Tevî ku Fînland bi keşûhewaya xwe ya sar tê naskirin, civaka Kurd li wir bi germî û çalakî jiyanê derbas dike.
Di nav wan de jî, Soran Zekî heye ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye û pêwendiya wî ya xizmetiyê jî bi devera Pişderê ya Başûrê Kurdistanê re heye.
Zekî di sala 1993yan de li gel birayê xwe gihîşt Fînlandê, niha li gel hevjîna xwe ya Çînî û zarokên xwe li wir dijî.
Xwendina bilind qedandiye û bawernameya masterê bi dest xistiye.
Di dawiya salên nodî de, dema ku Fînlandê yekem bernameya dewletî bo meşqa wergerandina zargotinî damezrand, Zekî yek ji yekem derçûyên wê bernameyê bû û bû wergêrekî fermî.
Her wiha wek perwerdekar li dibistanên Fînlandê kar dike. Zekî her dem hewl dide kultûra Kurdî bi xelkê Fînlandê bide nasîn.
Ew zanyariyên girîng derbarê Kurdistanê werdigerîne ser zimanê Fînlandî û di şêweyê pirtûkê de belav dike.
Her wiha zarokên xwe yên ku dayika wan Çînî ye, fêrî qisekirin û nivîsîn û xwendina bi zimanê Kurdî kiriye.
Bi saya hewlên Zekî, pirtûkxaneya navendî ya bajarê Hêlsînkî jimareke zêde ya çavkaniyên Fînlandî derbarê Kurdistanê tê de heye. Zekî nêzîkî 20 pirtûk û ferhengan nivîsîne.
Naveroka hevpeyvîna li gel Soran Zekî:
Soran Zekî: Ez yekem car ku hatim Fînlandê, ji bilî ferhengeke Fînlandî-Farsî, ti keresteyeke din nebû alîkar be ji bo xwendina zimên. Tê bîra min, yekem qursa zimanê Fînlandî ku çûmê, mêrikekî Îranî li wir dixwend, hin destnivîs û tiştên wî derbarê rêziman de hebûn, êdî min jê kirîn û ji min re kopî kirin. Tiştek nebû. Her wê çaxê ez li wê yekê fikirîm ku divê ez rojekê ji rojan rêzimanekê yan, bila em bibêjin, pirtûkekê ji bo fêrbûna zimên binivîsim. Wiha bû ku sala 2003yan min rêzimana Fînlandî bi Kurdî nivîsî.
Zehmetiyên zêde tê de hebûn; font û kêşeya teknîkî li gel kompîter û neşarezaiya min li kompîterê. Min sala 2003yan çap kir. Êdî ev tenê rêziman e, tu ronkirinê didî û çend nimûneyan tînî. Paşê, min sala 2012an pirtûkeke din çap kir, navê wê wisa ye: "Zimanê Fînlandî bi Kurdî dixwînim". Ev li her derê pêwîst bûbe rêziman hatiye ronkirin, piştre bo nimûne diyalogek e, giftûgoyek e yan waneyek e, paşê çend rahênan û tiştên wer jî hene, îcar di beşa dawî ya pirtûkê de bersiva rahênanan jî heye.
Îdî ev beşek ji nameya min a masterê li Zanîngeha Helsînkiyê bû, beşek jê bû. Ev 2012 bû. Paşê min heman pirtûk wergerand Farsî, piştre bi alîkariya xwendekarekî xwe ku ji Sûriyeyê ye, hevalekî min ê hêja ye, min ew pirtûk wergerand Erebî. Lê xwendekarê min hat û xeletiyên min rast kirin û me êdî ew pirtûk wergerand. Dûv re jî me ew rêziman, ew rêzimana Fînlandî bi Kurdî, wergerand rêzimana Fînlandî bi Erebî. Êdî ev tev jî pirtûkên zimên in.
Lê piştre, dema ku min li Zanîngeha Helsînkiyê dixwend, li wir her li beşa pedagojî, diviyabû xwendekar, her kesek û bila em bibêjin, karekî pedagojîk, karekî perwerdeyî bike ji bo ku tu mijareke diyarkirî fêrî xwendekaran bikî. Hin kesan lîstikek dianîn bo nimûne, ji bo ku tu fêrî dema borî bibî. Ji wê nêrînê ve ku em xizmeta zimanê xwe bikin an jî xelkê vî welatî jî fêrî zimanê me bibe, ez li wê yekê fikirîm ku divê ez pirtûkekê bi navê "Ez Kurdî Fêr Dibim" ji bo wan biyaniyan, wan Fînlandî zimanên ku bixwazin Kurdiya Soranî fêr bibin amade bikim. Êdî min ew pirtûk çap kir. Piştî wê, ev ji alfabeyê dest pê dike. Pêşî her du awayên nivîsînê yên Kurdî tê de tên xwendin, mixabin du rênivîsînên me yan jî zêdetir hene, her du jî tê de hene, ji bo ku hêsankariyê bike ji bo fêrxwazê Fînlandî da ku ew bikaribe pêşî bi tîpên Latînî bixwîne.
Rûdaw: Ev mijarên zimên bûn. Te ji bo edebiyata Kurdî ji bo Fînlandî çi kiriye?
Soran Zekî: Edebiyata Kurdî ji bo Fînlandî, min bi Şêrko dest pê kir, bi helbesteke bi navê "Beyan". Ez bi yekem beyt û yekem rêzê re rastî pirsgirêkê hatim ku dibêje, "Gundek heye rûtûqût e". Êdî min ji wê dest pê kir, nêzî çar rûpelan bû beşa wê ya Fînlandî. Piştî wê ez berdewam bûm. Ji bo min girîng bû ku Şêrko ji bo Fînlandî were wergerandin. Êdî min zêdetirî sed helbestên Şêrko di pênc berheman de wergerandine. Ya yekem 2019, di sala 2019an de Kak Helo Şêrko Bêkes jî hatibû vir, me her li vir di vê pirtûkxaneyê de belav kir.
Êdî ev komek helbestên hilbijartî ne, lê min navên din li wan kirine. Ya yekem ew e ku: "Tîrêjên ruh nayên girtin", ya duyem "Li keviya xweziyeke me" bi Fînlandî, ya din jî "Galerîya dilê min". Yek ji wan jî "Neynikên biçûk", herwiha çîrokek Şêrko ji bo zarokan e, "Çûkê livok". Piştî wê, min dîwaneke Kak Helo Şêrko Bêkes wergerand Fînlandî ku komek helbestên kurt in. Min ev helbestên Şêrko û Kak Helo û komek helbestvanên din ên Kurdî jî wergerandine. Tewra min ev di qursên zimanê Fînlandî de jî ji bo fêrbûna zimên bikar anîne.
Rûdaw: Hînkirina ziman û edebiyata Kurdî ji bo Fînlandiyan û hînkirina xelkê, ku Fînlandî Kurdî hîn bibin. Li kêleka wê, te li ser dîrokeke girîng a Kurdistanê jî kar kiriye, ji bo ku bi pirtûk ji bo Fînlandiyan eşkere bikî. Ew çi ye?
Soran Zekî: Min komek pirtûkên Kak Arif Qurbanî yên ser Enfalê wergerandine, vegotina rizgarbûyên Enfalê ye. Êdî yê yekem "Teymûr" e, wek tekane rizgarbûyê gorên komî yên jin û zarokan. Ez nizanim ev sala çendê bû, li vir di çenteyê me de jî heye, êdî min çap kir. Piştî wê, kesekî Îraqî ku 25 salan di dezgeha Îstîxbarata Îraqê de kar kiriye, Kak Arif hevpeyvîn pê re kiriye. Wê demê piştî ketina Beesê, vî kesî li devera Kerkûkê dibînin û wê demê ku Kak Berhem serokwezîrê Başûrê Kurdistanê bû, diçin hevpeyvîn pê re dikin û ew bi xwe dibêje, "Ez hatime hemû zanyariyan bidim, ez amade me." Êdî ew pirtûk jî, wekî ku ne tenê qurbanî were biaxive, belkî celad jî bê rastiyan vebêje.
Rûdaw: Çi tiştek li ser pirtûkên te heye ku te ji Fînlandiyan bihîstiye û ji bîra te naçe ku wan ji te re gotibe?
Soran Zekî: Wan ji min re gotiye ku ev pirtûka yekem a "Kurdî Hîn Dibim" ku min nivîsiye, ew zanyariyên ku min li ser çand û şûnwarên Kurdistanê û dîrok û kultûra me û di jêrenotên pirtûkan de behs kiriye, gelekî bi wan girîng e ku komek zanyarî li ser wê civakê tê dayîn. Êdî gava min ew pirtûk jî nivîsî, min gelekî hewl da ku kamerayê têxim ser hemû beşên Kurdistanê, lê belê zêdetir ji ber wê pêgeha ku Başûr di warê rêveberî û tiştên wiha de heye, zêdetir behsa wê hatiye kirin. Lê belê behsa Rojavayê jî hatiye kirin, behsa Rojhilatê jî hatiye kirin, behsa wan deran hatiye kirin. Lê belê ev cure têbînî li ser pirtûkan hebûn.
Rûdaw: Li malê tu bi zimanê Kurdî bi zarokên xwe re dipeyivî?
Soran Zekî: Belê, hê di zikê dayika xwe de bûn gava ez bi Kurdî bi wan re dipeyivîm.
Rûdaw: Lê dayika wan ne Kurd e.
Soran Zekî: Dayika wan xelka Çînê ye û êdî zarok di nivîsandin, xwendin û axaftina Kurdî de pir baş in.
Rûdaw: Rewşa dayika wan çawa ye?
Soran Zekî: Dayika wan fêm dike. Êdî lê li malê em piranî bi fînlandî bi wê re dipeyivin. Lê ez her tim bi xesûya xwe û bi malbata wan re bi çînî dipeyivim.
Rûdaw: Kurê te surprîzek ji te re kir, pirtûkek bû. Heke tu behsa wê ji me re bikî.
Soran Zekî: Belê, wê demê kurê min 10 salî bû. Min gelekî hewl dida ku Kurdiyeke baş fêr bibe, ne tenê axaftin, belkî xwendin û nivîsandin jî. Êdî wer bû ku min çîrok jê re ji vê pirtûkxaneyê werdigirt. Pirtûk pir kêm bûn, naverok ne pir baş bûn, paşê reş û spî bûn. Ji aliyê teknîkî ve bê reng bûn. Dayika wî pirtûkên Çînî, çîrokên Çînî, jê re werdigirt û reng û tiştên wisa, êdî zêdetir wer bû, hinek rikeberî di nav me de li ser van tiştan hebû. Êdî min jî ji bo wê yekê ku zarokê me te'rîb û tefrîs û tetrîk bûye, min got bila ev jî nekevin bin bandora zimanê Çînî (helbet ez henekê xwe dikim, li mala me behsa wan tiştan nayê kirin, atmosfereke pir navneteweyî ye). Lê min hewl da ku êdî ez bi xwe çîrokan deynim. Min çîroka "Masiyê Reş ê Biçûk" a Semed Bêhrengî ji Farisî wergerand Lurdî. Min dizanî ku ev pirtûk hatiye Kurdîkirin, lê bi dest min neket. Min ew wergerand kurdî û êdî min da kurê xwe ku vê bike finlandî.
Rûdaw: Yanî zarokên te xwendin û nivîsandina kurdî pir baş dizanin.
Soran Zekî: Belê. Êdî wer bû ku ez dikarim bibêjim nîvê pirtûka xwe ji Kurdî wergerand, paşê bi rêya înternetê zanî ku ev pirtûk bi îngilîzî jî heye, êdî wî ya din ji îngilîzî wergerand. Kurê min li baxçeyê pitikan ê îngilîzî bû. Ji ber ku wî gelek pirtûk xwendine, ez dikarim bibêjim Harry Potterên destpêkê berî ku were Fînlandê, bi îngilîzî xwendiye.
Me ji bo wî xwestibû. Xwendevanekî gelekî baş bû. Êdî gelekî zû wergerand. Dûre jî dema keça me çêbû, bi 9 salan temenê wan ji hev cuda ye, êdî beşek ji wan çîrokên folklorî yên kurdî, pîrejin û mam rovî û Şengê û Pengêya kurmancî û Tîtil û Bîbila soranî û hinên din, min beşek ji wan wergerandin, Mam Homer û Lêşke Qûle û evana, beşek jî wî ji bo xwîşka xwe wergerandin, da alîkariya wê bike.
Êdî ez neçar bûm wê demê komek çîrokan jî her wisa zargotinî ji bo wan deynim. Gelek caran digot, "Ev ne wisa ye, cureyekî din e". Lê êdî di dawiyê de min ew çîrokên folklorî yên Kurdî wekî pirtûkekê bi navê "Geliyê Roviyan" çap kirin û yên din jî her bi fînlandî. Keçeke xelka Pîranşarê wêne kişandine û niha wekî du bergên du pirtûkên cuda hatine çapkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse