Alîkarê Serokê Komîteya Parlamentoyê ya Ewlehiya Niştimanî, Parastin û Îstixbaratê û Serokê Şandeya Daîmî ya Ukraynayê ya NATOyê Yegor Çernyev di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê ragihand ku Rûsya ne amade ye dan û standinên rasteqîn bike û tenê ji bo ku wext qezenc bike û xwe ji bo êrişên nû amade bike, "lîstikvaniyê" dike.
Yegor Çernyev li Kîeva paytexta Ukraynayê pirsên Rûdawê bersivandin û bal kişand ser wê yekê ku nabe aştî bi tawîzdayîna Ukraynayê li ser axa xwe pêk were û ev yek ji bo wan "xeta sor" e.
Berpirsê pilebilind ê Ukraynayê, sedema sereke ya bipêşketinên Rûsyayê bi "zêdeyiya hêza mirovî" û "guhnedana bi canê leşkerên xwe" ve girê da û got:
"Rûs li ser termên leşkerên xwe yên nûkuştî dimeşin û hewl didin pêş ve werin."
Çernyev her wiha destnîşan kir ku welatê wî di pratîkê de beşek ji NATOyê ye û tenê biryareke siyasî ya welatên endam maye ji bo ku bi awayê fermî tevlî wê hevpeymaniyê bibin.
Alîkarê Serokê Komîteya Parlamentoyê ya Ewlehiya Niştimanî, Parastin û Îstixbaratê û Serokê Şandeya Daîmî ya Ukraynayê ya NATOyê Yegor Çernyev bû mêhvanê me:
Rûdaw: Silav.
Yegor Çernyev: Silav.
Rûdaw: Kêfxweş im ku hûn bi me re ne.
Yegor Çernyev: Spas ji bo vexwendina we.
Rûdaw: Spas. Nexşeyeke we ya xweşik li vir heye.
Yegor Çernyev: Belê, ev nexşeya Ukraynayê ye bi kevneşopî û çandên cuda yên herêman.
Rûdaw: Baş e. Pêşî dixwazim zanibim hûn çawa behsa rewşa niha ya qada şer dikin? Bi taybetî li Pokrovskê ku Rûsya îdia dike ku wan ew bajar standiye?
Yegor Çernyev: Bi rastî, rewş gelekî zehmet e çimkî Rûsya niha êriş dike. Bi baweriya min, zextên wan li ser eniyên şer zêde bûne lê ez nikarim bibêjim ku ev têkçûna eniyên me yên pêş e. Belê, mixabin wan hinek serkeftin bi dest xistine lê ev serkeftin ji bo Ukraynayê ew qasî ne stratejîk e.
Tenê ez tînim bîra we ku Rûsya ji sala 2014an ve li ser Donbasê şer dike. Ev daxwazên wan ên ku qaşo divê em herêma Donetskê vala bikin û dev ji Donbasê berdin, tenê ji ber ku hêz û çavkaniyên Rûsyayê hene ku wê bi zorê bigire, ne rast e. Loma em ne amade ne radest bibin û şer nekin, berevajî, em dê têkoşîna xwe ji bo xelkê xwe yê li herêma Donbasê bidomînin. Rewş zehmet e lê di bin kontrola hêzên Ukraynayê de ye.
Rûdaw: Bi baweriya we, sedemên sereke yên li pişt bipêşketinên dawî yên hêzên Rûsyayê yên li çend deveran çi ne?
Yegor Çernyev: Hûn dikarin pirsa xwe ducare bikin?
Rûdaw: Li gorî we sedemên sereke çi ne?
Yegor Çernyev: Faktora sereke?
Rûdaw: Belê.
Yegor Çernyev: Sedema sereke hêza mirovî ye. Mixabin hejmara şêniyên Rûsyayê zêdetir e û li gorî me di warê hêza mirovî de li meydana şer xwedî çavkaniyên mezintir e. Ew guh nadin ziyanên xwe. Ew amade ne rojane bi sedan, bi hezaran kesan bidin kuştin, tenê ji bo ku çend metreyan bi pêş ve werin. Em xema jiyana leşker û personelên xwe dixwin û hewl didin zêdetir sîstemên robotîk ên wekî dron, robotên bejahî û tiştên wiha bi kar bînin lê ev ji bo rawestandina Rûsan têrê nakin.
Hûn dizanin, berî çend rojan ez li ser rewşê diaxivîm, yek ji wan leşkerên ku li eniyên pêşîn ên şer e, rewş bi vî rengî anî ziman: Got, "Em her roj heman dîmenê dibînin, Rûsya bi komên biçûk ên 10 heta 12 kesan êrişî çeperên me dike. Leşkerên me wan dikujin, mînak heştan ji wan dikujin. Ew du kesên ku dimînin hewl didin xwe bigihînin çepereke din. Paşê dibe ku dîl bên girtin an ew jî bên kuştin. Piştî çend demjimêran heman rewş ducare dibe.” Ango ew li ser termên wan leşkerên xwe yên ku nû hatine kuştin dimeşin û hewl didin bi pêş ve bên. Em êriş û hêza mirovî bi kar nayînin, em çend dronan ji bo rawestandina wan bi kar tînin. Ez bawer im ev sedema serekîeye ku çima wan hîna hinek serkeftin li meydanê bi dest xistine.
Rûdaw: Gelo hûn bawer dikin ku kêmbûna alîkariyên leşkerî bûye sedem ku Ukrayna di van mehên dawî de zêdetir axê ji dest bide?
Yegor Çernyev: Ev pirsgirêkeke din e. Dema ku di cebilxane û guleyên topan de kêmasiya me hebû, berî salekê yan du salan, dema ku ew pirsgirêk ji me re çêbû, me hewl da şûna wan tiji bikin. Me stratejiyek an taktîkek ji bo bikaranîna dronên “FPV” li şûna guleyên topan bipêş xist. Niha em ji sedî 90ê dronan li hundirê Ukraynayê bi xwe hildiberînin lê hîn jî pirsgirêkên me di wan guleyên topan de hene ku hevpeymanên me ji me re dabîn dikin.
Hîn jî pirsgirêkên me di parastina asmanî de hene. Hîn jî pirsgirêkên me di wê yekê de hene ka em çawa bersiva bombeyên arastekirî yên Rûsyayê bidin. Lewra, belê, kêmasiya çek û cebilxaneyê di rûbirûbûna Rûsan de pirsgirêk e.
Rûdaw: Baş e, niha Rûsya wan hemû dan û standinên ku Ukrayna û aliyê Ewropayê pêşniyar dikin, red dike. Gelo Ukrayna amade ye ti nermiyê nîşan bide û tewîzan bide?
Yegor Çernyev: Me gelek tewîz dan, di rastiyê de, di wê nexşerêya aştiyê ya 28 xalî de ku ji me re pêşniyar kiribû, em bi hinek xalên wê razî bûn, ez bawer dikim ku em gihiştin rêkeftin û tewîzê lê hinek xal hene ku ji bo me çarenivîsaz in û ji bo Ukraynayê xetên sor in çimkî Rûsya hîn hewl dide û daxwaz dike ku em dev ji axa xwe berdin.
Mebesta min ew e, em pir bi tundî radestkirina axê ji Rûsyayê re red dikin. Ev ji bo me pêşniyareke neguncav e. Tewra li ser vê mijarê jî, Serok Zelenskyy amade bû ku di asteke bilindtir de ligel Serok Trump gotûbêj bike.
Lê mixabin em bêbawerî û neamadebûna aliyê Rûsyayê dibînin û divê em bi Rûsan nexapin ku qaşo amade ne vî şerî bi dawî bînin. Mixabin ne wisa ye, hemû amaje nîşan didin ku ew xwe ji bo dirêjkirina vî şerî amade dikin.
Tewra eger em li budce û planên wan ên ji bo zêdekirina hilberîna leşkerî di sala 2026an de binêrin, ji me re diyar dibe ku ew plan dikin berdewam bin û ev hemû lîstikên bi navê dan û standinên aştiyê tenê ji ber yek sedemê ne çimkî dixwazin demê bikujin û heta dikarin vî şerî dirêj bikin bêyî ku cezayên nû yên Amerîkayê li ser wan bên sepandin.
Lewra jî nîşan didin ku qaşo ew ji dan û standinan re amade ne û deriyên wan vekirî ne lê ev ne rast e. Em dibînin ku ew demê ji bo bipêşveçûnê, zextê li me bikin û li binesaziya me bixin bi kar tînin û hewl didin vê zivistanê Ukraynayê têxin nav taristaneke tevahî û hewl didin li qada şer pêşve biçin. Loma ez ti nîşanê nabînim ku Rûsya bi rastî ji bo dan û standinên aştiyê amade be. Ew tenê hewl didin wisa nîşan bidin ku ji bo vê yekê amade ne lê ne rast e.
Rûdaw: Baş e, pêngava bê çi ye? Divê dan û standinên aştiyê çawa bin da ku her du aliyên Ukrayna û Rûsyayê li ser razî bibin?
Yegor Çernyev: Binêre, wekî ku min berê jî got, em razî bûn û di vê proseya aştiyê de em li ser gelek xalan gihiştin tawîzan.
Rûdaw: Belê, lê hîna ti aştî nîne.
Yegor Çernyev: Belê aştî nîne lê divê aştî bi her bihayî nebe.
Rûdaw: Mebesta te bihaya ax û erdê ye?
Yegor Çernyev: Belê, tam wisa ye. Divê ne aştiyeke wisa be ku Ukrayna li ser axa xwe tewîzê bide. Çima em behsa tewîzdanên ji aliyê Rûsyayê ve nakin? Çima em behsa wê yekê nakin ku divê Rûsya ji beşeke axa Ukraynayê derkeve? Çima divê em dagirker bi axeke nû xelat bikin û li vê yekê mikur werin ku di sedsala 21an de ne serweriya yasayê, yasaya hêzê hukim dike û tu dikarî sînorên welatên din biguherî û her tişt normal be û bi rêya şer bê çareserkirin.
Ango, belê, em di hinek beşên vê pêşniyara aştiyê de gihiştin xalên hevbeş û miamelekirinê lê sê xalên sereke hene ku ji bo me gelek girîng û çarenivîsaz in: Axa me û ew xelkê me yê ku hîn li wir dijîn. Ya duyem, serweriya axa me ye çimkî nabe ti sînordarkirin li ser serweriya Ukraynayê hebe. Ango nabe bi danîna rewşeke taybet ji bo zimanê Rûsî yan Dêra Rûsyayê yan tiştekî din ê wisa destwerdana siyaseta me ya navxweyî bê kirin.
Nabe destwerdan di siyaseta me ya derve de hebe. Divê em bi xwe wê hevpeymaniya ku em dixwazin têkevinê hilbijêrin. Xala sêyem, ku pir girîng e, garantiyeke ewlehiyê ya xurt ji bo Ukraynayê ye çimkî bêyî garantiya ewlehiyê, ez bawer dikim ku ew dê tenê navberek be di vî şerî de, ne dawiya şer çimkî em bi vê yekê tenê demê didin Rûsyayê da ku xwe baştir amade bike û piştî salekê, du salan an sê salên din kampanyeyeke nû ya êrişê bide destpêkirin.
Rûdaw: Eger ev şer berdewam bike, bi nêrîna we, gelo Ukrayna dikare bêyî piştevaniya Amerîkayê şer bike? NATO çawa dikare di vê rewşê de bibe alîkar?
Yegor Çernyev: Niha piştgiriya Amerîkayê wekî agahiyên îstixbaratî ji me re heye, her wiha bi rêya bernameyeke ku welatên Ewropayê çekan ji bo Ukraynayê dikirin. Hevpeymanên me yên Ewropayî sîstemên parastina asmanî û mûşekên parastina asmanî ji bo Ukraynayê dikirin. Ji bo cureyên din ên çekan, em hewl didin li cihekî din ê Ewropayê yan li cîhanê peyda bikin. Lewma bêyî agahiyên îstixbaratî dê kar ji bo lêdana binesaziya hestyar an hilberîna leşkerî ya Rûsyayê li kûrahiya axa wî welatî zehmettir bibe lê em hîn jî dikarin wê yekê bikin, tewra bêyî wan agahiyên îstixbaratî jî.
Bêyî mûşekên sîstema parastina asmanî, dê ji bo torên me yên elektrîkê û binesaziya me ya hestyar pirsgirêkên zêdetir çêbibin çimkî Rûsya dê berdewam bike. Ti guman nîne ku Rûsya dê hewl bide vê zivistanê welatê me tarî bike û elektrîka me bibire. Lê zivistan bi dawî dibe û bihar tê, lewma ez bawer im piştî bidawîbûna zivistanê dê pirsgirêka elektrîkê kêm bibe û em jî hewl didin çareseriyê bibînin, tevî ew qas lêdanên li binesaziya me. Hûn bi xwe jî dibînin ku vê gavê elektrîka me heye, tevî êrişên dijwar û berfireh ên li ser torên elektrîkê û binesaziyên me yên hestyar.
Rûdaw: Derbarê NATOyê, dixwazim zanibim ew pêngavên sereke çi ne ku hêj pêwîst e Ukrayna biavêje da ku bibe endama NATOyê?
Yegor Çernyev: Ew ne di destê Ukraynayê de ye. Ew di destê hevpeymanên me de ye.
Rûdaw: Baş e, nêrîna we çi ye? Pêvajo niha çawa ye?
Yegor Çernyev: Ew mijareke siyasî ye. Têkiliya wê bi pîvanên NATOyê ve nîne çimkî wekî mînak Ukraynayê derdora ji sedî 32 heta 35 ji wan pîvanan li Ukraynayê bi cih anîne. Di rastiyê de em bi çekên NATOyê şer dikin, em li gorî standardên hêza deryayî ya NATOyê şer dikin, em bi wan leşker û karmendan şer dikin ku ji aliyê welatên NATOyê ve perwerde bûne. Em di pratîkê de beşek ji NATOyê ne, lê divê biryar ji aliyê 32 welatan ve were dayîn.
Rûdaw: Belê, her cara ku ew diaxivin, dibêjin belê, divê Ukrayna bibe beşek ji NATOyê. Naxwe pirsgirêk çi ye?
Yegor Çernyev: Pirsgirêk ew e ku kes naxwaze şer li eniya wî be. Ew wisa difikirin ku eger Ukrayna bibe endama NATOyê, dibe ku şer bîne ser...
Rûdaw: Welatên din?
Yegor Çernyev: Ser axa wan. Lê rastî ew e ku sîwana NATOyê parastin û rêgiriya li şer ji bo welatan peyda dike. Hûn dikarin li welatên Baltîkê binerin. Ez bawer im eger welatên Baltîkê ne beşek ji NATOyê bûna, îhtimal hebû ku bibûna nêçîr û armanca yekem a Rûsan. Dê ji bo wan hêsantir bûya ku wan sê welatan dagir bikin. Lê Rûsya naxwaze rûbirûyî NATOyê bibe. Lewma ez bawer im em jî behsa beşdarbûn an endamtiya xwe ya di NATOyê de di dema şer de nakin. Divê ev piştî şer were kirin û ez bawer im ew dê bibe baştirîn garantiya ewlehiyê ji bo Ukraynayê.
Rûdaw: Baş e, berî ku bibe endama NATOyê, divê Ukrayna çî din bi dest bixe?
Yegor Çernyev: Eger behsa hinek standardan dikin, bi baweriya min em li ser rê û rêçikeke rast in, tevî ku me biryara dawî ya siyasî wernegirtiye lê di pratîkê de em ber bi tevlîbûna NATOyê ve pêngavan diavêjin çimkî em jixwe hevbeş in di bernameyên cuda yên NATOyê de li Holendayê û em vê yekê didomînin. Bi baweriya min, di rastiyê de, em ji bo vê endamtiya di paşerojê de amade ne lê divê ji bo vê biryarê vîneke siyasî hebe.
Rûdaw: Baş e. Ji bo rojên pêş, gelo em dê civîneke din a mezin di navbera Amerîka, Ukrayna û Rûsyayê de bibînin? Pêşbîniya we çi ye?
Yegor Çernyev: Niha bila em bisekinin û bibînin, ez ducare dikim, bi baweriya min, Rûsya ji bo dan û standinên rasteqîn ne amade ye, lewra îhtimaleke mezin heye ku ew tenê vê pêvajoya aştiyê wekî şanoyekê nîşan bidin, ez ne li benda ti biryara diyarker û mezin im ku di nava du rojan de aştiyê pêk bîne, mixabin. Lê em ji niha ve ji bo aştiyeke berdewam û demdirêj amade ne.
Rûdaw: Ango di vê rewşa ku em dibînin de, baweriya we ew e ku şer dê heta sala bê berdewam bike?
Yegor Çernyev: Mixabin, wisa xuya dike, belê.
Rûdaw: Baş e, spas ji bo ku tu bi me re bûyî.
Yegor Çernyev: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse