Dilşad Şehab: Serkeftina pêvajoyê armanca Nêçîrvan Barzanî bû

11-07-2025
Rence Cemal
Rence Cemal
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Pêvajoya Çareseriyê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku armanca serdana heyeta DEM Partiyê “spasiya ji bo rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî” bû.

Îro di merasîmeke li Şikefta Caseneyê ya di nava sînorê navçeya Dûkanê ya parêzgeha Silêmaniyê de komeke gerîlayên PKKyê wekî “nîşaneya niyetpakiyê” ya ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê çekên xwe şewitandin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji nûçegihanê Rûdawê Renc Cemal re li ser îmhakirina çekan û pêvajoya çareseriyê axivî.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand:

“Serokê Herêma Kurdistanê dubare kiriye ku tiştê niha heye, encama westan û zehmetiyeke mezin e.

Ev pêvajo ji bo Serokê Herêma Kurdistanê armanceke girîng û sereke bû.”

Dilşad Şehab anî ziman:

“Gelek caran hewl hatiye dayîn ku Herêma Kurdistanê bi awayekî were nîşandan ku qaşo beşeke pirsgirêkan e.

Lê belê her tim peyama neguher a Herêma Kurdistanê û serokatiya wê ew bûye ku em dixwazin herêmeke me ya aram û aşt hebe.

Me selimand ku em nabin çavkaniya gefê û em sedema aramiyê ne li herêmê.”

Hevpeyvîna Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ji nûçegihanê Rûdawê Renc Cemal re:

Rûdaw: Di civîna heyeta DEM Partiyê û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de behsa çi hat kirin û pêvajoya çekdanînê çawa hat nirxandin?

Dilşad Şehab: Armanca hatina heyetê ew bû ku spasiya Serokê Herêma Kurdistanê bikin. Wan spasiya wî ji bo rola wî kir ku wî ji destpêkê ve erka hêsankirin û hevkariyê ji bo serkeftina pêvajoyê girtibû ser xwe. Serokatiya Herêma Kurdistanê xwedî li vî karî derket û mazûvaniya wan kir; ji hatina mêvanan bigire heta birêveçûna merasîmê. Heyet ji ber rola Serokê Herêma Kurdistanê gelekî spasdar bû. Di civînê de wan nêrîn û hêviyên xwe yên ji bo pêvajoyê anî ziman û nirxandin ji bo merasîma îro hat kirin. Tiştê ku me îro dît, gaveke girîng û pratîkî bû.

Rûdaw: Pêvajo çawa bi rê ve çû?

Dilşad Şehab: Ji aliyê hejmarê ve, ev pêvajoyeke sembolîk bû û hejmar dîyarkirî û sînordar bû. Lê ji aliyê wateyê ve, ev gaveke gelekî girîng e û nîşandana niyeta baş e. Ev yek piştî peyama birêz Ocalan hat. Wî xwestibû ku PKK bi awayekî pratîkî nîşan bide ku êdî dawî li şerê çekdarî tê û dê rêyeke din were girtin û kesên din rol bigirin; ew jî aştî û pêkanîna lihevhatinê ye. Wekî ku em her tim dubare dikin û baweriya cenabê Serokê Herêmê jî wisa bûye, wî îro jî ji mêvanan re ev yek anî ziman; ev pêvajoyeke dijwar e û rêyeke dirêj e. Gavên gelekî baş hatine avêtin û guherînên mezin çêbûne. Eger em bi salên borî re bidin ber hev, hinek ji wan tiştên ku niha diqewimin, ne tenê ji aliyê dewletê, ji aliyê partiyên Tirkiyeyê ve jî, berê wisa bûn ku kesî xeyal jî nedikir ku tiştekî wisa çêbibe. Lewma guherîneke gelekî mezin çêbûye.

Rûdaw: Pêvajoya aştî û çekdanînê dê çi sûdê bide Herêma Kurdistanê?

Dilşad Şehab: Ev pêvajo ji çend aliyan ve bi me ve girêdayî ye. Ya yekem, ji pêkhatina aştiyê li vê herêmê her kes sûdê werdigire. Tirkiye welatekî bi bandor ê herêmê û cîranê me ye. Mixabin, ji ber şerê çekdarî yê ku hebû, zerermendê yekem Herêma Kurdistanê bû. Bi sedan gundên me zerer dîtin û ziyanên me yên canî jî çêbûn. Ji bilî ziyanên aborî, ev bandorên rasterast bûn. Bandorên nerasterast jî hene; ew jî ew e ku pêkhatina aştî û jiyana hevpar a gelên herêmê, aramî û seqamgiriyê dide herêmê û ev jî armanca Herêma Kurdistanê ye. Tevî hemû nakokiyên partî û aliyên Tirkiyeyê lê hemû li ser rola girîng û bi bandor a Herêma Kurdistanê û serkirdayetiya wê û cenabê Serokê Herêma Kurdistanê hemfikir in.

Rûdaw: Rola Herêma Kurdistanê ji bo berdewamiya pêvajoya aştiyê di paşerojê de dê çi be?

Dilşad Şehab: Îro cenabê Serokê Herêma Kurdistanê dubare kir ku tiştê em niha dibînin, encama westan û zehmetiyeke gelekî mezin e. Ev pêvajo ji bo Serokê Herêma Kurdistanê armanc bûye. Di wan aloziyên ku hebûn de gelekî zehmet bû ku behsa aştiyê bihata kirin. Xweşbextane, her kes bi dîtina encamekê dilxweş e lê hîn gelek tişt mane. Dê rojek bê ku rastiyên vê pirsê bên eşkerekirin; bê ka çi zehmetî hatiye dîtin û çi hewl hatine dayîn.

Rûdaw: Gavên paşerojê dê çawa bin?

Dilşad Şehab: Em dilxweş in ku em gava yekem a pratîkî li ser axa Herêma Kurdistanê dibînin û em piştgiriya xwe ji bo pêvajoyê dubare dikin. Ev yek nîşan dide ku Herêma Kurdistanê di aştî û aramiya herêmê de xwedî rol e. Gelek caran hewl hatiye dayîn ku Herêma Kurdistanê wisa were nîşandan ku qaşo beşeke pirsgirêkan e lê her tim peyama neguher a Herêma Kurdistanê û serokatiya wê ew bûye ku em dixwazin herêmeke me ya aram û aşt hebe. Em dixwazin pêwendiyên me yên baş bi derdor û cîranên xwe re hebin. Me selimand ku em nabin çavkaniya gefê û em sedema aramiyê ne li herêmê. Îro behsa gavên paşerojê hatin kirin. Em di hewl û pêwendiyên berdewam de ne li gel hemû aliyan. Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ji mêvanên îro xwest ku bizanibin ev gav hewcedarî bêhnfirehiyê ye. Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de dewlet gavan biavêje û komîteyeke fermî ji aliyê Parlamentoya Tirkiyeyê ve were avakirin.

Rûdaw: Qonaxên bê yên çekdanînê dê li Herêma Kurdistanê bin?

Dilşad Şehab: Biryara çekdanînê hatiye dayîn. Birêz Ocalan di peyama xwe de bi zelalî daxwaz kir û PKKyê jî dest pê kir. Îro jî bi awayekî sembolîk çekdanîn hat kirin. Ne merc e ku her çend hefteyan carekê li cihekî çek bên danîn. Ya girîng ew e ku pêvajoyê dest pê kiriye û niyeta baş hatiye hîskirin. Mêvan gelekî dilxweş bûn û em hîs dikin ku dewleta Tirkiyeyê jî gelekî kêfxweş e ku pêvajo bi serkeftî bi rê ve diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst