Dusseldorf (Rûdaw) - Roja çarşemê li Holendayê hilbijartinên pêşwext ên parlamentoyê tên lidarxistin.
Hêmin Hewêzî di van hilbijartinan de wekî tekane namzedê Kurd derdikeve pêş ku bi propagandeya xwe ya bi Kurdî û bi nasnameya xwe ya di nav diyasporaya Kurdî de tê naskirin.
Hêmin Hewêzî akademîsyen e xwedî ezmûneke zêde ya di birêvebiriyê de û niha yek ji berpirsên payebilind ên Wezareta Karên Navxwe ya Holendayê ye.
Ji ber ku tê pêşbînîkirin partiya wî di van hilbijartinan de dengên xwe zêde bike, bi taybetî eger Kurdên Holendayê piştgiriyê bidin wî şansê serkeftina wî jî bilind e.
“Ez dê li Parlamentoya Holendayê bibim dengê Kurdan”
Hêmin Hewêzî li bajarê Koyeyê ji dayik bûye û di çar saliya xwe de bi malbata xwe re çûye Holendayê.
Ew niha xwendekarê doktorayê ye û wekî şêwirmendê payebilind ê Wezareta Karên Navxwe ya Holendayê kar dike.
Hewêzî di warê dîjîtal û hişê çêkirî de pispor e û ev sê-çar sal in di nav siyaseta Holendayê de çalak e.
Hewêzî diyar kir ku siyasetê ew kişandiye nav xwe, ji ber ku ew ji malbateke siyasî tê; bavê wî Pêşmerge bû û bapîrê wî jî kesên siyasî bû.
Ew Partiya CDAyê wekî partiyeke navendî û demokratîk dibîne ku hemû pêkhate xwe tê de dibînin û ji ber vê yekê wî biryar daye ku ji bo bihêzkirina wê kar bike.
Hewêzî girîngiya beşdariya Kurdan di siyaseta Holendayê de anî zimên û got:
"Nêzîkî 250 heta 300 hezar Kurd li Holendayê hene. Ev hêzek e û ji bo min pir girîng e ku ez karibim bibim cihê baweriya van hemû Kurdan û dengê Kurdan li Parlamentoya Holendayê bilind bikim.
Bi vî awayî, ez hem Kurdan bi Holendiyan didim nasîn, hem jî xizmeta Kurd û Kurdistaniyên vir dikim."
“Ez dê piştrast bibim ku Kurd neyên jibîrkirin”
Hêmin Hewêzî, tevî ku ji zarokatiyê ve li Holendayê dijî, pêwendiyên xwe yên kûr bi Kurdistanê re parastiye.
Siyasetmedarê Kurd diyer dike ku ew her derfetê dibîne Kurdistanê ziyaret dike û bi saya wan ziyaretan ew xwe nû dike.
Hewêzî her wiha behsa hewldanên xwe yên ji bo fêrbûna zimanê Kurdî kir û eşkere kir ku wî bi rêya malpera Rûdawê xwe fêrî xwendina Kurdî kiriye.
Hewêzî tekez kir ku ew dê di parlamentoyê de hem nûnertiya Kurdan bike, hem jî çavdêriya hikûmetê bike.
Siyasetmedarê Kurd Hewêzî got, "Dema ku hikûmet soz dide ku ji bo hemû pêkhateyan kar bike, ez dê piştrast bim ku Kurd jî neyên jibîrkirin û roleke girîng bilîzin."
Serok Barzanî şîret lê kiriye
Hewêzî di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de Kurdistan ziyaret kiriye û bi Serok Mesûd Barzanî re civiya ye.
Serok Barzanî şîret lê kiriye ku bibe pirek di navbera Holenda û Ewropayê bi giştî û Kurdistanê de û girîngiyê bide bihêzkirina pêwendiyan di warên çandinî, geştyarî û teknolojiya nû de.
Hêmin Hewêzî, namzedê hejmar 26 ê Partiya Xiristiyan Demokratên (CDA) ye.
Ew derbarê rewşa partiya xwe de geşbîn e û hêvî dike ku di hilbijartinan de dengên herî zêde bi dest bixin û dengê Kurdên Holendayê jî roleke girîng bilîze.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse