Dujarric: Em ji rewşa Helebê dilgiran in û bi HSDyê re di pêwendiyê de ne

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî Heleb HSD
A+ A-

Stephane Dujarric li ser rewşa li taxên Kurdan ên li Helebê ragihand, "Sekreterê Giştî dilgiraniya xwe ya kûr a li hemberî zêdebûna aloziyên li Helebê û zêdebûna qurbaniyên sivîl tîne ziman."

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric diyar kir ku li gorî raporan rewş ber bi xerabbûnê ve diçe, bi deh hezaran kes koçber bûne û nûnerên Ofîsa Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê bi hemû aliyên pêwendîdar re di nav pêwendiyê de ne.

Stephane Dujarric anî ziman:

"Hevalên wan ên li Ofîsa Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ragihandiye ku heta doh herî kêm 5 sivîl hatine kuştin ku du ji wan jin û yek jî zarok e, her wiha bi dehan kes jî birîndar bûne.

Ev zanyarî ji aliyê rayedarên xwecihî yên li qadê ve hatine dayîn."

Her wiha gelek nexweşxaneyan zerer dîtiye û hinek ji wan ji ber zerer û êrişan ji kar ketine.

Sînordarkirin li ser rêyên sereke hatine danîn û bi hezaran malbat ji sibehê ve malên xwe terikandine.

Dibistan, zanîngeh û saziyên hikûmetê hemû çalakiyên xwe rawestandine û geştên asmanî yên Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê hîn jî rawestiyayî ne.

Hevpeyvîna Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah a bi Stephane Dujarric re:

Rûdaw: Gelo zanyariyên we yên zêdetir hene ka kî ji Neteweyên Yekbûyî bi kê re di hikûmeta Sûriyeyê de pêwendî daniye? Gelo we derbarê Helebê de bi HSDyê re pêwendî daniye?

Stephane Dujarric: Belê. Mebesta min ew e ku pêwendî bi rêya Ofîsa Nûnerê Taybet tên kirin. Ew bi hikûmetê, HSDyê û her aliyên din ên ku pêwîst be re di nav pêwendiyê de ne. Nav an astên pêwendiyê li ber destê min nînin lê ez dizanim ku hewl didomin.

Rûdaw: Tu bawer dikî ku Sekreterê Giştî dê bi berpirsên hikûmeta Sûriyeyê re biaxive?

Stephane Dujarric: Ez bawer dikim ku Sekreterê Giştî her tim amade ye ku di dema herî guncav de pêwendiyê deyne.

Rûdaw: Eger em li şêwaza êrişên dubare yên li ser kêmîneyên li Sûriyeyê binêrin; bi Durziyan dest pê kir, paşê Elewî û niha jî Kurd ku xuya ye ji aliyê hêzên girêdayî hikûmeta Sûriyeyê ve hatine kirin. Bersiva te ji bo wan rexnegiran çi ye ku dibêjin civaka navneteweyî û Sekreterê Giştî jî di nav de, di dayîna meşrûiyetê ya ji bo serkirdeyên Îslamî yên nû yên Sûriyeyê de gelekî lez kirin?

Stephane Dujarric: Ne erka Sekreterê Giştî ye ku îtîrafê bi kesekî bike. Karê wî ne dayîna meşrûiyetê ye, mebesta ji vê çi dibe bila bibe.

Rûdaw: Heta bi rêya civîna bi wî re jî?

Stephane Dujarric: Ev cureyekî pirsên retorîk e. Pirsek bû lê ez daxwaza bersivê ji te nakim. Neteweyên Yekbûyî bi her aliyekî desthilat re miameleyê dike da ku hewl bide pirsgirêkan çareser bike. Hikûmetek li Sûriyeyê heye û em bi wan re kar dikin da ku hewl bidin alîkariya wan bikin. Gelekî girîng e ku hikûmet garantiyê bide ku her kes li Sûriyeyê xwe di ewlehiyê de hîs bike, çi Kurd bin, çi Elewî, çi Xiristiyan an her kêmîneyeke din, çi dînî be çi etnîkî. Ev dê bibe peyama me ya berdewam. Ev ew peyam bû ku Sekreterê Giştî di civîna xwe ya bi Birêz Şer re ya li vir li Neteweyên Yekbûyî di meha Îlonê de ragihandibû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst