Almanya: Ji piştî nemana Esed ve 1300 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe

14-08-2025
RÛDAW
Nîşan Almanya Koçber Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxweya Almanyayê ragihand ku ji piştî ketina rejîma berê ya Sûriyeyê ve heta dawiya tîrmehê, hezar û 300 Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Berlîn jî berdewam wan teşwîq dike da ku vegerin.

Medyaya Almanyayê doh ji zarê Wezareta Karên Navxweya ya wî welatî ragihand ku zêdeyî milyonek penaber û penaxwazên Sûriyeyî li welatê wan in û ji piştî ketina Esed ve hezar û 300 ji wan vegeriyane welatê xwe.

Hikûmeta nû ya Almanyayê ku 100 roj in hatiyeavakirin,  yek ji armancên wê sînordarkirina hatina koçberan e.

Berdevkekî Wezareta Karên Navxweya Almanyayê ji medyaya wî welatî re ragihand ku hikûmeta wan şopandina rewşa ewlehiyê ya Sûriyeyê didomîne ku niha "gelek hestiyar e".

Li gorî medyaya Almanyayê, ev yek ji bo biryardayîna li ser çawaniya dosyeyên penaxwazan e ku ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve  hatine rawestandin.

Wezareta Karên Navxweya Almanyayê nîsana îsal ragihandibû ku ew rê didin vegera penaxwaz û penaberên Sûriyeyî  ji bo demek diyarkirî û kurt bêyî ku mafê xwe yê manê ji dest bidin.

Berdevkekî wê wezaretê jî dibêje, biryar didome û dixwazin bi vê rêyê Sûriyeyiyan teşwîq bikin ku biryara vegera yekcarî û dilxwazane bidin.

Hêzên mixalefeta Sûriyeyê 8ê Kanûna Peşîn a 2024an, karîn hikûmeta Esed birûxênin û wan piştre hikûmeteke demkî ava kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst