Çalakvana Mafên Mirovan Ewelina Ochabê diyar kir ku ew ne tenê ji bo belgekirinê, ji bo parêzvanî û dîtina rêyên yasayî yên dadwerî û berpirsyariyê ji bo Kurdên Êzidî dixebite.
Ewelina Ochabê anî ziman ku çîroka wê bi dîtina zilamekî Kurd ê Êzidî li ofîsa Neteweyên Yekbûyî dest pê kiriye ku gotiye, "Tiştê li dijî me tê kirin jenosîd e."
Çalakvana Mafên Mirovan Ewelina Ochaba ku bi salan e ji bo nasandina komkujiya Kurdên Êzidî û anîna sûcdaran a ber dadgehê dixebite bû mêvana Rûdawê û pirsên Niwêner Fatîh bersivandin.
Ochabê bal kişand ser zehmetiyên yasayî yên îspatkirina jenosîdê û got:
"Peymana Jenosîdê pênaseyeke pir zelal û tund e ku divê were bicihanîn."
Ochabê tekez kir ku ji bo îsbatkirina jenosîdê, divê "niyeta taybet a jinavbirina komekê" bê pesendkirin ku ev yek pêvajoyeke dijwar e.
Ochabê her wiha destnîşan kir ku heta niha tenê hejmareke kêm a welatan komkujiya Êzidiyan nas kiriye û ev ne mikurhatineke cîhanî ye.
Ochabê di beşeke din a axaftina xwe de rexneyên tund li welatên Ewropayê, bi taybetî jî li Brîtanyayê girtin û anî ziman ku ew welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bûne û vegeriyane, ne ji ber jenosîdê, tenê ji ber tawanên terorê yên siviktir didarizînin.
Ochabê tekez kir ku eger civaka navneteweyî niha bersiveke cidî nede tawanên DAIŞê û dadweriyê pêk neyne dê di paşerojê de pêleke din a tawanan li dijî civaka Kurdên Êzidî rû bide.
Wê her wiha amaje bi rawestandina karê UNITADê ya ji aliyê Îraqê ve kir ku ev yek wekî "bipaşveçûnekê" di lêgerîna dadweriyê de bi nav kir.
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Çalakvana Mafên Mirovan Ewelina Ochabê re:
Rûdaw: Silav, bi xêr hatî Rûdawê. Çi bû sedem ku hûn li ser belgekirina komkujiya Êzidiyan bixebitin?
Ewelina Ochab: Ez ne tenê li ser belgekirinê lê belê li ser parêzvaniyê û lêgerîna li rêyên yasayî yên ji bo dadwerî û berpirsyariyê ji bo gelê Êzidî kar dikim. Ev bi serdaneke li Neteweyên Yekbûyî dest pê kir, dema ku min zilamekî Êzidî dît ku hatibû Neteweyên Yekbûyî yên li Cenevreyê û got ku tiştê li dijî Êzidî û Xiristiyanan tê kirin jenosîd e. Jenosîd peyveke pir bihêz e. Ez vegeriyam nivîsgeha xwe û min li pênaseya jenosîdê nihêrî ka gelo belgeyên berdest nîşan didin ku dibe em behsa jenosîdê bikin. Di heman demê de, Lord Oultonê Lîverpûlê li Encûmena Lordan a Brîtanyayê heman pirs dikir. Min rapora xwe ya yekem ji bo wî amade kir da ku em di destpêkê de diyar bikin ka em behsa jenosîdê dikin an na. Paşê, min bi siyasetmedarên din re jî kar kir da ku ez zelal bikim ka niha çi heye? Eger ev bi rastî jenosîd be, divê em wekî civaka navneteweyî çi bikin?
Rûdaw: Ji bo pesendkirina ku tiştê sala 2014an qewimî jenosîd bû, gelo astengî hebûn an pirsgirêkên sereke ji bo we çi bûn?
Ewelina Ochab: Bê guman jenosîd pênaseyeke yasayî ya pir zelal heye, di madeya duyemîn a Peymana Jenosîdê de û divê hûn hêmanên cuda yên jenosîdê pesend bikin. Divê hûn pesend bikin ku kiryarên qedexekirî hatine kirin û yek ji komên parastî bûye hedef. Di nav wê pênaseyê de çar komên parastî hene. Paşê, divê hûn pesend bikin ku ew kiryar bi niyeta taybet a jinavbirina koma parastî bi giştî an jî beşekî hatine kirin. Ji ber vê yekê, ceribandineke yasayî ya pir tund heye ku divê em pêk bînin. Çi qas bêtir belge hatin komkirin û civaka navneteweyî ew kom kirin, ew qas hêsantir bû ku em nîşan bidin ku belê, em behsa jenosîdê dikin. Her wiha, di warê biryardanê de, ku min ji salên 2015 û 2016an ve li ser kar kiriye, ev bêtir biryareke ji aliyê dewletan ve bû. Ev ji bo agahdarkirina biryardana wan bû, da ku bizanibin divê ew çawa bersivê bidin. Ev ne biryara dadgehan bû, biryara dadgehan paşê hat. Helbet, me dît ku dadgehên li Almanya, Swêd û Hollandayê bi vê mijarê mijûl bûn. Lê di destpêkê de me bi pirsa gelo ev tawan pênaseya yasayî ya jenosîdê tînin cih dest pê kir, da ku dewlet li gorî erkên ku Peymana Jenosîdê li ser wan ferz dike, diyar bikin ka divê çawa bersivê bidin.
Rûdaw: Welat niha mikur hatine ku tiştê li dijî Êzidiyan hatiye kirin jenosîd bû. Ev çi qasî girîng e?
Ewelina Ochab: Ez bawer im girîng e em tekez bikin ku em behsa hejmareke kêm a welatan dikin. Ev ne mikurhatineke cîhanî ye. Gelek welatên me li Ewropayê û li beşên din ên cîhanê hene ku tawan wekî jenosîd nas kirine. Ev girîng e; ji bo qurbanî û rizgarbûyan girîng e. Pêwîst e em rastiyê di derbarê wan tawanên hovane de bisepînin. Her wiha pêwîst e em vê biryarê ji bo şopandina dadwerî û berpirsyariyê bi kar bînin. Ji ber vê yekê, biryardana li ser tawanan û dadwerî bi hev ve girêdayî ne. Ez ê mînakekê ji Brîtanyayê ji we re bînim. Brîtanyayê di destpêka sala 2023yan de tawan nas kirin. Ev li dijî siyaseta berê ya Brîtanyayê bû ku diyarkirina jenosîdê ji bo dadgehan dihişt. Hikûmeta Brîtanyayê li benda dadgehên Almanyayê ma ku di sê dozên cuda de biryar dan ku ev tawan jenosîd in. Lê mixabin dema ku diviyabû bersivek bihata dayîn, me ew bersiv nedît. Li Brîtanyayê ji bo çekdarên DAIŞê, ji ber jenosîdê ti darizandin nehatiye kirin. Em behsa nêzîkî 400 çekdarên DAIŞê yên Brîtanî dikin ku vegeriyane Brîtanyayê. Di bersiva pirseke parlamenê de, hikûmetê got ku ji bo çekdarên DAIŞê yên Brîtanî yên vegeriyane, 32 ceza hatine dayîn. Ev tenê ji bo tawanên girêdayî terorê bû, ne ji bo tawanên navneteweyî yên wekî jenosîd an tawanên li dijî mirovahiyê. Piştî dîtina vê bersivê, min bi rêxistinên Êzidî re nameyek ji Komîteya Hevbeş a Mafên Mirovan a Parlamena Brîtanyayê re nivîsand û min jê xwest ku li tiştê qewimî binêre. Çima em tenê behsa 32 cezayan dikin, ji zêdetirî 400 Brîtaniyên ku vegeriyane û beşdarî di tawanên hovane yên DAIŞê de kirine? Komîteya Hevbeş a Mafên Mirovan biryar da ku li mijarê binêre û tenê çend meh berê raporek pir girîng weşand ku hin kêmasiyên di bersivên hikûmeta Brîtanyayê de diyar dike. Pêwîst e em ji bîr nekin ku Brîtanya ne welatê yekane ye ku bi vê mijarê re mijûl bûye. Berî çend salan lêkolîneke pir girîng ji aliyê Peter Omtzigt, siyasetmedarê Hollandî ve hatibû kirin ku di heman demê de raportorê taybet ê tawanên DAIŞê û berpirsyariya li dadgehê bû li Encûmena Parlamenê ya Ewropayê. Wî pirsnameyek ji hemû welatên Encûmena Ewropayê re şandibû û pirsîbû, çend çekdarên DAIŞê yan çend welatiyên we çûne Sûriye û Îraqê, ji bo tevlî DAIŞê bibin? Çend ji wan vegeriyane? Bersivên we çi bûn? Ew rapor wêneyeke pir reş a bersivên pir lawaz ên dewletan nîşan dide dema ku welatiyên wan vedigerin welatên xwe. Eger em vî cureyê xemsariyê ji dewletan bibînin ku berpirsyariya wan li hember welatiyên xwe heye, wê demê ji bo civakan ti dadwerî û berpirsyarî namîne.
Rûdaw: Lê ji bo ku tiştê qewimî wekî jenosîd li ser asta cîhanî were nasandin, çi pêwîst e?
Ewelina Ochab: Bê guman em dikarin li benda biryareke Neteweyên Yekbûyî bin. Pêwîst e em pir zelal bin ku yek rê ji bo nasandina tawanan wekî jenosîd nîne. Di derbarê rewşên cuda yên cîhanê de, di dehsalên borî de me rêbazên cuda dîtine. Mînak, di doza Bosna û Ruandayê de, me dît ku Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî di destpêkê de mekanîzmayek, komeke pisporan ava kir da ku li ser belgeyan lêkolînê bike û bibêje, gelo ev jenosîd e an na. Paşê, wan pêşniyar kir ku çawa pê re mijûl bibin. Di her du dozan de, koma pisporan biryar da ku belê, li ser bingeha belgeyên berdest, em behsa jenosîdê dikin, ji ber vê yekê pêwîst e em gavan bavêjin. Di wan dozan de, pêşniyar avakirina dadgehekê bû. Bi vî awayî, Dadgeha me ya ji bo Yugoslavyaya Berê û Dadgeha Navneteweyî ya ji bo Ruandayê hebû. Ev gavên pir girîng bûn lê paşê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî hate damezrandin. Armanc ew bû ku barê li ser Encûmena Asayişê ya Neteweyên Yekbûyî sivik bike da ku bi van cureyên rewşan mijûl bibe. Lê mixabin, Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî mekanîzmayeke bi peymanê ve girêdayî ye. Di doza Sûriye û Îraqê de ku DAIŞê tawanên hovane kirine, dadgeh nikare li ser dozên derveyî sînorên xwe bixebite, ji ber vê yekê nikaribû gavan bavêje. Wekî ku hûn di bîra we de ye, berî çend salan û dema ku hîn dozgera me ya giştî ya berê, Fatou Bensouda, hebû, wê li mijarê nihêrî ka gelo ew dikare bi kêmanî desthilatdariya xwe ya li ser wan çekdarên DAIŞê yên ji welatên endamên Peymana Romayê hatine, bi kar bîne lê wê got ku di wan cureyên dozan de, desthilatdarî pir teng e ku ew bikaribe bixebite. Lê ew tenê derbarê çekdarên DAIŞê yên ji welatên wekî Brîtanya, Almanya, Fransa û welatên din ên endamên Peymana Romayê ye, desthilatdariya wê li ser dozên li Sûriye û Îraqê nîne.
Rûdaw: Lê gelo wekî dewlet, Îraq bi têra xwe parêzvaniya doza Êzidiyan dike?
Ewelina Ochab: Ez bawer im pir zehmet e em vî cureyê parêzvaniyê bibînin. Ez bawer im di salên yekem ên piştî tawanan de, hevkariyeke bêhtir hebû. Ji ber vê yekê, UNITAD ji bo komkirin û parastina belgeyên tawanên hovane yên DAIŞê hate damezrandin. Ev gaveke pir girîng bû. Ev bi razîbûn û hevkariya hikûmeta Îraqê bû. Lê di Îlona 2023yan de, Îraqê ragihand ku ew êdî piştgiriyê nade dirêjkirina maweya karê UNITADê. UNITAD di Îlona 2024an de nema. Ev paşveçûnek e di dadwerî û berpirsyariya ji bo Êzidiyan de. Bêyî mekanîzmayeke wiha ji bo komkirin, parastin û analîzkirina belgeyan, em nabînin ku di vî warî de zêde tiştek were kirin. UNITAD bi dozgerên giştî yên bi kêmanî 14 welatên cuda re kar kiriye da ku piştrast be çekdarên DAIŞê li wan welatan ji ber tawanên xwe yên navneteweyî yên wekî jenosîdê werin darizandin. Her wiha, heta îro, hikûmeta Îraqê ti yasayek dernekiriye ku jenosîdê wekî tawan nas bike. Bi vî awayî, çekdarên DAIŞê nedikarîn li Îraqê ji ber jenosîdê yan tawanên din ên navneteweyî werin darizandin.
Rûdaw: Ne tenê çekdarên DAIŞê, niha kesên din jî hene ku berî sala 2003an jenosîd kirine, niha li dadgehan in lê bi wan re wekî kesên ku tawanek kirine, ne wekî kesên ku jenosîd kirine, tevdigerin.
Ewelina Ochab: Belê, me li ser darizandina hin çekdarên DAIŞê li Îraqê bihîstiye lê ew bêtir ji bo tawanên girêdayî terorê bû. Lê darizandina ji bo tawanên girêdayî terorê, beşdariya qurbanî û rizgarbûyan nagire nav xwe. Çîrokên wan ji bo van cureyên dozan ne girîng in, ji ber vê yekê bi ti awayî beşdar nabin. Her wiha, tawanên girêdayî terorê û jenosîd, tawanên pir cuda ne. Berdewamkirina bi vî cureyê tawanê re, ti dadweriyekê ji bo civakê misoger nake, ji ber ku çîrokên wan hatine paşguhkirin.
Rûdaw: Baş e, piştî nasandina tiştê ku qewimî wekî jenosîd, gavên din çi ne?
Ewelina Ochab: Ji ber vê yekê, nasandin gava yekem e ji bo piştrastbûna ku dê bersiv guncaw bin. Pêwîst e em ji bîr nekin ku di bin Peymana Jenosîdê de du erkên me yên girîng hene. Erkê yekem pêşîlêgirtina jenosîdê ye û ya duyem jî cezakirin e. Em bi cezakirinê dest pê bikin. Em dixwazin dadwerî û berpirsyariyê bibînin, ku çekdarên DAIŞê werin anîn ber dadgeheke guncaw û ji ber beşdariya wan a di jenosîdê de werin darizandin. Her wiha, em dikarin behsa beşdariya wan a di tawanên din ên navneteweyî de jî bikin. Di warê pêşîlêgirtinê de, ev tiştek e ku bi berdewamî tê paşguhkirin. Em têra xwe kar nakin da ku pêşî li tawanên paşerojê bigirin. Di vê konferansê de me bihîst ku civaka Êzidî bi kêmanî 74 caran rastî jenosîdê hatiye. Bêcezayî hişyariyeke zû ye ji bo tawanên paşerojê. Eger em niha bersiva tawanan nedin, eger em dadwerî û berpirsyariyê nebînin, em dê di paşerojê de pêleke din a tawanan bibînin. Dibe ku DAIŞ nebe, aktorekî din be. Lê civak niha lawaz e, bi taybetî bi wê bêcezayiya berbelav re. Ev hişyariyeke zû ye ku divê niha were dîtin û çareserkirin da ku pêşî li tawanên paşerojê yên li dijî civakê were girtin.
Rûdaw: Gelek spas ji bo dema te. Gelek kêfxweş bûm ku tu li vir bûyî.
Ewelina Ochab: Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse