Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Fransayê ragihand ku ew dê hewlên xwe yên ji bo asankirina diyaloga di navbera desthilata Sûriyeyê û hevkarên xwe yên Rojavayê Kurdistanê de bidomîne.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê bi helkefta salvegera rûxîna rejîma Esed daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Fransa ji sala 2011an ve piştgiriyê dide veguherîna siyasî ya li Sûriyeyê û helwestên xwe yên siyasî didomîne."
Wezareta Karên Derve ya Fransayê diyar kir ku wan ji 8ê Kanûna Paşîn a 2024an ve veguhêrineke aştiyane, berfireh û rêzgirtina li mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê xwestiye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Fransa dê wekî ku ji destpêka qonaxa veguhêz ve soz dabû hewlên xwe yên ji bo hêsankirina diyaloga di navbera desthilata Sûriyeyê û hevkarên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê de bidomîne.
"Em dê li dijî bêcezamanê bisekinin"
Di beşeke din a daxuyaniyê de behsa binpêkirinên mafên mirovan hat kirin û wiha hat gotin:
"Fransayê, ew kiryarên hovane yên ku Adara 2025an li peravên Sûriyeyê û Tebaxa 2025an li herêma Siwêdayê ji ber nasnameya olî û mezhebî li dijî sivîlan hatine kirin, bi tundî şermezar kiribûn.
Fransa dê bi eşkerekirina encamên lêkolînên komîteyên serbixwe yên niştimanî û navneteweyî yên derbarê van kiryaran, di têkoşîna li dijî bêcezamana hemû tawanên ku hatine kirin de bêyî ku li nasnameya berpirsiyaran binêre li kêleka gelê Sûriyeyê raweste."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse