TAYBET - Di civîna li Rimêlanê de behsa çi hat kirin?

18 demjimêr berê
Nalîn Hesen
Dr. Ehmed Îbrahîm û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dr. Ehmed Îbrahîm û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rimêlan Petrol Rêveberiya Xweser Hikûmata Sûriyeyê
A+ A-

Birêvebirê Zeviyên Petrolê yên Rimêlanê Dr. Ehmed Îbrahîm ragihand ku ji ber rewşa awarte, hilberîna petrolê ya rojane ji 110 hezar bermîlan daketiya 70-80 hezar bermîlan.

Dr. Ehmed Îbrahîm ji Rûdawê re diyar kir ku hemû petrola hilberandî ji bo pêdiviyên navxweyî tê bikaranîn û tiştek jê nayê firotin.

Birêvebirê Zeviyên Petrolê yên Rimêlanê Dr. Ehmed Îbrahî bû mêhvanê Nûrojê û pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Ji civîna 9 Sibatê ez dest pê dikim, di wê civînê de çi hat pêşniyarkirin, encamên serdana Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê û şandeya ewlehiyê çi bûn?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Hatin vê derê û bi tenê nasîn bû û konferanseke rojnamegeriyê li pêşiya birêvebiriya Rimêlanê çêbû, her wiha li Tirbesipiyê çûne zeviya Ode jî. Tiştê hat gotin giştî bû. Ew dixwazin têkilî çêbibin. Ev serdana yekemîn bû ji bo dosyeya entegrekirina kompanyaya me û kompanyaya petrolê ya Sûriyeyê li gorî peymana ku hatiye kirin.

Rûdaw: Kompanyaya Petrola Sûriyeyê di wê civînê de çi dixwest. Ew dixwazin birêvebirina zeviyên petrolê li navçeya Cizîra Rojavayê Kurdistanê çawa be?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Tiştekî wiha nehat gotin. Tiştê ku hat behskirin tevlîkirin e. Ev pêvajo hêsan jî nîne û gelek dem pêwîst e. Her wiha dê bingehek ji vê entegrekirinê hebe ji ber ku me jî ev 14 sal in kompanyayek ava kiriye û kar dikin û birêveberiyeke me heye. Wan jî tiştekî giran negotiye û ev serdan weke destpêkekê bû ji bo bicihanîna peymanê.

Rûdaw: We çi roj destnîşan kiriye bo serdaneke din ?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Em texmîn dikin ku dê careke din bên lê me ti wext diyar nekiriye

Rûdaw: Te got we kompanyayek ava kiriye, her wiha we birêvebiriyeke petrolê li nav Rêveberiya Xweser heye. Dê karmendên we bi xwe bimînin di birêvebiriya Rimêlanê de?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Bi awayekî devkî karmendên me tayîn kirine. Wan ji me re got ku dê her karmendên wê bimînin û em destê xwe nadin birêvebiriya we jî. 

Rûdaw: Dê karmendên we bibin karmendên Wezareta Enerjiyê ya Sûriyeyê?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Hîn rêkeftin nehatiye kirin. Her dema ku em rêkeftinê bikin wê demê dê bibin karmendên wê. Eger rêkeftin çênebe wê demê ew çîrokeke din e û hîn zû ye ku em li ser mijarê biaxivn.

Rûdaw: Dê ti karmendên wan bên birêvebiriya Rimêlanê da ku her tim bi we re dewam bikin, çi nûnerên Wezareta Enerjiyê çi jî nûnerên Kompanyaya Petrola Sûriyeyê bin?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Ew jî hîn ne diyar e û neketiye nav dan û standinan.

Rûdaw: Li birêvebiriya pterolê ya Rimêlanê çend karmendên we hene?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Wan jî ev hejmara ji me xwest û me da wan jî. Rimêlan û hemû sektorên pê ve girêdayî, di nav de ewên ku me ew xistin kar, tevî hemû wan karmendên berê yên dewletê ku li cem me mabûn zêdeyî 4 hezar karmendan in.

Rûdaw: Ev hejmar bes e, yan jî pêwîstiya we bi karmendên din heye?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Di rewşa niha de bes e. Ka em lê binêrin dê çi çêbibe wê demê em dikarin zêde bikin. Lê bi her awayî ev hejmara niha ji hejmara karmendan di serdema hikûmetê de kêmtir e ku wê demê zêdetirî 6 hezar karmendan bû lê niha kêmtir e. Lê niha ev hejmar têra me dike û em binêrin di paşerojê de çi çêdibe. 

Rûdaw: Niha, çend zeviyên petrolê di bin desthilata we de mane?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Sektorên Rimêlanê bi tevahî di bin destê me de ne. Ji Rimêlan, Siwêdiyê, Qereçox, Hemzê, Aliyan, Aazaba, Ode û Dîclê pêk tê û ev hemû di destê me de ye û em bi rê ve dibin û hilberînê tê de dikin. 

Rûdaw: Hilberîna rojane ya van bîrên petrolê digihe çi qasî? 

Dr. Ehmed Îbrahîm: Şiyana me heye ku em rojanê 110 hezar bermîlên petrolê hilberînin lê mixabin niha ji ber vê rewşa awarta hilberîn kêm bûye. Hinek bîrên me hene em nikarin wan bidin xebitandin û xwe bighînin wan. Niha em rojana 70-75-80 hezar bermîlên petrolê hildiberînin.

Rûdaw: We got hûn dikarin rojane heta 110 hezar bermîlên petrolê berhem bînin?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Belê, em dikarin rojane 110 hezar bermîlan hilberînin eger rewşeke awarte nebe.

Rûdaw: We ji kengî ve daxistiye 70 hezarî, çend roj in?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Derdora 10-12 rojan e.

Rûdaw: Hûn nikarin xwe bigihînin kîjan zeviyan?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Em dikarin xwe bighînin hemû zeviyan lê ne weke ku em dixwazin ji ber ku di karîna me de tune ye ku em bîrên rawestandî bidin xebtandin.

Rûdaw: Ev 70 hezar bermîlên ku rojane tê hilberîn tenê bo pêwîstiya navxwe tê bikaranîn yan hûn dişînin herêmên din?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Na, bi tevahî bo rafînerî û parzûngehên me tê şandin û tiştek naçe derve.

Rûdaw: Hûn ji bo çi tenê didin parzûngehan, tenê ji bo elektrîkê yan ji bo çi?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Ji ber mazot û sotemeniyê bi giştî ye.

Rûdaw: Wate hûn bi ti awayî petrola xwe nafiroşin?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Na. Di rewşa niha de na.

Rûdaw: Di şiyana van zeviyan heye ku heta çi qasî hilberîna rojane zêde bike eger hat û alavên bipêşketî hebin û kompanyayên mezin bi we re kar bikin? Rezerv zêde ye?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Em dikarin bibêjin ku dê zêde bibe lê em nikarin hejmarê destnîşan bikin ji ber ku bîrên me yê rawestandî hene û karekî taybet ji wan re pêwîst e heta ku têkevin kar. Ez niha nikarim hejmareke durist bidim lê şiyana zêdebûnê heye. 

Rûdaw: Ti kompanyayên derve pêwendî bi we re kiriye ku xwasta wan hebe li Rimêlan û zeviyên din hilberînê bikin û petrolê derxin?

Dr. Ehmed Îbrahîm: Na, tu kesî pêwendî bi me re nekiriye lê şandeya Şamê ji me re got ku hinek kompanya bi wan re ketine pêwendiyê da ku hilberînê di petrolê de li deverên din bikin lê hîn ji bo petrola devera me nedane ti kesî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst