Galîp Ensarîoglu: Piştî ku PKKyê çek danîn dê ji bo entegrasyonê gav werin avêtin

06-07-2025
Ferdî Sak
Nîşan Galîp Ensarîoglu AK Partî Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Parlamenterê Amedê yê Partiya Dad û Geşedanê (AK Partî) Galîp Ensarîoglu ragihand ku eger ti astengî dernekevin ew li bendê ne ku “Pêvajoya Çareseriyê” heta dawiya îsal bi dawî bibe.

Ensarîoglu diyar kir ku piştî çekdanîna bi temamî ya PKKyê ji bo entegrasyona endamên wê ya di nava jiyana civakî û siyasî de dê gavên yasayî yên pêwîst bên avêtin.

Parlamenterê Amedê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu di hevpeyvîneke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re derbarê pêvajoya çareseriya Pirsgirêka Kurdan, gava çekdanînê ya PKKyê û gavên ku piştî wê bên avêtin axivî.

Ensarîoglu da zanîn ku pêvajo bi awayekî baş bi rê ve diçe û got:

“Di vê pêvajoyê de îradeya bihêz a birêz Serokkomar, rola rêxweşker û hêsanker a birêz Devlet Bahçelî, her wiha piştgirî û îradeya xurt a Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkê xizmeteke mezin dike.”

Galîp Ensarîoglu tekez kir ku gava çekdanîna PKKyê dê di pêvajoyê de baweriyê zêdetir bike û ragihand ku Herêma Kurdistanê di vê pêvajoyê de xwedî roleke girîng e û hevkariya wê pêwîst e.

Hevpeyvîna Tora Medyayî ya Rûdawê ya bi Parlamenterê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu re:

Rûdaw: Rêz û silav birêz Ensarîoglu, wekî hûn dizanin pêvajoya çareseriyê bi lez û bez berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, hinek agahî di nav raya giştî de belav dibin ku PKK dê di demeke nêzîk de li Herêma Kurdistanê merasîmeke çekdanînê saz bike. Nirxandina we ya giştî derbarê qonaxa ku pêvajo gihîştiyê çi ye? Pêvajo çawa birêve diçe, gelo ti astengî hene?

Galîp Ensarîoglu: Helbet, wekî her kes dizane, ev pêvajoyeke ku bi awayekî pir eşkere tê meşandin û heta niha pirsgirêkek derneketiye. Bêguman, pêvajoyên bi vî rengî ti carî ne pêvajoyên bêpirsgirêk in. Teqez dê hinek astengiyên cuda, pirsgirêka baweriyê û di serî de destwerdana hêzên navdewletî çêbibin. Di vê pêvajoyê de xema me ya herî mezin Îran û Îsraîl bûn ku destwerdanê bikin. Ji ber şerê Îranê yê dawî yê bi Îsraîlê re û hinek sedemên berê, ew niha bi pirsgirêkên xwe ve mijûl in û di vê serdemê de şiyana wan a destwerdanê nemaye. Tevî vê yekê, hê jî hewl tê dayîn ku pêvajo bê sabotekirin. Lê pêvajo baş bi rê ve diçe. Daxuyaniyên Îsraîlê û hewldanên wê yên sabotajê yên dem bi dem, bi ser neketin. Bêguman, li vir bi taybetî îradeya xurt a birêz Serokomar, rola rêxweşker û asanker a birêz Devlet Bahçelî heye. Her wiha piştgirî û îradeya xurt a Ocalan a ji bo vê pêvajoyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelekî alîkar e. Ji xwe wekî pêwîstiyeke xwezayî, ji aliyekî ve gel jî êdî dixwaze ev kar bi dawî bibe. Ji ber asta ku demokrasiya Tirkiyeyê gihiştiyê û reformên cidî yên di pirsa Kurd de hatine kirin, nîşan dan ku êdî di vê mijarê de rewatiyek ji bo tundî û çekan nemaye. Gel jî êdî baweriya xwe bi vê tundî û çekan nayîne û wan naxwaze.

Rûdaw: We got ku rewatiya tundî û çekan nemaye, ez jî dixwazim tam behsa vê xalê bikim. Gelo derbarê dîroka çekdanîna PKKyê de ti agahiyeke zelal di destê we de heye? Dîrok û cihê merasîmê diyar in? Hûn vê pêngava PKKyê ji bo pêşveçûna pêvajoyê çawa dinirxînin û li hemberî vê, di pêşerojê de çi pêngav dikarin bên avêtin?

Galîp Ensarîoglu: Ya rast, van pêvajoyên teknîkî zêdetir saziyên pêwendîdar ên dewletê birêve dibin. Wate, em bi aliyê siyasî yê kar re eleqedar in. Aliyê teknîkî yê kar bi taybetî ji aliyê Saziya Îstixbarata Niştimanî (MÎT) û yekîneyên cuda yên dewletê ve tê birêvebirin. Helbet, niha îradeyek derketiye holê. Di encama vê îradeyê de, rêxistinê jî biryara xwe ya fesihkirinê da. Kongre civiya û biryara fesihkirinê da, lê piştî vê pêvajo dê çawa bimeşe, me wê demê jî gotibû, ev êdî pêvajoyên teknîkî ne. Ev kar dê bi pêngavên dualî yên zêdekirina baweriyê birêve biçe. Ji bo ku raya giştî ya Tirkiyeyê bi vê yekê qanih bibe, divê dîmenê çekdanînê bê dîtin. Piştî çekdanînê, bi awayekî sembolîk, hefteya bê dê hejmarek û rêjeyeke diyar a çekan bên danîn. Lê qet nebe ev dê wekî pêngaveke şênber a vê îradeyê, tedbîreke zêdekirina baweriyê be. Piştî wê, belkî ez vê wekî mînak dibêjim da ku bê zanîn ka pêvajo çawa dimeşe, girtiyên nexweş dê bên berdan. Piştre rêxistin pêngaveke din diavêje, belkî karmendên dewletê yên di destê wan de hene, tiştên cuda hene. Belkî rêxistin wan berde. Di pêngavên paş de, derdora Îlon-Cotmehê pakêteke me ya reforma darazê heye. Piştre jî helbet zarokên dayikên Amedê hene, belkî ew bên berdan. Ev pêngavên sembolîk lê girîng in. Bi van pêngavên dualî yên erênî û zêdekirina baweriyê, dê piştgiriya tam a raya giştî were wergirtin. Piştî ku piştgiriya raya giştî hat wergirtin, ji xwe xebata komîsyoneke parlamentoyê tê pêşbînîkirin ku ji bilî ÎYÎ Partiyê, ya ku nexwest di vî karî de cih bigire, partiyên din ên siyasî dê tê de cih bigirin. Û paşê jî helbet, ji bo entegrasyona wan a nav jiyana civakî û siyasî, gavên yasayî yên pêwîst dikarin bên avêtin.

Rûdaw: Baş e, dê aqûbeta wan endamên PKKyê yên ku çekên xwe datînin çi be? Bi taybetî Endamê Konseya Birêvebir a KCKê Mustafa Karasû, di daxuyaniya xwe ya dawî de diyar kir ku hikûmetê derbarê vê mijarê de ti pêngavek neavêtiye. Di pêvajoya bê de, ji bo entegrasyona van kesan a di nav civakê de dê kîjan pêngavên yasayî bên avêtin?

Galîp Ensarîoglu: Binêrin, qet hewce nake mirov hevokên bi vî rengî yên nerênî bi kar bîne. Kesên ku vî karî naxwazin, axaftinên bi vî rengî dikin. Hê te tiştek nekiriye, tu dê behsa kîjan gav û pêngavên yasayî bikî? Gelo mimkin e ku siyasetmedarek li dijî raya giştî gavekê biavêje? Wekî min got, pêwîstiya vê yekê ew e ku gavên dualî yên zêdekirina baweriyê bên avêtin. Piştgiriya gel bi temamî bê bidestxistin. Piştre jî, ji bo entegrasyona wan a di nav jiyana civakî û siyasî de çi pêwîst be, ew gav tên avêtin. Niha ez naxwazim bibêjim ev rêziknameya yasayî yan ew pêngav. Min ji destpêkê ve nexwestiye derbarê vê pêvajoyê de hevokên şênber bikar bînim. Ez naxwazim hevokên ku ber bi aliyekî din ve bên kişandin bikar bînim. Ji ber ku kesên dixwazin vê pêvajoyê sabote bikin, hem di nav raya giştî ya Tirkiyeyê de û hem jî di nav ya Kurdan de hene. Wateya wê nîne ku mirov hincetê bide destê van kesên ku naxwazin ev pêvajo bi ser bikeve. Niha em ji aliyekî ve dibêjin ti bazarek nebûye. Tiştek ne hatiye standin, ne jî dayîn. Bila her kes rehet be. Ev pêvajoyeke biratiyê ye. Ev pêvajoya ji nû ve avakirina Tirkiyeya mezin e. Em behsa pêvajoyeke ku Kurd û Tirk dê bi hev re mezin bibin û bextewar bibin dikin. Lê dema ku hûn ji kesên ku vî karî naxwazin re bibêjin 'dê ev bibe, dê ew bibe', ew dê ji tiştên ku divê bibin, encameke bazarekê derxînin. Û li ser wê jî, ji bo hincetê nedim destê kesên ku dixwazin bi gotinên wekî 'we digot bazar nîne, lê binêrin ev bazar e û ev gav hene' dê kar sabote bikin, ez naxwazim bi hevokên şênber tiştekî wiha bibêjim. Lê ez tiştekî pir zelal dibêjim. Piştî ku ev gavên erênî hatin avêtin û piştî PKKyê bi temamî çek danîn, ji bo entegrasyona wan a nav jiyana civakî û siyasî çi rêzikname û gavên yasayî yên pêwîst hebin, dê ew bên avêtin. Ev îfadeyeke pir zelal e. Hûn çi bixin nav vê, bixin. Baş e, gelo ev piştî çekdanînê çêdibe, çawa çêdibe? Gelo ev dem dê dirêj be? Na, tişta ku me ji destpêkê ve ev kar meşandiye û me gotiye ev e, ev pêvajo dê pir bi lez pêş ve biçe. Eger ti karekî nerênî çênebe, em wisa difikirin ku heta dawiya îsal biqede.

Rûdaw: Em dizanin Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin çend roj berê serdana Herêma Kurdistanê kir û bi rayedarên herêmê re, di serî de Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî, hevdîtin pêk anîn. Di vê pêvajoyê de ti hevahengî yan koordînasyoneke bi Herêma Kurdistanê re heye? Hûn beşdariya potansiyel a Herêma Kurdistanê ya di pêvajoyê de çawa dinirxînin?

Galîp Ensarîoglu: Helbet, ji roja ku vê pêvajoyê dest pê kiriye, Birêvebiriya Herêma Kurdistanê, hem birêz Mesûd Barzanî, hem Nêçîrvan Barzanî û hem jî Mesrûr Barzanî, di daxuyaniyên xwe de gotin ku ew vê pêvajoyê gelekî erênî dibînin û dixwazin alîkariyê bikin. Di tevahiya pêvajoyê de pêwendî bi wan re hebû, wekî hûn dizanin hefteya borî serdana birêz Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin a bo Herêma Kurdistanê hebû. Di wê serdanê de jî hevdîtin çêbûn. Bêguman, ev di vê pêvajoyê de pêwîst in. Ji xwe piraniya hêzên çekdar ên PKKyê li ser axa di bin kontrola Birêvebiriya Herêma Kurdistanê de û li aliyê Îranê ne. Di her rewşekê de, dê beşdarî û hevkariya Birêvebiriya Herêma Kurdistanê hebe.

Rûdaw: Wekî tê zanîn, bi salan e hinek hêvî û daxwazên Kurdan ji Tirkiyeyê hene. Di vê pêvajoyê de jî, ji bo Kurd qanih bibin, dixwazin hinek gavên pratîkî bibînin. Mînak, zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yan jî di destûra bingehîn de mafên welatîbûna wekhev a Kurdan bê garantîkirin û gavên bi vî rengî... Desthilata AK Partiyê, ji bo ku gelê Kurd hest bike ku Tirkiye welatê wan e, her wekî ku welatê welatiyekî Tirk e, di heyama bê de plan dike ku çi gavên şênber biavêje?

Galîp Ensarîoglu: Binêrin, piştî ku ev çek û tundî ji holê rabin, destê siyasetê dê bihêztir bibe. Dema mirov ji hev gumanê nekin, hûn dikarin hinek gavên demokratîk pir bi rehetî bavêjin. Mixabin, çek û tundî ne ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, lê ji bo çaresernekirina wê xizmet dikirin. Di rastiyê de, me dikarîbû gavên pir zûtir biavêtana. Lê ji xwe li Tirkiyeyê hemû astengiyên yasayî yên li pêşiya nasnameya Kurd û zimanê wê hatine rakirin. Me bi sedan reformên yasayî kirin. Tenê yek du pirsgirêkên destûrî mane. Ev pirsgirêkên destûrî jî, piştî ku ev çek hatin danîn, eger partiyên siyasî yên heyî piştgiriyê bidin destûreke nû ya sivîl û demokratîk, înşallah ew gavên maqûl ên ku tên pêşbînîkirin jî dê bên avêtin. Piştî ku vê pêvajoyê dest pê kir, gotineke pir zelal a birêz Serokomar heye; ji niha û pê ve, Komara Tirkiyeyê dê bibe welatekî ku hem Kurd, hem Tirk, hem Sunnî û hem jî Elewî û her kesê ku li Tirkiyeyê dijî, dê wekî welatiyên hevbeş û wekhev bi azadî lê bijîn. Garantiya vê yekê jî helbet destûreke bingehîn e.

Rûdaw: Biryar e şandeya DEM Partiyê hefteya bê bi Serokkomar birêz Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinê pêk bîne. Li gorî we, ev hevdîtina krîtîk dê çi sûdê bigihîne pêvajoyê?

Galîp Ensarîoglu: Ev ji bo pêvajoyê gavên erênî ne. Yanî, ev beşdarî û gavên erênî ne ji bo pêvajoyê. Ji xwe pêwîstiya pêvajoyê ev e. Ew dê piştî hevdîtinê daxuyaniyên xwe bidin.

Rûdaw: Em gelekî spas dikin ku we wext ji me re veqetand.

Galîp Ensarîoglu: Spas dikim. Sax bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst