Di cîhana Xemgînê Remo de peyv ji bîranînên "buhişteke biçûk" a bi navê Talikê ku gundekî Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê ye, dizên. Ew buhişta ku bi destê malbata Cemîl Paşa hatibû avakirin lê paşê kete ber pêlên Zinara Erebî û wêran bû.
Ew ne tenê helbestvan û çîroknivîsek e, şahidekî demê ye ku ji destpêka salên heştêyî ve, di nav astengî û zehmetiyan de, bi zimanê dayikê dil û mêjiyê xwe honandiye.
Di wê dema ku alfabeya Latînî jî bi kotekî digihîşt ber destan, wî bi şîretên Seydayê Tîrêj gavên xwe yên pêşî avêtin û bû yek ji wan dengên ku nehişt wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bê deng bibe.
Di vê rêwîtiya xwe ya dirêj de, Xemgîn helbestê wek "vîna xwe ya yekem" û çîrokê jî wek "yareke bedew" pênase dike.
Ji bo wî, helbest bi henaseyê re diçe û tê lê çîrok jî gulistanek e ku rûberê wê firehtir e ji bo vegotina jiyana Kurdan. Ev dualî di hemû berhemên wî de diyar e, carinan bi hestyariya helbestê diaxive, carinan jî bi teknîkên sînemayî yên çîrokê, êş û hêviyên civaka xwe radixe ber çavan.
Xemgînê Remo di vê hevpeyvîna taybet û berfireh a Rûdawê de deriyê dilê xwe û arşîva bîranînên xwe vedike.
Ji têkiliya xwe ya taybet bi Seydayê Tîrêj re bigire, heta çîroka rastîn a strana navdar "Dilber Heger", ji kul û kesera romana wergerandî ya ku şeş sal ked lê dabû û li Bêrûtê wenda bûye, heta nakokiyên li ser kovara Zevî û bûyera girtina wî ya vê dawiyê. Ew bi wêrekî dabaşa sedemên nivîsandina hin nivîskarên Kurd bi zimanê Erebî dike û tekez dike ku divê nivîskar "berdevkê êş û janên miletê xwe be."
Xemgînê Remo pirsên Besam Mistefa bersivandin:
Rûdaw: Silav, we sala 1961ê, li gundê Talika malbata Cemîl Paşa çavên xwe li jiyanê vekirin. Gundekî bi dîrok û çandê dewlemend, bi qewlê te 'Min li wê buhişta biçûk, li nav dar û şînkayiyên wê, zaroktî û beşê yekem ji xortaniya xwe bihurandiye.' Talikê ji bo e çi ye? Çi bîranînên we yên herî xweş ji wî gundî hene?
Xemgînê Remo: Belê, Talik ji bo min buhişteke biçûk bû, eger ku bihuşteke destçêkirî bû jî bi destê rewşenbîrên malbata Cemîl Paşa hatibû avakirin, ên mîna Ekrem Beg û Qedrî Beg û yên din. Gundekî avzêm bû, çem di pêşiya gund re diherikî û derdora gund berahiyeke fireh bû. Ji xwe ciwaniya gund bi wî rezê meyweyan bû ku ji 50 donim erd pêk dihat û Ekrem Beg ew darên bi ber bi endezyarî çandibûn.
Ji bextê min ê spî re, têlbenda rez li paş mala me bû. Nemaze di demên havînê de em bi xuşîna bayê li nav daran di xew re diçûn û sibehan bi semfoniya dengê çûkan re hişyar dibûn. Lê mixabin, di wê dema ku em hîn zarok bûn, sala 1967an dewletê dest danî ser xaka gund bi navê Çareserkirina Çandiniyê.
Vêca gund bû samanê dewletê û began jê bar kir, çûn Şama paytext. Lê rez û aş li cihên xwe man. Deh salan bi vî awayî dewletê xaka gund diçand û berhem ji xwe re dibirin, heta sala 1972an. Gund ket ber Zinara Erebî û gundekî mezin ku ji 100 malan pêk dihat, li tenişta gundê me ji Ereban re ava kirin. Çend malên gund koçî Serê Kaniyê û Hesekê kirin lê piraniya gundiyan li gel malbata me hîn jî li gund in.
Ji bîranînên herî xweş ew deh salên ku gund di destê dewletê de bû. Ji xwe rûberê gund ji 24 hezar doniman pêk tê. Ew zeviyên berfireh him cihê lîstikên me bûn, him jî cihên ku me lê nêçîr dikir.
Lê mixabin, piştî ku Ereb hatin, rez wêran kirin û koşka Ekrem Beg a ji du qatan jî hilweşandin. Bîranîn him xweş bûn, him jî xembar bûn. Piştî wan talanî û wêraniyan, ez wek kes ji destpêka sala 1983yan ve li Dirbêsiyê bi cih bûm. Ji ber ku min xwendina xwe kuta nekir, min berê xwe da karê terzîtiyê ku terzîtî jî huner e. Ez bi hezkirin çûm vî karî û ez di karê xwe de serkeftî bûm. Lê malbata min hîn jî li gund e û heta niha jî ez hîn gelek caran wî rezî di xewnên xwe de dibînim.
Rûdaw: We di destpêka salên 1980yî de bi helbestê dest bi nivîsandina Kurdî kir. Wê demê rewşa wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê çawa bû? Çi hişt ku hûn di wê qada dijwar de bixebitin? Hûn dikarin ji me re hinekî behsa wan rojên destpêkê bikin? Kîjan helbestvanên Kurd ên klasîk û nûjen bandor li ser we kirin? We di wê demê de, bi kîjan nivîskaran re hevdîtin dikir û peywendiyên we çawa pêş diketin?
Xemgînê Remo: Berî ku ez dest bi helbestê bikim, di qonaxa xwendina amadeyî de, ji ber du mamosteyên Fileh ku me li Dirbêsiyê dixwend, min dev ji xwendinê berda. Ew her du mamosteyên Beisî û nijadperest hingî zordestî li me dikirin, em çend heval ji ber wan reviyan. Jixwe em bê nasname bûn, ango em 'ecnebî' bûn. Eger me xwendina xwe kuta kiriba jî ti wezîfe bi dest me nediket.
Di du salên berî nivîsandinê de, li gund min werziş dikir û diresimand. Hin caran jî ez û hevalê xwe Bengîn derdiketin nêçîra kîvroşk û qitikan. Di ber re jî min bi rêya kasetan li stranên Kurdî guhdarî dikir. Bapîrê min jî çîrokbêj bû. Di şevên zivistanê de, me li çîrokên wî guhdarî dikir. Wê hingê elektrîk û televîzyon nebû.
Belê, di destpêka salên heştêyî de, min helbesta xwe ya yekem bi tîpên Erebî nivîsand û min ne dizanî ku ABCya me ya Kurdî bi Latînî heye û ne jî min dîtibû. Di sala 1982an de, min ji nû ve ABCya Kamîran Bedirxan dît û min bi xwe xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kir. Dû re çîrokeke Cegerxwîn ku bi awayekî helbestî nivîsandibû, gihişt ber destê min. Ji wê pê ve, wek dîwanan an pirtûkên Kurdî tiştek li ber destê min nebû.
Min bi Erebî dixwend. Li gel ku ez fêrî xwendin û nivîsandina Latînî bibûm jî lê heta sala 1985an jî min helbestên xwe bi tîpên Erebî dinivîsandin. Bi rêya hunermend Zubêr Salih, sala 1983yan min Seydayê Tîrêj nas kir û wî ez fêrî wezna helbestan kirim. Cara yekem gava min helbestên xwe jê re dixwend, digot: "Xemgîn, helbestên te likumandin tê de heye, bila dûz bin." Piştî hingê ez her demekê carekê lê vedigeriyam. Gelekî kêfa wî dihat û wî ez gurêx dikirim ku berdewam bikim. Ji sala 1988an û pê ve, min û Seydayê Tîrêj li deverên curbecur, li gel hin hevalên din, gelek şevbuhêrkên xwendina helbestan li dar dixist.
Sala 1984an min Yûsifê Berazî 'Bêbuhar' jî nas kir. Wî jî gelekî kêfa xwe ji min re dianî û him jî ez gurêx dikirim. Dû re min Salihê Heydo û hinekên din jî nas kirin. Lê mixabin, pirtûkxaneya me ji aliyê kovar û pirtûkên Kurdî ve, tiştek li ber destê me nebû.
Ji bilî dîwanên Cegerxwîn û çend kovarên ku bi nav kovar bûn, tiştekî din li ber destê me nebû. Heta salên 90î û piştî serhildana Başûr a 1991ê, vêga têkiliyên me bi Başûr re çêbûn û hin dîwan û kovar digihiştin ber destên me. Bi kurtî, deh salên pêşîn gelekî dijwar derbas bûn.
Rûdaw: Ez ne şaş bim, dîwana te ya yekem 'Axîna Dil' ku te sala 1991ê li Şama paytexta Sûriyê çap kir, bi şêwaza klasîk hatibû hûnandin, ango bi kêş û qafiye bû. Lê paşê te berê xwe da helbesta nûjen. Sedema vê yekê çi bû?
Xemgînê Remo: Belê, rast e. Min heta salên 1989an jî helbestên xwe bi awayê klasîk dinivîsandin, lê min helbestên Erebî yên nûjen dixwendin. Piştî karesata Helebçeyê, ez wisa tê gihiştim ku êdî helbesta bendkirî nema dikare me bigihîne asoyên fireh. Bi rastî jî helbestên me li ber bejna Helebceyê gelekî nizm bûn û ne li asta wê bobelatê bûn.
Li gel helbesta klasîk, carcaran min a serbest jî dinivîsand lê ez li şeklê wê heyirî dimam ku ez dê çawa bi şêweyekî taybet binivîsim. Min sûd ji dîwanên Mehmûd Derwîş û Nîzar Qebanî werdigirt û him jî ji strana me ya folklorî wek payîzok û heyranokan ku pabendî kêşê nabin. Heta ku du dîwanên Ebdilrehman Mizûrî gihiştin ber destê min: Ji Evîna Çirayên Kevin û Li Xelkê Tehlê Li Min Şirînê.
Min ji xwe re digot, ev bû ya ku ez lê digeriyam. Û min dubare û sêbare dîwanên wî dixwendin da ku ez baş di şeklê helbestê de tê bigihêm. Bi rastî min mifa jê wergirt lê her yek ji me mijarên wî taybet bi wî ne û bi şêweyê xwe yê taybet dinivîse. Lê min bi carekê dev ji helbesta stranî berneda, ji ber ku stranbêjan ji min dixwest. Sala 2005an min berhevokeke din bi navê Pêlên Evînê ku ji 50 stranan pêk dihat, bi çapeke taybet ku ji 250 hejmaran pêk dihat, li Qamişloyê çap kir. Ew tenê ji bo stranbêjan e û mirov dikare bixwîne jî.
Rûdaw: Piştî 5 salan, ango sala 1985an li kêleka helbestan we dest bi nivîsandina kurteçîrokan jî kir. Ji bo we, cudahiya nivîsandina helbest û kurteçîrokê çi ye? Hûn di her du şaxan de çawa xwe derdibirin? Bandora kîjan nivîskarên cîhanî û Kurd li ser we çêbûye?
Xemgînê Remo: Li vir dixwazim tiştekî bêjim, ew jî ev e ku ez roman û kurteçîrokan ji helbestan bêtir dixwînim. Ji destpêkê ve min bi sedan roman û çîrok xwendine û ez hîn jî li ser xwendina wan berdewam im. Lê helbestvanên ku min ji wan re xwendine û dixwînim, li ser tiliyan tên hejmartin, çi yên Kurd, çi Ereb û him jî yên cîhanî. Ne her helbestvan bala min dikişîne ser xwe. Sebaretî cudahiya di navbera helbest û çîrokê de, gelek cudahî heye.
Nivîskarê Japonî Harukî Murakamî dibêje: "Roman daristan e, lê çîrok gulistan e." Belê, em di wê gulistanê de dikarin gelek gulên curbicur biçînin. Rûberê wê ji yê helbestê firehtir e, ku mirov dikare gelek mijaran di vî rûberî de bi kar bîne. Jixwe jiyana Kurdan bi niyaza nivîsandina pexşanê bêtir e ji helbestê. Ev jî nayê wê wateyê ku ez ji nirxê helbestê dadixim, ne xêr. Bêyî helbestê jî nabe lê helbest nikare di bin her barî de rabe û ne jî her mijar dibe helbest. Ez dubare dibêjim ku ez roman û çîrokan gelekî dixwînim û gelekî hindik dinivîsim. Ji sala 1985an de heta niha min 4 berhevokên xwe yên çîrokî çap kirine û berhevokeke destxet jî ji bo çapê amade ye.
Rûdaw: Dîsa li ser çîrokê, kîjan mijar bêtir bala we dikişînin ku hûn di çîrokên xwe de bi kar bînin? Hûn di nivîsandina çîrokan de, ji çi teknîkan sûd werdigirin û gelo hûn nafikirin romanekê jî binivîsin?
Xemgînê Remo: Li ba min çîrok bi awayekî giştî di çarçoveya civakî de tevdigere. Hin caran ji bo koçberiyê ye, hin caran rexneya civak û siyasetê bi xwe ye, hin caran ji bo evîn û bendewariyê ne. Ez wek hinan nakim ku ez dê rahêjim pênûsa xwe û mijarekê ji xwe re bibijêrim û bikim çîrok. Di baweriya min de, bijartina bi vî awayî wê çi dilînî, çi kerb û kîn tê de nebe.
Mijarên çîrokan li ba min bi awayekî giştî salekê, du salan di serê min de digerin heta ku ez wan mijaran bi awayekî çîrokî dinivîsim. Dîsa li ba min nivîsandina çîrokê ne wek a helbestê ye. Ez carinan du salan çîrokekê nanivîsim û carinan jî gava ku ez dest bi nivîsandina wan dikim, sê mehan, çar mehan bi min re dirêj dike. Di wan çend mehan de carinan 10 çîrok tên nivîsandin, carinan jî kêmtir an zêdetir.
Wek mînak, ez du nimûneyan ji te re bêjim: Berhevoka min a bi sernavê (Giriyê Bêdeng) hemû di zivistana 2011an de hatine nivîsandin, her wiha berhevoka (Werzên Êgir) jî di havîna 2020an de hatiye nivîsandin. Lê mijarên wan çîrokan berî hingê bi demekê di serê min de digeriyan. Sebaretî romanê, belê, şiyanên nivîsandina romanê li ba min hene û ez dikarim binivîsim, lê roman gelek wext dixwaze û ew wexta valahiyê bi min re nîne. Em neçar in ku em xwe xwedî bikin, bê kar nabe.
Rûdaw: Di hin çîrokên we de, mirov hest dike ku hûn dabaşa xwe dikin, rast e?
Xemgîn Remo: Na. Ew "ez"a min a çîrokê ne "ez"a min a kesayetî ye. Belê, "ez"a çîrokbêj e, ya çîrokveguhêz e. Wisa tê bigihên. Rast e, em mijarên xwe ji civaka xwe werdigirin lê ev çîrok û hemû çîrokên din ne serpêhatiyên min in. Gava em serpêhatiyan binivîsin, navê çîroka hunerî lê nabe. Rast e, mifa ji serpêhatiyan dibe, ji bîranînan dibe. Di hin çîrokan de dibe ku di hevokekê de yan di parçeyekî de tiştine ji serpêhatiyên min an ji yên hinekên din tê de hebe, ew jî bi mercê ku xizmetê ji vegêran û teknîka çîrokê re bike.
Bi kurtî, ez ne lehengê çîrokên xwe me. Hin lehengên çîrokan mamoste ne, hin cotkar in, hin endezyar in û ji hemû telaşên civakê hatine bijartin. Divê ku em ne wisa li lehengê çîrokan binêrin. Hin çîrokên min dem û cihê wan li Ewropayê ne, hin li Bakur in û ez li Dirbêsiyê rûniştî me. Wêje berî her tiştî nîgaş e, xeyal e.
Nivîskarê bêxeyal bila dev ji xwe berde ku çîvanokên ber dîwaran û serpêhatiyên xwe dinivîse. Ji bo teknîka çîrokê, li gorî ezmûna min, mijar xwe ferz dike ka bi çi teknîkê bê nivîsandin, klasîkî be, flashback be.
Rûdaw: Mamoste Xemgîn, a rast ji min re bêje, eger ez bêjim helbestvanê Kurd Xemgînê Remo yan jî çîroknivîsê Kurd Xemgînê Remo, kîjan bi dilê te ye?
Xemgînê Remo: Keko, ez herdu cureyan dinivîsim lê ez nikarim bêjim ku ez helbestvan im an jî çîroknivîs im. Hûn wek şopîner, wek rexnegir, wek xwendevan, dikarin vê yekê bi nav bikin ka ez çi me. Ez dizanim helbest vîna min a yekem e, bi henaseya min re diçe û tê, bi lêdana dilê min re lêdide û heta bi henaseya dawîn ez dê dildarê wê bim.
Çîrok jî yareke min a bedew û ciwan e. Ez her demekê carcaran lê vedigerim û ev yara ciwan min di gulistana xwe de pêbend dike lê piştî kurte demekê ez xwe jê rizgar dikim û li vîna xwe ya yekem vedigerim.
Rûdaw: "Di zindanoka xwe ya tekane de û di roja xwe ya yekê de, hestên wî tevlîhev bûn. Bêdengiyeke kujer li cih zal bû. Bi zivirî di wê zindanoka xwe ya biçûk de, bi tirs diçû û dihat. Bîranîn û hizra ku wê wek siyasetmedarekî di vî cihê genî de bi salan bimîne, ew dorpêç dikirin…" Ev destpêka pirtûkekê ye ku te sala 2020an ji Erebî wergerandiye Kurdî, pir balkêş dixuye, tu dikarî bêhtir ji me re behs bikî?
Xemgînê Remo: Birayê hêja, li vir jî tevliheviyek heye. Ev ne pirtûka min e, ne jî çîroka min e. Ji bo zanînê, hevalê min Ebdilwehab Pîranî ev çîrok ji min re şand ji bo wergerandinê, da ku di malpera xwe de biweşîne. Navê çîroknivîsê ez dibêjim ku Suzan bû, lê paşnavê wê nayê bîra min.
Rûdaw: Lê te ew çîrok wergerandiye Kurdî?
Xemgînê Remo: Erê, gava min werdigerand, min wisa hest dikir ku ev çîrok ji çîrokeke min hatiye wergirtin. Çîroka min a bi sernavê “Di Tariyê De” ku di berhevoka min a yekem a bi sernavê “Şevên Deşta Mêrdînê” sala 1998an ji Weşanên Kombenda Kawayê ve hatiye çapkirin, mijara wê ew e ku lehengê çîrokê di zindanokeke tekane de ye.
Piştî ku min wergera çîrokê ji Pîranî re şand, min ev pirs jê kir: "Gelo çîroknivîs Kurd e yan Ereb e?" Ji min re got: "Ereb e." Wî jî got: "Te çima ev pirs kir?" Min lê vegerand: "Eger te bigota Kurd e, min ê ji te re bigota ku ev çîrok ji çîrokeke min hatiye wergirtin."
Rûdaw: Diyar e hûn ji zû ve bi karê wergerandinê jî mijûl in, wek li jor jî hat behskirin. Wergerandin, ji bo we çawa xizmeta wêjeya Kurdî dike? Ji kerema xwe, ji me re bi kurtî qala tecrûbeya xwe ya di vî warî de bike.
Xemgînê Remo: Wergerandin bi xwe jî afirandin e û eger ne ji wergerandinê ba, me yê tiştek ji çanda miletan nezanîba. Lê mixabin, heta niha jî pirtûkxaneya Kurdî ji aliyê wergerandinê ve bê par e, gelekî lawaz e. Ji bo karê wergerandinê, di baweriya min de, divê ku sazî û dezgeh, navendên rewşenbîrî piştgiriya vê yekê bikin, da ku hin kesên di xwe de dibînin vî karî bikin, xwe ji bo wergerandinê vala bikin. Lê hewldanên tekane ber nagirin.
Belê, di destpêka salên 90î de min dest bi wergerandinê kir. Pêşî min hin helbestên Lorka wergerandin. Dû re, piştî ku min romaneke Orhan Kemal xwend ku min ji ba rehmetî Mişel Temo anîbû, wê romanê gelekî bala min kişand. Min ji Temo re got: "Ez dikarim vê romanê wergerînim." Wî jî ez gurêx kirim û got: "Bi rastî ev roman hêjayî wergerandinê ye."
Ez şeş zivistana li ser xebitîm heta ku min bi dawî kir. Roman ji 550 rûpelan pêk dihat. Min werger da Mişel da ku ji Kombenda Kawa re bişîne. Lê mixabin, ew destnivîs li Bêrûtê wenda bû. Vêca ew wergerandin ne hat çapkirin, ne jî destnivîs li min vegeriya. Ji wê pê ve, min nema hewldanên wergerandinê kir. Heta berî pênc salan, hevalê min ê hunermend Munîr Şêxê ji min xwest ku ez di bernameyeke hunerî de ji bo Televîzyona Ronahî pê re kar bikim. Bername li ser hunera şêwekariyê bû ku wî bi Erebî amade dikir, min jî werdigerand Kurdî û wî pêşkêş dikir. Me her mehê du xelek amade dikir û me 13 xelek pêşkêş kirin.
Rûdaw: Di hevpeyvîneke xwe ya berê de, we gotibû ku "ku helbestvan lawê miletekî bindest be, divê ku helbestvan, nivîskar, pêgêrê doza xwe be, berdevkê miletê xwe be, ragihênerê êş û janên wî be". Hûn dikarin ji me re hinekî behsa vê nêrîna xwe bikin? Ma divê hemû nivîskarên Kurd, di berhemên xwe de behsa doza Kurd bikin?
Xemgînê Remo: Doza Kurdî, di siyasetê de bi awayekî çekdarî, dîplomasî tê meşandin lê di wêjeyê de bi awayekî nivîskî tê meşandin. Gava em li dîroka wêjeyê vedigerin, em dibînin gelek helbestvan û nivîskar tevlî şerê çekdarî jî bûne û gelek ji wan şehîd jî ketine. Belê, yê nivîskar divê pabendî doza xwe be. Wek doza miletê Kurd, em miletekî bindest in.
Miletê me bûye wek “noka li kevir”, li tevahiya cîhanê derbider û mişext bûye. Gundên me, daristanên me, tên şewitandin. Miletê me di hundirê welêt de koçber dibe. Cih û warên wî guhertineke demografîk tê de çêdibe. Ma yê nivîskar tenê bîner be, dibe? Wêje ji hemû aliyên xwe ve divê van êş û derdan rave bike, çi helbest, çi roman û şano jî.
Eger em van babetan nenivîsin, ma em ê çi bikin mijara nivîsarên xwe? Mijarên me yên civakî jî di bin siya vê bandorê de ne, ku bi hejarî û belengaziya vî miletî ve girêdayî ne. Berî ku ez Yasir Erefat nas bikim, ez Mehmûd Derwîş nas dikim. “Çivîk li Celîlê dimirin”. Çivîk li Geliyê Zîlan, li Dêrsimê, li Helebçeyê jî dimirin, li her deverên Kurdistanê dimirin. Ev yek ji nivîskarên xwedî doz tê xwestin ku doza xwe wek ku wêje dixwaze, bi rêya wêjeyê şirove bike.
Rûdaw: Zanîn kovareke torevanî û çandî bû ku li Qamişloyê derdiket. Hejmara pêşîn sala 1991ê derket û sala 1997an sekinî. Ango 12 hejmar ji kovarê derketin. Hûn jî yek ji nifşên Zanînê ne. Gelo heta niha jî li Rojavayê Kurdistanê kovareke wekî Zanînê derketiye? Hûn dikarin ji me re behsa tecrûbeya xwe ya bi Zanînê re bikin?
Xemgînê Remo: Kovara Zanîn, bi dirûv û nîşanên xwe, bi ser û sîmayê xwe, guhertinek di nav wan çend kovarên çilokirî ku li Rojava diweşiyan de çêkir. Nifşê ku di salên heştêyî de dest bi nivîsandinê kiribû û yên berî wan jî, di Zanînê de dinivîsandin. Zanîn bi berg û derhênana xwe, ji yên berî xwe cuda bû. Piştî ku Zanîn daket qadê, wan kovarên berî wê jî xwe nûjen kir û her wiha yên piştî wê derketin jî, bi awayekî modern ku navê kovarê li wan dibû, wek Aso, Pirs û hinekên din jî.
Têkiliyên min bi Zanînê re ji sala 1992an ve hebûn û min wek endamekî berdewam, di her hejmarê de nivîsareke min tê de dihat weşandin, wek helbest, çîrok û wergerandin jî. Ev bi xwe jî tiştekî cuda bû ji yên berî wê. Min ne tenê nivîsarên xwe tê de diweşandin, belê min hin berhemên hevalan jî digihandin ber destê heval Ebdilbaqî Huseynî û min her carê çend hejmar jî li Dirbêsiyê belav dikir.
Rûdaw: Em bên ser helbestê ku te got vîna te ya yekemîn e. Hûn di gelek helbestên xwe de, behsa evîn, xweza, dîrok, şev û hêviyê dikin. Hûn dikarin ji me re hinekî behsa van mijaran bikin? Ew çawa di helbestên we de cih digirin? Kîjan bîranînên we yên taybet bi van mijaran ve girêdayî ne?
Xemgînê Remo: Li ba min helbest hin caran ji peyvekê, ji hevokekê, dest pê dike. Ew peyv an hevok dibe kilîda ku ez pê dergehê helbestê vedikim û derbasî nav gulistana wê dibim. Alavên avakirina helbestê li ba min ji siruştê bi xwe ne. Ne ku ez bi qestî van hêmanan bi kar tînim, belê ji ber xwe ve bi awayekî siruştî diherikin nav helbestê. Çi ba be, yan çem be, yan jî çûk û perwane be, yan şev û hîv û roj be, wek teşbîh û mecaz bi kar tên, yan jî dibin sembol.
Her wiha mifa ji dîrokê jî tê wergirtin. Vîn û evîna min a helbestî du serî ye, du şax e. Welat di helbestê de dilber e, dayik e, xuşk e, keç e. Heta bi evîna jinekê be jî, ez dîsa berê xwe didim siruştê, ku wek bayekî hênik, kaniyeke avê, dareke çinarê li çiyê.
Ji xwe şevê ez gelek caran bi angoya stemê bi kar tînim û him jî ez ji şevê hez dikim ku şev bêdengî ye, tenahî ye, aramî ye, him jî çaxa vehesînê ye. Ez xweşiyekê di şevê de dibînim û ji xwe ez piraniya nivîsarên xwe di şevê de dinivîsim û di şevê de dixwînim.
Têbîniya te di cih de ye û ez dikarim bêjim ku kesekî mîna min şev wek alav bi kar neaniye. Lê sebaretî bîranîn û bendewariyê, ev têbînî jî di cih de ye, lê bîranîn û bendewariyeke nîgaşî ye, xeyalî ye. Gelek xwendevan wisa guman dikin ku ez aşiqekî sermedî me, evîna min bê dawî ye, tewra hin heval ji min re dibêjin: "Em wisa dibînin ku li dû her helbestekê jinek, dilberek heye," bêyî ku li ber wan alavên sembolî rawestin. Dawî, ez ji evînê şerm nakim. Rast e, min gelek û gelek helbestên rasterast ji bo evînê nivîsandine.
Rûdaw: We gelek pirtûk çap kirine. Hûn dikarin hinekî behsa van berheman bikin? Her yek ji wan, ji bo we çi wateyê digire? Kîjan berhema we, ji dilê we re nêzîktir e û çima?
Xemgînê Remo: Ne xêr, min gelek pirtûk çap nekirine. Li gorî temenê min ê wêjeyî, gerek niha pirtûkên min ji van ên çapbûyî bêtir bana. Ez bi xwe ne bi pirbûna pirtûkan re me, belê bi çawabûna wan re me. Mijar ne mijara pirbûnê ye, belê ya cureyê ye, ya şêweyê ye. Ev li ba min girîng e. Ez carinan çar mehan helbestekê nanivîsim û carinan jî di mehekê de çar helbestan dinivîsim. Jixwe min li jor ji te re behsa çîrokan jî kiriye ku ez çawa û kengî dinivîsim. Ku mijara nivîsarê min nekişîne cîhana xwe, ez nikarim bi zorê binivîsim. Helbest û çîrok û heta bi gotaran jî ew dozê li min dikin ku ez wan binivîsim.
Ez wek hinan nakim ku rahêjim pênûsa xwe û ez dê mijarekê bibijêrim û binivîsim. Ev ti carî bi min re çareser nabe, ez dê têk biçim, ji ber ku wê ew nivîsar bê dilînî be, bê vîn be, bê kerb û kîn be. Bi kurtî, wê laşekî bê giyan be. Heta niha min 6 berhevokên helbestan û 4 berhevokên çîrokan çap kirine û sê destxetên helbestan û yek a çîrokan ji bo çapê amade ne.
Rûdaw: Di nav berhemên we de, bala min kişand ku şanoyeke bi navê "Zehûr el-Etfal" (Kulîlkên Zarokan) heye ku bi hevkariya Mihemed Hemo hatiye nivîsandin û ji bo zarokan hatiye amadekirin, çîroka vê şanoyê çi ye?
Xemgînê Remo: Dîsa tevliheviyek heye. Di salên 1993 û 1994an de me mehrîcanê xwe yê helbestî li devera Efrînê li dar dixist. Di mehrîcana 1994an de, piştî ku ber bi êvarê bi dawî bû, heval Mihemed Hemo ji min re got: "Xemgîn, tê îşev li ba min bî" Mala wî li Helebê bû. Hevalê Hemo wek çalakvanekî di Koma Xanî ya Rewşenbîrî de kar dikir lê min nizanîbû ku bi wêjeyê mijûl e. Em vegeriyan Helebê. Piştî ku me şîv xwar, Mihemed destxetek da min û got: "Ka vê şanoya zarokan bixwîne û nerîna xwe tê de bide." Şano ne gelekî dirêj bû. Min xwend, bi rastî balkêş bû. Gava ku min jê re got: "Tu çima çap nakî?" Got: "Hindik e, divê ku ez tiştine din lê zêde bikim." Min jê re got: "Ku 12 helbestên zarokan li ba min hene, eger tu dixwazî, em dê bikin pirtûkeke hevbeş." Gelekî li xweşiya wî hat û got: "Belê, ez qebûl dikim."
Me li hev kir û min helbestên xwe jê re şandin. Piştî çend mehan wek pirtûkeke biçûk bi sernavê “Civata Kulîlkan” hat çapkirin. Ji xwe navê şanoyê jî ev nav bû. Lê çapa wê ne bi dilê min derket. Ji navê min ê li ser bergê pirtûkê û him jî helbestên min bi ser hev de di hundirê wê de hatibûn perçiqandin.
Lê min nekir arîşe û têkiliyên me wek du dost û heval man. Dû re, hevalê Mihemed du pirtûkên xwe yên helbestan çap kirin, wisa dinivîsand: "Ku ji berhemên min ên berî niha şanoyek bi navê Civata Kulîlkan çap bûye," bêyî ku bêje ev pirtûk bi hevbeşiya Xemgîn e. Sala 2005an li Qamişloyê, min berhevoka xwe ya helbestên stranî li gel wan 12 helbestên zarokan di hundir de wek çapa duyem çap kir, ji bo ku em hevbeş nemînin. Çîroka wê pirtûkê ev e.
Rûdaw: Gelek helbestên we bûne stran. Zubêr Salih, Lorensê Amûdê, Evîna Welat, Mistefa Omer, Ronîcan Hiso û Rûbar Hisso gotinên te kirine stran lê helbesta we ya navdar "Dilber Heger" ku Şeyda kiriye stran, gelekî deng da. Hûn dikarin qala çîroka vê helbestê bikin? Peywendiya te û Şeyda çawa ye, tu çi li vir ji wî re dibêjî?
Xemgînê Remo: Ji bilî navên ku te rêz kirine, ez ê hinek navên din jî lê zêde bikim û hemû nayên bîra min. Ji wan Masûm Şikakî, wek awazvan û stranbêj, gelek helbestên min awaz kirine. Gava ku hin stranbêj gotinan ji min dixwazin, ez berê wan didim Masûm ku helbestên min ên awazkirî gelek li ba wî hene. Ji bilî Masûm, Lîloz, Zoya, Ehtîdal, Hisên Şakir, Sefqan, Husên Salih, Raman Beha, Yenal Tahir û hinên din jî bi rastî navê wan nema tên bîra min, ji bilî koman.
Belê, Şeyda bi strana "Dilber" navdar bû lê Ronîcan ji bîr nekin ku gelek helbestên min strane û piraniya wan ên min in. Ez nizanim hûn çima dixwazin çîroka helbestan jî bizanibin (li vir ez digirnijim).
Birayê hêja, ez çîroka vê helbestê ji te re nakim kul. Bi kurtî, min ev helbest ji mamosteyeke beravî (sahilî) re nivîsand. Navê wê Munîra bû. Ez sibehê diçûm ser karê xwe, min terzîtî dikir û ew jî dihat dibistana xwe. Em tim pêrgî hev dibûn. Min lê dinêrî û wê li min dinêrî. Wê dixwest ku ez silavê lê bikim, min jî dixwest ku ew silavê li min bike. Adeteke min heye, ez ti carî ji ya balkêş re, ji ya dilrevîn re nabêjim: "Ez ji te hez dikim."
Ya giring li ba min heyvanê helbestê ye ku helbest bi vînê dimeyin. Min helbest di sala 1986an de nivîsand, di 1991ê de dîwan çap bû. Şeyda di 1996an de stran di kasetekê de bi Koma Orkêş re got û stran bi awayekî berfireh li nav milet belav bû. Çîroka stranê jî ev e. Lê ji sala 2009an ve têkiliyên min û Şeyda hatine birîn û ji wê hingê de me hevdu nedîtiye. Ez berdewamî û serkeftinê jê re dixwazim.
Rûdaw: Mixabin, di navbera nivîskarên Kurd de gelek caran nakokî derdikevin. Li ser kovara Zevî, hin nakokî di navbera te û rehmetiyê Arşevê Oskan de jî derket. Arşev li cihekî dibêje: "Ez û Xemgînê Remo xwediyê hizra derketina kovarê bûn". Hinekî ji me re qala vê çîrokê bike, tu niha çi li ser hevalê xwe Arşev dibêjî?
Xemgînê Remo: Berî em dest bi çîroka ZEVÎ bikin, canê Arşev şad be, gora wî buhişt be. Sala 2001ê keviyeke demokrasiyê li Sûriyeyê rû dabû. Li tevahiya welêt çalakiyên curbicur dibûn, çi yên siyasî, çi yên wêjeyî û rojnamevanî. Rojnameya “Domerî” ku Elî Ferzat bi rê ve dibir, gelekî cuda û balkêş bû. Wê hingê hema çi bêje ew kovarên me yên wêjeyî rawestiya bûn, yan salê hejmarek an du hejmar ji wan diweşiyan. Ez jî piştî Zanînê bi weşana kovarekê dihizirîm.
Îsa Oskan navendeke komputerê li Dirbêsiyê vekiribû. Ez tim diçûm ba wî. Jixwe ez xelkên gundê Bîrkinêsê hemiyan nas dikim. Min xwendina xwe ya seretayî li wî gundî qedandibû, dibistan li Talikê nebû, em pênc-şeş zarok diçûn dibistana Bîrkinêsê.
Rojekê ji min re got: "Ez dikim navendê bigirim, kar gelekî nîne, ez dê vegerim gund." Di cih de min behsa weşana kovarekê pê re vekir, eger ku karibe. Wî jî bi kêfxweşî got: "Ez ne nivîskar im lê dixwazim karekî wisa bikim. Ji aliyê teknîkî ve ez dikarim bi her tiştî rabim."
Bi kurtî, me li hev kir ku ez dê berhemên nivîskaran bînim û Îsa dê karên din bike. Di civîna yekem de min ji Îsa re got: "Em çima bangî Arşev nakin?" Ji xwe ew ji heman gundî ne û him jî merivên hev in. Got: "Çi arîşe li ba min nîne."
Me şand dû Arşev ku bê tevlî civînê bibe. Hat. Gava ku min mijar pê re vekir, di destpêkê de erê nekir lê piştî ku em bi firehî li ser projeyê axivîn, erê kir. Di wê civînê de min du nav pêşkêş kirin: Kepez û Zevî.
Kepezê Kîkan çiyayekî biçûk e li navçeya Kîkan û em jî ji navçeya Kîkan in. Kîkan bi zeviyên xwe jî navdar e ku em vê zeviyê bikin zeviyeke wêjeyî. Me li ser navlêkirina "Zevî" li hev kir û me dest bi karê xwe kir.
Me hejmara yekem çap kir û li bajarên navçeyê belav kir. Dayika Arşev nexweş bû, wî ew bir Şamê. Dayika wî jê re dibêje: "Lawê min, ez dibînim rewşa te jî ne baş e, tu çima ji xwe re tehlîlan çênakî?"
Arşev radibe tehlîlan ji xwe re çêdike û yê nexweş ew derdikeve. Li gorî raporên nexweşxaneyê, nîşanên penceşêra xwînê dihatin xuyakirin. Hin derman dabûnê. Me dest bi hejmara duyem kiribû. Li ser hin berheman, min û wî li hev nedikir. Ez bêtir bi nûjeniyê re bûm lê meyla wî bêtir bi ser klasîkiyetê ve bû. Gava ku gengeşe germ dibû, digot: "Ez nexweş im û hûn jî zorê didin min." Piştî me hejmar ji bo çapê amade kir, min xwe bê xeyd jê kişand û ji wan re got: "Hûn berdewam bikin û dîsa tiştek ji min bê, ez dê alîkar bim."
Min diviya Arşev bi kovarê mijûl be da ku bi nexweşiya xwe nefikire. Ez ne şaş bim, di amadekariya hejmara 5an de, Îsa hat dû min da ku ez berheman bibijêrim. Arşev li Siûdiyê li nexweşxaneyeke mîrî bû. Min ew hejmar jî bi tenê rizgar kir. Çîroka Zevîyê ev bû. Arşev çûye ser dilovaniya xwe lê Îsa sax e û niha li Nemsayê rûniştiye û rûpela wî ya Facebookê heye. Hûn dikarin vê rastiyê ji wî jî bipirsin.
Rûdaw: Rehmetiyê Arşev hevalekî te yê hêja yê din anî bîra min, mebesta min Ferhadê Çelebî ye. Ka ji me re hinekî qala wî bike.
Xemgînê Remo: Canê Ferhad jî şad be, gora wî buhişt be. Ferhad û Ebdilbaqî, rêveberiya kovara Zanînê dikirin û wê hingê hevaltî di nav me de çêbibû. Bi kurtî, Ferhad kesekî dihate hezkirin, tim devliken û di dan û standinên xwe de gelekî nerm bû. Ne tenê bi çavê nivîskarekî li xwe dinêrî, belê xwe wek siyasetmedarekî jî dida pêş ku di Partiya Pêşverû de kar dikir.
Bi rastî dilovan û dilsoz bû û bi berpirsiyarî tevdigeriya û xwedan helwest bû. Ji helwestên wî niha mînakek tê bîra min. Min berî niha gotiye ku ez wek endamekî berdewam di Zanînê de dixebitîm. Di amadekariya hejmarekê de Ferhad ji min re got: "Xemgîn, em ji berhemên hemereng hez dikin, gelo ji bilî helbest û çîrokan tiştekî din li ba te heye?" Min got ku min hin helbestên Lorka wergerandine Kurdî, "Ger tu dixwazî, ez wan ji we re bişînim." Keniya û got: "Bi Xwedê, min jî hin helbestên Lorka wergerandine, de bişîne, ku wergera min xweş be ez ê ya xwe biweşînim û eger a te xweş be, em ê ya te biweşînin." Min du helbestên Lorka gihandin ber destê wan. Piştî kurte demekê gava ku min wî dît, devliken got: "Xemgîno, bi Xwedê wergera te ji ya min xweştir e û wê ya te bê weşandin."
Ji xwe piştî ku Ebdilbaqî çû Ewropayê, kovar rawestiya. Me hin caran di çalakiyên rewşenbîrî de hevdu didît. Cara dawî sala 2003yan me li garaja Qamişloyê ya polmanan hevdu dît. Ez dê biçûma Til Temirê, ew jî wê biçûya Helebê. Lê mixabin, di payîza 2004an de di bûyereke trafîkê de çû ser dilovaniya xwe.
Rûdaw: Sala 2024an tu li bajarokê Dirbêsiyê hatî girtin. Sedema vê girtinê çi bû, hûn çend rojan girtî man?
Xemgînê Remo: Mixabin, belê. Min 11 salan di Asayîşa Dirbêsiyê de wek kargêr kar kir, yanî karê min tim di nivîsgehan de bû. Bi şehadeta rêvebirên Asayîşê, min karê wan nivîsgehan bi pêş ve dibir. Lê dîsa mixabin, em Kurd nizanin ji hev hez bikin û dijîtî û dilreşî rola xwe dilîze. Şelafî û konekî ji min nayên.
Ez tim rastgo me û têbînî û rexneyan jî dikim. Eger birêvebirî çendî ji min razî bû jî lê ewlehita Asayîşê bi tevayî ji min ne razî bû. Hinekan dijminatî li min dikir û li behaneyan digeriyan ku min ji ser kar bavêjin. Ji bo vê yekê, raporeke tijî derew rakiribûn Asayîşa Giştî li Qamişloyê û ez ji aliyê wan ve hatim vexwestin.
Ez hefteyekê li ba wan mam. Min nexistin nav girtiyan. Piştî ku dûvçûna xwe kirin, yekî ji wan ji min re got: "Bi Xwedê, ez gihiştim baweriyê ku ev rapor hemû derewan li ser te dike lê em neçar in ku em dosyeya te bidin ewlehiya siyasî."
Sê rojên ku ez di zindana siyasî de mam, zindanokeke tekane û bê pencere bû. Hingî ji germahiyê ez ji hişê xwe diçûm. Ez wan sê rojan gelekî westiyam. Roja 10an piştî nîvê şevê ez vegerandim Asayîşa Dirbêsiyê. Wan jî ez gihandim malê û ji min re gotin: "Xwe hefteyekê vehesîne."
Min bi xwe îstîfaya xwe hazir kiribû. Piştî hefteyekê gava ku ez li wan vegeriyam, rêveberiyê bi melûlî ji min re got: "Heval Xemgîn, mixabin emrê dûrxistinê ji me re şandine." Min xatir ji wan xwest û ez hatim li mala xwe rûniştim.
Rûdaw: Gotareke te ya kevin bi navê "Wê Selîm Berekat jî bi Kurdî binivîsîne?" bala min kişand. Rast e, ew gotar zêde ne li ser Berekat bi xwe bû lê ez dixwazim tu li vir ji min re behsa Selîm Berekat bikî û meseleya nivîsandina afirînerên Kurd bi zimanên din. Çima gelek nivîskarên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê bi zimanê Erebî dinivîsin?
Xemgînê Remo: Di dema ku min ev gotar nivîsand, min dizanîbû ku Selîm Berekat bi Kurdî nanivîse û ne jî wê ji nû ve binivîse. Mebest ji gotarê ew kes bûn ku xwe şagirtên wî didîtin û dabûn ser şopa wî. Ez dê niha du-sê navan bêjim wek bersiva pirsa te ya li dû vê pirsê.
Selîm, eger di destpêka xortaniya xwe de li nav civaka Kurdî mezin bûye lê piştî ku çûye zanîngehê û nema vegeriyaye nav civaka xwe, wek ku ew dibêje çûye Bêrûtê û Qibrisê û di nav Filistîniyan de kar kiriye. Nemaze di wê dema ku wî û Mehmûd Derwîş kovara Kermel li Qibrisê diweşandin, bêtir di bin bandora Filistîniyan de maye û bûye xerîbê zimanê xwe û doza Kurdî.
Di wê dema ku Selîm dest bi nivîsandinê kiriye, tenê çar-pênc helbestvanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê helbesta klasîk dinivîsandin, wek Cegerxwîn, Tîrêj, Bêbuhar û Palo. Lê ez dibêjim, ji bilî Cegerxwîn, wê Selîm bi van ên din nebihîstibe. Hêza Selîm di zimanê Erebî de ye ku Ereb bi xwe jî nikarin lingê xwe li lingê wî bidin.
Helbestên wî bi xwe nayên fêmkirin. Lê di her du pirtûkên xwe yên pexşanî yên destpêkê de ku wek bîranîn nivîsandiye, xwe wekî Kurdekî dide nasîn û carinan hevokine Kurdî jî pê re derbas dibin, wek: "Lo Silo, Selîmo bavê Xezo." Lê çima hin nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bi Erebî dinivîsin? Bersiv li ba min heye lê ya baş ew e ku tu ji wan bipirsî.
Rûdaw: Rast e lê di heman gotarê de, hûn qala guhertinekê dikin ku piştî sala 2000î rû daye: Hin nivîskarên ku berê bi Kurdî dinivîsandin, dev ji nivîsandina bi Kurdî berdidin û berê xwe didin nivîsandina gotaran bi Erebî. Hûn sedemên vê guhertinê çi dibînin?
Xemgînê Remo: Yek ji sedeman, ez dibêjim, xwendevanên Kurdî nînin û çi kesên ku bi Kurdî dinivîsin, bê xwendevan in. Yanî em ên ku bi wêjeyê mijûl in, em ji hev re dinivîsin. Yên berê xwe dan çapemeniya Erebî, li navdariyê digerin û ji aliyê madî ve jî pere digihên wan. Sebaretî wê gotarê, nema tê bîra min ku min nav gotine yan jî na.
Ez niha dikarim wek mînak çend navan bêjim, ne şerm e, ne jî kêmasî ye. Jan Dost, Hoşeng Osê, Fethela Huseynî bi Kurdî dest pê kirin, dû re berê xwe dan Erebî. Jan Dost û Hoşeng, hin xelat jî wergirtine ku di pêşbirkên Erebî de beşdar bûne. Lê di heman wextî de, Helîm Yûsif, Taha Xelîl li Kurdî vegeriyan. Nemaze Helîm, piştî her du pirtûkên xwe yên çîrokî ku bi Erebî nivîsand, vêca romanên xwe bi Kurdî diweşîne.
Taha jî ji nîvê salên nodî ve di rojnameya (Azadiya Welat) de gotarên xwe bi Kurdî dinivîsand û dîwaneke wî ya helbestî jî bi Kurdî heye. Ji bilî evên ku me navê wan gotin û hinên din jî heta niha bi her du zimanan dinivîsin.
Eger xwendevan nebin, bi rastî jî ji bo nivîskar arîşeyeke mezin e. Li gel ku di van salên dawî de dibistanên Kurdî li Rojava vebûne, hîn jî ew xwendevanên ku divê hebin, nînin. Sedemên ku hinekan ji wan ji Erebî berê xwe da Kurdî, ez dibêjim ku ev bû: ji destpêka salên notî ve, ne tenê li Rojava, belê li Başûr û Bakur jî çapemeniya Kurdî geş bibû. Wan jî hewldanên xwe dikirin ku bi Kurdî jî binivîsin û Helîm û Jan Dost pirtûkine xwe li Stenbolê çap kirin.
Rûdaw: Nivîskar ji nivîsandinê bêhtir dildarên xwendinê ne. Li ba te jî wisa ye? Tu niha çi dixwînî?
Xemgînê Remo: Nivîskarê ku nexwîne yan kor e, yan jî naxwaze xwe bi pêş de bibe. Ma bê xwendin dibe? Roja ku ez naxwînim, ez du-sê saetan dixwînim. Ji destpêkê ve ez dildarê xwendinê me. Ez wext ji bo xwendinê çêdikim. Çi karî dikim bila bikim, eger ne bi roj be, bi şev ez pênc-şeş saetan dixwînim.
Zimanê Erebî ji bo min pir e ku min digihîne wêjeya cîhanî. Ji bilî wêjeya Erebî, ji wêjeya Rûsî bigire heta ya Ewropî bi giştî û heta Amerîkaya Latînî, ya Afrîqî û Japonî jî, tiştê ku hatiye wergerandin bo zimanê Erebî min xwendiye û ez hîn jî dixwînim. Ez niha ji wêjeya Japonî dixwînim, wek: Mishima, Yasunari Kawabata û yê herî nêzîkî dilê min e, Haruki Murakami ye. Piştî Juan Rulfoyê Meksîkî û Gabriel Marquezê Kolombiyayî, Harukî gelekî balkêş e bi çîrok û romanên xwe.
Rûdaw: Hûn bixwe çîroknivîs, helbestvan û wergêr in. Lê li ser asta Kurdî, hûn dikarin hin navan bibêjin di van waran de ku bi dilê te bin û hûn ji berhem û şêwaza wan hez bikin?
Xemgînê Remo: Li gorî şopandina min, li Başûr, bi her du zaravayan û di her cureyên nivîsandinê de, wêje ji parçeyên din bi pêşketîtir e, ji klasîkiyên wan heta bi nifşên îro jî. Navnine berbiçav di nav wan de hene. Di warê helbestê de yên mîna Sebrî Botanî, Ebdilrehman Mizûrî, Bedirxan Sindî, Şêrko Bêkes, Ebdulla Peşêw, Letîf Helmet û her wiha di kurteçîrok û romanê de jî xebateke wan a balkêş heye.
Li parçeyê Rojhilat, bi rastî heta niha tiştek negihiştiye ber destê min, tenê dîwaneke Hêmin Mukriyanî li ba min hebû, ew jî kesekî ji ba min bir û nema li min vegerand. Wekî din, min hin helbestên wan ên tekane di kovarên Başûr de xwendine. Lê niha nivîskarekî balkêş ji Rojhilat bi navê Perwîz Cîhanî, hevalê min ê Facebookê ye, bi rastî behremend e.
Li Bakur, ji salên notî ve heta 2000î, hewldanine baş hebûn di her warê wêjeyê de, çi helbest, çîrok û him jî roman. Lê mixabin, di van salên dawî de nema tiştekî wan digihêje ber destê me. Li Rojavaya me, bi rastî hewldanine baş di her warî de dibin û berhemên curbicur tên weşandin. Eger ne li asteke gelekî bilind bin jî, lê cihê rêzgirtinê ne. Mamoste Deham Ebdilfetah xebateke baş di ber wêjeya Kurdî de dike ku cihê rêzgirtinê ye. Ehmed Huseynî helbesta nûjen bi awayekî behremend dinivîse û yên mayî bila dilê xwe ji min negirin, ku em nikarin navan pêkve rêz bikin.
Rûdaw: Heta niha we gelek xelat wergirtine. Gelo xelatên li ser asta Kurdî ji afirînerên Kurd re dibin alîkar ku bikaribin sûdê ji xelatan wergirin û dema xwe bêhtir bidin karê dahênanê?
Xemgînê Remo: Eger mebest alîkariya madî be, xelat bê pere ne û ti alîkariya madî nayê pêşkêşkirin, tenê wek rêzgirtinê ye. Dîsa jî destê hemû aliyan xweş, tiştekî manewî ye. Palpişta nivîskar kesayetiya wî bi xwe ye. Divê ku ew bi xwe xwe ava bike. Ne sazî û dezgehên ku hene bi kêrî me tên, ne jî kesên ku pişgiriya nivîskaran bikin hene. Rewşa me ev e.
Rûdaw: Di dawiyê de, hûn dixwazin çi peyamê bidin xwendevanên xwe?
Xemgînê Remo: Xwendevan? (Ez dîsa digirnijim). Lê ez ê ji te re bêjim: Min dikarîbû ev hevpeyvîn bêtir dirêj bikira ku bibe mijara pirtûkekê. Te bîranîn û kul û derdên min tev rakirin, lê min bi kurtî bersiv da û eger kêmasiyek hebe, ez hêviya lêborînê dikim. Hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim. Her şad û bextewar bin û bimînin di xweşiyê de.
Xemgînê Remo kî ye?
Sala 1961ê li gundê Tehlika malbata Cemîl Paşa, çavên xwe li jiyanê vekiriye, zarokatî û beşê yekem ji xortaniya xwe lê borandiye. Gundê Tehlika nêzîkî bajarê Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê ye.
Destpêka sala 1980ê, bi helbestê dest bi nivîsandina Kurdî kiriye. Sala 1985an jî dest bi nivîsandina kurtçîrokan kiriye. Remo di qada wergerandinê de jî xwedî ked e.
Ji destpêka salên nodî ve, berhemên xwe li gelek kovarên wêjeyî li Rojava, Başûr û Bakur diweşîne û her wiha di gelek malperên Kurdî de jî berhemên xwe weşandine.
Ji berhemên wî yên çapbûyî:
- Axîna Dil, Helbest, Şam 1991
- Keskayiyên Kizirî, Helbest, ji weşanên govara Zanîn, Şam 1996
- Pêlên Evînê, Helbest, ji weşanên govara Sormey, Qamişlo 2005
- Ayetên Çiya, Helbest, ji weşanên saziya SemaKurd, Dubey - Îmarat 2008
- Şevên Deşta Mêrdînê, Çîrok, ji weşanên Kombenda Kaw abo Çanda Kurdî, Beyrût 1998
- Kepezê Xewna, Çîrok, ji weşanên Yekîtiya Nivîserên Kurd, Duhok 2008
- Sirûdên Janê, Helbest, ji weşanên Şilêr, Qamişlo 2020
- Giriyê Bêdeng, Çîrok, ji weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriya, Qamişlo 2021
- Jana Hêviyan, Helbest, ji weşanên Şilêr 2022
- Werzên Êgir, Çîrok ji weşanên HRRKê
Wergerandin
- Li Ser Qadên Bi Berhem, Roman, Orhan Kemal, li hêviya çapê ye.
- Asoyên Hinerê, werger, 13 xelekên televizyonê li kanala Ronahiyê hatine weşandin.
- Komek pirtûkên destnivîs jî hene ku ji helbest û çîrokan pêk tên, li hêviya çapkirinê ne.
Xelatên wergirtî:
- Xelata yekem di pêşbirka kurteçîrokan de, li ser çîroka xwe ya bi navê "Cano Dîno" ji aliyê Koma Xanî ve wergir, 1994
- Rêzname, ji layê partiya (Yekîtî) ve, 2008
- Xelata Mihrecana Helbesta Kurdî Li Sûriyê, 2016
- Xelata Ehemdê Palo, 2020
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse