Seroka Şaredariya Parîsê: Em dê li Keleha Hewlêrê 'Mala Parîsê' vekin

2 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Anne Hidalgo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Anne Hidalgo / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Anne Hidalgo Seroka Şaredariya Parîsê Keleha Hewlêrê Mala Parîsê
A+ A-

Şaredariya Parîsê xaniyekî li ser Kela Hewlêrê nûjen dike û navê "Mala Parîsê" lê dike.

Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgoyê ragihand ku ev mal dê ji bo jinan bê terxankirin û bal kişand ser bihêziya pêwendiyên xwe yên bi Kurdan re.

Hidalgoyê diyar kir ku pêngava wan a pêşiya ya bi Hewlêrê re, nûjenkirina xaniyekî ye di nav Keleha Hewlêrê de.

"Mala Parîsê dê ji bo jinan be"

Hidalgoya ku ev 12 sal in serokatiya şaredariyê dike, vekirina "Rêya Pêşmerge" ya li Parîsê û projeya "Mala Parîsê" ya li Hewlêrê wekî nîşaneyên berbiçav ên pêwendiyeke xurt pênase kirin û got:

"Pêngava bê ya bi Hewlêrê re, bi awayekî diyarkirî nûjenkirina xaniyekî ye li nav Keleha Hewlêrê. Ev der dê bibe 'Mala Parîsê' û ji bo jinan tê terxankirin.

Niha em mijûlî wê projeyê ne, şandeyeke teknîkî ya Şaredariya Parîsê meha Kanûna Pêşîn çû Hewlêrê."

Hidalgo hêviya xwe anî ziman ku ew dixwaze beşdarî vekirina Mala Parîsê bibe û got:

"Ez bi rastî hêvîdar im ku karibim di dema vekirina wî cihî de amade bim, her çend wê demê ez êdî ne seroka şaredariyê bim jî hêviya min ew e dema mal vedibe ez li wir bim."

"Ez hinekî hest dikim ku Kurd im"

Seroka Şaredariya Parîsê behsa hezkirina xwe ya ji bo çand û muzîka Kurdî kir û got: "Ez aşiqê gelê Kurd, çanda wî û hêza wî me ku parastinê dike."

Anne Hidalgoyê di bersiva pirsa "Peyama we ji bo Kurd û Kurdistanê çi ye?" de bersiveke hestyar da:

"Bi rastî ez hinekî hest dikim ku Kurd im, va ye ez ji we re dibêjim. Ez aşiqî gelê Kurd, çanda wî û hêza wî me ku parastinê dike lê parastineke bi dahênaneke mezin, bi taybetî bi hêza jinan. Loma ez dixwazim bibêjim: Bijî Kurd, bijî Kurdistan û bijî jinên Kurd."

Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgoyê pirsên me bersivandin:

Rûdaw: Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. Roja Alaya Kurdistanê ye û rêz li cenabê te hat girtin ji ber wan karên te ji bo alîkariya Kurd û Kurdistanê kirine. Hestên te ji bo Roja Alaya Kurdistanê çi ne?

Anne Hidalgo: Bi rastî ez gelekî hestyar bûm û hesteke min a tijî soz heye. Ya yekem, ji ber ku îro ji bo Kurdistanê rojeke girîng e. Her wiha ez dibînim dostên min li dora min in; çi cenabê wezîr ku bi taybetî hatiye çi nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Enstîtuya Kurdî û ew hilbijartiyên li dora min kom bûne.

Ev kêliyek tijî soz e, ji ber ku di maweyê van hemû salan de ku ez seroka şaredariyê bûm, nêzîkî 12 salan wekî Seroka Şaredariya Parîsê, me ev dostanî mezin kir, ji ber ku nirxên gelê Kurd ew nirx in ku di kûrahiya dilê min de wekî Seroka Şaredariya Parîsê û wekî Fransayiyekê deng vedidin.

Rûdaw: Di çarçoveya destbirakiya navbera Parîs û Hewlêrê de çi gavên nû hene?

Anne Hidalgo: Destpêkê, em bi awayekî berdewam bi Hewlêrê re kar dikin, di çarçoveya Komeleya Navneteweyî ya Şaredarên Frankofonê de. Em bi hev re pêbendî hinek mijaran in, wekî mînak pirsgirêka guherîna avhewayê.

Lê pêngava bê ya bi Hewlêrê re, bi awayekî diyarkirî nûjenkirina xaniyekî ye li nav Keleha Hewlêrê. Ev der dê bibe 'Mala Parîsê' û ji bo jinan tê terxankirin. Niha em mijûlî wê projeyê ne, şandeyeke teknîkî ya Şaredariya Parîsê meha Kanûna Pêşîn çû Hewlêrê. Ez bi rastî hêvîdar im ku karibim di dema vekirina wî cihî de amade bim, her çend wê demê ez êdî ne seroka şaredariyê bim jî hêviya min ew e dema mal vedibe ez li wir bim.

Rûdaw: Dixwazim zanibim, gelo hûn dê Mala Parîsê li Keleha Hewlêrê ya 8 hezar salî vekin?

Anne Hidalgo: Belê, ev bi rastî ew proje ye ku em pê ve girêdayî ne û hêvîdar im ev mal ku niha hêdî hêdî şêwe werdigire, bibe semboleke gelekî bedew û cihê zindî yê wê dostaniya navbera Parîs û Kurdistanê.

Rûdaw: Piştî vekirina Rêya Pêşmerge ya li Parîsê, we çi bertek wergirtin?

Anne Hidalgo: Li vir jî hûn dizanin, ev rêyek bû ji bo ku em spasiya gelê Kurd û Pêşmergeyan bikin ku ji bo azadiya me şer kiriye. Her wiha ji bo ku em navê Pêşmerge û dîroka wî di dîroka bajarê Parîsê de tomar bikin, bi navkirina wê rêya ku ji bo Pêşmerge hatiye terxankirin li cihekî gelekî xweşik ê Parîsê li qeraxa Rûbarê Seineyê. Ji bo me ev rêyek e ji bo gotina 'Spas' û bîranîneke min a bêhempa ya wê rojê heye bi amadebûna Serok Barzanî ku rêz û pêzanîneke min a zêde ji bo wî heye.

Rûdaw: Çand û muzîka Kurdî gelekî dewlemend in, hûn çawa dixwazin alîkariya çand û muzîka Kurdî bikin?

Anne Hidalgo: Bi baweriya min ev çand û muzîkeke vekirî ye. Ji bo min, tiştekî berbiçav dike... Hûn dizanin ez li Spanyayê ji dayîk bûme û xwedî çanda Deryaya Spî me, lewra ez xwe di vê muzîkê de dibînim. Ez bawer im awazên wê û ew nermiya tê de ye, wisa dike ku ev muzîk bi awayekî gerdûnî peyama xwe bigihîne.

Rûdaw: Gelo hûn difikirin ku sala bê Newrozeke mezin li Parîsê saz bikin?

Anne Hidalgo: Ez bawer im em hemû bi hev re sersala nû ya Kurdî saz dikin wekî ku her sal dikin û ez bawer im derfeta me dê hebe em hevdû bibînin, bi taybetî li Enstîtuya Kurdî, dibe ku li Hotel de Ville (Avahiya Şaredariyê) be jî.

Şiyana ahenggerandinê bi boneya vê dostaniya navbera Parîs û gelê Kurd bi rastî li bajarê me reh berdane û baweriya min ew e ku her dem pêdiviya me bi wê heye em bînin bîra xwe ka çi ji bo gelê Kurd bikin.

Rûdaw: Pirsa min a dawî, peyama we ji bo Kurd û Kurdistanê çi ye? Cenabê te li cem Kurdan gelekî hezkirî yî, li Herêma Kurdistanê û li cem Kurdên Ewropayê jî gelekî naskirî yî.

Anne Hidalgo: Bi rastî ez hinekî hest dikim ku Kurd im, va ye ez ji we re dibêjim. Ez aşiqî gelê Kurd, çanda wî û hêza wî me ku parastinê dike lê parastineke bi dahênaneke mezin, bi taybetî bi hêza jinan. Loma ez dixwazim bibêjim: Bijî Kurd, bijî Kurdistan û bijî jinên Kurd.

Rûdaw: Te cilên Kurdî wergirtin, tê wan cilan li xwe bikî?

Anne Hidalgo: Bê guman, her wiha ev madalyaya biçûk jî gihîştiye min û min li vir li pêsîra xwe xistiye. Gelekî spas ji bo we.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst