Ji bo Parlamentoya Holendayê 27 lîste dikevin pêşbaziyê: Kurdek jî namzed e

21-10-2025
Niyaz Mistefa
Nîşan Hêmin Hewêzî Hilbijartin Parlamentoya Holendayê
A+ A-

Hilbijartinên Parlamentoya Holendayê dê 29ê vê mehê werin kirin û 27 lîste ji bo 150 kursiyên parlamentoyê dikevin pêşbaziyê. Di hilbijartinê de tenê Kurdek namzed e.

Hêmin Hewêzî bi eslê xwe ji navçeya Koyeyê ya parêzgeha Hewlêrê ye û niha li Holendayê dijî.

Ew namzedê lîsteya Partiya Banga Demokrat a Xiristiyanan (CDA) e.

Hêmin Hewêzî di hevpeyvîneke xwe ya bi Rûdawê re de qala programa partiya xwe û nêrînên wan ên li ser gelek mijaran kir ku di nav de pirsgirêkên Holendayê, koçber, Başûrê Kurdistanê, Îraq û Rojavayê Kurdistanê jî hene.

Li gorî rapirsiyên dawî yên medyaya Holendayê, Partiya ji bo Azadiyê (PVV) ku partiyeke rastgir a tund û dijberê koçberan e, ji sedî 20ê dengan distîne.

Partiya Karkeran (PvdA) û Partiya Banga Demokrat a Xiristiyanan (CDA) jî her yek ji sedî 16ê dengan distînin.

Hêmin Hewêzî li ser pirsgirêkên sereke yên ku welatiyên Holendayê rûbirûyê wan dibin got:

"Pirsgirêkên herî diyar xanî, koçberî, avhewa û xizmetguzariya tenduristiyê ne.

Em dixwazin salane 100 hezar xaniyan ava bikin ku ji sedî 30ê wan sosyal bin.

Bi vî awayî, em dixwazin sûda herî mezin bigihînin ciwanan da ku ew neçar nemînin dev ji herêmên xwe berdin."

Hêmin Hewêzî li ser çareserkirina pirsgirêka koçberiyê jî anî ziman:

"Di siyaseta koçberiyê de divê mirovahî li ber çavan were girtin lê divê rêkxistî be.

Em sîstemeke nû ya dayîna mafê penaberiyê li derveyî Yekîtiya Ewropayê pêşniyar dikin da ku rê li ber qaçaxçiyan bigirin."

Guherîna avhewayê bûye mijareke cîhanî û di rojeva partiya Hêmin Hewêzî de jî girîngî pê hatiye dayîn.

Hêmin Hewêzî li ser vê yekê jî da zanîn:

"Em dixwazin welatekî pak û baş radestî nifşên paşerojê bikin.

Ev tê wateya veberhênana zêdetir a di enerjiya nûjen de, xurtkirina armancên me yên ji bo guherîna avhewayê û piştgiriya malbat û civakan a di van armancan de da ku ew karibin bi bihayekî guncav sûdê jê wergirin."

Namzedê Kurd derbarê siyaseta partiya xwe ya ji bo pirsgirêka Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê got:

"Siyaseta me ya derve li ser bingeha rûmeta mirovan, mafên mirovan û yasaya navneteweyî hatiye damezirandin.

Em bi berdewamî piştgiriyê didin parastina hemû gelan li dijî zordestî û tundûtûjiyê.

Ev yek Kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê jî li xwe digire."

Hêmin Hewêzî kî ye?

Hêmin Hewêzî sala 1992yan li Koyeyê ji dayîk bûye.

Sala 1997an, di 5 saliya xwe de, bi dêya xwe û birayekî xwe re çûye Holendayê.

Wî li Zanîngeha Laheyê lîsans di Birêvebiriya Karsaziyê de û mastera xwe jî di Birêvebiriya Giştî de li Zanîngeha Rotterdamê xwendiye.

Hewêzî 7 sal in wekî şêwirmendê payebilind li Wezareta Karên Navxwe û Pêywendiyên Keyaniya Holendayê dixebite û bala wî li ser dîjîtalîzasyonê ye.

Niha li Zanîngeha Leidenê xwendekarê doktorayê ye.

Di nav Partiya Banga Demokrat a Xiristiyanan de li Encûmena Zoetermeerê dixebite.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Hêmin Hewêzî re:

Rûdaw: Hûn çawa hewl didin siyaseta aborî baştir bikin bi awayekî ku daxwazên Holendiyan nîşan bide?

Hêmin Hewêzî: Siyaseta me ya aborî li ser wê bingehê ye ku aboriyeke bihêz û dadperwer bingeha Holendayeke bipêşketî ava dike, bi awayekî ku xizmeta daxwaz û pêdiviyên xelkê wê bike. Em siyaseteke rastgo dixwazin derbarê tiştê ku divê bê kirin û tiştê ku mirov dikare hêvî bike bi dest bixe. Ev tê wateya ku armancên me yên demdirêj hebin, ji bo berjewendiya giştî kar bikin û xelkê bikin yek, ne ku wan ji hev cuda bikin.

Baweriya me ew e ku aboriyeke saxlem bi kompanya û saziyên ku ne tenê li qezencê difikirin lê her wiha li xelkê jî difikirin ve girêdayî ye. Em girîngiyê didin geşepêdan û pêşxistina hilberînê ji aliyê hejmar û kalîteyê ve, bi nûjeniya di warê teknolojî û amûrên bipêşketî de, kêmkirina rênimayên nepêwîst li pêşiya hilberîner û veberhêneran, avakirina bankeke niştimanî ji bo veberhênanê û bal kişandina li ser siyaseta giştî di wan tiştên ku rojane rûbirûyê xelkê dibin de. Di nav wan de mûçe, bihayê xaniyên guncav, binesaziyeke bihêz û xizmetguzariyên giştî yên baş hene. Ev jî dê alîkar bin di piştgirîkirina hilberîn û veberhêneran de, baştirkirina kar û teşwîqa fêrbûna berdewam da ku xelk bikaribe xwe li gorî guherînên cîhanê biguncîne.

Holenda welatekî koalîsyonên siyasî ye. Ev nêrîna me ye lê piştî hilbijartinê, em dê bi aliyên siyasî yên din re jî rûnin ku her yekê armancên xwe hene. Astengî ew e ku em wan armancan bikin rêyeke hevpar ji bo parastina ewlehî û derfetên xelkê. Ev siyaseta CDAyê ye ku li ser avakirin, realîzm û pabendbûna bi berjewendiya giştî ve ye.

Rûdaw: Pirsgirêkên herî diyar ên ku Holendî rûbirûyê wan bûne çi ne û plana we ji bo çareserkirina wan çi ye?

Hêmin Hewêzî: Çar pirsgirêkên herî diyar ev in, xanî, koçberî, avhewa û xizmetguzariya tenduristiyê. Hejmareke zêde ya ciwan û malbatan nikarin xaniyekî bi bihayekî guncav bibînin. Em dixwazin salane 100 hezar xaniyan ava bikin ku ji sedî 30ê wan sosyal bin. Bi vî awayî, em dixwazin sûdê herî mezin bigihînin ciwanan da ku ew neçar nemînin dev ji herêmên xwe berdin. Di siyaseta koçberiyê de divê mirovahî li ber çavan bê girtin lê divê rêkxistî be. Em sîstemeke nû ya dayîna mafê penaberiyê li derveyî Yekîtiya Ewropayê pêşniyar dikin da ku rê li ber qaçaxçiyan bigirin. Li Holendayê, em dê yasayê bicîh bînin ji bo bidawîkirina qerebalixiya li navendên daxwaza mafê penaberiyê û dersînorkirina wan kesên ku daxwazên wan bi awayekî dadperwerane hatine redkirin. Em dixwazin welatekî paqij û baş radestî nifşên paşerojê bikin. Ev tê wateya veberhênana zêdetir di enerjiya nûjenbar de, xurtkirina armancên me yên ji bo guherîna avhewayê û piştgirîkirina malbat û civakan di van armancan de, da ku ew bikaribin bi bihayekî guncav sûdê jê werbigirin. Sîstema me ya tenduristiyê rûbirûyê kêmbûna karmendan û bilindbûna bihayan bûye. Partiya me baweriyê bi xurtkirina sîstema tenduristiyê ya navxweyî, zêdekirina veberhênanê di perwerdekirina kesên profesyonel de û misogerkirina ku xizmetguzariya tenduristiyê li nêzîkî malan berdest be, tîne. Pêwîst e em burokrasiyê kêm bikin da ku bijîşk û karmendên din ên tenduristiyê bikaribin karê xwe bikin, ku ew jî lênêrîna xelkê ye.

Rûdaw: Hûn koçber û penaxwazan çawa dibînin? Plana we çi ye ji bo wan koçberên ku digihêjin Holendayê bi awayekî ku karibin xizmeta aborî û hêza kar bikin?

Hêmin Hewêzî: Em li koçberan wekî kesên ku xwedî rûmet, şiyan û her wiha berpirsiyarî ne dinêrin. Hevgirtin erkekî dualî ye: Yên nû hatine divê fêrî Holendî bibin, rêzê li yasayên me bigirin û beşdar bibin; divê civak jî derfetên dadperwerane di perwerde û kar de pêşkêş bike. Ziman û kar kilît in. Ji ber vê yekê, divê şaredarî encamên pîvandî bi dest bixin, divê kardêr alîkariya karkeran bikin di fêrbûna ziman de û di koça kar de divê xaniyên hêja û rêzgirtina ji malbatan re hebe. Koçberî ne tenê pirsgirêkeke Holendayê ye, belkî pirsgirêkeke Ewropî û cîhanî ye. Ji ber vê yekê em piştgiriyê didin sîstemeke penaberiyê ya Ewropî ku tê de daxwazên destpêkî li derveyî Ewropayê tên nirxandin, bi dabeşkirineke dadperwerane ya berpirsiyariyê di navbera welatên Yekîtiya Ewropayê de û peymanên vegerandinê yên tundtir bi welatên çavkaniyê re. Bi vî awayî, koçberî dikare were rêkxistin, dadperwerane û berdewam be, û sûdê bigihîne hem yên nû hatine û hem jî aboriyê.

Rûdaw: Hûn û partiya we çawa li koçberên ji Rojhilata Navîn dinêrin? Sûd û astengiyên herî mezin ên koçberan ji bo Holendayê çi bûne?

Hêmin Hewêzî: Siyaseta me li gorî herêma çavkaniyê cudahiyê naxe navbera koçberan. Ji bo hemû yên nû hatine merc heman in: fêrbûna ziman, hevgirtin û beşdarbûna di civakê de. Sûd eşkere ye: Gelek koçberên Rojhilata Navîn xwedî berxwedan, behre û daxwazeke xurt a serkeftinê ne. Bi piştgiriyeke guncav di fêrbûna ziman û perwerdeya pîşeyî de, ew beşdarî hêza kar, çand û civakên me dibin. Astengî jî rast in: astengiyên ziman, perwerdeya qutbûyî û metirsiya civakên paralel. Ji ber vê yekê hevgirtin divê tund be lê dadperwerane be, û bala wê li ser demokrasî, beşdarî û xwebaweriyê be.

Ez bi xwe delîla zindî ya vê yekê me. Wekî penaxwaz hatim Holendayê, li vir mezin bûm, xwendim û niha wekî şêwirmendekî payebilind û namzedê parlamentoyê me. Partiya min derfet da min ku di lîsteyê de bim ji bo nûnertiya welatiyên Holendayê bikim. Çîroka min nîşan dide ku yekbûn kar dike dema ku her du alî berpirsiyariyê werdigirin – û yên nû hatine dikarin geş bibin û bibin nûnerên gelê Holendayê.

Rûdaw: Hûn û partiya we çawa li Kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê dinêrin? Partiya we divê çawa bi wan re miameleyê bike?

Hêmin Hewêzî: Siyaseta me ya derve li ser bingeha rûmeta mirovan, mafên mirovan û yasaya navneteweyî hatiye damezirandin. Em bi berdewamî piştgiriyê didin parastina hemû gelan li dijî zordestî û tundûtûjiyê. Ev yek Kurdên li Tirkiye, Sûriye, Îraq û Îranê jî li xwe digire. Xala yekem a destûra Holendayê dibêje ku bi her kesî re bi awayekî wekhev miamele tê kirin. Ev prensîb rêberiya siyaseta me ya derve dike, piştgirîkirina mafên hemû gelan, di nav de Kurdan jî, ji bo jiyaneke bi rûmet û azadî, û teşwîqa çareseriyên siyasî li şûna tundûtûjiyê. Partiya Banga Demokrat a Xiristiyanan her tim bawerî bi hevkariya navneteweyî bi rêya Yekîtiya Ewropayê, NATOyê û Neteweyên Yekbûyî aniye. Em daxwaza aramiyê li Rojhilata Navîn li ser bingeha demokrasî, serweriya yasa û rêzgirtina ji pêkhateyan dikin. Çawa ku Holenda di nav welat de bi wekhevî dijî, em dixwazin wekî mînakekê li derve jî xizmetê bikin.

Rûdaw: Hûn û partiya we çawa li Rêveberiya Xweser dinêrin? Hûn dixwazin hikûmeta paşerojê ya Holendayê alîkariya wan bike?

Hêmin Hewêzî: Prensîbên me zelal in, em daxwaza aramî, demokrasî û mafên mirovan li herêmê dikin. Holenda xwedî kevneşopiyeke serbilind a alîkariya mirovî û hevkariya geşepêdanê ye. Her çend em welatekî bi rûberekî biçûk bin jî, bandoreke me ya mezin heye. Di çend deh salên borî de em beşek ji hemû hevpeymaniyên hikûmetê bûne û me her tim piştgirî daye aramî, alîkariya mirovî û avedankirinê li herêmên bi nakok. Ji ber vê yekê, dema ku divê em li gorî hevpeymanan û yasaya navneteweyî kar bikin, divê em berdewam bin li piştgirîkirina projeyên mirovî, geşepêdana xwecihî û hewlên aştiyê. Ev yek demokrasiyê bihêz dike, alîkariya gelê çewisandî dike û beşdarî aramkirina herêmeke tijî pirsgirêk dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst