Amîna Zikrî: Bila hemû alî li Parlamentoya Îraqê fraksiyoneke hevbeş ava bikin

9 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Amîna Zikrî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Amîna Zikrî\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amîna Zikrî PDK Almanya Federasyona Jinên Kurdistanî yên li Diyasporayê
A+ A-

Endama Polîtbûroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Amîna Zikriyê xwest ku hemû partiyên Kurdistanî ji bo Parlamentoya Îraqê û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê fraksiyoneke hevbeş pêk bînin.

Amîna Zikriyê got,"Bila cudahiyên me di Parlamentoya Kurdistanê de bin."

Konferansa Yekemîn a Federasyona Jinên Kurdistanî yên li Diyasporayê li Almanyayê hat lidarxistin.

Amîna Zîkrî jî beşdarî konferansê bû û li kêleka Konferansa Federasyona Jinên Kurdistanî yên li Diyasporayê ji Rûdawê re axivî.

Serkirdeya PDKyê behsa konferansê û rewşa jinên Kurd bi giştî, her wiha rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê kir.

Amîna Zîkriyê got,"Ew reformên civakî yên di serdema Şêxê nemir Şêx Ebdulselam Barzanî li ser pirsa jinan hatin kirin, wekî nehiştina bi zorê zewicandina keçan û nehiştina şîrbayiyê, bû rêbazek di nava Rêbaza Barzan de. Îro jî rêber û serokê me Cenabê Serok Barzanî yek ji wan kesayetiyan e ku bi berdewamî piştgiriya hêza jinan û beşdariya wan a di navenda biryardayînê de dike."

Endama Polîtbûroya Siyasî ya PDKyê behsa civîna PDK û YNKê ya ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir û got: "Her tiştê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, PDK wê biryarê dide. Em xwedî serokekî hekîm in. Biryara me ew biryar dibe ku şandeya dan û standinkar a PDKyê dide û desthilata wê hatiye dayîn. Em hêvîdar in hevalên me yên YNKyê jî wê berpirsyariya dîrokî û berjewendiya bilind a xelkê Kurdistanê li ber çavan bigirin."

Amîna Zikriyê ji hemû partiyan ku di hilbijartina Parlamentoya Îraqê kursî standine fraksiyona Kurdistanî ya hevbeş pêk bînin.

Hevpeyvîna bi Amîna Zikriyê re wisa ye:

Rûdaw: Amîna Xanim, silav em bi vê hevdîtinê kêfxweş in.

Amîna Zîkrî: Gelekî spas.

Rûdaw: Hûn îro di Yekemîn Kongreya Federasyona Jinên Diyasporayê de amade ne. Ev çiqas girîng e û jinên diyasporayê çawa dikarin alîkariya Kurdistanê bikin?

Amîna Zîkrî: Ez kêfxweş im ku îro li Konferansa Yekemîn a Federasyona Jinên Kurdistanî yên li Diyasporayê me. Ew xanimên ku serpereştiya vî karî dikin berê bi serdanekê hatin Herêma Kurdistanê û em bi hev re civiyan û fikir ew bû federasyonek were avakirin û jinên her çar parçeyên Kurdistanê tê de endam bin û ew grûp bi hêz li diyasporayê kar bikin. Mijar gelekî dilxweşker bû ji bo me û me ji wan re got bi hemû awayî em piştevaniya manewî ya federasyonê dikin û tişta ji destê me bê em alîkariyê dikin. Em gelekî dilxweş in ew pêngav îro bûye kiryarî û îro desteya xwe dademezrînin. Bêguman hebûna Federasyona Jinên Diyasporayê dê bandoreke sereke hebe ji bo doza gelê Kurdistanê li navendên Ewropayê. Em dizanin jin tê wateya niştiman, niştiman tê wateya dayîk, dayîk tê wateya jin lewma hemû bi hev ve girêdayî ne. Her tiştê girêdayî welat be girêdayî ye bi ruhê jinê ve lewma jin û ax û ala û Kurdistan ji hev nayên cudakirin. Ev federasyon li Ewropa û Amerîkayê dê bibe lobiyeke bihêz ji bo doza gelê Kurdistanê, dikare jinên ciwan di navendê de perwerde bike û çand û zimanê Kurdî bi wan bide naskirin. Perwerdekirina wan jinan ji bo navendên biryara Ewropayê, her wiha hikûmetên herêmî dê bandoreke zêde hebe, ji ber ku hemû dibin balyozên Kurdistanê di hikûmetên herêmî yên bajaran û navendên biryarê li Ewropayê de. Ew dibin balyozên gihandina doza Kurdistanê lewma pêngava wan gelekî bilind dinirxînim.

Rûdaw: Hûn dixwazin çi peyamekê bidin jinên Kurd ên li diyasporayê?

Amîna Zîkrî: Helbet pirsa jinan girêdayî ye bi nêrîna Şêxên Barzan ve. Ew reformên civakî yên di serdema Şêxê Nemir Şêx Ebdulselam Barzanî li ser pirsgirêkên jinan hatin kirin, wekî nehiştina bi zorê zewicandina keçan û nehiştina şîrbayiyê, ew pirs di wê demê de hat kirin û bû rêbazek di nava Rêbaza Barzan de. Îro jî rêber û serokê me Cenabê Serok Barzanî yek ji wan kesayetiyan e ku bi berdewamî piştgiriya hêza jinan û beşdariya wan a di navenda biryardayînê de dike. Her wiha beşdariya wan di organên PDKyê, parlamento, hikûmet û civakê de bûye handerek ku îro bi taybetî di navendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de jin roleke bibandor heye.

Yek ji bandorên sereke ew e li Parlamentoya Kurdistanê rêjeya jinan ji sedî 30 e û rêje jî ber bi zêdebûnê ve diçe lewma jin xwedî şiyan e lê derfeta nîşandana şiyanên xwe nebûye. Niha ew derfet li Herêma Kurdistanê ji bo jinên Kurdistanê hatiye peydakirin. Di vê ezmûnê de em pê kêfxweş in alîkariya hemû jinên heval û hevparên xwe bikin li hemû parçeyên Kurdistanê; alîkariyeke manewî, hizrî yan her şiyaneke me hebe em alîkariya vê federasyonê dikin ji bo ku bikaribe serkeftî be û bikaribe bibe cihê komkirina hemû jinan bêyî cudahiya di hizra partîtiyê de, ji ber ku bi berdewamî Cenabê Serok (Barzanî) wê rênimayiyê li me dike û diyar dike ku partî amûr û Kurdistan armanc e; lewma divê em niha xebatê ji bo Kurdistanê bikin û ev jî bi jinan dibe û dikarin li navendên Ewropayê dengê xwe zêdetir bigihînin, em hêvîdar in federasyon bibe dengê Kurdistanê.

Rûdaw: Jin li Herêma Kurdistanê di birêvebirina hikûmetê de gihiştiye asta pêwîst?

Amîna Zîkrî: Xebat bi qonax e; di qonaxekê de eger jina Kurd xebata nepenî û piştre çekdarî û paşê şoreşeke hizrî û piştre raperîn kiribe, niha armanca jina Kurd bûye ew ku di navendên biryarê de beşdar be û yasayek di berjewendiya malbat û jinê de nebe sererast bike, wate armanc guheriye; yekem, sererastkirina yasayan; duyem, bikaribe di navendên biryardayînê de be. Bi kêfxweşî hikûmetên Herêma Kurdistanê ew derî vekirine yek li pey yekê.

Di kabîneya borî de gelek şêwaz ji bo rêgiriya li tundiyê hatin girtin; sererastkirina yasayê di kabîneyên pênc, şeş, heft û heştê de jî. Eger em li kabîneya nehem binêrin, destkefta beşdariya jinan gelekî gelekî zêdetir diyar bûye. Di warê çi de? Jin di navenda biryardayînê de zêdetir cihê xwe girt, di hukimraniyê de zêdetir cihê xwe girt, wekî şêwirmend û birêvebirên giştî hejmara wan zêde bû. Di meha pênc de me konferansek girê da ku bi taybetî kar ji bo wê yekê dike jin di saziyên hikûmetê û hukimraniyê de zêdetir cihê xwe veke, projeya me hebû, me serdana Birêz Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan Barzanî û Birêz Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kak Mesrûr Barzanî kir û raspardeyên me yên yasayî ji bo sererastkirina yasayan û ji bo beşdariya zêdetir a jinan di navendên hikûmetê de dan wan, xweşbextane her du birêzan, yek ji wan namzedê Serokê Herêma Kurdistanê Kak Nêçîrvan û namzedê Serokê Hikûmetê ji bo kabîneya 10emîn Kak Mesrûr Barzanî proje ji me wergirtin.

Em gelekî spasiya piştevaniya berdewam a wan dikin ku bi berdewamî piştgiriya hêza jinê ne ji bo navenda biryarê. Ev li aliyekî û li aliyê din em hêzeke manewî û sereke heye ku Cenabê Serok Barzanî ye û bi berdewamî piştevaniya sereke ye ji bo ku jin di navendên biryarê de rola xwe bilîze. Lewma em dema piştevaniya cenabê wan dibînin, zêdetir hêza me ji bo me diyar dibe û zêdetir xwe diwestînin ji bo ku em biçin pêş û daxwazên me yên partî û hikûmî zêdetir bin. Me xebatek li başûr daye destpêkirin û spasiya hevalên me dikim ku bi hev re projeya me heye. Bîr û baweriya me Kurdistanî ye û li ser rênimayiya Cenabê Serok ji bo her çar parçeyên Kurdistanê ye û karên me dê berdewam bikin. Spas ji bo vê federasyonê ku jinên çar parçeyan bi zarave û rengê cuda yê cil û bergan ve kom kirine.

Rûdaw: Kabîneya deh a Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştî salek û mehekê nehatiye pêkanîn.

Biryar e di vê hefteyê de PDK û YNK bicivin, hûn di wê baweriyê de ne PDK nermiyê nîşan bide?

Amîna Zîkrî:  Armanca PDKyê ti carî post nebûye. Li hemû dîroka xebata Kurdistanê û qonaxên şoreşê binêrin, li her cihê ku berjewendiya bilind a Kurdistanê û gelê Kurdistanê hebe, amadebûna PDKyê hebûye, deng û rengê PDKyê tê de bihêz bûye lewma her tiştê ku di berjewendiya gelê Kurdistanê de be, PDK dê wê biryarê dide. Em xwedî serokekî hekîm in. Biryara me ew biryar dibe ku şandeya Dan û Standinkar a PDKyê dide û desthilata wê hatiye dayîn. Em hêvîdar in hevalên me yên YNKyê werin asta wê berpirsyariya dîrokî û berjewendiya bilind a xelkê Kurdistanê li ber çavan bigirin.

PDK û aliyên siyasî yên din jî. Em di qonaxeke nû de ne. Îraq ji bo pêkanîna hikûmeta paşerojê diçe. Eger hêzên Herêma Kurdistanê yekdeng nebin, em nikarin bibin xwedî bandoreke baş û deng û rengê xelkê Herêma Kurdistanê. Em baş dibînin yek fraksiyona Kurdistanî were pêkanîn bi taybetî ji bo Îraqê û hemû bibin xwedî yek bername û yek siyaset. Li Herêma Kurdistanê bîr û baweriya cuda tendurist e û em dikarin Parlamentoya Kurdistanê bikin qada bîr û nêrînên cuda lê Parlamentoya Îraqê bikin cihê yekdengî û yekhêziya xelkê Kurdistanê, em yekdeng nebin destûr nayê cîbicîkirin. Divê hêza Herêma Kurdistanê ji hemû alî û partiyan mezintir be. Em hêvîdar in alî bersiva wan erênî hebe ji bo wan destpêşxeriyên PDKyê piştî hilbijartina Kurdistanê kirine û niha jî piştî hilbijartina Îraqê gereke din daye destpêkirin, ji bo berjewendiya xelkê Kurdistanê bersiva wan erênî hebe. Divê Kurd amadebûneke baş hebe di guhertineke herêmê de.

Rûdaw: Aliyên Îraqî kar ji bo yekalîkirina postên hikûmeta nû dikin. Gelo YNK û PDK û aliyên din li Serokatiya Herêma Kurdistanê ji bo rêkeftin û yekdengiyê civînê nakin?

Amîna Zîkrî: Hewl heye û ez geşbîn im û hêviya min heye. Hemû dizanin PDK li Îraqê partiya yekem e û dengê yekem bi dest xistiye. Spas ji bo xelkê Kurdistanê ku dîsa baweriya xwe da PDKyê; bi wê partiya ku bi berdewamî parêzvana doza neteweyî û niştimanî ye û serkêşiya wê dike. Em spasiya xelkê dikin, bêguman ev jî hêsan nebûye. Eger me hikûmeteke xweragir nebûya û li ser asta daxwaza xelkê Kurdistanê û bihêz nebûya. Tevî hemû şerên siyasî yên ku bi hikûmet û xelkê Kurdistanê re hatin kirin, hikûmet bi hêz ma.

Rûdaw: Hûn difikirin civîn li Serokatiya Herêma Kurdistanê were kirin?

Amîna Zîkrî: Çima na. Ti vebijêrkeke din li şûna guftûgo û rêkeftinê nîne; ew baştirîn rêya çareseriya hemû pirsan e, girêkekê jî nabînim ku venabe.

Rûdaw: Behsa wê tê kirin Serok Barzanî dê salê bê tevlî Newroza Kolnê ya Almanyayê bibe?

Amîna Zîkrî: Em nakevin pêşiya bûyeran, bila bimîne ji bo mijara plana wê demê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst