Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SDP) a Almanyayê Ralf Stegner ji Rûdawê re got ku welatên wan di rewşeke “cidî” de ye û divê nekeve nav qeyranê.
Li Almanyayê Serokê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) û parlamenter Friedrich Merz di dengdana tura yekemîn a li Parlamentoya Federal de dengên pêwîst wernegirtin.
Friedrich Merz di dengdana tura duyem de dengên pêwîst wergirtin û bû serokwezîrê nû yê Almanyayê.
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Ralf Stegner ragihand ku têkçûna Merz a di geram yekem de "ne baş e" û got:
"Divê li Almanyayê di demeke nêzîk de hikûmeteke seqamgîr were pêkanîn.
Me ti carî li Bundestaga Almanyayê tiştekî bi vî rengî nedîtiye."
Wî amaje bi wê yekê jî kir ku divê partiyên demokratîk berpirsyariyê nîşan bidin, çimkî "ti alternatîva din a demokratîk nîne."
Ralf Stegner daxuyand ku wan bi tebayî piştgirî daye Friedrich Merz da ku “demokrasî nakeve metirsiyê.”
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê Ralf Stegner pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Sedema ku serokwezîr di gera yekem de nehat hilbijartin çi bû? Ev tê çi wateyê?
Ralf Stegner: Ez bawer dikim berê zêdahiyeke kêm a dengan hebû. Ez berê wisa difikirîm ku dê zêdehî hebe. Ez bawer dikim ku koma me ya parlamentoyê jî bi yekdengî dengê xwe daye. Her kes dizane ku berpirsiyarî ye. Ti alternatîva demokratîk tune ye. Divê em vî karî bikin, lewma tiştê ku qewimî ne baş e ji bo vî welatî. Baş dibe eger bi lez hikûmeteke seqamgîr li Almanyayê were avakirin.
Rûdaw: Rewş çi qasî cidî ye?
Ralf Stegner: Me ti carî tiştekî wiha li Bundestagê nedîtibû. Ji wê hêlê ve, ev bi rastî cidî ye. Ez bawer dikim divê her kes ji berpirsiyariya xwe agahdar be ku partiyên demokratîk divê nîşan bidin ku ew dikarin çi bikin.
Rûdaw: Sedem çi bû? Ji ber ku gotin hene ku endamên we dengê xwe nedaye Merz?
Ralf Stegner: Ez bi ti awayî wisa nafikirim. Ez bawer dikim koma me ya parlamentoyê bi yekdengî deng daye. Her kes berpirsiyariyê dizane. Endamên partiya me bi piraniyeke mezin rêkeftina Sosyal Demokrat û Xiristiyan Demokratan pejirandiye, ne ji ber ku ew difikirin Sosyal Demokrat gelek baş e lê ji ber ku ew difikirin ku ev pêwîst e were kirin. Divê berpirsiyarî bê girtin. Em vê yekê dizanin û têdigihin. Eger na, demokrasî dikeve xeterê.
Rûdaw: Ez dixwazim zanibim çima Friedrich Merz ew qasî ne navdar e?
Ralf Stegner: Ji bo wê, divê tu ji endamên Hevpeymaniya Xiristiyan Demokrat û hevalbendên wan bipirsî, lê mijar bê guman cuda ye ji navdariyê. Em rêkeftineke hevpeymaniyê ne. Divê em hikûmeteke seqamgîr ji partiyên demokratîk ava bikin. Ti alternatîva demokratîk tune ye, lewra divê em vê bikin. Sosyal Demokrat bi vê dizanin.
Rûdaw: Niha dê çi biqewime?
Ralf Stegner: Ez bawer dikim niha dê gera duyem a dengdanê be û ez hêvîdar im ku her kes ji berpirsiyariya xwe agahdar be ku divê ev welat di qeyranê de nemîne.
Rûdaw: Ev dê kengî biqewime?
Ralf Stegner: Ez nikarim bibêjim, niha guftûgo têne kirin. Ev dê îro yan sibe biqewime, ez nizanim lê bê guman bi lez.
Rûdaw: Çi dibe eger nebe?
Ralf Stegner: Ez wisa difikirim ku dê ev pêk were.
Rûdaw: Eger wisa bifikirin ku Merz tê hilbijartin û hikûmet tê avakirin, mijareke çawa girîng e ku divê hikûmet lê binêre?
Ralf Stegner: Ez bawer dikim divê em, berî her tiştî, bipêşketin û kar ji rewşa aborî dest pê bikin, divê em piştrast bin ku di cîhana qeyranan de -Amerîka, Rojhilata Navîn, Şerê Ukraynayê- her dem Ewropa seqamgîr e. Almanya welatê herî mezin ê Yekîtiya Ewropayê ye. Lewra ev berpirsiyariya me ye. Li wir daxwaz ji me tên kirin, pêdiviya me bi hikûmeteke seqamgîr heye.
Rûdaw: Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê dibêje sedema têkçûna Merz ew e ku wî soza xwe neparastiye.
Ralf Stegner: Her tiştê ku kesên ji Partiya Alternatîv ji bo Almanyayê dibêjin her dem şaş e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse