Katrin Langensiepen: Bêdengiya li ser qetlîama li Kurdan a li Helebê cihê şermê ye

Duh li 05:27
Ala Şalî
Ala Şalî
Katrin Langensiepen / Wêne: Rûdaw
Katrin Langensiepen / Wêne: Rûdaw
Nîşan Katrin Langensiepen Almanya Yekîtiya Ewropayê Kurd Heleb Sûriye Îran Colanî
A+ A-

Endama Parlamentotoya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji Partiya Keskan Katrin Langensiepenê rûdanên dawî yên li Sûriye û Îranê ji Rûdawê re nirxandin.

Langensiepenê rexne li Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen girt ku li Şamê alîkariya darayî pêşkêşî Ehmed Şer (Colanî) kiriye û li hemberî êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê bêdeng maye.

Langensiepenê her wiha li ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî hişyarî da ku divê "xeletiyên li Sûriyeyê hatine kirin" li Îranê ducare nebin û dengê jinên Kurd were bihîstin.

Langensiepenê bi tûndî rexne li helwesta Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyenê girt ku di serdana xwe ya Şamê de bi sedan mîlyon euro alîkarî pêşkêşî birêvebiriya Ehmed Şer (Colanî) kiribû. Langensiepenê diyar kir ku di demekê de ku li taxên Kurdan ên Helebê qetlîam pêk tên, bêdengiya Ewropayê û fînansekirina Şamê "cihê şermê ye."

"Colanî terorîstê di nav cilên fermî de ye"

Parlamentera Ewropayê bal kişand ser paşxaneya serokê nû yê Sûriyeyê û hişyarî da ku Ewropa nabe bi "terorîstekî" re peymanan îmze bike.

Langensiepenê anî zimên ku Ehmed Şer tenê ji bo berjewendiyên xwe şer dike û sîstema wî ji ya Beşar Esed ne cudatir e. Wê her wiha bang li Kurd, Elewî, Durzî û Xiristiyanan kir ku li dijî zextên Şamê bi hev re bisekinin.

"Divê li Îranê dengê jinên Kurd were bihîstin"

Katrin Langensiepenê derbarê xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jî peyamên girîng dan.

Wê destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî ji bo paşeroja Îranê ne li dû "lîderên ji derve hatine amadekirin" be, lê divê guh bide jinên Kurd û çalakvanên mafên mirovan ên li navxwe.

"Bêdengiya YEyê nîşaneya lawaziyê ye"

Di hevpeyvîna xwe ya bi Rûdawê re, Langensiepenê sedemên bêdengiya Yekîtiya Ewropayê ya li hemberî qeyranên Rojhilata Navîn jî şirove kirin û destnîşan kir ku dubendiya di navbera dewletên endam de Ewropayê di qada dîplomatîk de lawaz dike.

Endama Parlamentotoya Yekîtiya Ewropayê (YE) ya ji Partiya Keskan Katrin Langensiepen derbarê êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê ya li taxên Kurdan ên Helebê, rewşa Rojava, Kurdistan, Îran û helwesta Almanyayê pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.

Rûdaw: Silav, ez niha bi endama Parlamentotoya Yekîtiya Ewropayê ya Partiya Keskan, xanim Katrin Langensiepen re me. Ez dixwazim çend pirsan li ser Rojava, Kurdistan û Îranê jê bikim. Xanim Katrin, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Bi hezaran Kurd li seranserê cîhanê dilgiran bûn dema dîtin Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (Ursula von der Leyen) li Şamê bi mîlyonan euro dan hikûmeta niha ya Sûriyeyê. Di heman demê de artêşa Sûriyeyê li Helebê li dijî Kurdan qetlîam pêk anîn. Çima civaka navneteweyî li hemberî van kuştinan bêdeng e?

Katrin Langensiepen: Bêdengiya li ser vî serokê ku nehatiye hilbijartin, Colanî yan (Ehmed) Şer wekî ku ew ji xwe re dibêje, cihê şermê ye. Em niha heman şaşiyên ku me berê bi Beşar Esad re kiribûn, ducare dikin. Mirov wisa difikire ku serokekî nû ye û dikare welat nû bike, lê nexêr. Me dît; êrîşên li ser Xiristiyan, Elewî û Durziyan di tîrmehê de, û niha jî Kurd. Dana zêdetirî 600 mîlyon Euroyan ji bo vê hikûmeta niha, bêyî rexne û di dema qetlîaman de, şermezariyek e. Bêdengiya xanim Von der Leyenê jî cihê şermê ye.

Rûdaw: Her tim ev pirs tê kirin; çima dema tundî li dijî Kurdan tê kirin, civaka navneteweyî ewqas bêdeng e? Hûn û partiya we (Partiya Keskan) di vê mijarê de çi dibêjin?

Katrin Langensiepen: Me wekî Partiya Keskan her tim piştgiriya Kurdan û kêmneteweyan dikir. Lê mixabin di asta navneteweyî de dengê kêmneteweyan niha ne di rojevê de ye. Mafên mirovan mixabin ne balkêş in û ji bo vê yekê mirovên ku dengê xwe bilind bikin pêwîst in, wekî ku em îro li vir di vê çalakiyê de dibînin. Ez bangî Kurdan dikim ku bi Durzî, Elewî û Xiristiyanan re, bi hemû kêmneteweyan re, bi siyasetmedaran re bi hev re bisekinin. Ji ber ku doh Durzî armanc bûn, îro Kurd armanc in. Divê zelal bibe ku ev serokê nû nehatiye hilbijartin.

Sîstemeke me ya parlamentoyî nîn e, pêwendiyên me yên pêbawer bi Sûriyeyê re nîn in. Ev serokê ku hefteya bê roja duşemê diçe Berlînê da ku bi rawêjkarî Merz re li ser vegerandina penaberan biaxive, divê em bînin pêş çavên xwe ku pêdivî ye em teroristan vegerînin ji bo wê jî pêwîst e em li gel teroristekî bi qat re gotûbêjan bikin: Al-Colanî terorîst e, şervanê HTSê ye di cilûbergên fermî de. Ev rastî ye, giring nîne ew çi qas xwe baş bike jî.

Ez naxwazim bibihîzîm ku ew ji bo Sûriyeyeke hemegir şer dike. Ew ji bo berjewendiyên xwe şer dike û divê ev ji bo dewletên Ewropî, Macron, rawêjkarê me û Meloni zelal be. Ew ne hevkarê Yekîtiya Ewropayê ye. Heke em pereyan bişînin Şamê, divê zelal be ku ew pere diçe ku derê, pereyê bacê diçe ku. Ez ji xanim Von der Leyen zelaliyeke tam dixwazim. Em ê herin wir, em ê lê binêrin û em ê nehêlin ew ji berpirsiyariya xwe birevin. Xanima Von der Leyen, ev peyameke zelal e û ya ku ez di çarçoveya derfetên xwe de hewl didim bikim ev e.

Rûdaw: Em bên ser xwenîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Wekî hûn agahdar in, çend hefte ne xwenîşandan berdewam in û hikûmet bi tundî bersivê dide. Tê gotin bi dehan kes hatine kuştin. Bi dîtina we divê niha çi were kirin?

Katrin Langensiepen: Ya ku divê bi awayekî pratîkî bê kirin ev e: Em ne tenê şermezar dikin lê zelal e ku ev rejîm dê bikeve, ev girêdayî demê ye. Ez naxwazim niha bibînim ku em ji Amerîkayê kurekî malbata Şah biparêzin û heman şaşiyên Beşar Esad an Colanî ducare bikin. Ez dixwazim jinên li Îranê, jinên Kurd ên li Îranê, çalakvanên mafên mirovî li Îranê bibin xwedî deng. Werin em wan vexwînin. Werin em wan kesên ku berpirsiyarên van tawanên mafên mirovî ne, bikişînin dadgehê.

Dema em gav bi gav behsa piştgiriya Îranê dikin, dîsa pere diçe ku derê? Ez naxwazim dîsa zilamekî spî ji Amerîkayê li ber kamerayan bibînim ku niha ji nişka ve radibe û dibêje ez ê bibim serokê nû yê Îranê. Navê "serokê veguhêz" her tim pirsê çêdike: Gelo ev veguhêz dê çawa be? Colanî di vê mijarê de ne pêbawer e û ya ku niha li Îranê yan li derveyî Îranê tê amadekirin jî ji bo min ne pêbawer e.

Ji ber wê, zelalî pêdivî ye; çi rû dide? Çima înterneta mirovên wir nîn e? Ev şerê ku tê kirin e. Çima pêwendiya min bi malbata min re li Tehranê yan li her derê nîn e? Û em ê çawa navan bixin lîsteya cezayan û hwd. Lê heke kurekî Şah niha xwe amade bike û bifikire ku ew serokê nû ye, divê em bi zelalî bêjin ku mafên kesên din hene.

Rûdaw: Çima Yekîtiya Ewropayê dema ev bûyer diqewimin ewqas bêdeng e? Çima peyameke wê ya aktîf û zelal nîne?

Katrin Langensiepen: Ev lawaziya Yekîtiya Ewropayê ye, ji ber ku em ji gelek dewletên endam pêk tên. Em ne dengekî yekgirtî ne, wezîrê me yê derve yê yekta nîn e. Ev lawaziya sîstema Ewropayê ye. Divê em wê qebûl bikin. Lê ev dikare bibe hêz jî. Em dixwazin çawa bi Îranê re bazirganiyê bikin? Ev tê çi wateyê? Em dixwazin bi Sûriyeyê re çawa bazirganiyê bikin? Aborî tê çi wateyê? Dîsa mijar mezaxtin e.

Ez li vir bangî birêz Merz (Serokweîzrê Almanyayê Friedrich Merz) dikim: Komara Federal a Almanyayê endama herî mezin a Yekîtiya Ewropayê ye. Eger ew bi rastî li dijî terorîzmê bin, ez ji birêz Merz, birêz Alexander Dobrindt (Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê û birêz Jens Spahn (serokê fraksiyona CDU li parlamentoyê) hêvî dikim ku dema behsa pêbaweriyê dikin; bila bi Talîbanan re peymanê nekin, bi Colanî re peymanê nekin û bi Îranê re jî peymanê nekin.

Rûdaw: Xanim Langensiepen, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê.

Katrin Langensiepen: Gelek spas ji bo we jî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst