Parlamenterekî Kurd ê Almanyayê: Sûriye ne ewle ye û ji bo vegerandina penaberan hîn jî zû ye

08-06-2025
Zinar Şîno
Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Baran Volkan / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Baran Volkan / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Baran Volkan Almanya Koçber Sûriye
A+ A-

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê Baran Volkanê ser bi Partiya Sosyalîst ve siyaseta Almanyayê ya li hemberî koçberan rexne kir û got:

“Sûriye ne ewle ye û ji bo vegerandina penaberan Sûriyeyî hîn jî zû ye.”

Hikûmeta nû ya Almanya ku hikûmeteke hevbeş e di navbera Yekîtiya Xiristiyanan û Sosyal Demokratan de.

Xiristiyan dixwazin siyaseteke tundtir a koçberiyê li Almanya hebe û sîmayên wê siyasetê jî vê hefteyê hino hino derketin.

Her ji meseleya zehmetirkirina yekxistina malbatê bigire heta nehiştina wê asankariya ku ji bo wan kesan dihat kirin ku zû xwe di komelgeha Almanî de diguncînin û ji bo wan hebû di 3 salan de bibin xwedî welatînameya Almanî.

Sosyal Demokrat bi wê siyaseta nû razî ne û di hikûmetê de ne lê wekî nimûne parlamenterekî Kurd ê ser bi wê partiyê di vê hevpeyvînê de ku niha dibînin rexne li siyasetên dewleta Almanya digire.

Parlamenterê Dortmundê Volkan Baran ji Zinar Şîno re got ku Almanya ji aliyekî ve bi yasa asankarî kiriye ji bo wê yekê ku xelk bi awayekî yasayî biçin Almanya û kar bikin lêbelê rêûşûnên bîrokratîk gelekî giran kirine.

Her wiha wî got ku biryara hikûmeta niha ji bo dersînorkirina xelkê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ne rast e.

Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno hevpeyvînek bi Baran Volkan encam kir û ev jî naveroka hevpeyvînê ye:

Rûdaw: Birêz Baran, gelekî spas ji bo dema we. Helwesta we û partiya we di siyaseta koçberiyê de ku niha li ser asta federalî heye, bi çi awayî ye? Bi taybetî ku hûn di nav hevalbendiyê de ne ligel partiyên Demokratên Xiristiyan û Sosyal Xiristiyan û ew siyaseteke tund dimeşînin, ev yek dijberî wan hewldanan e ku we wekî parlamenterekî herêmî di çar salên borî de meşandine?

Volkan Baran: Di serî de gelekî spas ji bo amadebûna we û bixêrhatineke germ li parlamentoya eyaleta me. Ji bo min gelekî girîng e ku derfeta me hebe ku em bi televîzyona Rûdawê re biaxivin, ji ber ku mixabin gelek temaşevanên we bandora siyasetên tevlîbûn û penaberiyê li ser wan heye.

Derbarê siyaseta penaberiyê, em wekî Sosyal Demokrat ji sedî 100 piştgiriya ramanên penaberiyê dikin. Me her tim ev yek pir zelal kiriye. Ji bo me girîng e ew kesên ku ji aliyê siyasî ve tên çewisandin an ji deverên şer hatine yan jî ji ber beşdariya xwe ya medenî li welatekî tên çewisandin, di rastiyê de bên parastin û li welatekî ku karibin di aştî û azadiyê de bijîn, bên parastin.

Ev niha cihê pirsê ye, xasma ji aliyê Xiristiyan Demokratan ve. Divê em bizanibin em çawa bersiva wê didin, çimkî ji bo me girîng e ku em mafê penaberiyê biparêzin. Babeta penaberiyê yan mafê penaberiyê li Almanyayê ji ber wê yekê çênebû ku dihate gotin çavên qehweyî yên xweşik an porên xweşik ên xelkê hene lê ev yek di navbera salên 1933 û 1945an de rû da.

Divê em ji bîr nekin ku Almanyayê di serdema Hîtler de herî zêde penaber ji seranserê cîhanê şand. Ew çûn Tirkiye û welatên din, ji ber vê yekê mesela penaberiyê ji bo me Sosyal Demokratan nirxekî gelekî girîng e ku em dixwazin bi vî awayî piştgiriya wê bikin. Ku niha siyaseta cudaxwaziyê ji aliyê Xiristiyan Demokratan ve tê birêvebirin, di demekê de ku em di hikûmeta federalî de ne, ji bo min ev yek gelekî gelekî cihê nîgeraniyê ye.

Ji ber ku di dema danûstandinên hevalbendiyê de me ev yek ragihand ku redkirina sînoran bi dîtina me binpêkirina yasaya Almanya û yasaya Ewropayê ye. Xiristiyan Demokrat naxwazin di niha de tiştekî di vî warî de bibihîzin.

Ew dibêjin ev biryara rewş bi rewşekê ye li ser bingeha biryara dadgehê ku duh derket. Em bawer in ku vê yekê careke din helwesta me piştrast kir. Divê em pabendî yasaya Ewropa û navdewletî bin lê bi taybetî derbarê mafê penaberiyê de, divê em di vê çarçoveya yasayî de, di çarçoveya yasaya niştimanî de kar bikin.

Rûdaw: Di çend salên borî de behsa gotina koçberên yasayî û neyasayî tê kirin. Her du partiyên destexwişkên Xiristiyanan dibêjin, ew hewl didin ku xelkê bi rêyên yasayî bînin Almanyayê û di bazara kar de cih ji wan re çêbikin. Tevî ku ev bîrokeya han ne bi dilê wan hemûyan e jî dibêjin penaxwaz bi lez nakeve nav bazara kar. Hûn di vî warî de çi dibêjin? Gelo çênabe ku rêkeftinek bê kirin û kar ji koçber û penaberan re bi lez bê dîtin, bibin destê kar û bi rêyên yasayî bên werin Almanyayê, da ku karibin bibin alîkar di aboriya Almanyayê de?

Volkan Baran: Ango destpêkê derbarê îfadeyan de; heta sê sal berê, tu îfadeyên koçberê neqanûnî tunebû. Mixabin CDU, her wiha divê ez bêjim FDP ku hewl dide li ser AfD li bakurê Rhein-Westphalia di rastgiriyê de serdest bibe. Ev yek di rastiyê de diyar dibe ku îfade tên qebûlkirin. Ango niha pirsgirêka koçberiya neqanûnî li ser asta federalî ye û belgeya hevpariya SPD û CDU tenê ji aliyê CDUyê ve danûstandin li ser hatiye kirin, ez wê wekî felaket dibînim çimkî ez bawer nakim ku mirovên neqanûnî hebin.

Bêguman yasa heye ku divê bê meşandin. Eger kesek hat vir û pirsgirêka penaberiyê xerab bi kar anî, wê demê divê ew jî here. Çimkî ewên ku bi rastî pêdiviya wan bi penaberiyê heye divê bên parastin. Lap wekî têgehê. Xweşbextane me karî di rêkeftina hevpariya nû de gotûbêj bikin li ser wê yekê ku ew penaxwazên tên Almanya piştî sê mehan dikarin tevlî bazara kar bibin.

Danîna wê ku gelo ew dikarin li vir bimînin an na. Çimkî gelek ji wan ên ku li vir daxwaza penaberiyê kirine divê hevpeyvîna destpêkê û hevpeyvîna duyem encam bidin. Ger di hevpeyvîna destpêkê de çi hatiye serê wan an na, lêkolîn tê kirin da ku were zanîn ka rast e yan na, paşê di hevdîtina  duyem de cardin li ser tê şopandin û piştre tê temaşekirin ka gelo destûr hatiye dayîn ku ew bimînin an na.

Hinek caran dema di navbera hevpeyvîna yekem û duyem de sal û nîvek heta du salan digire. Ev tê wê wateyê ku ew kesê ku daxwaza penaberiyê kiriye nikare ji bo dema yek heta du salan tiştekî bike. Ew te dîn dike ku wate tu xwe radîkal dikî. Ti derfeteke te nîne ku tu biçî apartmanekê, tu li beşên navxweyî dijî bêyî taybetmendî, ew nabe.

Lewma herdem ji bo me girîng bû ku em bibêjin ew kesên ku tên cem me eger pêvajo zêdetir bikişîne divê piştî sê mehan derfeta çûna nav bazara kar hebe eger di rewşa herî xirab de neçar bin em wan kesan dersînor bikin û red bikin çimkî ew nikarin li vir bimînin li ser bingeha mafê xwe yê penaberiyê, bi kêmanî ji wan re dibe ku fêrî pîşeyekî bûbin an jî hinek pere kom kiribin û bikaribin destpêkeke nû di wî barî de dest pê bikin. Ew xala yekem e.

Xala duyem ew e ku me berê qanûna koçberiya karkerên pispor di dewra dawî ya qanûndanînê de damezrand. Yanî karkerên hinek welatan, eger pisporiyên wan hebin, dikarin bên ba me. Ev pir pir girîng e. Paşê navnîşana me ya niştecihbûnê heye. Yanî gencên temen 35 heta 40 salî yên ku peywendiya wan bi Almanyayê re heye, dikarin salekê bên vir û di wê salê de li cihê rahênanê bigerin. Paşê navnîşana niştecihbûna wan jî tê wergirtin.

Ew pirsgirêka ku ez dibînim ew e ku balyozxane ew qasî lawaz in ku xwedîkarek bo nimûne li Îran, Sûriye û Tirkiyeyê yan jî her welatekî din karmendekî dibîne ku li ser li hev kirine lê dibe ku neh mehan bidome ji bo ku randevûyekê li Tirkiyeyê bi dest bîne û heta wê demê navnîşana niştecihbûna wan heye bo vegerê.

Ew 18 meh in ti xwedîkar wî karî nake. Ev tê wê wateyê ku gava em qanûnekê dadirêjin, divê binyatek were danîn ji bo ku burokrasî yan rêveberî bikaribe bi zûtirîn dem berdewam be. Qanûn hene, bo nimûne şofêrên barhilgiran ku daxwaziyeke zêde li ser heye li Almanyayê.

Eger bikaribin biselmînin ku bo demekî dirêjtir wekç şofêrên barhilgiran kar kirine hîn jî pêwîst nake di ezmûna zimanê min de derbas bibin. Dikare paşê temam bibe. Lê mixabin her dem demeke zêde li gel balyozxaneyan derbas dibe ji bo ku hevpeyvîn were bidestxistin, ev divê were hilweşandin.

Rûdaw: Hûn derbarê biryara hikûmeta federal a derbarê rawestandina yekbûna malbatan ji bo wan kesên ku mafê wan ê demkî yê manê heye de çi difikirin?

Volkan Baran: Ev yek dê ji bo mirovahiyê dijwar be, heke ez wisa bibêjim, ji ber ku me berê got ku hejmara hezar kesan pir kêm e. Ji ber ku her tim gilî tê kirin ku mêrên ciwan, ji sedî 80ê wan ciwan in, dema ku tên ba me, dema dê û bavê xwe tînin bêdengtir dibin. Ji ber ku em dizanin dema ku tu di nav malbatekê de yî, ramanên sosret nayên bîra te, tu her dem li derve nînî. Di rastiyê de ez bawer dikim ku têkiliya malbatî dikare aramiyê di jiyanê de dabîn bike. Bi dîtina min, rawestandina yekbûna malbatê di vê demê de dibe ku ramaneke sereke be, tenê ji bo ku medyaya rastgir were xuyang kirin.

Lê ez vê yekê ji aliyê takekes û civakê ve şaş dibînim, bi taybetî bi wê paşxaneya ku dibe ku di dawiyê de neçar bimînin ku bên dersînorkirin. Bi dîtina min, hîn jî rast e ku rê bê dayîn ku malbat bên yekkirin ji bo pêşîgirtina li depresyonê, îhtimala tundrewiyê yan pirsgirêkên din. Ji ber ku di çarçoveya çanda me de, dema ku dayikek amade be û tilî dirêj bike, em qît radiwestin, ji ber vê yekê ez bawer dikim ku pir pir girîng e ku ev yek biqewime. Ez vê yekê wekî nîşaneke xirab dibînim û hêvî dikim ku gotûbêj hîna bi dawî nebûne, bi kêmanî li cem me di nav hikûmeta federal de.

Rûdaw: Partiya we ligel hevpeymanên xwe yên destexwişkên Xiristiyan di asta federalî de pesend kiriye ku lîsteya welatên ewle; asayîşa wan baş e dikare bêyî erêkirina herêman bê berfirehkirin, herçend pesendkirina parlamento û encûmena federalî pêwîst e. Hûn çi dibêjin? Gelo hûn tên bêdesthilatkirin?

Volkan Baran: Erê, ez nabêjim bêdesthilat û gotina dawî di vê derbarê de hîn nehatiye kirin, ji ber ku federalîzm heye. Û ji ber sedemekê ew heye. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn hate damezrandin, da ku piraniya siyasî bêyî ku guh bidin aliyekî, nikaribe biryarê li ser serokên hemû welatan bide.

Bê guman, girîng e ku hûn karibin di gelek rewşan de zû tevbigerin. Lê ez di wê baweriyê de me ku bê guman mirov dikare zûtirîn dem tevbigere, tew di federalîzmê de jî dema ku agahdarî werdigire. Mixabin, ev rewş e, ji ber vê yekê em ên SPD li vir li Nordrhein-Westfalen, bê guman pirsgirêkên me hene dema ku em dibêjin em niha dersînorî Sûriye yan Efxanistanê dikin.

Yanî em bi rastî nabînin ku aştî hebe û welatekî ewle hebe. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku birayên me yên eyaletên li Nordrhein-Westfalen, CDU û Keskan di Encûmena Federal de piştgirî bikin ku bi kêmanî careke din gotûbêj li ser wê yekê bikin ku kîjan welat wekî welatê sereke tê dabeşkirin û kîjan welat nayê dabeşkirin. Bê guman, çerx berdewam dizivire, bêşik welat di geşedanê de ne.

Bê guman herdem welatek ewletir dibe lê divê em bi hûrgilî lê binêrin û ne tenê bi her welatekî re hevnêrîn bin ku gotinên rastgirên tundrew li Almanya bi cih bikin û bibêjin welatekî ewle ye û bi wê yekê re jî ewle be.

Bi dîtina min ev yek dijwar e, wekî min got sedem û armancek heye ji bo hebûna eyaleta federal, çima federalîzm heye. Û divê em bê guman pabend bin. Ji ber ku mixabin em dibînin ku dîrok dikare xwe dubare bike û nabe ev yek li Almanyayê dubare bibe.

Rûdaw: We behsa Sûriyê kir, gelo hûn bi wê yekê re ne ku piştî hatina desthilata nû ya Şamê xelk bo Sûriyê bêne dersînorkirin, yan hê jî bi nerîna we zû ye piştî şeş mehan ji hatina wan?

Volkan Baran: Wisa diyar e ku ew yek hinekî tund be. Nizanim nerîna we çawa ye lê Ehmed Şer, Elşer, ku navê wî Ehmed/Mihemed Colanî bû. Ew fermandarê DAIŞê bû. Wê demê fermandarê Qaîdeyê bû, robekî dirêj lê bû, riheke wî ya dirêj hebû. Ez di wê baweriyê de me ku xwîna gelek bêgunehan li ser destên wî ye.

Wisa dizanim tenê ji ber ku robe xwe daxist û riha xwe sivik kir, ew yek wî nake demokrat an dîplomatkar li cem min. Her wiha tu dikarî wê yekê di komkujiya Elewiyan de di van demên dawiyê de bibînî. Lewma ez Sûriyeyê bi tu awayî bi ewle nizanim ji ber pêkhateya desthilatê. Bi taybetî bo kêmîneyan li Sûriyeyê ewlehî nîne.

Gelek Sûrî hene ku ez bi wan re dipeyivim û dibêjin belê aheng digêrin ji bo serokê xwe yê nû ku heyama sê salan e hikûmeta rûguzerî heye. Ez gelekî bi guman im di wî warî de. Lê eger piraniya Sûriyeyiyan bi dilxwazî bi cih dihêlin, êdî divê azad bin di encamdana wî karî de. Li gel wê yekê jî ez pê bawer im ku di niha de dersînorkirina ji bo Sûriyeyê gelekî zû ye.

Rûdaw: Demeke kurt berî niha li welatên cîranên Almanyayê bo nimûne Holendayê beşdarekî sereke di hikûmetê de ji ber lihevnekirina wan li ser babeta koçberiyê vekişiya, em dizanin ku di dahatûyeke nêzîk de hilbijartinên şaredariyan li herêma Nordrhein-Westfalenê tên encamdan, gelo pirs û siyaseta koçberiyê dê bibin babêteke mezin di bangeşeyan de?

Volkan Baran: Bi taybetî di asta şaredariyan de, babeta pêkvejiyanê gelekî girîng e. Bi taybetî di şaredariyan de, kesên xwedî paşxaneyeke navdewletî wekî me dikarin bandoreke berçav çê bikin û guherînê çê bikin. Lewma bi dîtina min ve em bi tu awayî fêm nakin çima li Gelsenkirchenê ku rêjeya koçberan gelekî bilind e, AfD dikare bibe duyem partiya her bihêz. Ev metirsîdar e.

Çimkî AfD ne tenê popûlîsta rastgir e, belkî bi dilniyayî rastgira tundrew e. Bi dîtina min ew nizanin, ev siyaseta ku niha ji aliyê partiyên mezin ve tê meşandin, heta radeyekê behskirina mijarên AfDê ye ji bo derxistina ba ji baberika wan. Ji ber vê yekê pir girîng e ku meriv nîşanekê deyne.

Divê her kesê ku destûr heye deng bide, di hilbijartinên herêmî yên 14ê Îlonê li Nordrhein-Westfalenê dijî Naziyan deng bide û her wiha îhtîmala dengdana pêşwext jî heye. Di van demên dawî de min gotarek li ser tundûtûjiya bi kêran pêşkêş kir. Ew her tim bi xuyabûnê ve girêdayî ye.

Lê ji sedî 70ê wan sûcên ku bi kêran li Almanyayê tên kirin, ji aliyê Almanan ve tên kirin. Ji sedî 30 ji aliyê Tirkan vem biborîne ji aliyê koçberan ve lê gava ku hûn van ji sedî 100 sûcan şirove dikin û temaşe dikin bê ka çi qasî rûbera medyayî wergirtiye, wê ji sedî 30 a koçberan kiriye nêzîkî ji sedî 90ê rûbera medyayî tê dayîn, di demekê de ku ya Almanan kiriye tenê ji sedî 10 werdigire.

Ji ber ku ev çîrok li ser zilamê kêrbaz e, gunehkar eşkere dikare baştir were kirîn. Tenê di nêrîna gel de wisa diyar dibe ku ji sedî 70, 80, 90 ê sûcan ji aliyê koçberan ve hatiye kirin û tenê ji sedî 10 ji aliyê Almanan ve. Ev gotineke bêmane ye. Ji ber vê yekê girîng e ku em dengê xwe bilind bikin, bi dengê xwe di hilbijartinên herêmî de, û her weha bi qasî ku em dikarin beşdarî siyasetê bibin.

Ne hewce ye ku her kes bibe siyasetmedar lê tu her gav xwedî wê fersendê yî ku tu dengê xwe bi kar bînî, helwestekê bibînî, siyasetmedarekî bibînî û nerînên xwe jê re bibêjî. Ji bo min, wê demê girîng bû ku ez bikevim nav siyasetê ji ber ku min êdî nedixwest gilî bikim. Min dixwest bibim beşek ji gotûbêjê. Min nedixwest mirov qala min bikin, belkî min dixwest ku pirsgirêkên min bi hev re bên gotûbêjkirin, yanî pirsgirêkên nifşê min.

Rûdaw: Em her dem kêfxweş in ku bi we re, birêz Baran, gotûbêjê dikin. Gelekî spas ji bo dema we.

Volkan Baran: Ez spas dikim; divê ez spasiya te bikim.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst