Ahmet Davutoglu: Xwefesixkirina PKKyê firsendeke dîrokî ye

17-05-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şewket Herkî û Ahmet Davutoglu \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Şewket Herkî û Ahmet Davutoglu \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Ahmet Davutoglu Şerê PKK û Tirkiyeyê Partiya Paşerojê
A+ A-

Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Prof. Dr. Ahmet Davutoglu biryarên PKKyê wekî "derfeteke dîrokî" bi nav kirin.

Davutoglu ku serokwezîrê dawî yê hilbijartî yê Tirkiyeyê ye destnîşan kir ku bi danîna çekan, reformên demokratîk û hevkariya herêmî pêvajo dikare bigihêje serkeftinê.

Serokê Partiya Paşerojê ragihand ku destdirêjkirina Dewlet Bahçelî li gel DEM Partiyê pêvajo lezand, Ocalan hewl daye ku gotara şerê sar derbas bike û rewşa herêmî jî guncav e.

Davutoglu, ku destnîşan kir divê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) beşdarî pêvajoyê bibe, anî zimên ku divê Serokkomar nexşerêyeke neteweyî ragihîne.

Her wiha, wî balê kişand ser girîngiya azadkirina siyasetmedarên wek Selahattîn Demîrtaş û pêngavên demokratîk ên wekî perwerdehiya bi zimanê dayikê.

Davutoglu ku anî zimên ku Partiya Paşerojê ji bo maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan amade ye, bîr anî ku di komxebatên li Wan û Diyarbekirê di yên di salên 2021-2022yan de pêşniyarên çareseriyê pêşkêş kirine.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu pirsên Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Enqereyê Şewket Herkî bersivandin.

Rûdaw: Bûyera herî girîng a rojevê biryara rêxistinê ya danîna çekan û xwesefixkirinê ye. Hûn vê pêvajoyê çawa dinirxînin? Di qonaxa pêş de ya pêvajoyê de, bi taybetî jî di mijara danîna çekan de ji bo ku astengî dernekevin, divê çi were kirin? Ji niha û pê ve rêya pêvajoyê divê çawa berdewam bike?

Ahmet Davutoglu: Niha divê ez vê bêjim. Dema me di meha Çiriya Paşîn de berî ku ez biçim Hewlêrê bernameyeke li vir çêkir, Birêz Bahçelî axaftina xwe ya 22ê Çiriya Pêşîn kiribû. We pirsên weha ji min pirsîbûn. Min wê demê jî gotibû. Ez piştgiriya vê pêvajoyê dikim.

Em di gelek mijaran de bi Birêz Bahçelî re cuda difikirîn. Carinan li ser kursiyan dixwest bi navê Serok Ahmet bi min tinazên xwe  bike. Min jî wê demê bersiva ‘Ser seran ser çavan’ dabû wî. Ez ji wan kesan im ku prensîbên dostî, biratî û aştiyê di navbera hemû gelan de li Rojhilata Navîn diparêzim. Berî 100 salan ev cografyaya me hat perçekirin, bajar hatin perçekirin.

Eşîr hatin perçekirin, malbat hatin perçekirin, Sykes-Picot em parçe parçe kirin. Niha wext e ku em van parçeyan bînin ba hev. Divê em van parçeyan kom bikin, divê em rêzê li sînoran bigirin lê sînoran wekî dîwaran nebînin, divê em bi entegrasyonên aborî, bi têkiliyên çandî yên kûr,

Divê em dehsalên pêşiya xwe amade bikin. Têkiliya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Bakurê İraqê de, mînakeke xweş a vê yekê ye. Niha dema em mêze dikin, rêxistina PKKyê ji 40 salan zêdetir e li vê cografyayê hebûna xwe didomîne û di rewşeke de ye ku agirê teşqeleyê tim pêxistî digire.

Li aliyê din, li Tirkiyeyê bi taybetî di dema 12ê Îlonê de xeletiyên mezin hatin kirin. Redkirina nasnameya Kurdî, sînordarkirina mafên demokratîk, astengiyên li ser zimanê Kurdî, qedexe. Eger em li rastiyê binêrin,

Rêxistinên terorê ji rêvebiriyên otorîter an dîktator sûdê werdigirin. Rêxistinên terorê sîstemên otorîter wekî hincetan bi kar tînin. Yanî tişta ku sîstemeke otorîter herî zêde meşrû dike ev e. Dibêjin, ‘Mêze kin, gef heye, rêxistina terorê heye.’

Rêxistina terorê jî dibêje ‘Binêre, ew zextê dikin, tu jî bi min re bikeve nava tundiyê.’ Ev wekî têkiliya di navbera DAIŞê û rejîma Esed de ye. Baş e, em dê çawa ji vê xelekê, ji vê kûçeya bêderî ve, ji vê çerxa nebaş, ji vê xeleka kêrnehatî derkevin?

Mirovên zana dê ji her alî werin ba hev û dê bêjin li vir em hemû zererê dikin. Werin em formuleke ku em hemû tê de qezenc bikin peyda bikin. Li vir divê bê ti pêşdarazî ev formul were nîqaşkirin.

Dema ku sala 2013an pêvajoya çareseriyê dest pê kir, ez Wezîrê Karên Derve bûm, her kes dizane. Ez li Rojhilat û Başûrrojhilata Anatolyayê gav bi gav geriyam. Min li Amedê konferansek da û min ev pêvajoya çareseriyê parast.

Çimkî min bawer dikir ku ev ji bo Tirkiyeyê jî, ji bo herêma me jî rast bû. Birêz Mesûd Barzanî hat Amedê, Birêz Nêçîrvan Barzanî hat Wanê. Wêneyên gelek xweşik derketin holê lê PKK wan deman bi tercîheke çewt, li şûna ku sûdê ji vê rewşê wergire, çû li îstismarê geriya û çeperên şer, barîkat hatin kolandin.

Neçarî têkoşîneke li dijî terorê dest pê kir. Halbûkî eger ew fersend hatiba nirxandin, tiştê îro diqewime dê gelek berê biqewimiya. Baş e, ferqa îro çî ye? Ez bawer dikim ku em îro di rewşeke sûdwertir de ne.

Çimkî cara yekem e ku aliyên tund li ser heman mijarê li hev dikin. Yanî pêşniyar ji me bû, me her tim piştgiriya pêvajoyên wekî pêvajoya çareseriyê kir.

Birêz Bahçelî û beşa netewperest li Tirkiyeyê her tim dijberî kir. Eger ev pêşniyar û ramanên weha ji me hatibûna, li dijî derdiketin, dîsa dubendî çêdibûn. Pêwendiyên di navbera Birêz Bahçelî û DEM Partiyê de, yên ku bi destdana hev a 1ê Çiriya Pêşîn û silavdanê dest pê kirin, bi ya min bûn unsurên herî girîng ên ku ev pêvajo lezand û ez vê aşkere dibêjim, piştî wê ez gelek caran bi Birêz Bahçelî re rûniştim.

Piştî vegera Hewlêrê, min nameyeke ku têgihîştin û ramanên xwe yên piştî Konferansa Dihokê dianîn ziman, ji Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan re şand. Hîn şoreşa Sûriyeyê dest pê nekiribû.

Piştre jî, dema ku şoreşa Sûriyeyê pêk hat, min name şand. Min di nav wê nameyê de behsa van hemû aliyên mijarê  kir û min got pêwîst e ku em vê nermayê zêde bikin. Min di wê nameyê de hevdîtinên xwe yên bi Birêz Mesûd Barzanî re jî parve kirin.

Birêz Bahçelî telefon kir, spasiya min kir û got, Em hewceyî tecrûbeya we ya dewletê ne.’ Wî got ku ‘Tu li Tirkiyeyê kesê ku van mijaran herî baş zane yî, kesê dewletê yê herî zane yî’ û pesnê min  da. Ji wê demê û vir ve ez tim di pêwendiyê de bûm bi Birêz Bahçelî re. Vê hefteyê jî dîsa ez...

Piştî biryara xwefesixkirinê dîsa bi telefonê em axivîn. Li aliyê din jî min gelek caran bi heyeta DEM Partiyê re civîn çêkirin. Heftiya borî jî min hevdîtineke dirêj bi wan re kir. Hema berî vê kongreya Xwesefixkirinê, yanî roja pêncşemê, hema berî ku biryara ewil were ragihandin.

Min ji wan re jî heman tişt got. Vê carê em fersendê winda nekin. Vê carê em fersendê winda nekin. Madem ku ev aliyên tund li hev kirine, erkê me ew e ku em vê hîn jî ber bi pêşve bibin. Ez aşkere dibêjim.

Piştî 22yê Çiriya Pêşîn, demeke dirêj bêdengmayîna Birêz Erdogan jî ez nerehet kirim û di hema hema her axaftina xwe ya li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de, min bang li Birêz Erdogan kir ku ew xwedîtiyê li pêvajoyê bike.

Min got, ‘bila  mijar nebe kêşmekêşeke di navbera te û Birêz Bahçelî de. Xwedîtiyê lê bike. Dawiyê, ev mijar mijareke ku divê Serkomarê Komara Tirkiyeyê lê xwedî derkeve. Di navbera me de cudahiyên ramanan hene.

Aborî, polîtîka, qanûna exlaqê siyasî û hwd lê di vê mijarê de em piştgirên we ne. Berdewam bikin. Ji ber vê yekê, hemû alî jî, di demên nêzîk de, min ji Tayyip Erdogan re jî name şand, min bi rayedarên ku vê karî di asta dewletê de dimeşandin re jî têkilî danî. Min ji hemûyan re aşkere got. Ev fersendeke dîrokî ye. Baş e, em niha li ku ne? Erê, biryara xwesefixkirinê rast e. Gotineke Churchill heye ku ez pir jê hez dikim. Bi gotina wî bi Îngilîzî, piştre ez ê bi Tirkî bêjim. "This is not the end. This is not the beginning of the end. This is just the end of the beginning" Yanî ji bo pêvajoyekê. Dibêje ku ev ne dawî ye. Dawî nîne. Tişt naqede. Ne destpêka dawiyê ye jî. Dawiya destpêkê ye. Niha tiştekî dest pê kiriye.

Di daxuyaniya biryara xwesefixkirinê de hinek xal hene ku raya giştî ya Tirkiyeyê nerehet dikin. Min ji yên ku ev tişt ji min re gotin re got, ev tişt tên gotin. Em li encamê mêze bikin. Ez li gel van tiştan nînim. Hinek nêrînên di daxuyaniyê de dikarin nêrînên tûj bin, lê ez mêze dikim bê encam çi ye. Gelo rêxistin dê xwe tesfiye bike yan na? Em vê encamê bigirin, ew daxuyanî dê werin jibîrkirin. Her kes ji bo cemaeta xwe hinekî zimanekî bi dozaja bilind bi kar tîne. Divê em sebir bikin.

Lê niha em li destpêkê ne. Piştî vê divê çi were kirin? Îro di axaftina xwe ya li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê de min di nav 9 xalan de yek bi yek tiştên ku divê werin kirin jimartin. Ya yekem; madem ku rêxistin dê were tesfiyekirin, tesfiye çi ye? Tesfiyekirina avahiya rêxistinê ya çekdar çekdanîn e. Ji vir jî em bangê dikin û ez bawer im ku rayedarên Bakurê Îraqê jî dê beşdarî vê banga min bibin. Dema ku dereng bimîne, gelek kes û gelek dorûber ku provokasyonan çêdikin dê derkevin. Yê ku herî zêde ji vê lihevhatinê aciz e Îsraîl e. Çimkî ew dixwaze kaosê li herêmê biafirîne. Gelek aktorên din jî dikarin hebin. Divê rayedarên Îraqê û Bakurê Îraqê jî tê de, rayedarên Tirkiyeyê jî tê de, tev li wê bibin, merasîmek bê çêkirin, civînek bê çêkirin; bi awayekî sembolîk merasîma radestkirina çekan were çêkirin. Piştre jî divê were diyarkirin ka çek dê çawa werin tesfiyekirin. Yanî nabe ku çek li cihekî werin veşartin û 5 meh şûnde bi provokasyonekê derkevin; eger wisa bibe, Tirkiye û herêm careke din nikarin 10 sal, 20 sal li ser vê mijarê biaxivin.

Ya duyem, hêza însanî ya rêxistinê ye. Em dizanin ku beşeke mezin a endamên niha yên rêxistinê ti sûcên wan nînin. Ji bo wan kesên ku tev li sûcan nebûne rehabilîtasyon, ji bo wan kesên ku tev li sûcan bûne formulên hiqûqî û ji bo berpirsiyarên bilind - ku hejmara wan di navbera 30 û 50 de ye - divê di bin çavdêriyê de li welatekî ku Tirkiyeyê nerehet nake cih werin dîtin, divê ev were çêkirin. Ya sêyem, teror ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî sektoreke aboriyê ye di heman demê de. Yanî di salên 90î de li pişt vê rêkxistinê bi piranî bazirganiya madeyên hişber hebû, şûştina pereyan heye, di her avahiyê de heye. Ji ber vê yekê, divê avayê aborî ya vê rêxistinê were belavkirin, divê tora wê were belavkirin.

Heta ku ew kesên ku ji vê avahiya aborî sûdê werdigirin hebûna xwe bidomînin dê bidomînin provokasyonan çêbikin. Çimkî dê bêkar bimînin. Me ev di gelek tiştên din de, di dema borî de dît. Ya çarem, hHkûmeta Tirkiyeyê divê proseyeke  demokratîk a berfireh ragihîne. Yanî dema ku unsûrên însanî yên rêxistinê bi rengekî tev li jiyanê dibin, heger Selahattîn Demîrtaş, Ekrem Îmamoglu, Umît Ozdag û rojnameger hene ku tenê ramanên xwe anîne zimên, hepskirina wan ne tişteekî mentiqî ye.

Ji ber vê yekê, divê hemû van xebatan bi reformên demokrasiyê re diyarkirina wan û çareserkirina wan hebe.

Di vê mijarê de divê Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê têkeve dewrê. Divê Birêz Serokkomar hemû rêberên siyasî yên ku grûpên wan li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê hene yan jî di raya giştî de bibandor in, bang bike û bêje êdî divê em vê mijarê nîqaş bikin. Çimkî gava ku hikûmet vê dike, sînoreke wê heye, aliyekî ye lê li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê her kes li wir e. Divê berê xwe bide wir. Ya heftem, divê pêvajo bi awayekî zelal bimeşe. Divê Birêz Serokkomar axaftineke bi rengê xîtabê bi neteweyî bike û bi van hemû aktoran  re pêvajoyê şîrove bike, rêya xwe deyne pêşberî me.

Ya heştem, rêxistinên civaka sivîl. Helbet komele û weqfên şehîd û gaziyan gelek hestyar in. Divê zimanekî wisa were pêşxistin ku wan jî tev li pêvajoyê bike, bêyî ku ew nerehet bibin, divê civaka sivîl tev li pêvajoyê bibe.

Niha ez têm ser tişta herî krîtîk, ya herî girîng. Ya nehem; Mutleq divê aliyê herêmî yê vê baş were xebitandin. Yanî Kurdên Sûriyeyê bi rengekî divê tev li vê hevkêşeyê bibin. Ji ber ku têkiliyên di navbera Bakurê Îraqê û Tirkiyeyê de gelek xurt in, ez li wir tu problemê nabînim. Hikûmeta Îraqê jî dixwaze ku ev were çareserkirin. Li wir jî pirsgirêk tune ye.

Di daxuyaniyên aliyê Talebanî, aliyê Silêmaniyê û PDKyê de jî piştgirî tê nîşandan. Di vê mijarê de Birêz Barzanî û PDKyê ti problemên wan çênebûne. Bi Tirkiyeyê re tevgeriyan. Niha mijara ku divê were çareserkirin Sûriye ye.

Divê li Sûriyeyê rêxistin were belavkirin lê divê mekanîzmayeke sêalî di navbera Tirkiye, rêvebiriya Şamê û nûnerên demokratîk ên Kurdên Sûriyeyê de were avakirin. Mekanîzmayeke sêalî. Bi vê mekanîzmaya sêalî re divê were garantîkirin ku Kurdên Sûriyeyê wek welatiyên wekhev tev li rêvebiriya Şamê bibin. Nabe ku himaye û piştgiriya ti hêzên biyanî werin qebûl kirin.

Di vê pêvajoyê de, tiştê ku min kêfxweş dike, tişte ku hêviyê dide min ew e ku bêyî bandora ji derve, Tirkiye birînên xwe tedawî dike, rêxistin bi serê xwe biryarekê digire û faktorên herêmî, Bakurê Îraqê, Birêvebiriya Herêma Kurdistanê, Îraq, birêvebiriya Sûriyeyê; hemû bi rengekî bûne beşdarên vê pêvajoyê. Niha li Sûriyeyê, bi pêşengiya Tirkiyeyê, divê birêvebiriyeke wisa were avakirin ku Tirkiye Kurdên Sûriyeyê ne wekî gefekê, berevajiyê wê wekî fersendekê, wekî dirêjahiya xwezayî ya Tirkiyeyê bibîne. Kurdên Sûriyeyê ne di asteke wisa de ne ku gefa li Tirkiyeyê bikin. Di vê mijarê de van rojên dawî piştî vê daxuyaniyê, tiştekî wiha hate ber min. Digotin, ‘PKK xwe fesh dike lê li Îraqê fesh dike. Li Sûriyeyê dê  berdewam bike.’

Min got, ‘Ji ber ku hûn cografyayê nas nakin, hûn wisa diaxivin. Sînorê Sûriyeyê ne wekî Îraqê ye. Di navbera Qendîlê û sînorê Tirkiyeyê de rêz bi rêz çiya hene, gelek newal hene, gelek asteng û şikêr hene. Lê li Sûriyeyê ... herêma Cizîrê deşteke rast e. Yanî operasyoneke Tirkiyeyê çiqas dom dike heta Qendîlê? Lê li Sûriyeyê, heger gefek hebe, dikare yekser wê biçewisîne û asteng bike’ û tiştekî din heye ku min ji bîr kiriye. Tiştekî din jî divê em bikin. Divê em entegrasyona Deşta Mezopotamyayê ya aborî pêk bînin. Yanî di navbera Tirkiye, Îraq û Sûriyeyê de û di nav de gelên Kurd, yanî Kurdên li Tirkiyeyê, Îraqê û Sûriyeyê û hemû pêkhateyên li Mezopotamyayê, Ereb, Tirkmen, Kurd, Sunnî, Êzidî hemû divê projeyeke hevpar were bipêşxistin. Projeya Mezopotamyayê. Ev têgeheke ku min di kûrayiya stratejîk’ de aniye zimên. Li Deşta Mezopotamyayê bi perçekirinê aştî çênabe. Deşta Mezopotamyayê divê bibe deşta aştiyê û ev sînor divê ne wekî sînorên tûj xuya bikin. Loma ez aşkere dibêjim, di serê min de wêne zelal e.

Eger rêya rast were şopandin, eger xeletî neyên kirin, eger kes nekeve nav provokasyonan, eger ev kar nebe qurbana hesabên siyasî yên biçûk, ez hêvî dikim. Hêvî dikim ku Birêz Serokkomar serî pêşî, helwesta Devlet Bahçelî di vê mijarê de xurttir e, hemû aktorên siyasî li Tirkiyeyê, DEM Partî Selahattîn Demîrtaş, Îmralî, Ocalan hemû lê bi taybetî jî yên ku dê bi xwe çekdanînê pêk bînin, nakevin nava karekî xelet û vê fersenda dîrokî winda nakin.

Rûdaw: Ji bo destpêka pêvajoyê, silava Birêz Devlet Bahçelî bi parlamenterên DEM Partiyê re wekî destpêk tê qebûlkirin. Ez bi rastî meraq dikim. Gelo bi rastî pêvajo bi vê destdanê dest pê kir? An jî beriya wê amadekariyeke pêşwext hebû? Pêvajo di kîjan şertan û li ku derê dest pê kir?

Ahmet Davutoglu:Dewlet her tim, çi burokkrasiya MÎTê be, çi ya ewlehiyê be, li ser senaryoyên wiha, li ser xebatên wiha difikire. Amadeyî dikir. Ez ji ezmûna xwe dizanim. Dema hewceyî bi ewlehiyê hebû em li ser ewlehiyê, dema hewceyî bi diyalogê hebû, em li ser diyalogê her tim amade bûn. Yanî dewlet di vê mijarê de xwedî tecrûbeyeke mezin e. Ez bawer dikim ku li Tirkiyeyê, Saziya Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) bi tecrûbe û keyfiyeta xwe, bi hebûna Birêz Îbrahîm Kalin di nav sîstemê de (Ji jiyana akademîk a berê jî dizanin ku têkiliyên me yên nêzîk bi hev re çêbûn) ez wê sûdmend dibînim. Bi vî awayî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan jî hevalekî me ye ku ev pêvajo meşandine. Ez herduyan ji salên 90î vir de nas dikim. Ji ber vê yekê, ez bawer dikim ku aliyê dezgehên dewletê amade ye lê burokrasî çiqas amade be jî, ya destpêker îradeya siyasî ye. Ya ku dê vê bibe jî îradeya siyasî ye. Birêz Bahçelî, tevî ku ne di hikûmetê de ye jî, ev îradeya siyasî xist tevgerê. Pêşiya derketina vê îradeya siyasî vekir.

Ew roj ne tesaduf bû. Yanî roja 1ê Çiriya Pêşîn, êvara wê hevdîtinê, dîsa di resepsiyonê de bi DEM Partiyê re hevdîtin çêbû. Ez jî li resepsiyonê bûm. Têkiliya me bi he rdu aliyan re çêbû. Piştî ku min silav li wan kir, dema ez bi Bahçelî re axivîm, vegeriya û got, ‘Birêz Serokwezîr, tecrûbeya we ya dewletê îro ji her demê zêdetir hewce ye’ li pêşiya çapemeniyê ev yek got. Ev diyaloga yekane bû ku piştî gelek salan di navbera min û Birêz Bahçelî de derketibû holê. Yanî wî gelek caran ez rexne dikirim, min jî gelek caran ew rexne dikir. Ji ber ku ev siyaset e. Min hin helwestên wî qebûl nekirin.

Dema ku wî ev tişt li pêş çapemeniyê got, bala hemû kesan kişand. Ez vê ji bo vê dibêjim. Bi îhtîmaleke mezin, Birêz Bahçelî, beriya ku bigihe wan rojan, xwediyê planekê bû di mejiyê xwe de. Ew jî di dawiyê de siyasetmedarekî bi dehsalan e. Bahçelî helwesteke rêveker amade kiribû. Di vê wateyê de destpêkirina pêvajoyê ji aliyê Birêz Bahçelî ve û gotinên ku bikar anî, daxuyaniyên pir wêrek û bandora şoreşeke derûnî kir. Yanî psîkolojî guherand.

Helbet ji derdora wî jî, ji derdorên zêdetir netewperest, ez bi eşkereyî dibêjim; ez ‘netewparêz’ nabêjim binêrin; her kes ji qewmê xwe hez dike lê yên ku dê vê xebatê xera bikin netewperestên Tirk û netewperestên Kurd in. Ez netewperestan û netewparêzan ji hev cuda dikim. Ji ber ku netewperest nasnameyên din qebûl nakin. Netewparêzî welatparêzî ye, her kes ji hemşehriyê xwe hez dike, ji eşîra xwe hez dike, ji qewmê xwe hez dike. Di vê de xeletî tune ye.

Dema ku tu dibêjî, ‘Qewmê min çêtir e, ez çêtir im, divê her kes li pey min be, divê kes ji min pêve neaxive’, ev netewperestî ye. Ez her duyan ji hev cihê dikim. Birêz Bahçelî netewparêziyeke welatparêzane nîşan da. Netewperestên Tirk li dijî derketin.

Ji hêla DEM Partiyê ve jî, wan jî xeteke demokrat û welatparêz qebûl kirin lê hin aliyên Kurd jî ew bi xayintiyê tohmetbar kir. Niha ji ber vê sedemê, divê mirovên maqûl, ew ên ku li nifşên paşerojê difikirin, yên ku ji bo ciwanên ku me winda kirine diêşin, ciwan çi Tirk be, çi Kurd be, kî dibe bila bibe, mirovên ku dilê wan diêşe, bi hewldana hevpar a van kesan ev kar tê bi serxistin. Bahçelî ev dest pê kir.

Rûdaw: Bi ya we çima Ocalan biryareke wiha girt?

Ahmet Davutoglu:Niha, di demên pêvajoya çareseriyê ya berê de, helbet axaftinên ku Ocalan kiribûn jî digihîştin min. Wekî wezîr û serokwezîr min lêkolîn dikir bê ew çi dibêje, mejiyê wî çawa dixebite. Yanî ez ti carî, ne tenê derbarê Ocalan de kî dibe bila bibe, dema mirovek derdikeve pêşiya min, dema ez bi kesekî re nas dibim yan hevdîtineke fermî dikim, ez berê li ser profîlê wî yê şexsî lêkolînê dikim. Ji meraqa min a wek akademîsyenekî ya lêkolînê, ez hewl didim tevahiya networka wî, meji çawa dixebite fêm bikim. Ev, dizanim, di têkiliyan de bi Merkel serokwezîra Alman re jî, yan dema em bi Putin re hevdîtin dikin, an bi serokên Amerîkî re jî, her tim wiha bûye.

Em mecbûr in vê bikin. Niha dema em li wan qeydên berê, ji hevdîtinên ku fermiyên dewletê kirine, di pêvajoya 2013yan de, di mejiyê min de, tevî ku min qet nas nekiriye, min ew nedîtiye jî, şiyana şiroveya zîhnî çêdibe. Bêguman, demeke dirêj a girtîgehê, retorika serdema şerê sar lê hewldana derbaskirina vê retorîkê. Şerê sar bi dawî bû. Ev sazî, berhemên şerê sar in.

12ê Îlonê jî berhema şerê sar e. Ev sazî jî berhemên şerê sar in. Niha bi Ocalan de hewldaneke derketina ji vê zihniyeta berhema şerê sar heye. Wê çaxê jî hebû. Xwendina wî ya li ser cîhanê û hwd, tecrûbe û di dawiyê de dema ez li tiştên ku wî kirine dinêrim û amajeye ku ew dike ser tecrûbeya ku bi Ozal re hatiye kirin, xebatên ku wê çaxê ji bo danîna çekan hatibûn kirin, ew behsa 93yan dike.

Piştî rehmetî Ozal, xebatên ku rehmetî Erbakan re kirine. Paşê pêvajoyên çareseriyê. Bi dîtina min, li pişt têkçûna gelek pêvajoyan, baweriya min ew e ku hinekan ev pêvajo têk bir. Niha êdî em hemû, bêguman, li gorî wan, tevî ku jiyên me hinekî cuda ne jî, dema hûn binêrin, Dewlet Bahçelî û teqrîben dibe ku temenê  Ocalan bi hev ve nêzîk be. Teqrîben nêzî hev in. Hemû kesên me di rastiyê de di heman rêyê de ne. Em dê mîrasekê li pey xwe bihêlin. Pirsa girîng ew e, em dê çi mîrasê li pey xwe bihêlin. Ez bawer im di tevahî siyasetmedar de, di siyasetmedarên ku gihîştine asteke diyarkirî de, di kesên çalakiyan de ev nêrîn heye. Ez dê çi li pey xwe bihêlim? Ji vê hêlê ve jî, ez bawer dikim ku ev şansek e, şansa dawî ya her kesî ye. Yanî Birêz Bahçelî, Xwedê temenê wî dirêj bike Înşela ti pirsgirêka tenduristiyê jê re çênebe lê em hemû êdî ketine wî qonaxê. Divê em li ser tiştên ku em dê li pey xwe bihêlin bifikirin. Wê çaxê, divê yên ku wê li dû me bimînin, em bi ders wergirtinê ji tecrûbeya berê, gav bavêjin. Ez hêvî dikim ev ders werin girtin.

Rûdaw: Di dema serokwezîriya we de jî hewildaneke bi vî rengî çêbû lê encama ku îro tê xwestin, herî kêm nehat bidestxistin. Heke hûn miqayeseyekê bikin, wê rojê çi şert dijwar dikir? Îro, di asta herêmî de, çi pêşketin şertan guncaw dike?

Ahmet Davutoglu:Niha dema şandeya DEM Partiyê hat, Rehmetî Sirri Sureya Onder... Dema ez bi şandeya DEM Partiyê re axivîm, Birêz Sirrî Sûreya got, ku ev gotinên wî ez jî dilşa kirim, got ku ‘Birêz Serokwezîr, em ji bo ku peyamên ku me ji Îmraliyê wergirtine, rabigihînin  hatin vê derê. Lê li vir  em  hatine da ku em li we guhdarî bikin. Piştî tecrûbeya ku me di dema borî de jiyaye, hûn çi şîretê didin me?’

Min jî dîtinên xwe gotin. Min got, ‘binêrin, divê em li ser şaşitiyên ku di sala 2013yan de hatine kirin, nefikirin. Şaşitiya ku hat kirin çi bû? Berî her tiştî, biryara ku hatibû girtin divê zû bi zû pêk bihata.’ Niha ji ber vê ez dibêjim, qasek beriya niha jî min got, ‘divê bêçekkirin pêk were.’ Piştî Newroza 2013yan, di meha hezîranê de vekişîna grûpan ji Tirkiyeyê û paşê jî bêçekkirin hebû. Dema ku ew tiştên ku divabû pêk neyê, nekarîbû derbasî qonaxa duyem bibe. Niha divê em dereng nemînin. Şîreta min a ji bo her kesî ew e ku di nav 15 rojan de divê ev merasîma bêçekkirinê an jî em jê re bêjin toren... divê raya giştî bibîne. Divê civaka Tirk jî bibîne. Şehîdên me çêbûn lê di encamê de, belê, şehîd gihîştin armanca xwe. Ji ber ku Tirkiye nehat perçekirin. Tirkiye nayê parçekirin. Tirkiye winda nabe. Tirkiye nabe ev, nabe ew. Ferqa vî karî ev e.

Ya duyem, divê kêmasiya ewlehiyê çênebe. Yanî, hevsengiya azadî û ewlehiyê, tişteke ku ez her tim di felsefa siyasetê de diparêzim. Heke hûn hewildana meksîmîzekirina ewlehiyê bikin û azadiyê ji holê rakin, hûn dê ber bi dîktatoriyê ve herin.

Eger hûn ewlehiyê rakin û azadiyeke bê ewlehî ava bikin jî, ev dê we bibe sedema kaosê. Piştî demekê, ji Rojhilat û Başûrê Rojhilat, nemaze ji welatiyên me yên Kurd, ewqas gilî û gazin hatin me ku her wekî ku dewlet ji Başûrê Rojhilat vekişiyaye, qad ji bo çeper û barîkatan re hîştiye.

Divê tiştekî wiha qet pêk neyê ku îro rewşeke wiha jî tune ye. Yanî îro li qadê tiştekî bi vî rengî ne mimkun e, ji ber ku li qadê hebûna terorê ya wiha tune ye. Ya sêyem konjoktura herêmî ye.

Di sala 2020an de pirtûkeke min a bi navê "Erdheja Sîstemîk û Bênîzamiya Cîhanê" hat weşandin. Di axaftina me ya dawî de jî min behs kiribû. Min tê de ev tişt got. Niha, eger rojekê wextê min çêbe, ez dixwazim li ser sala 2013yan binivîsim. Tenê li ser 2013yan. Çima? Ji ber ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê çêbû. Rasterast piştî wê, di meha gulanê de bûyerên Geziyê qewimîn. Yanî tam di dema ku unsûrên çekdar ê ji Tirkiyeyê derkevin, bûyerên Geziyê çêbûn. Dibe ku di destpêkê de bi sedemên maqûl dest pê kiribe. Min jî avakirina qişlayekê li Taksîmê rast nedît. Min avakirina otelekê li şûna qişlayê rast nedît.

Bi demê re ev hat provokekirin. Piştî wê, dema bûyerên 17-25ê Kanûna Pêşîn qewimîn, di dawiya 2013yan de, rêxistina terorê ketibû vê xeyalê,’Gelo ev hikûmet dê here?’

Konjoktura herêmî guherî. Ji Adara 2013yan û pê ve lê bi taybetî ji nîsan û gulanê ve DAIŞ derket holê. DAIŞ rewşa Sûriye û Îraqê jehrî kir. Têkiliyên me yên bi Kurdên Sûriyê re ku me ava kiribûn (Wê demê me Salih Mûslim anî vir û em pê re axivîn, ji ber vê çend caran êriş li min hatin kirin). Niha her kes bi herkesî re diaxive jî, çiq as êriş li min hatine kirin. Min got, ‘Ez bê navbeynkar bi Kurdên Sûriyê re diaxivim’ ez Wezîrê Karên Derve bûm. Min qet bi paş de gav neavêtin.

Ez ji xwe bawer im. Piştî wê, bawer im Birêz Şevket, li Misirê darbe çêbû ku faktoreke girîng bû. Xisûsiyeta Bihara Erebî yê azadîxwaz û demokratîk hat xirabkirin. Di navbera teror û birêvebiriyên dîktatorî de têkilî hatin çêkirin. Paşê, di meha tebaxê de li Sûriyeyê çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Dema hûn li van hemû tiştan dinêrin, tundûtîjiyek li herêmê hebû, birêvebiriyên dîktatorî, avayên otorîter û terorê derketin holê. Van geşedanan di navbera Tirkiye û rêxistina terorê de pêvajoyeke ku bi temamî  xirab durust kir.  Niha ji van ti yek jî tune ye. Niha konjonktureke herêmî ya gelekî guncaw heye. Çima konjonktureke herêmî ya wiha guncaw heye?

Ji ber ku li birêvebiriya Sûriyeyê li gel Tirkiyeyê hevfikir e dê guh bide gotinên Tirkiyeyê. Mînak, li Dêrezorê, li başûrê Hisîça, li başûrê herêma Cizîrê, parêzgarekî Sûriyeyî yê ku mezûnê Zanîngeha Mêrdînê ye û bi Tirkî diaxive heye. Niha em ji çi ditirsin?

Mijara Sûriyeyê, wekî faktorekê ku tansiyonê li Tirkiyeyê zêde dike, tê rojevê. Ez, berevajî vê, bawer dikim ku eger konjoktura Sûriyeyê baş were nirxandin, eger şaşitî neyê kirin, ev avantajek e. Di navbera pêwendiyên Tirkiye û birêvebiriya herêmî ya Kurdistana Başûr de têkiliyek ewqas nêzîk e ku her kes vê çareseriyê dixwaze. Gelo tesaduf e ku Serokwezîrê Îraqê Sûdanî rasterast beriya vê biryarê hat Tirkiyê? Ji ber vê sedemê, rewşa heremê û helwesta aktorên herêmî guncaw in. Dema mirov li faktorên global dinêre, DYA ( Amerîka )  bi birêvebiriya Trump dixwaze ji Sûriyeyê vekişe.

Yanî PYD yan hin aliyên radîkal li wir nikarin hêviyan derînin û bêjin, ‘Em xwe dispêrin Amerîkayê, em dê bi Îsraîlê re hevkariyê bikin da ku li hemberî Tirkiyeyê hêzêk di destê me de hebe.’

Amerîkî dê ji wir vekişe, wan berê piraniya baregehên xwe vala kirin. Niha li Sûriyeyê êdî rejîmeke nêzî Rûsyayê tune ye û Rûsya hewldanên hewayî li bakurê Sûriyê ji bo parastina baregehên xwe nake. Ji ber vê sedemê, ev qad gelekî vekiriye ji bo Tirkiyeyê.

Ez bi baldarî, bi hişmendiyeke bi zanebûn, niha dibînim ku şansê çareseriyê gelekî bilind e.

Rûdaw: Di hevpeyvîna ku me di destpêka pêvajoyê de li gel we kiribû, we bal kişandibû ser nebûna hevahengiya di navbera Birêz Erdogan û Dewlet Bahçelî de yan jî di navbera Hevpeymaniya Cumhûr de. Îro em dikarin behsa vê nebûna hevahengiyê bikin? Gelo pêvajo bûye siyaseteke dewletê?

Ahmet Davutoglu: Di wê demê de ez vekirî nîgeran bûm. Ez hinek taybetmendiyên kesayetî yên Bahçelî û Birêz Erdogan, nêzîkatiyên wan nas dikim. Wê demê min wiha gotibû:

‘Min dît ku Bahçelî gelek daxuyaniyên wêrek û pêşketî dide. Birêz Erdogan bêdeng e. Li cem herkesî gumanek çêbû. Min jî ji kursiya meclisê gelek caran ev pirs kir.’

Ev karekî rast e lê min got, ‘hûn bi ti awayî di nav daxuyaniyeke hevpar de nînin. Psîkolojiya hevpar. Ez dibêjim sê îhtîmal hene.

Yan we karê xwe parve kiriye, yek ji we polîsê baş e, yê din polîsê xirab e, yan jî yek ji we daxuyaniyên erênîtir dide, yê din jî hişyartir tevdigere. Eger di navbera we de lihevkirinek wiha hebe, ne xirab e, hûn dikarin demekê wiha bidomînin. Ya duyem, eger di navbera we de cudahiya fikran hebe, rûnin bi hev re biaxivin û li pêşiya gel Serokkomarê daxuyaniyekê bide û bêje ku ev siyaseta dewletê ye. Ev ê gel rehet bike. Ya sêyem, dibe ku hûn bi hev re pêşbirk û milmilaneyê dikin.

Hûn qada tevgera hevdû teng dikin. Vê nekin. Nekin. Hûn dê hem zererê bidin dewletê, hem Tirkan, hem jî Kurdan.’

Niha li vê xala ku em gihiştinê, bi hevdîtina Birêz Erdogan a li gel şandeya DEM Partiyê ya Nîsanê re, paşê bi civînên di nav AK Partiyê de, li gorî agahiyên ku ji derve digihîjin me, ji ber ku ferman çûye ku li vê mijarê xwedî derkevin, ez niha dibînim ku saziyên dewletê jî li ser vê xwedî derdikevin. Ev ne tenê şîrove ne, ez wan wekî agahî jî dibêjim. Ji ber vê yekê, ez di wê baweriyê de me ku ew bûye siyaseta dewletê ya tenduristtir. Dîsa jî, divê Birêz Serokkomar derkeve û bi awayekî zelal bêje ku ev siyaseta dewletê ye, nexşerêya me jî ev e û vê li gel raya giştî parve bike û bi rêya civîneke taybet li gel rêberên siyasî mijarên taybet parve bike û ji wan piştgiriyê bixwaze.

Rûdaw: Min gelek caran bal kişand ser vê lê ez dê dîsa bal bikişînim ser heman hevpeyvînê. Di destpêka hevpeyvînê de we dest pê kir û got, ‘ez silavên xwe ji birayên xwe yên li Herêma Kurdistanê re dişînim.’ Di wê demê de Birêz Bahçelî di civîna komê de bi tundî li dijî gotinên we derketibû, hûn daxuyaniya wî bi bîr tînin. Îro Birêz Bahçelî Ocalan wekî rêberê damezrîner ê rêxistinê bi nav dike û spasiya wî dike. Ez bi rastî dixwazim şîroveya we li ser vê bibihîzim.

Ahmet Davutoglu: Ez li vê yekê nanêrim, ez dê vekirî bêjim; ez dikarim vegerim û bêjim - û mafê min heye - Birêz Bahçelî, we salan bi salan êrişî min kir. Her carê ku min got Pirsgirêka Kurdan, dema ku Kurdan ji min re digot, ‘Serok Ahmet’ we êrişî ser min kir. We min rexne kir.

Niha hûn dibînin hûn li ku derê ne, ez wisa nabêjim. Ez venagerim ser Birêz Erdogan û nabêjim, di dema hilbijartinên 2023yan de dema ku maseya şeşalî hebû, digotin ku lingê heftem ê vê maseyê PKK ye, ew bi terorîstan re hevkariyê dikin. Wan êrişî ser me kir. Xelkê li kuçeyan em protesto kir. Ez nabêjim min çima ev tişt kir û niha tu hatiyî vê derê. Eger ez ji ber wê helwesta rast dijwarî jiyabim jî, ez vê wekî encama wê helwest û rabûna rast dibînim.

Ez venagerim ser yên ku hember min in û nabêjim ‘binêre te çi bi min kir, niha te dît? Te dît tu gihiştî rastiyê’ ew tişt derbas bûn. Tê wê wateyê ku wan şaşiyên xwe fêm kirine ku niha helwesta xwe guherandine. Ez bi vî awayî li mijarê dinêrim. Ji ber vê yekê divê mirov tiştên berê li paş xwe bihêle. Mewlana gotineke xweş dibêje: ‘Duh di duhê de ma canê min, îro divê em tiştên nû bêjin.’ Îro divê hemû siyasetmedar tiştên nû bêjin.

Rûdaw: Li gorî ku em dibînin, heta niha pêvajo zêdetir ji aliyê îstixbarat û bûrokrasiya ewlehiyê ve tê birêvebirin. Gelek caran bal tê kişandin ser girîngiya tevlîbûna aktorên siyasî û meclisê di pêvajoyê de. Hûn çawa dinirxînin? Gelo partiyên siyasî û meclis dikarin beşdarî vê pêvajoyê bibin?

Ahmet Davutoglu: Bi temamî. Niha di hişê gel de gelek  pirs hene. Ji bo ku em van  pirs û gumanan  ji holê rakin û gel qanih bikin, divê mutleq meclis beşdar bibe. Çima? Mesela, îro heta endamên AK Partiyê jî bi guman in. Em ber bi ku derê ve diçin, çi dibe, beşê netewperest, bingeha wan û AK Partiye, dema ku Birêz Erdogan tiştekî dibêje, dikarin qanih bibin. MHPyê dema ku Birêz Bahçelî tiştekî dibêje, dikarin qanih bibin.

Birêz Bahçelî yan Erdogan nikarin endamekî Partiya Gel a Komarê qanih bikin. Ji aliyê me ve - ji ber ku em piştgiriyê didin - hewcedariya qanih kirinê tune ye. Em bi alîgirên  xwe re şîrove dikin û em dê berdewam bikin. Gelo hêsan e ku mirov bi alîgirên Partiya Zaferê re şîrove bike? Gelo hêsan e ku mirov ji alîgirên ÎYÎ Partiyê re şîrove bike?

Niha eger rêberên siyasî qanih bibin, ew dikarin vegerin cem alîgirên xwe û bêjin, ‘hogirno, em li dijî desthilatê ne, lê di vê mijarê de berjewendiya hevpar a Tirkiyeyê heye, berjewendiya me hemûyan di vê de heye.’

Niha eger ez di Tirkiyeyê de siyasetê dikim, ez difikirim ku çar sal şûn de, yan sê sal şûnde hilbijartinên serokomariyê û desthilatê dê çêbibin. Eger min hisabek hebe ku  ez dê werim ser desthilatê, ez dixwazim bi çareserkirina vê pirsgirêkê werim. Çima ez bi rûbirûbûna pirsgirêkê re werim? Ji ber vê yekê îro di axaftina xwe ya li meclisê de min ev got.

‘Ji ber ku ew me jî rexne dikin. Aligirên me jî me rexne dikin. Dibêjin, ‘em mixalefetê dikin. Çima em piştgiriyê didin mamoste? Dibêjin çima? Ma em wan rexne nakin. Binêre wan çi anîn serê me? Ji me re  gotin terorîst. Ji me re hemû tişt gotin, We li hemberî wan sebir kir. Niha jî wextê wê ye. Hûn jî êrişî wan bikin. Bêjê, binêre we ev got, niha hûn li ku derê ne êrişî wan bike.’ Ez ji wan re jî dibêjim; ‘Hikûmet cuda ye, dewlet cuda ye. Ez li dijî hikûmetê mixalefetê dikim lê ez li dijî dewletê mixalefetê nakim. Ew tiştê ku em jê re dibêjin dewlet, ne ya Tirkan e, ne ya Kurdan e, ne ya Suniyan e, ne ya Elewiyan e, ne ya vê ne ya wê, ne ya AK Partiyê ye, ne ya MHPyê ye û ne ya Partiya Paşerojê ye. Dewlet malê hevpar ê 85 milyon kesan e.’

Dema ku ez berjewendiyên wê, berjewendiyên milet, û mayîna dewletê li vir dibînim, ez vê şîroveyê dikim. Ez vê dibêjim ji bo ku vê zelal bikim, eger Birêz Serokkomar rêberan kom bike, di civîneke taybet de nexşerêyê parve bike û ew jî herin di meclisê de li gel parlementeran parve bikin, hemû guherînên yasayî yên ku pêwîst e di meclisê de derbas bibin, dê bi hêsanî derbas bibin. Ji ber vê yekê, divê ev der were parvekirin.

Rûdaw: Pirseke min li ser vê yekê hebû; hem Ocalan, hem jî aliyên din behsa hêvî û daxwazên xwe yên li ser guherînên yasayî yên nû, destûra nû û yasaya têkoşîna li dijî terorê dikin. Birêz Efkan Ala jî bal kişand ser vê. Wî got ku di meclisê de pêvajoyeke nû ya reformê dê dest pê bike. Gelo hûn wekî Partiya Paşerojê dê beşdarî vê xebata yasayê bibin û piştgiriyê bidin wê?

Ahmet Davutoglu: Helbet lê mijara herî girîng, ez tim dibêjim, ‘atmosfer’ dema ku çekdanîn pêk were û atmosfer guncav bibe, her mijar hêsantir tê axaftin. Di bin siya çekan de ne fikir lê gef li hev dikevin. Dema ku çek neman, fikir tên axaftin. Wê demê em li guherînên yasayî yên ku di berjewendiya hemû gelê Tirkiyeyê de ne, dinihêrin. Eger ev guherînên yasayî ne di berjewendiya kesekî, partiyekê yan berjewendiyên kesane û saziyê de bin lê di berjewendiya hemû milet de bin, helbet em dê piştgiriyê bidin lê eger ev pêvajo tenê ji bo dirêjkirina desthilata AK Partiyê û Hevpeymaniya Cumhûr be, hingê em dê lê binêrin.

Eger bi rastî di berjewendiya milet de be, em dê piştgiriyê bidin lê eger di berjewendiya milet de nebe, em dê bi ti awayî destûrê nedin vê pêvajoyê ku ji ber hesabên kesan û partiyan were qurbankirin.

Rûdaw: Ji aliyê din ve, daxwazên Kurdan jî hene. Bi taybetî mijara zimanê dayikê, pênaseya welatîbûnê di destûrê de, hinek daxwaz û hêviyên din hene. Ji bo ku daxwazên Kurdan bên cih, di vê pêvajoyê de divê çi were kirin?

Ahmet Davutoglu: Ev hemen ew mijar in ku divê di meclisê de bên axaftin. Meclis çi ye? Kevneşopiya parlamentoyê platformek e ku daxwazên civakê lê digihîjin hev û çareser dibin. Tên rojevê û tên axaftin. Eger hûn nerîna me bipirsin, em di bernameya partiya xwe de mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê wek mafê mirovan dibînin. Em dibêjin divê Kurdî were fêrkirin û di perwerdehiyê de were bikaranîn. Ji ber vê, ji aliyê me ve û ji aliyê min ve, mijarên ku min berê anîn zimên, em tu pirsgirêkan nabînin. Mijarên din, mijarên destûrî, dikarin bi peydakirina konsensusê, bi lihevhatinê bên çareserkirin. Eger hişmendane bê fikirîn, hemû dikarin bên derbaskirin.

Rûdaw: Li gel pêvajoyê, rewşa girtîgehan jî tê rojevê. Bi taybetî rewşa Birêz Selahattîn Demêrtaş pir tê nîqaşkirin. Gelo ev pêvajo dê rê li ber azadkirina Birêz Demîrtaş û girtiyên din veke?

Ahmet Davutoglu: Bi Birêz Demîrtaş re jî - wek di navbera min û Birêz Bahçelî de - me berê têkoşînên dijwar kirin. Bi nerîna min, wî jî di wê demê de daxuyaniyên ku pêvajo jehrî dikir û bandoreke neyînî durust dikir lê ev hemû li paş me man. Dema ku hinek alî êrişî hevjîna Birêz Demîrtaş kirin, hin kesên bê ehlaq êrişî wê kirin, min telefon kir. Ev 2-3 sal berê bû, min li gel hevjîna xwe got, ‘Min bi Birêz Selahattîn Demîrtaş re gelek têkoşînên siyasî kirine  lê rûmeta we, ji bo min wek rûmeta hevjîna min pîroz e. Eger hewcedariya we bi tiştekî hebe, ez dikarim werim û li ber mala we bisekinim.’ Niha dema dîtina hevdû li xaleke hevpar li Tirkiyeyê ye.

Hûn dikarin têkoşîneke siyasî li gel Birêz Demirtaş bikin lê divê siyasetmedar ne di girtîgehê de lê di meydanê de be. Ji ber vê, ne tenê Demîrtaş, her wiha Umît Ozdag jî ku gelek heqaretên giran li min kirine. Ozdag çi got? Me li vê holê konferansa çapemeniyê li gel Umit Ozdag kir. Min tim jê re got,’wisa nekin.’

Di vê demê de ez bi awayekî vekirî îfade dikim, her kesê ku Tirkan li dijî Kurdan, Kurdan li dijî Tirkan, Tirkan li dijî Ereban, Ereban li dijî Tirkan han bide û provoke bike, xizmeta projeya Îsraîlê dike. Xizmeta projeya hêzên biyanî dike. Xizmeta projeya emperyalîstan dike.

Niha ez heman tiştî ji bo Umit Ozdag jî dibêjim. Divê ew jî derkeve. Divê her kes bêje, ‘erê Tirkiye bêhna xwe vedide.’ Bêhna xwe vedide. Divê yên ku rexne dikin jî yekser neyên desteserkirin. Divê rojnameger jî derkevin. Tirkiye ji van tiştan ti tiştekî winda nake, berevajî xurt dibe.

Rûdaw: Mijareke ku ji bo Ocalan tê nîqaşkirin jî mafê hêviyê ye. Hûn piştgiriya vê dikin?

Ahmet Davutoglu: Bahçelî ji di destpêka daxuyaniya xwe de behsa vê mijarê kir. Ez ti dudiliyê di tu tiştên ku pergala hiqûqî û sîstema dawerî ya Tirkiyeyê de hebin de nabînim. Ev jî mijarek e di nava pergala hiqûqî de. Di Konseya Ewropayê, mafên mirovan û gelek tiştan de ev maf heye. Divê ev jî bi îqnakirina civakê were kirin. Yanî divê dema pêvajo didomin, ji bo provokasyona hinekan nebe amraz. Yanî piştî çekdanînê ev mijar dikarin gelekî rehet werin nîqaşkirin. Bi tenê bes e ku Tirkiye êdî ji terorê pak bibe, kes neyarê kesekî din nîne, dikare hevrikê siyasî be, her kes vê yekê qebûl dike û vê vedibêje, hemû ev mijar tên nîqaşkirin, ez nabînim ku dê astengî çêbibin.

Rûdaw: We di destpêkê de behsa vê kir lê piştî mijara çekdanînê li ser kadroyên rêveber ên rêxistinê di medyaya Tirkiyeyê de gelek senaryo tên nivîsandin. Şandina wan ji bo welatekî din, mayîna wan li Îraqê, hatina wan a Tirkiyeyê... bi dîtina we dê kîjan baş be?

Ahmet Davutoglu: Ez ne di wê baweriyê de me ku di vê qonaxê de dê hatina wan ji bo Tirkiyyeê rast be. Ji ber ku di dawiyê de, di dewleteke hiqûqî de, kesên ku berê bûne sedemên bûyerên mezin – me vê jî di berê de tecrûbe kir, bila em ya ku li Deriyê Xabûrê qewimî bi bîr bînin. Yanî li hûndir carinan divê mijara Kurd nebe mijara Tirk. Yanî divê dema em mijara Kurd çareser dikin, bi afirandina bertekekê li cem Tirkan, vê pêvajoyê nedin sekinandin. Ez nizanim ku ew jî dê daxwazeke bi vî rengî bikin. Ez dizanim ku lihevkirina ku pêk hatiye bi wan re jî di vî warî de ye. Bi dîtina min a rast jî ev e.

Ew dikarin li welatekî ku ti pirsgirêka wî bi Tirkiyeyê re nîne û guman nayê kirin ku hebûna wan dê li dijî Tirkiyeyê were bikaranîn – ez naxwazim navê welatan bêjim ku dê pirsgirêk çêbin û yên ku dikarin bibin jî nabêjim – li welatên ku dê pirsgirêk çênebin, bi razîbûna Tirkiyeyê û bi derfetên ku ew welat pêşkêş dikin, hem di nava azadiyê û hem jî di nava kontrolê de, bikarin jiyana xwe bidomînin. Ev li hinek deverên Îraqê dikare be, bi hevpeymanbûna li gel Îraqê, belkî welatekî wekî Qeterê jî dikare be ku piştgirê Tirkiyeyê ye. Min di bernameya televîzyonê ya borî de jî got. Eger Ewropa be, dikare welatekî wekî Norwêcê be ku di van mijaran de tecrûbeyên wê yên berê hene û hema bêje ti pirsgirêka wê bi Tirkiyeyê re nîne û berjewendiyên Tirkiyeyê pê re nakeve nava nakokiyan. Di her rewşê de, divê şertên wisa hebin ku di gel rehabîlîtekirinê mijar Tirkiyeyê aciz neke.

Rûdaw: Li gorî hinek raporên îstixbaratê, tê gotin ku nêzîkî 5-6 hezar çekdarên bimîlîtan hene. Ji bo normalîzasyoneke cidîtir û zûtir, gelo mimkin e ku ji bo van çekdaran efûyeke giştî were rojevê?

Ahmet Davutoglu:Ji ber ku demeke ji bo nav rexistina terorî ya  PKKyê çi beşdarbûnên girseyî nebûne ,ez bawer im ku beşa mezin a wan endaman niha dikarin di rewşekê de bin ku belkî sûc li dijî Tirkiyeyê nekirine. Hejmara di destê min de nîne lê bi texmînî. Divê ev bêyî ti pirsgirêk werin rehabîlîtekirin. Ji bo endamên din ku biryarên dadgehan li ser wan hene, hukim li ser wan hene jî, belkî piştî vê çekdanînê hinek rêkûpêk werin sazkirin lê divê ev jî wijdana giştî aciz neke.

Rûdaw: Di pêvajoyê de hûn rol û hevkariya Îraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Ahmet Davutoglu: Bi ya min ev mijar herî hestiyar û herî girîng e. Ji salên 80-90î û vir ve, bi taybetî jî piştî Şerê Kendavê, tim girêdanek di navbera siyaseta Tirkiyeyê ya li Bakurê Îraqê û hebûna PKKyê ya li wê derê de hebû. Heke hûn bifikirin; Hêza Çekûç, bûyerên Helebceyê, koçberiya bi girseyî ya Kurdan ber bi Tirkiyeyê ve... Di wê demê de hewldanên PKKyê yên ku xwe tevlî van kesan bike.

Ez her dem dibêjim ku Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Bakurê Îraqê, hem dirêjahiya xwezayî ya Tirkiyeyê ye, hem jî di navbera her du aliyan de pêwendiyeke wiha xurt çêbûye ku dema ez li Hewlêrê diçim bazarê, ez xwe wekî li bajarê Konyayê li mala xwe hîs dikim. Ev der aîdî me ye. Dema ku dibêjim aîdî me ye, ez ne ji aliyê berfirhkirina axa dewletê  ve dibêjim lê ji aliyê çandî ve ev cih parçeyeke me ye. Kurdekî Îraqî, Kurdekî li Hewlêrê... Wek mînak dema ku ez bi Nêçîrvan Barzanî re li Bazara Wanê geriyam,wî jî heman tişt hîs kir.

Lewma divê em ji vê rewşa baş sûd wergirin. Ev pêvajo dê li vir jî were tacdarîkirin. Mijareke herî hestiyar li wir, bi eşkereyî bêjim, herêma Şingalê ye.

Divê em li Şingal û Mexmûrê tedbîran bistînin da ku pêşî li avakirina her korîdorekê yan jî pêkanîna dubare ya korîdoreke lojîstîkî bê girtin. Ev jî bê guman dê di hevkariya bi Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Bakurê Îraqê re pêk were.

Rûdaw: Di pêvajoya komkirina çekan de gelo hevahengiya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de bes e? An jî pêwîstî bi çavekî sêyem heye? Bi taybetî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve dipirsim.

Ahmet Davutoglu: Ez bawer nakim ku ev dê rast be. Ew dê baweriyê lawaz bike. Ji ber ku ax axa Îraqê ye, belkî hikûmeta navendî ya Îraqê jî dikare beşdarî vê mijarê bibe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya Îraqê û Tirkiye. Ez bawer dikim ku ev mekanîzmaya sêalî dê bes be. Dema ku dezgehên wekî Neteweyên Yekbûyî têkevin nava kar, ew dê gelek aktorên global jî bînin nav mijarê.

Herî kêm, nirxandinên di Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de dest pê dikin. Ev dê Tirkiyeyê aciz bike. Yanî eger ez niha li ser kar bûma, min dê ev mijar wekî nakokiyek ku divê di navbera Tirk û Kurdan de, di navbera du gelan de ku bi hev re jiyane, wekî nakokiya di navbera birayan de bê çareserkirin nirxandiba. Eger em ji aliyê modern ve lê binêrin, ev herêm, herêma me hemûyan e, sînorên me diyar in. Sînorên Îraqê, sînorên Tirkiyeyê, sînorên Herêma Kurdistanê di hundirê Îraqê de diyar in. Lewma em ne hewceyî kesên biyanî ne. Em xwe baş nas dikin.

Di axaftina îro de min pirsî em kî ne. Em ew miletê ku bi şerê Milazgirê Anatoliya kirine warê hevpar, bi Selaheddînê Eyûbî re li hemberî Xaçparêzan berxwe dane û ez timî dibêjim ku min dê xwest ez Kurdek di artêşa Alparslan de û Tirkek di artêşa Selaheddîn de bûma. Em du miletên ku 400-500 sal tecrûbeyeke dewleta hevpar jiyane, bi hev re Şerê Serxwebûnê û Şerê Çanakalê kir û di hemû vê pêvajoyê de ti carî şerê etnîkî di navbera wan de çênebûye. Me bi hev re ev dewlet ava kiriye... Carinan dema ku ez vê dibêjim, dibêjin ku serhildanên Kurdan di Împeratoriya Osmanî de hebûn. Serhildanên Tirkmenan jî hebûn, ez Tirkmen im, Serhildanên Celalî ne serhildanên  Kurdan bûn, piraniya wan ji eşîrên Tirkmenan bûn. Nakokiya bi dewletê re tiştekî din e lê Tirk û Kurd, bi nasnameya Tirk û Kurd bi hev re şer nekirine. Ez bajarê Konya bêjim, Yunak jî ya me ye, Kulu jî, Cihanbeyli jî.

Mirovên ku 300-400 sal berê ji rojhilat koçî wir kirine, Kurd bi Tirkan re dijîn. Li vir, ji vî cihê ku em niha weşanê dikin 30 kîlometre herin, li Haymana, her kes difikire ku li Tirkiyeyê Kurd tenê li Rojhilat, li Başûrê Rojhilat hene. Li Haymana, qezayeke herî nêzîkî Enqereyê, Kurd bi Kurdî diaxivin. Piraniya şêniyan Kurd in. Ez timî dibêjim ku bajarê herî mezin ê Kurdên li cîhanê - em vê bêjin, Rêzdar Bahçeli pir hêrs bûbû - Stenbol e.

Dema ku ez vê dibêjim, li Stenbolê Tirk jî hene, her tişt heye lê tiştê ku ji Îraq an Sûriyeyê cuda ye ev e ku Kurd li Tirkiyeyê li her derê hene. Li her cihî û ev tiştekî xweş e. Ji aliyê miletbûnê ve, wekî welatiyekî hişyar, wekî nasnameya welatiyên, ev hesteke gelek xurt e. Lewma em divê di vê çarçoveyê de gav biavêjin. Em ne hewceyî çavekî sêyemîn in. Em ne hewceyî çavekî din in. Du çavên me hemûyan hene. Ev her du çav bes in.

Rûdaw: Di demeke nêzîk de hûn dê serdana herêmê bikin. Li gorî agahiyên me hûn dê herin Silêmaniyê jî. Demeke dirêj e ji ber ku Tirkiyê asîmana xwe li ser Balafirgeha Silêmaniyê  girtiye. Hûn di vê pêvajoyê de çawa lê dinêrin, ma ne divê êdî ev ambargo li ser Balafirgeha Silêmaniyê bê rakirin?

Ahmet Davutoglu: Divê bê vekirin. Binêrin, di navbera salên 2012-2013yan de ez her dem diçûm û dihatim Hewlêrê. Wekî Wezîrê Karên Derve, min got, ‘çima em naçin Silêmaniyê? Yanî ma birayên me yên Kurd ên li Hewlêrê birayên me ne lê yên li Silêmaniyê ne?’

Bê guman, em cudahiyên nêrînên di navbera PDK û YNKyê de dizanin û ji berê heta niha pêwendiyên Tirkiyeyê bi PDKyê re gelek zêdetir bûn, gelek baweriyeke zêdetir hebû lê divê em nêzîkahiyekê nîşanî tevahiya Herêma Kurdistanê bidin. Bîranîneke ku ez ti carî ji bîr nakim. Belkî min di bername berê de jî behs kiriye. Min got ez dê herim Silêmaniyê. Bê guman wê demê em di têkiliyê de bûn bi Rêzdar Nêçîrvan, Rêzdar Mesûd û hemûyan re. Rehmetî Rêzdar Telebanî di nav nivîna xwe ya nexweşiyê de bû, ez çûm wê derê. Cara yekem bû ku Wezîrekî Karên Derve yê Tirk diçû Silêmaniyê. Tiştekî balkêş bû.

Wekî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê me Hewlêr kiribû deriyê cîrantiyê. Dema ku civîn dest pê kir, min ji Sefin Dizayî re got, ‘ez dê her dem wî bi bîr bînim.’ Min jê re got, ‘Rêzdar Sefin, ji min re hevokekê, paragrafekê, tiştekî binivîse. Ji bo ku ez silav û hêviya başbûnê ji Rêzdar Talebanî re bêjim nivîseke bi Kurdî binivîse.’

Wî nivîsand, li cem min hinekî me temrîn kir. Min xwend, wî kontrol kir, careke din min xwend. Paşê ez derketim, min dest bi axaftina bi Kurdî kir. Her kes li bendê bû û hizir kir ku ez dê bi Îngilîzî yan Tirkî biaxivim.

Dema ku fêhm kirin ez bi Kurdî diaxivim, wan dengbêrên xwe avêtin, deqîqeyan li çepikan xistin. Wê qet ji bîr nekim. Eger hûn birayekî xwe hez dikin, divê hûn zimanê wî jî hez bikin. Divê hûn çanda wî jî hez bikin. Divê hûn her tiştê wî hez bikin. Nabe hûn tehdîtê bibînin. Niha...

Sala çûyî ez beşdarî forumeke li Dihokê bûm. Ev beriya çend mehan bû. Yanî di meha çiriya paşîn de ez çûm Dihokê. Pir xweş bû û ez pîroz dikim. Bi rastî xweş, organîzasyoneke pir profesyonel bû.

Beriya 2-3 mehan Qubad Talabanî telefon kir. Ez wî jî ji 2004, 2005an ve nas dikim. Min demeke dirêj bû ew nedîtibû. Wî ez vexwendim Foruma Silêmaniyê.

Min got temam. Em bi aliyên li Tirkiyeyê re jî şêwirîn. Min got ez dê bêm. Niha ev pêvajo rast hat hemû bûyerên niha jî.

Di vê hefteyê de dibe ku hin kes çûna min ya Silêmaniyê cuda şirove jî bikin lê ev rast hat. Ji ber ku em nikarin li Balafirgeha Silêmaniyê dakevin, em dê li Kerkûkê dakevin. Paşê dema ku em bigihîjin wir, divê ez herim Hewlêrê jî. Ez dibînim ku bifeyde ye em şêwirînê bi Rêzdar Barzanî re bikin. Lewma piştî civînê ez difikirîm herim Kerkûk, Mûsil, ez cara borî nikaribûm herim Mûsilê, xelkê Mûsilê li Dihokê li benda min bûn.

Ji wir ez difikirîm herim Hewlêrê. Wê bi qasî çar rojan biajo. Ez bêriya birayên xwe li wir dikim. Tirkmen, Kurd, Ereb, ez dê hemûyan hembêz bikim. Ez ti cudahiyê nabînim. Ez Tirkmen im.

Ji bo min ti cudahiya Tirkmenekî Îraqî, Kurdekî Îraqî û Erebekî ji aliyê dîroka hevpar ve nîne.

Rûdaw: Bêguman qonaxeke vê pêvajoyê jî Sûriye û Rojava ye. Gelo pêvajoya danîna çekan dê zemîneyê ji pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye û Birêvebiriya Xweser a Rojava û aktorên wir de çêke?

Ahmet Davutoglu: Divê zemîneyekê ava bike. Eger ez li cihê wan bûma min dê bêdudilî ev tişt kiribûya. Lewma min di destpêkê de got ku mekanîzmayeke sêalî dikare di navbera Tirkiye, nûnerên demokratîk ên Kurd li herêma Rojava, ez ne bi wateya saziyeke çekdarî dibêjim û birêvebiriya Şamê, birêvebiriya Sûriyeyê de bê avakirin. Dikare bê gotûbêjkirin ka pêvajoya derbasbûnê dê çawa bê birêvebirin. Divê nebe ku em ji van tiştan bitirsin. Heta dema ku min beriya Rêzdar Bahçelî yan jî di wê demê de got, pir deng veda. Min got ku eger Sûriyeyî li hev bikin, nabe ku Tirkiye ji ti otonomiyê aciz bibe. Em ti kesî wekî dijmin nabînin. Nabe ku em bibînin. Eger Sûriyeyî li hev bikin, yanî eger lihevkirinek di navbera Şam û Rojava de çêbû, dibêjin me li ser vê yekê biryar da, nabe ku Tirkiye vê yekê wekî gefeke bibîne.

Bila tenê aramiya Sûriyeyê bê mîsogerkirin. Bila yekîtî û yekbûna Sûriyeyê neyê xerakirin. Ji ber ku eger careke bê xerakirin, eger Sûriye wekî Îraqê parçe bibe, dê bigihîje rewşa Libnanê. Yanî dê herêmeke Durziyan çêbibe, herêmeke Elewiyan çêbibe.

Herêma Kurdan, herêma Tirkmenan, herêma Ereban çêbibe lê belê niha pêwîstiya me ne bi parçebûnê, bi yekbûnê heye. Hêvî dikim ku Sûriye ji vê pêvajoyê bi awayekî erênî bandorê werdigire û bi navbeynkariya Tirkiyeyê, eger pêwîst be, di bin xwedîderketina wê de lihevkirinek di navbera aliyan de li Sûriyeyê çêbibe.

Rûdaw: Dawiyê dixwazim ji aliyê Partiya Paşerojê ve jî bipirsim. Niha êdî em Tirkiyeyeke bêçek û bêpevçûn xeyal dikin. Di pêvajoya nû de hûn wekî Partiya Paşerojê dê di warê maf û azadiyên bingehîn ên Kurdan de çi bernameyek û nexşerêyekê bişopînin?

Ahmet Davutoglu: Em di vê mijarê de partiya herî amade ne. Ji ber ku bêguman programa partiya me diyar e. Di programa 2019an de me îfadeyên gelek zelal bi kar anîn û helbet tecrûbeya min a ji borî bandoreke diyarkirî li ser siyasetên partiyê heye. Wekî ku min berê jî got, belkî ez yek ji wan kesa me ku niha di têkiliyê de me bi hemû aliyan re, bêîstîsna timî di nava têkiliyê de me.

Ez vê yekê tenê ji bo beşdariya hêja dikim. Wekî Partiya Paşerojê me sala 2021ê li Wanê komxebateke Kurdî pêk anî. Sala 2022yan me li Amedê pêk anî. Li wir me daxuyaniya 10 xalî ya çareseriya Pirsgirêka Kurdan îlan kir. Vekin binêrin. Hemû tiştên ku îro tên axaftin li wir hene. Hemû li wir in. Çareserî dê çawa be, dê çi be, hemû li wir in. Me di deh xalan de ew aşkere kir. Yanî ji vî aliyî ve, di nava partiya me de navên birûmet ên siyaseta Kurdî jî hene, kesên ku Kurdên welatiyên me temsîl dikin, ên ku ji milên neteweparêz, milên muhafazakar, ji AK Partiyê yên ku nêzîkî MHPyê ne jî hene.

Wekî partiyeke ku ev hemû li hev anîne, em dê her cureyê beşdariya di vê pêvajoyê de bikin. Em dê bêjin çewtî çewtî ye, rastî rastî ye. Bila tenê ev pêvajo neyê jehrîkirin. Bila ji aliyê hin aktorên derve an jî hin fersendxwazan ve ber bi rêyeke şaş ve neçe.

Rûdaw: Gelekî spas.

Ahmet Davutoglu: Ez spas dikim. Sax bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst