dibînin û daxwaza mafên Kurdan bêtir dikin. Xebatên di mal û di ofîsan de ne ti kar e.

Rûdaw: Pêşmergeyên Roj hene, yan jî Leşkerên Roj, ciwanên keç û xortên me yên Rojavayê Kuridstanê ne, li vê derê Pêşmerge ne, meselen, hikûmeta Sûriyê dikare rojekê amade be ku ew pêşmerge bibin beşek ji artêşa Sûriyê?

Perwîn Îbrahîm: Erê, ev yek erê, ji ber ku dema HSDê xwest ku beşek ji artêşê be, hikûmetê negot na.

Rûdaw: Yanî Pêşmerge bibin beşek ji artêşê?

Perwîn Îbrahîm: Erê, erê. Ev yek li gorî danûstandinên ku çê bûn, dema gotin, HSDê beşek ji artêşa Sûriyê, hikûmetê negot na.

Rûdaw: Perwîn xan gelekî spas. Kêfxweş bûm. Ez ê vê yekê jî ji te re bibêjim, Kurdiya te baş bûye, rastî.

Perwîn Îbrahîm: Baş bûye.

Rûdaw: Min bala xwe dayê tu diaxivî.

Perwîn Îbrahîm: Xwe perwrde dikin yan xwe fêr dikin.

Rûdaw: Tu xwe perwerde dikî. Tê bîra min ku yekem car ji Mosko tu bû mêvana min, te got, ez ê bi Erebî biaxivim, min got, xem nake, bi Kurdî biaxive, bila Erebî di nav de be. Ez niha dimeyzînim Erebî di nav gotinên te de kêm bûne. Gelekî spas, ez kêfxweş bûm, bi xêr biçî û hêvî dikim careke din te li Hewlêrê bibînim.

Perwîn Îbrahîm: Înşalla, ser çavan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst