Karsazê navdar ê Kurdistanê Şêx Baz Berzencî li Parîsê ji bo nûjenkirina Kelha Hewlêrê peymaneke taybet bi UNESCOyê re îmze kir.
Merasîma îmzekirinê 14ê Çiriya Pêşîn a 2025an, li Parîsa paytexta Fransayê hat lidarxistin.
Şêx Baz Berzencî 10 milyon dolar ji bo projeya nûjenkirina Kelha Hewlêrê terxan kir.
Li gorî peymanê, karê nûjenkirina Kelha Hewlêrê dê bi awayekî profesyonel were meşandin. Her wiha UNESCO dê li Herêma Kurdistanê ji bo xwendekarên beşa geştiyariyê xursên taybet ên derbarê "parastina şûnwaran" û "nûjenkirina şûnwarên kevnar" de veke.
Şêx Baz Berzencî li ser peymanê ji Rûdawê re got, "Bi rastî îro rojeke dîrokî bû. Ev peymana ku hat îmzekirin jî dîrokî ye û bingehek e ji bo ku Kelha Hewlêrê bibe navendeke rewşenbîrî, navendeke lêkolînê û her wiha bibe navendeke çandî da ku xelk tê de bi dîrok û şaristaniya Hewlêrê û kelha wê aşina bibe."
Birêvebirê Koma Kompanyayên KAR Groupê Şêx Baz Berzencî ji Nûçegihana Tora Medyayî ya Rûdawê Ala Şalî re axivî.
Rûdaw: Ji baregeha UNESCOyê ya li Parîsê silav. Îro peymaneke girîng di navbera UNESCO û Birêvebirê Koma Kompanyayên KAR Groupê Şêx Baz Berzencî de hat îmzekirin. Ev roj wekî rojeke dîrokî ji bo nûjenkirina Keleha Hewlêrê tê dîtin. Şêx Baz, gelek spas ji bo vê hevpeyvînê. Îro li baregeha UNESCOyê rojeke girîng û dîrokî bû. Keleha Hewlêrê ya di bin çavdêriya UNESCOyê de rastî pirsgirêkên darayî hatibû. We çima biryar da ku hûn alîkariya proje û nûjenkirina Keleha Hewlêrê bikin?
Şêx Baz Berzencî: Bi rastî îro rojeke dîrokî bû. Ev peymana ku hat îmzekirin jî dîrokî ye û bingehek e ji bo ku Keleha Hewlêrê bibe navendeke rewşenbîrî, navendeke lêkolînê û her wiha bibe navendeke çandî da ku xelk tê de bi dîrok û şaristaniya Hewlêrê û Keleha wê aşina bibe. Ji ber ku Keleha Hewlêrê di hemû serdemên dîrokî de, di hemû nivîsên berê de, bi awayekî her tim hatiye behskirin. Bi salan e ew keleh di dîrokê de heye. Ji bo ku tu vê dîrokê nû bikî û xelk baweriyê bi wan rastiyan bîne, pêwîst e UNESCO bibe sîwanek ji bo vê nûjenkirinê. Ji ber vê me ev peyman îmze kir.
Rûdaw: Xewna we ya ji bo Keleha Hewlêrê çi ye?
Şêx Baz Berzencî: Wekî me behs kir, ew e ku bibe navendek da ku xelkê hemû cîhanê baweriyê bi dîroka Keleha Hewlêrê bîne, her wiha ji bo xelkê Kurdistanê bibe navendeke lêkolîn û geştyariyê.
Rûdaw: Baş e, heta niha projeya nûjenkirina Keleha Hewlêrê li gorî daxwaza we bi rê ve çûye?
Şêx Baz Berzencî: Bê guman bi qonaxan bi rê ve çûye. Lê dema ku li UNESCOyê hat tomarkirin ku yek ji navendên şaristaniyê yên cîhanî ye, girîngiyeke gelekî taybet jê re hat dayîn. Qonaxa beriya niha, Yekîtiya Ewropayê çar salan piştgirî da bernameyê. Berê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji budceya xwe xerciyan digirt ser xwe. Lê niha ev derfeteke baş bû. Bê guman bernameya Yekîtiya Ewropayê sala 2024an rawestiya. Em ji niha û pê ve ji bo çar salên bê, bi îzna Xwedê em dê piştgiriyê bidin vê bernameyê.
Rûdaw: Ew şûnwarên kevnar ên ku bûne mîrata cîhanî, wekî Birca Eyfelê û Keleha Hewlêrê, geştiyaran gelekî dikşînin. Hûn wisa difikirin ku Hewlêr bibe cihekî ku geştiyarên cîran jî serdana wê bikin?
Şêx Baz Berzencî: Gelek cihên geştiyarî û dîrokî hene, eger UNESCO qebûl neke ku ew cih dîrokî û çandî ye, ew rastî ji hemû cîhan û xelkê re nayê nîşandan. Ji ber vê yekê, piştî ku UNESCO qebûl kir ku ev cih dîrokî û çandî ye, her kesê ku serdana wî cihî bike, dê piştrast bibe ku dîroka wê rast e. Yanî piştrastkirin û rastiyê dide wî cihî.
Rûdaw: Hûn dixwazin çi lê zêde bikin da ku geştiyaran zêdetir bikişîne?
Şêx Baz Berzencî: Keleha Hewlêrê bi xwe cihekî taybet e, yê ku tê Hewlêrê û kelahê li hemberî xwe dibîne, tiştekî gelekî awarte ye. Bi dilniyayî, piştî vê bernameya hevbeş a bi UNESCOyê re dê guherîneke mezin tê de çêbibe.
Rûdaw: Tu bi xwe, wekî Şêx Baz, gelo ti bîranînên te yên taybet bi Keleha Hewlêrê re hene?
Şêx Baz Berzencî: Em hemû, kî xelkê Hewlêrê be, bîranînên wî pê re hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse