New York (Rûdaw) - Seroka Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Annalena Baerbockê di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de ragihand ku Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan gelên bêdewlet jî li nav xwe digire û mafê jiyan û rûmetê bêyî ku dewleta wan hebe an na ji bo her kesî ye.
Annalena Baerbock di konferanseke rojnamegeriyê ya ku derbarê Lûtkeya Dadweriya Civakî ya ku dê li Dohaya paytexta Qeterê bê lidarxistin de axivî.
Wê diyar kir ku her çend mafên civakî bi gelemperî bi dewletan ve girêdayî bin jî divê ti kes li paş nemîne û ji mafên bingehîn bê par nebe.
Baerbockê her wiha amaje bi wê yekê kir ku bêyî dadweriya civakî, aştiyeke demdirêj çênabe û got ku komên terorîst bi piranî endamên xwe ji wan deveran peyda dikin ku xelkê wan ti paşerojeke xwe nabînin, ji ber vê yekê dadweriya civakî bingeha cîhaneke aram e.
Seroka Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) Annalena Baerbock pirsa Rûdawê bersivand:
Rûdaw: Spas Xanim Serok, spas Xanim Balyoz. Ez ji Tora Medyayî ya Rûdawê Namo Ebdulah me. Di bin ronahiya dirûşma "li pey xwe nehiştina ti kesî" de, gelo lûtke dê xema gelên bêdewlet ên wekî Kurd û Durzî yên li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî gotûbêj bike?
Annalena Baerbock: Ez bawer im di konferansa rojnamegeriyê ya borî de jî pirseke bi vî rengî ji me hat kirin. Ji ber vê yekê, ez tenê dikarim tiştê ku min li vir gotibû ducare bikim. Tiştekî me heye ku jê re tê gotin Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan. Ji ber ku gerdûnî ye, ti têbîniya di perawêzê de nîne ku bibêje ev kesên bêdewlet yan kesên ser bi nijadek an oleke taybet ve li xwe nagire. Ji ber vê yekê, mafê jiyan û rûmetê mafek e ji bo her kesî, her wiha ji bo kesên bêdewlet jî, ne girîng e li kîjan herêmê ne.
Eşkere ye, em di cîhaneke rasteqîn de dijîn. Ji ber vê yekê eşkere ye ku mafên civakî piraniya caran bi dewleta neteweyî ve girêdayî ne, ji ber vê yekê jî gihîştina xizmetguzariya tenduristiyê, parastina civakî û perwerdeyê dê di vê lûtkeyê de bên behskirin.
Lê ev lûtke ji bo wê yekê ye ku em ji hev fêr bibin. Welatên wisa li cîhanê hene ku heta bêyî pasaport jî, tu digihîjî xizmetguzariya tenduristiyê ya bêpere. Dewletên wisa li cîhanê hene ku dibêjin, "Em mafê perwerdeyê didin her zarokî. Dibistanên me yên taybet hene, bi taybetî ji bo zarokên penaber."
Wekî mînak, li vir li Neteweyên Yekbûyî sîstemeke me ya temam heye bi navê UNRWAyê ku ne tenê perwerdeyê, belkî xizmetguzariya tenduristiyê û parastina civakî jî dabîn dike; ne tenê li Xezeyê, wekî hûn hemû dizanin, belkî li gelek welatên din jî, wekî li Sûriyeyê, Urdinê û welatên din.
Û dîsa, ev lûtke, wekî balyozê got, ne cihê ye. Nû nêrîneke din a Dadgeha Cezayan a Navneteweyî hat belavkirin ku ne tenê teqeziyê li ser gihandina alîkariyên mirovî ji bo Xezeyê dike, belkî teqeziyê li ser rola girîng a UNRWAyê jî dike.
Lê wekî fikra dawî, dixwazim vê yekê lê zêde bikim: Çawa ku gelek nîqaş li van holan derbarê aştî û asayîşê tên kirin, eşkere ye ku dadweriya civakî di dema şer de pêkanîna wê gelekî zehmet e lê aliyê din jî rast e; bêyî dadweriya civakî, aştiyeke demdirêj çênabe.
Em ji gelek herêmên qeyranan dizanin, eger karê xelkê nebe, eger nizanibin zarokên wan dê li ku bixwînin, eger birçî bin... ez her tim vê yekê ji welatiyên Alman û Ewropî re dibêjim: Hûn dê çi bikin eger zanibin zarokê we birçî ye? Hûn dê zarokê xwe bibin cihekî ku herî kêm karibin tê de bijîn. Ji ber vê yekê, pirsa koçberiyê jî gelekî girêdayî wê yekê ye ka gelo em armancên bipêşketina berdewam û projeya 2030î pêk tînin dikin an na.
Em dizanin ku komên terorîst li seranserê cîhanê endamên xwe ji wan gund û cihan peyda dikin ku ti paşeroja xelkê wan nîn. Ji ber vê yekê, li her derê, dadweriya civakî bingeha cîhaneke baştir, aramtir û parastîtir e.
Em spasiya we dikin ku hûn îro li vir bi me re ne lê em hêvîdar in ku em li ser encamên civînê jî kar bikin. Ji ber ku em dizanin nûçeyên xirab şeş caran zêdetir ji nûçeyên baş tên klikkirin lê bê guman pêwîstiya cîhanê bi nûçeyên baş heye. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in ku hûn jî li Dohayê bi me re bin û ez careke din spasiya welatê mêvandar dikim ji bo hemû wan çalakiyên girîng ên ku em ê li wir pêk bînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse