Hewlêr (Rûdaw) – Seroka Şaredariya Parîsê Anne Hidalgoyê got, ”Bi navlêkirina rêyeke bi navê Pêşmerge re Pêşmerge bi fermî ket nav bîranîna Parîsê."
Hidalgoyê di merasîma vekirina "Rêya Pêşmerge" de ku Serok Mesûd Barzanî jî amade bû, got, "Ev navlêkirin naskirina qurbaniyên Pêşmerge yên ji bo azadiya me ye" û tekez kir ku "dostaniya di navbera Parîs û gelê Kurdistanê de dê ti carî kêm nebe."
"Nirxên me yên hevpar hene"
Anne Hidalgo ragihand ku biryara navlêkirina rêyê bi yekdengî di Encumena Şaredariya Parîsê de hatiye dayîn.
Seroka Şaredariya Parîsê got, "Me karîbû vê yekê bikin, ji ber ku nirxên me yên hevpar hene; nirxên biratî û komariyê ku di dilsoziya Kurd û Pêşmerge de jî deng vedidin."
"Bêyî Pêşmerge, gefa DAIŞê dê girantir bûya"
Şaredara Parîsê serdana xwe ya sala 2015an a Hewlêrê bi bîr anî û got, "Demek kurt piştî êrişên li ser Parîsê, ez çûm Hewlêrê. Hewlêr di eniya pêş a şerê li dijî DAIŞê de bû.
Me dizanî ku şerê sereke li wir dihat kirin û Pêşmergeyên jin û mêr ên wêrek ew şer dikirin."
Hidalgo bi awayekî fermî Serok Barzanî vexwend merasîma 10emîn salvegera êrişên 13ê Mijdarê û got, "Têkoşîna we ji bo azadiyê, têkoşîna me ye jî. Bêyî we, em dê di rewşa ku îro tê de ne, nebûna."
Siyasetmedara Parîsê behsa peymana dostaniyê ya di navbera Parîs û Hewlêrê de kir û got ku yek ji projeyan "nûjenkirina malekê li Keleha Hewlêrê ye ku dê ji bo pêşxistina mafên jinan were terxankirin.”
Axaftina Anne Hidalgoyê wisa ye:
Hidalgo: Têkoşîna we ji bo azadiyê, têkoşîna me ye jî
Cenabê Serok Mesûd Barzanî yê hêja, Birêz Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnavê hêja, Berpirsê Kar û Barên Balyozxaneya Îraqê, spas ji bo amadebûna we. Rê bidin ku ez silavê li hevalê xwe, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, Rêzdar Kendal Nezan bikim.
Bêguman ez dixwazim silavê li parlamenterên amade bikim. Rêzdar Şaredarê Herêma 15emîn, spas. Spas, ji ber ku me bi hev re û bi yekdengî li Encûmena Şaredariya Parîsê, karîbû vê biryarê bidin ku navê "Pêşmerge" li vê rêya li Parka Citroenê, li vir li Herêma 15emîn a Parîsê bikin.
"Nirxên me yên hevpar hene"
Me karîbû vê yekê bikin ji ber ku em li ser nirxan digihîjin hev; ev nirxên biratî û komariyê ne ku di heman demê de di dilê dilsoziya Kurd, dilsoziya Pêşmerge û dilsoziya we de, Birêz Serok, deng vedidin.
Ez dixwazim li vir silavê li dostên herdemî yên gelê Kurd bikim ku hemû li vir in; bêguman Bernard-Henri Lévyê hêja, spas ji bo amadebûna te. Em hemû dilsoziya te baş nas dikin. Û her wiha, Rêzdar Wezîr Bernard Kouchner ku wî jî ji demeke dirêj ve bi hemû dilsoziya xwe piştgiriya gelê Kurd kiriye û rê ji bo danîna pêwendiyan vekiriye. Ev e, îro, pêwendiya di navbera Fransa û Kurdistana Îraqê de.
"Cesareta gelê Kurd di dilê me de deng vedide"
Bi rastî, pir seyr e. Çima ev hezkirin? Çima ev dostanî? Çi dike ku gelê Kurd di dilê Fransiyan de, di dilê Parîsiyan de deng vedide? Ev wekî kîmyayekê ye lê ez pir bawer dikim ku cesareta gelê Kurd û rastiya ku ev gel ji bo nirxan şer dike, sedema vê yekê ye. Rê bidin ku ez behsa wê bikim, ji ber ku Pêşmerge jî bi vê fikrê ve girêdayî ne; nirxên ku wekheviya di navbera jin û mêran de dihewînin...
Ev wekheviya ku tê xwestin, ev azadî tiştek e ku ji hemû sînoran wêdetir bandorê li me dike. Ez bawer dikim ev e bûye sedem ku ji demeke dirêj ve dostaniyeke bihêz di navbera Fransa û gelê Kurdistanê de hebe kubê guman Danielle Mitterrandê nûneratiya wê ya herî baş dikir.
Navlêkirina rêyeke Parîsê wekî rêzgirtina ji bo Pêşmergeyan, ji bo şervanên jin û mêr ên Kurd, gaveke dîrokî û naskirina vê dostaniyê ye ku ez bawer dikim heta ku em vê hezkirina azadiyê parve bikin, dê qet ji bîr nebe.
"Min Serok Barzanî bi cilên şer dît, ber bi eniyê ve diçû"
Ez çend caran çûme Kurdistana Îraqê. Rê bidin ku ez ji we re bêjim, Rêzdar Serok, di sala 2015an de, demek kurt piştî êrişên li vir li Parîsê, ez çûm serdana Hewlêrê. Hewlêr di wî şerê li dijî DAIŞê de, di eniya pêşîn de bû.
Xeta parastinê 5 kîlometreyan ji bajêr dûr bû. Min xwest bibînim, fam bikim, piştgiriyê bidim û spasiyê bikim. Ji ber ku me jî li Parîsê di canê xwe de êşa terorê dîtibû û me dizanî ku pir dûrî sînorên me, şerê sereke li wir dihat meşandin. Li wir şervanên jin û mêr ên wêrek hebûn, ew Pêşmerge bûn.
Ez hatim da ku we bibînim û ez matmayî mam, ji ber ku hûn bi cilên şer li benda min bûn û hûn ber bi eniya şer ve diçûn.
Piştî pênc deqeyan ji hevdîtina me, hûn çûn bereya şer. Ez bi vê cesaretê, bi vê pêbendbûnê û bi vê têkiliya bihêz a ku me bi hev ve girêdida şok bûm.
Bêguman, ev têkilî bi berdewamî kûrtir bû. Hêja Mesûd Barzanî, ew yekem hevdîtina me bû di sala 2015an de.
Paşê ez di sala 2019an de vegeriyam Hewlêrê. Li wir, jiyan normal bûbû. We şerên bingehîn kiribûn ku rê dida Hewlêrê ku ber bi paşerojê ve biçe.
Ji sala 2019an ve, min pêşniyarî parêzgarê Hewlêrê kir ku wekî çavdêr beşdarî Komeleya Navneteweyî ya Şaredarên Frankofon bibe. Û paşê di sala 2023yan de, ez bextewar bûm ku em ji bo vekirina Muzeya Barzanî li herêma Barzanê li hev civiyan.
"Dîroka Kurdan, dîroka Parîsê ye jî"
Vêca îro, şanaziyeke mezin e, Serokê hêja ku em pêşwaziya we dikin. Ez dilxweş im ku ev Rêya Pêşmerge li Parîsê, bi bîranîna wan şervanên jin û mêr tê vekirin ku wekî wateya navê xwe, çûn pêşiya mirinê, ji bo parastina maf û azadiya Kurdan û di heman demê de parastina mafên me jî.
Têkoşîna ji bo azadiyê, ji bo gelê Kurd têkoşîneke bingehîn û gerdûnî ye. Ez bawer dikim ev gerdûnîbûn e ku di vê dostaniya bihêz a di navbera Fransa û gelê Kurd de deng vedide.
Em dê her dem bi bîr bînin ku we çawa azadiya me parast. Em dizanin ku bêyî cesareta Pêşmergeyan, gefa DAIŞê dê girantir bûya û şer dê pir dirêjtir bidomiya.
"Têkoşîna we têkoşîna me ye jî"
Rêzdar Serok, di 13yê Çiriya Paşîna bê de Parîs dê 10emîn salvegera êrişên ku bajarê me xemgîn kirin, bi bîr bîne. Ez we bi awayekî fermî vedixwînim.
Ez dixwazim ku hûn li kêleka me, li kêleka Parîsiyan bin, di merasîmekê de ku Serokomar Emmanuel Macron serokatiya wê bike. Ji ber ku têkoşîna we ji bo azadiyê, têkoşîna me ye jî û bêyî we em dê di rewşa ku îro tê de ne nebûna.
Pêşmergeyên jin bûne qehremanên têkoşîna li dijî DAIŞê. Em dizanin DAIŞ çiqas ji wan ditirsiya.
Ew nûjenî û wekheviyê nîşan didin ku mirov heyran dihêle. Ev Rêya Pêşmerge jî rêzgirtina me ye ji bo wan jin û mêrên Kurd re ku ev têkoşîna bêhempa meşandin.
Ev di heman demê de peyamek e ji bo Kurdên li Fransayê re ku Parîs dîroka wan, qurbaniyên wan û beşdariya wan a di jiyana paytexta me de, nas dike û qebûl dike.
Dîroka Kurdan, dîroka Parîsê ye jî. Parîs bi dilgermî dixwaze nirxên me yên hevpar bijî.
Ev tê wateya avakirina şert û mercên aştiyê bi hev re. Me bi Hewlêrê re peymaneke dostaniyê îmze kir.
Yek ji projeyan nûjenkirina "Mala Parîsê" li Keleha Hewlêrê ye ku dê ji bo bipêşxistina mafên jinan were terxankirin.
"Bijî dostaniya Kurd û Fransayê!"
Em şanaz in ku zêdetirî 40 salan e, em mêvandariya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê dikin. Em îro Joyce Blau, wê stûna enstîtuyê ku jiyana xwe ji bo zimanê Kurdî terxan kir bi bîr tînin.
Îro, Pêşmerge dikeve nav bîranîna Parîsê. Navê wan niha li ser vê rêyê hatiye xêzkirin. Her kesê ku ji niha û pê ve di vir re bimeşe, dê bizanibe ku Parîs rêzê li wan kesan digire ku ji bo serkeftina azadiyê şer kirine.
Di dawiyê de, ez dixwazim spasiyên xwe yên herî germ careke din pêşkêşî we bikim, Rêzdar Serok Mesûd Barzanî. Amadebûna we, îro Parîsê şerefmend dike. Bijî Pêşmerge, bijî Kurdistana Îraqê. Bijî dostaniya Kurd û Fransayê! Spas.”
#VÎDEO - Anne Hidalgo: Em rola Pêşmergeyan a şerê li dijî DAIŞê de pir baş dizanin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 5, 2025
Anne Hidalgo: Îro ji bo me rojeke taybet e
🎙️Şaredara Parîsê Anne Hidalgo ji hevkara me Ala Şaliyê re axivî#Kurdistan #Pêşmerge #Paris #France #Barzani pic.twitter.com/pdgq2d5xgt
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse