Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Almanyayê (Bundestag) Serdar Yuksel ji Rûdawê re ragihand, tiştên ku li Helebê li hemberî Kurdan tên kirin "nayên qebûlkirin" û Almanya û Ewropa bê deng namînin.
Parlamenterê Partiya Sosyal Demokrat (SPD) Serdar Yuksel li ser êrişa hêzên hikûmeta Sûriyeyê ya li ser taxên Kurdan ên Helebê ji Rûdawê re got:
"Tiştên ku li Helebê diqewimin, bi taybetî li wan taxên ku Kurd lê dijîn û bi hezaran kes bi zorê hatine derxistin, nayên qebûlkirin."
Yuksel tiliya tohmetê dirêjî Serokkomarê Veguhêz ê Sûriyeyê kir û got: "Serok Şer (Ehmed Şer) ê li Şamê ji vê yekê berpirsyar e."
Bi baweriya wî parlamenterî, ev êriş beşek in ji zincîra "tawanên li dijî mirovahiyê" û bi awayekî sîstematîk hatine kirin, mîna wan bûyerên ku li Laziqiye, Tertûs û Siwêdayê rû dane.
"Alîkarî bi merc in"
Serdar Yuksel derbarê helwesta Berlîn û Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî hikûmeta nû ya Şamê ji Rûdawê re got:
"Mijar zelal e, tenê wê demê alîkariya Ewropa û cîhanê tê bidestxistin ku rêz li prensîbên demokrasiyê, mafên mirovan û parastina kêmîneyan were girtin."
Ew parlamenter hişyariyê dide ku eger merc neyên bicihanîn, "alîkarî jî nabe, bi taybetî di pêvajoya avakirinê de."
Yuksel dibêje peyam ew e ku divê ew rejîm kar ji bo agirbest û pêvajoyeke siyasî bike, ne ya leşkerî.
"Em Kurdan bi tenê nahêlin"
Serdar Yukselê ku hevdem endamê Koma Parlamenterên Kurd a li Parlamentoya Federal a Almanyayê ye, piştrastî da Kurdên her çar parçeyan û got:
"Em Kurdan ne li Îraq, ne li Sûriye û ne jî li Tirkiyeyê bi tenê nahêlin."
Yuksel daxwaz dike ku Almanya û welatên Ewropayê bi awayekî zelal ji desthilatdarên Şamê re bibêjin ku "berfirehbûna hevrikiya leşkerî nayê qebûlkirin û encamên wê dê ji bo wan welatan hebe ku pabendî vê yekê nabin."
Rûdaw: Wekî cenabê we agahdar e, ev çend roj in êrişî taxên Kurdan ên Helebê tê kirin, helwesta we û partiya we çi ye?
Serdar Yuksel: Ev nayê qebûlkirin. Serok Şer ê li Şamê ji vê yekê berpirsyar e. Tiştên ku li Sûriye û Helebê diqewimin, bi taybetî li wan taxên ku Kurd lê dijîn û bi hezaran kes bi zorê hatine derxistin, nayên qebûlkirin. Em hewceyî pêvajoyeke siyasî ne, ne hevrikiya leşkerî.
Nabe Almanya, Ewropa û civaka navneteweyî vê yekê qebûl bikin. Mixabin ev jî dikeve çarçoveya zincîreyek tawanên li dijî mafên mirovan û destdirêjiyan. Ez behsa komkujiyên Laziqiye, Tertûs, Siwêda an jî niha li Helebê dikim, ango ev wekî sîstemekê derdikeve pêş.
Rûdaw: Berpirsyariya Almanyayê çi ye di demekê de ku li Sûriyeyê êrişî kêmîneyan tê kirin?
Serdar Yuksel: Mijar zelal e, tenê wê demê alîkariya Ewropa û cîhanê tê bidestxistin ku rêz li prensîbên demokrasiyê, mafên mirovan û parastina kêmîneyan were girtin. Eger rêz lê neyê girtin, wê demê alîkarî jî nabe, bi taybetî di avakirinê de. Ev tê wê wateyê ku divê ev rejîm kar ji bo agirbest û pêvajoyeke siyasî bike. Pêwîst e dawî li van êrişan were.
Rûdaw: Çima hikûmeta Almanyayê xwedî helwesteke zelal nîne di demekê de ku êrişî xelkê sivîl, jin û zarokan tê kirin û Kurd rûbirûyî komkujiyê dibin?
Serdar Yuksel: Nabe em bêhelwest bin, lewma ez bi tundî wan destdirêjiyên ku li wir hatine kirin şermezar dikim. Ew êriş li dijî xelkê sivîl in, li dijî jin û zarokan in. Pêleke mezin a revîna Kurdan li Helebê heye. Ev nayê qebûlkirin.
Me li hemû platforman ev yek gotiye û me hikûmeta demkî ya li Şamê agahdar kiriye. Agirbest ji bo çend demjimêran ji aliyekî ve hatiye ragihandin. Em bi hûrgilî çavdêriya vê yekê dikin. Em dê hemû rêkaran li dijî hikûmeta Şamê bigirin ber xwe.
Rûdaw: Cenabê we bi xwe bi eslê xwe Kurd in û di heman demê de endamê Koma Parlamenterên Kurd in li Parlamentoya Federal a Almanyayê, hûn dikarin çi ji bo Kurdên Helebê bikin?
Serdar Yuksel: Em Kurdan ne li Îraq, ne li Sûriye û ne jî li Tirkiyeyê bi tenê nahêlin. Em piştevaniya pêvajoyeke veguhastinê ya aştiyane û siyasî dikin. Pêwîst e rêz li mafên olî, neteweyî û kêmîneyan were girtin. Eger rêz lê neyê girtin, divê Ewropa û beriya hemûyan jî Almanya ji desthilatdarên wir re bibêjin ku berfirehbûna hevrikiya leşkerî nayê qebûlkirin û encamên wê dê ji bo wan welatan hebe ku pabendî vê yekê nabin.
Rûdaw: Sosyal Demokrat, ango partiya we di hikûmetê de ye, çima heta niha helwesteke wan a zelal nebûye?
Serdar Yuksel: Wekî ku ez dizanim di nav kabîneya hikûmetê de behsa vê hatiye kirin. Min bihîst ku Wezîra Karên Derve rewşê dinirxîne û çavdêriyê dike. Li gorî pêşbîniya min hikûmeta Almanyayê helwesta xwe arasteyî Şamê kiriye û baweriya min ew e ku qebûlnekirina vî karê şerxwaz, dê ji raya giştî re jî were ragihandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse