Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Kar û Barên Avê Torhan Muftî eşkere kir ku rewşa avê ya Îraqê niha li gorî 90 salên borî di asta "herî xirab" de ye.
Berpirsê Îraqî her wiha tekez kir ku Îraqê ji dema damezrandina dewletê ve ti peymaneke avê bi Tirkiyeyê re îmze nekiriye.
Şêwirmend Torhan Muftî di hevpeyvîneke xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re ku Şehyan Tehsîn pê re kir, amaje bi wê yekê da ku îsal di 90 salên dawî de rêjeya herî kêm a baranê hebû û saleke herî germ bû.
Muftî got ku bandora guherîna avhewayê li ser Îraqê di asta herî jor de ye.
Berpirsê Îraqî da zanîn ku hemû hikûmetên piştî sala 2003yan bi mijarên ewlehiyê ve mijûl bûn û dewleta Îraqê li benda hişkesaliyeke bi vî rengî nebû.
Hevpeyvîna Burhan Muftî û Şehyan Tehsînê wisa ye:
Rûdaw: Tê gotin ku Îraq niha di rewşa herî xirab a avê re derbas dibe û ev 80 sal in rewş wiha nebûye. Gelo ev rast e? Asta avê niha li Dîcle û Feratê çawa ye? Rewşa giştî ya avê li Îraqê çawa ye?
Torhan Muftî: Bi rastî, rewşa avê ya Îraqê ne ya 80 salan lê ya 90 salan e. Ev sal di nava 90 salan de sala herî kêmbaran û herî germ e, bi taybetî jî di 35 salên dawî de. Tiştê ku niha diqewime, li gorî têgihiştina min a zanistî, çerxeke diyarkirî heye û dibe ku ev çerx her dem ducare bibe. Pêvajoya guherîna avhewayê li herêmê di asta herî dijwar de ye û ev guherîn li Îraqê û li seranserê herêmê heye. Mînak, min berê jî di hevdîtinên din de gotibû, heger em herêma çemên Dîcle û Feratê ku ji başûrê Tirkiyeyê, rojavayê Îranê, tevahiya Îraqê û rojhilatê Sûriyeyê dest pê dike, wergirin, niha heke em ji jor werin, li başûrê Tirkiyeyê hişkesalî heye, ne li tevahiya Tirkiyeyê. Hinek herêmên diyarkirî yên Tirkiyeyê niha rastî lehiyan tên lê li başûrê Tirkiyeyê ku herêma Dîcle û Feratê ye, rêjeya hişkesaliyê nêzîkî ji sedî 59 e.
Berê ji sedî 56 bû lê li gorî lêkolînên nû, ew dibêjin ku li başûrê Tirkiyeyê ji sedî 59 hişkesalî heye. Li rojavayê Îranê ku beşek ji herêma Dîcleyê ye, hişkesalî nêzîkî ji sedî 62 heta 63 ye. Îraq ducarê vê rêjeyê zererê dibîne, ji ber ku Îraq du caran zererê dibîne: Carekê ji hişkesaliya me ya heyî û careke din jî ji parvekirina zererê. Dema ku Îran û Tirkiye rastî hişkesaliyê yan jî kêmbûna avê tên, ew para xwe digirin û parvekirina zererê herî kêm dikeve ser milê Îraqê. Lewma, herêm bi giştî di nava 90 salan de, îsal kêmtirîn av dît û her wiha sala herî germ bû.
Rûdaw: Biryar bû ku dan û standinên bi Tirkiyeyê re ji nû ve dest pê bikin, gelo wan dan û standin dest pê kir?
Torhan Muftî: Lihevkirineke têgihiştinê bi Tirkiyeyê re hatiye îmzekirin. Xaleke gelekî girîng heye ku ew jî ev e; Îraq ti rêkeftineke wê ya avê bi Tirkiyeyê re nîne. Ev xaleke girîng e. Ji dema damezrandina dewleta Îraqê ve, Îraqê derbarê avê de ti rêkeftinek bi Tirkiyeyê re îmze nekiriye.
Rûdaw: Ev yek çawa çêdibe?
Torhan Muftî: Çênebûye, nehatiye îmzekirin. Rêkeftina tekane rêkeftina cîrantiya baş û dostaniyê ya sala 1946an e û tê de bi awayekî sivik behsa mijara avê hatiye kirin. Wê demê, herêm herêma lehiyan bû, lewma tenê çend rêz li ser hatibûn nivîsandin. Heman rewş bi Îranê re jî heye. Ti rêkeftin bi Îranê re jî nîne, Rêkeftina Cezayîrê ya sala 1975an heye. Di Rêkeftina Cezayîrê de, gelekî kêm tenê behsa pênc çeman tê kirin.
Rûdaw: Gelo ev ji ber sedemên siyasî bû yan hatiye îhmalkirin?
Torhan Muftî: Rastî ev e ku sê xal hene. Yekem, kesên ku rêkeftin îmze kirine, çi di sala 1946an de bi Tirkiyeyê re be, çi jî di 1975an de bi Îranê re be, herêm di wê demê de herêma lehiyan bû û nehatiye bîra dewleta Îraqê ku hişkesaliyeke wiha dê çêbibe.
Rûdaw: Gelo berjewendiya wan di wê de nebû?
Torhan Muftî: Rast e. Ev xala yekem e û ev yek di wê demê de bû sedema coreyek ji îhmalkirinê. Piştre, pirsgirêka kêmbûna avê, bi rastî, ji salên heştêyan ve dest pê kir. Di destpêka salên heştêyan de, Îraq ket nav şerê Îraq-Îranê, paşê dorpêç û hikûmeta Îraqê nêzîkî hilweşînê bû. Piştî sala 2003an, mijarên terorê, El-Qaîde, DAIŞ, xwenîşandan derketin. Ji ber vê yekê, hikûmetên li dû hev li ser vê mijarê bi awayekî, em bibêjin, zêdetir nesekinîn. Hemû hikûmetên piştî sala 2003an bi mijarên ewlehiyê, şerê li dijî terorê, şerê li dijî DAIŞê û rizgarkirinê ve mijûl bûn. Lewma wan nekarî. Hikûmetên beriya sala 2003an jî, yan şer bû, yan dorpêç bû û dewlet nêzîkî hilweşînê bû. Biryar nehatin cîbicîkirin. Lewma ew rêkeftin nehatin kirin.
Rûdaw: Dan û standinan careke din dest pê kir, ji ber ku beriya demekê hinek av ji Tirkiyeyê hat û asta avê li Dihok û Zaxoyê bilind bû. Gelo dê ev berdewam bike û dê ev memoranduma têgihiştinê bibe rêkeftin?
Torhan Muftî: Tiştê ku heye ev e ku em, çi wekî Kurdistan be çi jî wekî Îraq be, em hemû herêmek in, ku ew jî herêma Dîcle û Feratê ye. Di dema vê hikûmetê de, cara yekem rêkeftinek çêbû, memoranduma têgihiştinê ya bi navê Rêkeftina Çarçoveya Avê ya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de. Di çarçoveya vê memorandumê de ku navê wê rêkeftin e lê wekî memorandum e, cara yekem aliyê aborî li hemberî avê tê bikaranîn. Yanî em dihêlin Tirkiye avê bide me û di berdêla wê de, em aliyê aborî ji Tirkiyeyê re peyda dikin. Ev yek dê ne tenê di bin desthilata hikûmeta navendî de be lê Herêma Kurdistan jî dê bibe beşek ji vê mijarê.
Rûdaw: Herêma Kurdistan dê çawa bibe beşek ji vê rêkeftinê? Tirkiyeyê niha li ser çend metresêca avê li hev kiriye ku berde û gelo dê av zêde bibe yan wekî xwe bimîne?
Torhan Muftî: Rêkeftin an memorandum, berî ku ez biçim ser projeyên heyî. Memorandum projeyan li xwe digire, beşek ji van projeyan li Herêma Kurdistanê ne, lewma Herêma Kurdistan beşek ji vê memorandumê ye. Wekî mînak, bendav, komkirina avê, bendavên hilberîna enerjiyê û hinek projeyên sererastkirinê hene ku ji aliyê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ve hatine pêşkêşkirin. Me erêkirina serokwezîrê rêzdar li ser wan wergirtiye û ew di nav vê memorandumê de ne û li benda rêkaran namînin.
Rûdaw: Hûn li benda erêkirina Serokwezîrê Îraqê ne?
Torhan Muftî: Belê.
Rûdaw: Rêkeftin ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê çi li xwe digire? Gelo dê bendav bên avakirin?
Torhan Muftî: Na, ji ber ku memorandum federalî ye û nakeve nav hûrgiliyên din. Yanî, wekî mînak, heger em bixwazin behsa para Herêma Kurdistanê bikin, ew wan mijaran li xwe nagire.
Rûdaw: Mijarên teknîkî ne.
Torhan Muftî: Rast e, wekî ku te got, ew mijareke teknîkî ye. Duyem, bendavên sereke yên li Herêma Kurdistanê, wekî mînak bendavên Dûkan û Derbendîxanê û beşek ji herêma komkirina ava baran û berfê jî, di nav Herêma Kurdistanê de ye. Lewma, mijar ne li gorî rêje û hevsengiyê ye, karê di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta navendî ya Îraqê de ye, ev mijareke din e. Em tên ser miqdara ava ku hatiye berdan. Ev miqdara avê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve di salên borî de ji ya îsal gelekî zêdetir bû. Ez dê ji te re mînakekê rave bikim, ez behsa îsal nakim, em bêjin berî sê mehan. Par û pêrar, berdana avê du yan sê caran ji ya îsal zêdetir bû. Ev pirsgirêk e. Wekî ku me behs kir, li herêmê bi giştî guherîna avhewayê heye, ne tenê li Îraqê. Li Tirkiyeyê du yan zêdetir bendav li ser Dîcleyê hene. Ew hewl didin bendavên xwe tijî bikin û di bingehê de hinek ji bendavên wan ji nîvî kêmtir tijî ne. Lewma, heger ew ava zêdetir berdin, ew dê bi xwe zererê bibînin û bê guman naxwazin ji bo berjewendiya Îraqê zererê bibînin. Li vir dan û standinên siyasî tên holê; ew çawa avê berdidin? Ji ber vê yekê memorandum hat îmzekirin û pêwendî di astên herî bilind de hatin kirin. Di tîrmeh û tebaxê de, para ava ku digihîşt me ji ya ku Tirkiyeyê dixwest berde zêdetir bû û bi dilxweşî em di mehên tîrmeh û tebaxê de bi rihetî derbas bûn.
Rûdaw: Çi qas bû? Em dikarin hejmarekê bizanibin?
Torhan Muftî: Bi navînî, li ser Dîcleyê nêzîkî 300 metresêca di çirkeyê de û li ser Feratê jî nêzîkî 350 heta 400 metresêca di çirkeyê de.
Rûdaw: Gelo ji bo meha Îlonê jî wisa bû?
Torhan Muftî: Meha îlonê ji bo me cuda bû, ji ber ku ew miqdara zêde ya ku ji me re dihat, em bêjin, di tîrmeh û tebaxê de bûn. Mehên îlon û cotmehê cuda bûn, ji ber ku ev rêkeftina mehane di memoranduma têgihiştinê de nebû, ji ber ku li Tirkiyeyê di mehên îlon û çiriya pêşîn de her tim baran dibare. Xala girîng a ku ji Tirkiyeyê ji me re sûdê dide, beşa başûrê Tirkiyeyê, ku piştî Bendava Ilisuyê ye, ew herêma ku baran û berf lê dibare hemû ya Îraqê ye. Ew di nav sînorên Tirkiyeyê de ye lê ya me ye, ji ber ku li wir çandinî, projeyên avdanê û bendavên wan nînin. Çiqas baran û berf bibare, tê ji me re. Îsal heta niha li wir baran nehatiye.
Rûdaw: Ev dan û standinên siyasî gihiştin ku derê? Gelo encamên wan hebûn?
Torhan Muftî: Bê guman na, ev danûstandin di astên herî bilind de tên kirin.
Rûdaw: Yanî di navbera Serokwezîrê Îraqê û Serokkomarê Tirkiyeyê de?
Torhan Muftî: Rast e, di asteke gelekî bilind de bû. Heta memoranduma rêkeftina çarçoveyê, bi gelemperî di hikûmeta Îraqê de, memorandumên têgihiştinê ji aliyê pisporan ve tên îmzekirin, yanî wekî mînak ji aliyê wezîrekî li Îraqê û wezîrekî li welatekî din. Ji bilî memoranduma rêkeftina çarçoveyê ya avê ku Serokwezîr Sûdanî û Serok Erdogan îmze kir.
Rûdaw: Gelo dan û standin niha berdewam dikin?
Torhan Muftî: Belê.
Rûdaw: Gelo hûn dê niha bikevin nav dan û standinên din?
Torhan Muftî: Na, dan û standin xelas bûn û memorandum ket meriyetê. Ji ber vê yekê, par, tevî kêmbûna avê jî, me heta tebaxê ti zehmetî nedît.
Rûdaw: Yanî, ji bo ku ev memorandum bibe rêkeftin, gelo planeke hikûmeta Îraqê ji bo vê heye?
Torhan Muftî: Ev mijareke cuda ye. Bê guman, nêrîna hikûmeta Îraqê ew e ku rêkeftinekê îmze bike. Yanî vê memoranduma têgihiştinê. Lê ji bo ku ez rêkeftinekê îmze bikim, divê pêşî li ser pênaseya çem lihevkirinek hebe. Yanî Îran û Tirkiye xwe wekî welatên jorîn (çavkaniyê) dibînin û çeman wekî çemên navxweyî dihesibînin. Ev xaleke girîng e. Li gorî qanûna navneteweyî, kesê ku çem wekî çemekî navxweyî bibîne û ew welat welatê jorîn be, çi Tirkiye be çi Îran be, di vê rewşê de, mafê Îraqê nîne ku daxwaza parê bike. Pênaseya me ya van çeman, em wan wekî çem û welatan jî wekî welatên peravî dibînin. Lewma, berî îmzekirina ti rêkeftinekê, divê welatên li ser Dîcle û Feratê, ku ew jî Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiye ne, pêşî li ser pênaseya çem li hev bikin.
Rûdaw: Gelo dan û standinan ji bo ji nû ve pênasekirina çem dest pê kirine?
Torhan Muftî: Heta niha tiştekî wisa nîne. Em niha li ser memoranduma têgihiştinê dimeşin. Em dê di rojên pêş de li ser wê biaxivin.
Rûdaw: Derbarê Îranê de, di dema borî de li Herêma Kurdistanê pirsgirêk hebûn, mînak li Qeladizê demên dawî pirsgirêk hebûn ji ber ku av ji aliyê Îranê ve nayê berdan. Gelo danûstandin bi Îranê re hene?
Torhan Muftî: Bi Îranê re, berê 46 çem û robarên biçûk hebûn. Ev çem û robar, hema bêje bi temamî, yan bendav li ser wan hatine avakirin, yan jî rêya wan hatiye guhertin û tenê çendek ji wan mane. Ev çendên ku mane heman çem in ku di Rêkeftina Cezayîrê de hatine destnîşankirin. Ev çemên ku ji me re mane û çavkaniyên wan ji bilindahiyan, mînak ji çiyayên Zagrosê yên Îranê tên, wekî herêma Dîcleyê tên ji me re.
Beşek ji Çemê Zapê yê, beşek ji Çemê Şîrwan an Çemê Diyalayê, em diçin başûr ber bi Çemê Suweybê ku ji Kerxeyê tê Hewîzeyê û diçe başûrê Îraqê û beşek ji Çemê Karûnê ye. Ji ber vê, pênc çemên me hene ku ava wan bi berdewamî diherike û her wiha çemek li Bedreyê heye. Çemekî din li Emareyê heye. Ava van çeman bi berdewamî diherike, lê piraniya çemên biçûk û robaran, ji ber hişkesalî yan kêmbûna avê zuha bûne, yan jî wan bendav avakirine ji bo komkirina avê û êdî av nayê.
Rûdaw: Em dikarin rêjeya berdana avê ya ji aliyê Îranê ve bizanibin?
Torhan Muftî: Bi Îranê re hejmareke diyarkirî nîne, ji ber ku ew ne çemên mezin ên wekî Dîcle û Feratê ne ku stasyonên wan hebin. Bi Îranê re ti stasyonên me nînin. Heger stasyon bên avakirin, dê bandora wan tenê li ser Zapê û wan çeman be. Hejmarên me hene, Wezareta Çavkaniyên Avê hejmarên salane hene, ku çiqas av ji wan çeman tê lê hejmarên rojane nînin.
Rûdaw: Gelo divê em li benda 10 salên xirab ên pêşerojê bin ji bo Îraqê?
Torhan Muftî: Di warê avê de?
Rûdaw: Belê.
Torhan Muftî: Ez li vir wekî pispor diaxivim, ne wekî siyasetmedar. Pêvajoya guherîna avhewayê sê çerxên wê hene. Çerxeke biçûk heye ku her du heta pênc salan carekê tê. Yanî du salan baran dibare û sê yan çar salan nabare.
Rûdaw: Wekî ku jê re dibêjin hişkesalî.
Torhan Muftî: Rast e. Her wiha çerxeke mezin jî heye, mînak, çerx hene ku her sed salan, yan sed û bîst salan carekê diqewimin. Her wiha çerxeke mezintir jî heye û ev demeke dirêj digire. Mînak, min berê jî got, di çarçoveya xwendina me ya şûnwar û dîrokê de, serdemek hebû ji 730an heta nêzîkî 600î berî zayînê, 130 salan dom kir û herêm rastî hişkesaliyê hat.
Rûdaw: Yanî em niha li benda wê ne?
Torhan Muftî: Na, ev pêşbînî ne mimkin e. Pêşbîniya min ev e ku dê îsal, nêzîkî 10 heta 15 ji sedî zêde bibe. Sala bê, înşalah, sala pêş me dê ji aliyê avê ve gelekî baş be. Ne îsal lê sala piştî wê. Îsal dê nêzîkî 15 yan 20 ji sedî zêde bibe lê sala piştî wê, yanî sala 2027an, dê baraneke zêde bibare.
Rûdaw: Pirsa dawî dê li ser hilbijartinan be. Muftî Tirkmenekî ji Kerkûkê ye, hûn niha pêvajoyê çawa dibînin û çawa birêve diçe? Dengê Tirkmenan çawa ye? Dê kî li Kerkûkê bi ser bikeve?
Torhan Muftî: Wekî ku hûn dizanin, mijara Kerkûkê, bi rastî, mijareke hestiyar e. Xala erênî ya ku hemû aliyên li Kerkûkê li ser li hev dikin ev e ku Kerkûk dikare dûrî hebûna aliyekî din were birêvebirin. Ev xaleke girîng e. Hemû alî, ez ji sala 2005an heta 2010an endamê encumena parêzgehê bûm. Wê demê nîqaşeke siyasî ya tund hebû. Pêşbaziya siyasî gelek tundûtûjî li xwe digirt. Niha nîqaş û nakokiya siyasî di çarçoveya siyasetê de dimîne. Ev xal li Kerkûkê gelekî girîng e. Ji nîqaşeke siyasî ya tund ku terorê tundûtûjiya siyasî ya wan deman bi kar dianî û teqîn dikirin, veguherî diyalogeke siyasî ya birêz di nav çarçoveyeke diyarkirî de.
Ev xaleke girîng e. Rast e ku Tirkmen niha ne di hikûmetê de ne. Beşek ji hêzên Kurdî ku PDK nûnertiya wan dike, ne amade ne. Beşek ji Ereban di hikûmeta herêmî ya niha de nînin. Di berdêla wê de, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û beşek ji Ereban hene. Tevî van hemûyan jî, diyalog wekî diyalogeke siyasî ma û neveguherî diyalogeke din. Lewma ev ji bo me li Kerkûkê xaleke gelekî girîng e.
Yanî bi rastî, di warê siyasetê de gihîştineke siyasî çêbû. Derbarê hilbijartinan û wan dengên ku te behskirin, Tirkmen, ji ber rewşa xwe û ji ber tevliheviyên ku ji sala 1920an heta 2003yan hebûn, proseya entegrasyona Tirkmenan bi civaka Îraqê re hewceyî demê ye. Divê PDK û pêkhateyên din jî beşdarî entegrasyonê bibin. Dema ku beşdarî entegrasyonê nebe, dengên Tirkmenan kêm dibin û Tirkmen hêrs dibin, ji ber ku di bingehê de mîrateyeke wan a 80 salî heye. Mîrateya Tirkmenan a berî 80 salan ne wekî ya Kurd û Şîeyan e, ji ber ku Kurdan herî kêm erdnîgariya xwe ya girtî hebû. Dema ku hikûmetên berê zext li wan dikirin, ew derdiketin û dibûn mixalefet, dibûn Pêşmerge, dibûn kom û dest bi şer dikirin. Hêzên Şîe zeviyên xwe yên avî hebûn, wan dikarî xwe di wan zeviyan de veşêrin û heman tişt dikirin. Suniyan dikarî xwe bispêrin kûrahiya herêmên Sunî. Tirkmen û erdnîgariya Tirkmenan bi tevahî di nav Îraqê de bû. Lewma dema ku kesek dibû mixalif, hikûmetên li dû hev lê dixistin û mijar diqediya. Ji ber vê yekê, pêvajoya entegrasyona Tirkmenan di nav civaka Îraqê de ji pêkhateyên din demek dirêjtir dixwaze.
Rûdaw: Çiqas dem digire? Gelo 80 salên din hewce dike?
Torhan Muftî: Na, ne mimkin e. Niha heger em bêjin ku pêvajo veguheriye diyalogeke siyasî ya birêz, ev tê wê wateyê ku me di entegrasyonê de ji nîvî zêdetir rê qut kiriye.
Rûdaw: Yanî hindik maye.
Torhan Muftî: Belê, miqdarek hindik û ev jî bi alîkariya aliyên din. Dibe ku Tirkmen zêdetir di nav civakê de entegre bibin, bi taybetî li Kerkûkê. Lewma, dê dengên Tirkmenan cuda bin û dibe ku pêkhateyên din dema li ser dengan difikirin bêjin, na, zêdetir entegre nebin.
Rûdaw: Li gorî te dê çiqas zêde bibe?
Torhan Muftî: Heger entegrasyon sedî sed be, dê zêde bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse