TAYBET - Qedexekirina bilindkirina Alaya Kurdistanê heta bi Neteweyên Yekbûyî çû

Duh li 12:14
Namo Ebdullah
Namo Ebdullah
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq  / Wêne: Ji ber dîmena, Rûdaw
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq / Wêne: Ji ber dîmena, Rûdaw
Nîşan Alaya Kurdistanê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq Şahî
A+ A-

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq diyar kir ku divê pêkhateyên li Sûriyeyê karibin xwenîşandanan bikin.

Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdullah li Neteweyên Yekbûyî rewşa Efxanistan û Sûriyeyê bi Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî Farhan Haq re gotûbêj kir.

Astengiyên li pêşiya alîkariyên mirovî û mafên pêkhateyan ên li wan her du welatan hatin nirxandin.

Li Efxanistanê, qedexeya Talîbanê ya li ser xebata jinan a di saziyên navneteweyî de bûye sedema dilgiraniyeke mezin.

Ev biryar rasterast bandorê li gihîştina alîkariyên jiyanî ji bo jinên li wî welatî dike û rayedarên Neteweyên Yekbûyî vê yekê wekî "tiştekî ku nayê qebûlkirin" pênase dikin.

Tevî zext û sînordarkirinan, Neteweyên Yekbûyî tekez dike ku ew dê karên xwe yên li Efxanistanê ranewestînin.

Farhan Haq diyar kir ku pêdiviya xelkê bi alîkariyê heye û divê ew hevsengiyekê di navbera bersivdayîna desthilatdarên herêmî û gihandina alîkariyê de biparêzin.

Mijareke din a girîng a rojevê, rûdanên dawî yên li Sûriyeyê û mafên Kurdan bûn.

Li gorî raporan, li Şamê rê li ber welatiyên Kurd hatiye girtin ku di şahiyên salvegera rûxîna desthilata Beşar Esed de Alaya Kurdistanê bilind bikin.

Li ser vê mijarê, Neteweyên Yekbûyî peyameke zelal da desthilatdarên nû yên Sûriyeyê.

Farhan Haq destnîşan kir ku mafê hemû pêkhateyan heye ku bi awayê ku ew dixwazin şahiyê bikin û hestên xwe bînin ziman.

Hevpeyvîna Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq ya bi Namo Ebdullah re:

Rûdaw: Spas Farhan Haq, du pirsên min hene. Ya yekem derbarê Efxanistanê ye. Îro li Konseya Ewlehiyê hat gotin ku qedexeya Talîbanê ya li ser karkirina jinan a ji bo Neteweyên Yekbûyî, dibe asteng li pêşiya gihîştina alîkariyên jiyanî ji bo jin û keçên li wî welatî. Tom Fletcher ev sînordarkirin wekî "nayê qebûlkirin" bi nav kir lê di pratîkê de, wateya "nayê qebûlkirin" çi ye? Neteweyên Yekbûyî yan Sekreterê Giştî amade ne çi bikin? Spas.

Farhan Haq: Me ev yek xiste ber Konseya Ewlehiyê. Em dixwazin piştrast bin ku ti astengî li pêşiya dabînkirina alîkariyê ji bo wan kesên li Efxanistanê pêdiviya wan pê heye çênabin. Wekî hûn dizanin, hem Joseph Gadon û hem jî Tom Fletcher li dijî sînordarkirinên li ser karmendên jin axivîn. Ev karekî din e ku em daxwazê ji Konseya Ewlehiyê dikin ku piştgiriya wê bike.

Rûdaw: Ma ne baştir e hûn ragihînin ku we karên xwe yên li Efxanistanê rawestandine yan jî veguhêzin welatekî din?

Farhan Haq: Pêdiviyeke zêde li Efxanistanê heye, lewma divê em piştrast bin her karê ku em dikin, em xema wan xelkên ku herî zêde pêdiviya wan heye bixwin. Ji ber vê yekê em bersivên xwe bi hûrgilî amade dikin da ku piştrast bin. Li aliyekî karên desthilatdarên defakto yên ku nayên qebûlkirin ji aliyê civaka navneteweyî ve werin bersivandin. Li aliyê din jî, alîkariya hêja bigihêje wan kesên ku pêdiviya wan pê heye.

Rûdaw: Pirsa min a dawî li ser Sûriyeyê ye. Îro di medyayê de hat belavkirin ku li Şamê rê li ber Kurdan hatiye girtin ku Alaya Kurdistanê bilind bikin û ji bo rûxîna desthilata Beşar Esed şahiyê li dar bixin. Peyama Neteweyên Yekbûyî ya ji bo desthilatdarên Sûriyeyê li ser vê yekê çi ye? Spas.

Farhan Haq: Tenê peyama me ya rastîn ew e ku baweriya me bi wê heye hemû pêkhate xwedî mafê xwenîşandanê ne. Mafê hemû pêkhateyan heye ku bi awayê ku ew dixwazin şahiyê bikin. Bê guman, derbarê salvegera yekem a rûxîna rejîma Esed, we ew daxuyaniya ku me roja duşemê belav kir dît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst