Yulia Clewin namzeda Şaredariya Bajarê Essenê yê Herêma Nordrhein-Westfalen a li rojavayê Almanyayê ye.
Namzeda Şaredariya Essenê Yulia Clewinê ji Rûdawê re ragihand ku ew dixwaze ewlehiya bajarê xwe baştir bike, çimkî sûc û bi taybetî "destdirêjiya li dijî jinan" li bajarê wê zêde bûye.
Bi rêya nehiştina cihên metirsîdar û tarî, ew dixwaze ku jin û hemû mirov li Essenê zêdetir hest bi aramiyê bikin.
Clewina ku ser bi Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ve ye, her wiha got ku zêdekirina projeyên niştecihbûnê ji bo kesên kêmderamet û xwendekaran yek ji armancên wê yên din e.
Clewinê derbarê bipêşxistina yekbûna (entegrasyon) koçber û kesên biyanî jî got, dabînkirina derfetên kar û bihêzkirina wekheviyê gelekî girîng e, bi taybetî li wan taxên ku hejmareke zêde ya xelkê hejar lê ne.
Li gorî gotina Clewinê, pêwîst e hemû mirov di pêvajoya dengdanê de û koçber jî di hilbijartinên Encûmena Entegrasyonê)de beşdar bibin.
Clewina ku bi xwe jî mamoste ye, amaje bi perwerdeyê da û got, eger ew perwerdehiyeke baş ji bo hemûyan dabîn bikin, wê demê dê hemû sûdê jê werbigirin, çimkî derçûyên wir dê di paşerojê de bibin karmendên pispor ji bo aboriya wan.
Yuliaya 42 salî dibêje ku ew gelekî ji bajarê Essenê hez dike û bi dilekî germ piştgiriyê dide van mijaran, ji ber vê jî dixwaze bibe şaredara wî bajarî. Ew hêvîdar e ku her kes biçe dengê xwe bide.
Yulia Clewinê pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin.
Rûdaw: Silav Xatûn Clewin, spas ku hûn bi me re ne.
Clewin: Gelek spas ji bo vexwendinê.
Rûdaw: Me bi piraniya namzedên şaredariyan re hevpeyvîn kiriye. Em derfetê didin hemû aliyan ku nêrînên xwe bibêjin. Rêzdar Xatûn Clewin, hûn mamoste ne, xelka bajarê Essenê ne û hûn dizanin li kîjan deverên vî bajarî rewş metirsîdar e. Hûn dixwazin çawa bajarê Essenê baştir bikin?
Yulia Clewin: Ez dixwazim ewlehiya bajarê Essenê baştir bikim da ku Essen bibe cihek û maleke baş ji bo hemûyan. Yek ji wan xalan perwerde ye, cudahiyeke me ya berbiçav di navbera bakur û başûrê Essenê de heye. Ew jî ji cihê baxçeyên zarokan dest pê dike heta digihîje rewşa dibistanan.
Ez dixwazim li ser van mijaran kar bikim. Her wiha xebat ji bo karkeran, pêdiviya me bi karên baş û geş heye, bi taybetî li bakurê Essenê. Ez dixwazim bi vê yekê dest pê bikim da ku hemû mirov bi awayekî baş bijîn.
Rûdaw: We amaje bi xaleke girîng da. Hûn dibêjin hûn dixwazin ewlehiya bajarê Essenê baş be. Gelo niha ev bajar ne bi ewle ye?
Yulia Clewin: Essen bajarekî mezin e. Li bajarên mezin jî sûc her tim heye lê tiştê ku ez pê xemgîn dibim ew e ku par rêjeya sûcên ku li ser kolanan tên kirin ji sedî 25 zêde bûye. Yek ji wan sûcan destdirêjiya seksî ya li dijî jinan e li cihên giştî. Jin jî qurbaniyên sereke ne. Ez wekî şaredara Essenê dixwazim wan cihên metirsîdar, wan cihên ku jin hest bi ne aramiyê dikin, ji ber ku ew cih tarî ne yan jî ji ber ku pîs in, ez dixwazim wan cihan li gel hemû jin û mirovan xweştir bikim. Di heman demê de divê em şiyanên saziya çavdêriyê bihêztir bikin, divê pêdiviyên wan bên zêdekirin da ku ewlehî û aramî li bajêr û bi taybetî li ser kolanan ji nû ve were dabînkirin.
Rûdaw: Pirsa yekeyên niştecihbûnê pirseke girîng e, hûn çawa dixwazin rûbirûyî zêdebûna kirêya xaniyan bibin?
Yulia Clewin: Mijarên kirê û niştecihbûnê ji bo gelek kesan bûye wekî şerekî. Ji sala 2022yan ve kirê li Essenê ji sedî 18 bilind bûye, loma tirsek li cem xelkê çêbûye ku êdî ew nikarin kirêya malên xwe bidin. Me di bernameya xwe de gotiye ku em dê ji sedî 40ê projeyên niştecihbûnê yên nû wekî xaniyên sosyal ava bikin. Ev gelekî girîng e da ku xelk bikaribe kirêya xwe bide. Em her wiha dixwazin ji bo xwendekaran jî bi rêya avakirina projeyên niştecihbûnê yên taybet bi xwendekaran xaniyan amade bikin.
Rûdaw: Baş e, dema ku şiyana wan a dayîna kirêyê hebe ev baş e. Hûn çawa dixwazin yekbûna koçberan bi pêş bixin û di heman demê de yekrêziya civakî bihêz bikin?
Yulia Clewin: Bi zêdekirina derfetên kar û pêşxistina wekheviyê. Ji bo min perwerde bingeha vê yekê ye, loma divê em biçin wan taxên ku hejmareke zêde ya xelkê hejar lê ne yan jî pêdiviya wan bi alîkariyê heye.
Rûdaw: Hûn çawa piştrastiyê didin ku dê hemû deverên bajêr bi awayekî wekhev sûdê jê werbigirin?
Yulia Clewin: Di dawiyê de em hemû sûdê ji vê yekê werdigirin. Wekî mînak, eger hemû xwendekar bibin xwedî bawername, wê demê ew dikarin karekî baş bi dest bixin. Ji ber vê jî bajar bi temamî sûdê werdigire eger gelek kes xwedî kar bin. Ev jî şêwazekî pêşxistina aboriyê ye eger karmendên pispor li bajarê me bin û li vir bimînin.
Rûdaw: Rêzdar Clewin, hûn li bajarekî namzed in ku hejmareke zêde ya niştecihên wê koçber in an xwedî paşxaneya koçberiyê ne û her wiha hejmareke zêde ya Kurdan li vir dijîn, peyama we ji bo wan Kurdên ku mafê wan ê dengdanê heye çi ye?
Yulia Clewin: Belê, ez dixwazim ku gelek kes biçin dengê xwe bidin. Hilbijartinên me yên Encûmena Entegrasyonê hene. Ev jî gelekî girîng e. Ez dixwazim ku hemû ew kesên vî bajarî ne, bibin beşek ji vê yekê. Eger bi min be, divê mafê dengdanê yê her kesî li vî bajarî hebe. Ev ne biryara min e lê baweriya min e û ev tiştekî rast e. Her wiha ez mamoste me li bakurê Essenê û ji ber vê jî ez rojane cihêrengî û pêkvejiyanê li gel çand û olên cuda dibînim. Ev jî ji bo bajarê me zêdebûneke erênî ye.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, çima hûn piştrast in ku hûn ê bibin şaredara bajarê Essenê?
Yulia Clewin: Ez bi coş û dilgermî piştgiriyê didim vî bajarî. Ez jineke wisa me ku hez dike ji bo van mijaran kar bike, ramanên min ên baş hene û xwedî handaneke bihêz im. Ez gelekî ji vî bajarî hez dikim û dixwazim bibim şaredara vî bajarî.
Rûdaw: Rêzdar Xatûn Clewin, ez hêviya serkeftinê ji we re dixwazim. Spas.
Yulia Clewin: Gelek spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse