Li Parîsê 'Rêya Pêşmerge' hat vekirin: ‘Dîroka Kurdan dîroka Parîsê ye jî’

05-09-2025
RÛDAW
Serok Barzanî tabelaya Rêya Pêşmerge datîne\ Wêne û Vîde: Rûdaw
Serok Barzanî tabelaya Rêya Pêşmerge datîne\ Wêne û Vîde: Rûdaw
Nîşan Parîs Rêya Pêşmerge Serok Mesûd Barzanî Anne Hidalgo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Parîsê bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê bi merasîmeke fermî "Rêya Pêşmerge" vekir.

Şaredara Parîsê di axaftina xwe de pesnê cesareta gelê Kurd da û got, "Têkoşîna we ji bo azadiyê, têkoşîna me ye jî." Serok Barzanî jî ev pêngav wekî "bûyereke dîrokî" bi nav kir û got, "Pêşmerge li şûna hemû cîhanê şerê terorê dike."

Goujon: Ev ne tenê karekî îdarî ye, rêzgirtin e

Serokê Şaredariya Herêma 15emîn a Parîsê Philippe Goujon di destpêka merasîmê de axivî.

Goujon got, "Tişta ku em îro dikin, ne tenê karekî îdarî ye, belkî rêzgirtina ji bo nirxên mirovî ye."

Philippe Goujon, Pêşmerge wekî "hêza berxwedana gelê Kurd û sembola têkoşîna ji bo rûmet û azadiyê" bi nav kir.

Wî berxwedana Pêşmergeyan a li hemberî rejîma Sedam Husên û rola wan a dîrokî ya di şerê li dijî DAIŞê de bi bîr anî û got, "Bêyî Pêşmergeyan, pêşveçûna DAIŞê dê pir xwînîtir û wêrankertir bûya."

Goujon her wiha pesnê jinên şervan da ku di şerê Kobaniyê de li dijî DAIŞê rawestiyan.

Hidalgo: Cesareta gelê Kurd di dilê me de deng vedide

Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê bal kişand ser dostaniya kûr a di navbera gelê Fransa û Kurdan de.

Hidalgoyê got, "Cesareta gelê Kurd û têkoşîna wan a ji bo nirxên wekî wekheviya jin û mêran, di dilê me de deng vedide."

Hidalgoyê serdana xwe ya sala 2015an a Hewlêrê bi bîr anî û got, "Ez hatim da ku spasiyê bikim, ji ber ku me dizanî şerê sereke yê li dijî terorê li wir dihat kirin."

Şaredara Parîsê bi awayekî fermî Serok Barzanî vexwend merasîma 10emîn salvegera êrişên terorîstî yên li ser Parîsê û got, "Têkoşîna we têkoşîna me ye jî. Dîroka Kurdan, dîroka Parîsê ye jî."

Serok Barzanî: Pêşmerge parêzvanê mafên mirovan û demokrasiyê ye

Serok Mesûd Barzanî jî di axaftina xwe de vekirina rêyê wekî "bûyereke dîrokî" pênase kir.

Serok Barzanî got, "Fransa her demê li hemberî gelê Kurdistanê xwedî helwesteke mirovane û dostane bû."

Serok Mesûd Barzanî amaje bi qurbaniyên Pêşmergeyan ên di şerê DAIŞê de kir û got, "11 hezar Pêşmerge şehîd û birîndar bûn lê serweriyeke mezin ji bo xwe û gelê xwe tomar kirin.

Pêşmerge dê her dem parêzvanê azadî, mafê mirovan  û demokrasiyê be û ew li şûna tevahiya cîhanê şerê terorê dike."

Kendal Nezan: Bila paytextên din jî çav li Parîsê bikin

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Kendal Nezan jî di merasîmê de amade bû.

Kendal Nezan got, "Ev serfiraziyeke mezin e ku li paytexta çandê ya cîhanê cihek bi navê Pêşmerge tê vekirin."

Nezan hêviya xwe anî zimên ku bajarên wekî Berlîn û Londonê jî gavên bi vî rengî bavêjin û sedema piştgiriya Fransayê bi wê yekê ve girêda ku "zêdetirî ji sedî 90ê raya giştî ya Fransayê piştgiriya gelê Kurd dike."

Di dawiya merasîmê de, ji aliyê Serok Barzanî û Şaredara Parîsê ve rêz li hejmarek Pêşmergeyên dêrîn û yên ku di şerê DAIŞê de birîndar bûbûn hat girtin.

Her wiha hunermend Şivan Perwer jî di merasîmê de çend stranan pêşkêş kir û perdeya li ser tabelaya "Rêya Pêşmerge" hat rakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst