Max Lucks: Divê Almanya bi Rêveberiya Xweser re pêwendiyên fermî deyne

6 demjimêr berê
Zinar Şîno
MAx Lucks / Wêne: Rûdaw
MAx Lucks / Wêne: Rûdaw
Nîşan Max Lucks Kur Almanya Sûriye Rêveberiya Xweser
A+ A-

Siyasetmedarê Alman Max Lucks ragihand ku divê hikûmeta Almanyayê bi awayekî fermî kanalên dîplomatîk bi Rêveberiya Xweser re ava bike û got, “Me carekê ev xelk bi tenê hiştibû, ew ne ramaneke baş bû.”

Lucks rexne li hikûmeta Almanyayê girt ku “tenê li bendê disekine” û daxwaz kir ku sûcên Colanî û hêzên wî bên şermezarkirin.

“Hikûmet tenê li bendê disekine”

Max Lucks helwesta hikûmeta welatê xwe ya li hemberî Sûriyeyê wekî “paşguhxistina berpirsiyariyê” bi nav kir û got:

“Tiştê cihê pêkenînê di rewşa niha de ew e ku Hikûmeta Federal a Almanyayê, li hemberî tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin bi ti awayî helwest nîşan nade, belkî tenê li bendê disekine. Rastiyê bibêjim, ez vê yekê ji aliyê siyasî ve wekî paşguhxistina berpirsiyariyê dibînim. Eger em bixwazin Sûriyeyeke aram, demokratîk û xwedî şiyana paşerojê hebe, ev paşguhxistin e. Divê daxwaz bê kirin ku hemû komên nifûsê li Sûriyeyê ewle bin.”

“Divê kanalên dîplomatîk bên avakirin”

Lucks tekez kir ku divê Almanya piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser û wiha axivî:

“Divê Hikûmeta Federal di dawiyê de piştgiriyê bide rêveberiyên xweser ên komên diyarkirî yên nifûsê. Ev ji bo min tê wê wateyê ku kanalên dîplomatîk bi awayekî fermî bên avakirin, di nav de ji bo Rêveberiya Xweser a Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Me carekê ev xelk bi tenê hiştibû, ew ne ramaneke baş bû. Divê em niha ji vê yekê dersê wergirin.”

Biryara li ser navê Sûriyeyê

Li ser pirsa guhertina navê “Komara Erebî ya Sûriyeyê”, Max Lucks diyar kir ku divê hemû pêkhate bi hev re biryarê bidin û got:

“Divê em piştrast bin ku hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê bi awayekî wekhev beşdar dibin û bi awayekî wekhev biryarê didin ka dê navê vî welatê pir xweşik û pirreng ku ji Erebîbûnê wêdetir e çi be.”

Parlamenterê Partiya Keskan a Almanyayê Max Lucks li ser helwesta Almanyayê ya li hemberî rûdanên dawî yên li Sûriyeyê pirsên nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno bersivandin.

Rûdaw: Max gelekî spas. Em ji hikûmeta Almanyayê dest pê bikin. Diyar e ku hûn mixalefet in lê serederiya Almanyayê di gel desthilatdarên niha yên Şamê divê çawa be? Her çiqas rexne ji aliyê pêkhateyên cuda yên civakên Sûriyeyê li hemberî desthilatdar tên bihîstin, mirov amajeyên erênî dibîne?

Max Lucks: Tiştê cihê pêkenînê di rewşa niha de ew e ku hikûmeta Federal a Almanyayê, li hemberî tiştên ku li Sûriyeyê diqewimin bi ti awayî helwest nîşan nade, belkî tenê li bendê disekine. Rastiyê bibêjim, ez vê yekê ji aliyê siyasî ve wekî paşguhxistina berpirsiyariyê dibînim. Ev bi taybetî paşguhxistina berpirsiyariyê ye, eger em bixwazin Sûriyeyeke aram, demokratîk û xwedî şiyana paşerojê hebe.

Ji ber vê yekê, divê Hikûmeta Federal helwesta xwe diyar bike û ez di wê baweriyê de me ku divê ev ji du aliyan ve be. Ya yekem, divê sûcên li Sûriyeyê ji aliyê Colanî û hêzên wî ve bi awayekî zelal bên diyarkirin, şermezarkirin û wekî mijarekê bên nirxandin. Divê daxwaz bê kirin ku hemû komên nifûsê li Sûriyeyê ewle bin.

Ya duyem, divê Hikûmeta Federal di dawiyê de piştgiriyê bide birêvebiriyên xweser ên komên diyarkirî yên nifûsê. Ev ji bo min tê wê wateyê ku kanalên dîplomatîk bi awayekî fermî bên avakirin, di nav de ji bo Rêveberiya Xweser a Kurdî li bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Me carekê ev xelk bi tenê hiştibû, ew ne ramaneke baş bû. Divê em niha ji vê yekê dersê werbigirin.

Rûdaw: Endamê Kongreya Amerîkayê Marlin Stutzman piştî ku serdana Sûriyeyê kir got ku gelek xelk li Sûriyeyê yên ku welatiyên Ereb in ji desthilatdarên Ereb dixwazin navê komarê bê guhertin, bila Komara Erebî ya Sûriyeyê nemîne bibe Komara Sûriyeyê?

Max Lucks: Divê Ewropa di her rewşê de piştgiriya hemû komên Sûriyeyê bike da ku karibin xwe terxan bikin û li ser pirsên bi vî rengî bifikirin. Û rastî bêjim, Ewropa vê yekê nake, eger em tenê li Colanî û kesên li derdora wî binêrin. Ji ber vê yekê ne pêwîst e em ji Sûriyeyiyan re bibêjin ka navê welatê xwe çawa hilbijêrin.

Lê divê em piştrast bin ku hemû komên etnîkî yên li Sûriyeyê bi awayekî wekhev beşdar dibin û bi awayekî wekhev biryarê didin ka dê navê vî welatê pir xweşik û pirreng ku ji Erebîbûnê wêdetir e çi be.

Rûdaw: Gelekî spas.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst