Hikûmeta Almanyayê sîstema alîkariya civakî diguherîne?

25-10-2025
Zinar Şîno
Gregor Golland û Lisa Kapteinat\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Gregor Golland û Lisa Kapteinat\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Almanya CDU SPD Friedrich Merz Partiya Keskan a Almanyayê
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta Almanyayê dixwaze sîstema alîkariya civakî (sosyal) ya ji bo kesên hejar biguherîne lê ev pêngav bûye sedema gengeşiyên mezin di navbera partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de.

Almanya li seranserê Ewropayê wekî welatekî xwedî sîstemeke civakî ya baş tê naskirin lê hikûmeta niha di wê baweriyê de ye ku ev sîstem êdî barekî giran e li ser dewletê.

Gelek Kurdên li Almanyayê jî alîkariya civakî werdigirin lewra ev mijar ji bo wan gelekî girîng e.

Serokwezîrê Almanyayê: Aboriya me êdî nikare vî barî rake

Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz bi awayekî eşkere ragihand ku aboriya welatê wî êdî nikare barê sîstema heyî rake û ji ber vê yekê ew dixwazin reforman bikin.

Yek ji van reforman ew e ku li şûna sîstema civakî ya heyî ya bi navê "Pereyê Welatiyan" (Bürgergeld), alîkarî ji bo demeke diyarkirî bê dayîn heta ku kesê alîkarîwergir karekî peyda dike.

Li gorî plana nû, eger kesek pabendî biryarên navendên kar nebe û derfetên kar red bike, dê alîkariya wî qonax bi qonax bê birîn.

Partiya Keskan a Almanyayê: Were taxên hejaran û êşa wan bibîne

Partiya Keskan a Almanyayê muxalefetê bi tundî li dijî vê pêngavê derket.

Seroka Fraksiyona Partiya Keskan a Almanyayê Katharina Drogeyê bangî Merz kir û got, "Birêz Merz, ez te vedixwînim ku bi min re werî devera min a hilbijartinê.

Were Koln-Chorweilerê û êş û pirsgirêkên kesên ku bi alîkariya civakî dijîn bibîne.

Li wê taxê, gelek kes hene tenê zarokên xwe xwedî dikin û di avahiyên ku ji aliyê hilberîneran ve hatine kirîn û bi qestî tên piştguhkirin de dijîn."

Di heman demê de 8 rêxistinên mezin ên civaka sivîl bi hev re nameyek ji parlamenterên federal re şandin û xwestin ku deng li ser wê xalê nedin ku kirêya xaniyan bê birîn.

CDU: Yên ku dixebitin divê ji yên ku naxebitin baştir bin

Ji aliyê din ve partiya Serokwezîrê Almanyayê (CDU) piştgiriya vê reformê dike.

Parlamenterê CDU Gregor Golland helwesta Merz parast û got:

"Friedrich Merz rast dibêje, êdî ne mimkin e ku budce ji bo sîstema civakî bê veqetandin.

Hejmara kesên ku alîkariyê werdigirin her ku diçe zêde dibe.

Divê em bi zelalî bêjin ku rewşa kesên ku dixebitin divê ji ya yên ku naxebitin baştir be.

Divê em li şûna vê, alîkariya wan kesan bikin ku bêyî sûcê xwe ketine tengasiyê lê ne ewên ku sîstema me ya civakî talan dikin."

SPD: Divê em rê li ber bikaranîna xirab bigirin

Partiya Sosyaldemokrat a Almanyayê (SPD) jî nêrîna xwe anî zimên. Parlamentera SPD Lisa Kapteinatê jî got, "Pêwîst e em piştrast bin ku em wekî dewleteke civakî bi awayê herî bibandor tevdigerin.”

Lisa Kapteinatê di berdewamiyê jî de got, “Yên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye divê her tim karibin pişta xwe bispêrin dewleta civakî.

Di heman demê de, bêguman divê em rê li ber wan kesan bigirin ku hewl didin sîstemê bi xirabî bikar bînin.

Divê em ji bîr nekin ku metirsiya herî mezin a li ser dewleta me ji aliyê zerera darayî ve ji wan kesan tê ku xwe ji dayîna bacê didizin."

Reh û kokên sîstema civakî ya Almanyayê

Sîstema civakî ya ku niha li Almanyayê tê meşandin, reh û kokên wê digihîjin sedsala 19an û kesayetiyê navdar ê wî welatî Otto von Bismarck.

Otto von Bismarck di wê demê de yekem car sîstema sîgortaya tenduristiyê ya giştî afirand.

Ji wê demê ve, bi taybetî piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn, di destûra bingehîn de guhertin hatin kirin û ew welat wekî welatekî civakî hate naskirin.

Ji ber vê yekê, her partiya ku behsa reforman bike, nikare destdirêjiyê li rakirina wê bingeha sereke ya jiyana hevpar a vî welatî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst