Rêveberê Grûpa Qeyranên Navneteweyî nivîskar û Pisporê Rojhilata Navîn Joost Hiltermann diyar dike ku Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer di bin zexta Amerîkayê de ye.
Joost Hiltermann li ser çend mehên hikûmeta Şamê û Ehmed Şer got, “Pirsgirêk ew e ku ew serokê welatekî ye û di heman demê de bingeha desthilata wî gelekî berteng e, loma nikare bandor û serweriya xwe li seranserê Sûriyeyê berfireh bike. Ji bilî wê jî, ew rastî gelek pirsgirêkên aborî dibe. Di bingehê de pereyên wî nînin ku meaşê sektora giştî bide.”
Nivîskar û pisporê Holendî Joost Hiltermann li ser peyaman Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer jî dibêje, “Peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de peymaneke destpêkê bû. Ez bawer im ku her du aliyan jî hest bi lezgîniyê kir. Ehmed Şer di bin zexta Amerîkayê de ye ku bi Kurdan re li hev bike, ji ber ku Amerîka piştî her tiştî û têkoşîna dijî DAIŞê dixwaze Sûriyeyê biterikîne lê dixwaze piştrast be ku Kurd bi awayekî hilawîstî û bê piştgir nemînin û rastî êrişa Tirkiyeyê nebin lewre zextê li Şer dikin ku bi Kurdan re li hev bike.”
Nivîskar û pisporê Rojhilata Navîn Joost Hiltermann li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, rewşa Xezeyê û pêşhatên Rojhilata Navîn ji pêşkeşkarê Rûdawê Nwêner Fatih re axivî.
Hevpeyvîna Joost Hiltermann û Niwêner Fatîh wiha ye:
Rûdaw: Joost Hiltermann bi xêr hatiyî.
Joost Hiltermann: Gelekî spas
Rûdaw: Ez dizanim tu li Grupa Qeyranan a Navneteweyî bi hûrbînî çavdêriya Sûriye û Xezeyê dikî. Tê bîra min par me behsa Xezeyê kir lê niha piştî salekê, Sûriye jî heye. Tu rewşa Sûriyeyê çawa dibînî? Nirxandina te çi ye?
Joost Hiltermann: Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî, ji ber wan bûyeran bû ku li Libnanê qewimîn, ew jî ji ber wan tiştan bû ku li Xezeyê bi Hemasê re di 2023an de qewimîn. Bertekeke zincîrî bû bi encamên neçaverêkirî ku ez bawer im Hemasê plan jê re nedanîbû.
Niha rejîma Sûriyeyê nemaye. Îran li Sûriyeyê nemaye. Rûs hîn jî li wir in lê di rewşeke gelekî sînordar de. Tiştê ku niha heye serkirdayetiya Heyeta Tehrîr El-Şamê ye ku wekî rêxistineke terorîst tê dîtin, ji ber ku berê pêwendiya wê bi EL Qaîde û DAIŞê re hebû. Loma rewatiya wê ya navneteweyî nîne lê serokê wê Ehmed Şer bi awayekî gelekî çalak hewl dide nîşan bide ku ew kesekî pragmatîst e, ne îdeolojîk e û rêberê rastîn ê Sûriyeyê ye, ne tenê serkirdeyê grûpeke serhildêr a Idlibê ye. Heta radeyekê jî serkeftî bûye di qayilkirina guhdarên xwe ku bi rastî ew ew cure kes e - kesekî pragmatîk e ne cîhadîstekî ku plan dike Parîs an jî New Yorkê biteqîne.
Pirsgirêk ew e ku ew serokê welatekî ye û di heman demê de bingeha desthilata wî gelekî berteng e, loma nikare bandor û serweriya xwe li seranserê Sûriyeyê berfireh bike. Ji bilî wê jî, ew rastî gelek pirsgirêkên aborî dibe. Di bingehê de pereyên wî nînin ku meaşê sektora giştî bide.
Bi giştî aboriya wî di bin dorpêça rojava de ye, her çend hikûmetên rojavayî dibînin ku Şer pragmatîste jî, dîsa jî ne amade ne bibêjin em dorpêçan radikin. Ew dixwazin hin gavên erênî di avakirina hikûmeteke berfireh de bibînin ku me hîna nedîtine. Hikûmetek heye lê ne şert e berfireh be.
Her wiha dixwazin pêvajoyeke siyasî ya piralî û dariştina destûrekê bibînin ku hîna derneketiye holê. Li ser bingeha van mercan, dibe ku beşek ji dorpêçan werin rakirin ku jiyanê bide desthilatên nû yên Sûriyyeê û rê bide aboriya wê baş bibe lê eger ev yek rû nede, wê demê dibe ku encam bibe kaos, ji ber ku dibe ku ev rejîm berdewam nebe, ji ber ku gelek kêşe hene.
Rûdaw: Diyar e ji sala 2011an ve haya te ji Sûriyeyê û hemû rûdanên ku tê de qewimîne heye. Mebesta min ew e, eger em li ragihandina destûrî ya Ehmed Şer binêrin ku pênc sal ji xwe re diyar kir, li gel hikûmeteke gelekî navendî, bêyî ti otonomiyê û her tişt li Şamê ye. Ev jî heman şêwaza Hikûmeta Beşar Esed bû - hikûmeteke navendî. Gelo tu difikirî ku qeyran, ango sedemên bingehîn ên qeyranê, bi vî awayî tên çareserkirin? Ez dê dubare bikim; hikûmeteke heye ku bi temamî ne berfireh e, serokekî pênc sal ji xwe re diyar kirine û desthilatdariyeke navendî ava kiriye.
Joost Hiltermann: Bi baweriya min, ji bo nirxandinê gelek zû ye lê nîşan bi awayekî pêwîst ne baş in, ji ber ku hikûmet ne giştgir e. Ehmed Şer desthilat daye xwe ku sêyeke endamên parlamentoyê destnîşan bike, her wiha gotiye ku divê du ji ser sêyên din ji aliyê komîsyonekê ve bên hilbijartin ku ew bi xwe endamên wê destnîşan dike. Bi gotineke din, dikare biryarê bide ka kî diçe parlamentoyê. Ev yek diyar e ku divê wisa nebe lê ev dezgehên demkî ne. Ev destûreke demkî ye. Wekî ku tu dibêjî, pênc sal ji xwe re destnîşan kiriye. Ez dibêjim di qonaxeke veguhêz a wisa dijwar de - ku me li deverên din ên cîhanê jî dîtiye - yekser hilbijartin neyên kirin û dem ji bo veguhastinê bê danîn, ne şert e ku tiştekî xirab be lê baş e. Diyar e ku nîgeranî heye ji wê yekê ku aniha demkî ye - destûra demkî û hikûmeta demkî - bibe ya her demî û ti veguhastineke rastîn rû nede. Ev jî xirab dibe.
Lewra pêwîst e hêzên derve li Kendavê, Ewropa, Amerîka û xelkê Sûriyeyê bi xwe - çi li derveyî welat û çi li navxwe - zextê bikin ser vê serkirdayetiya nû ji bo cîbicîkirina proseya siyasî ya berfireh ku di dawiyê de bigihîje hikûmeteke her dem ku bi rastî nûnertiya xelkê Sûriyeyê bike.
Rûdaw: Kurdên Sûriyeyê biryar dan ku rêyeke siyasî li gel Ehmed Şer bidin destpêkirin. Niha peymanek heye, her çend ku ez wisa difikirim ku hîn tenê behsa sernavan tê kirin. Ti hûrgiliyeke zêde nîne. Tu çawa wê dinirxînî?
Joost Hiltermann: Peymana bi HSDyê re...
Rûdaw: Belê bi HSDyê re...
Joost Hilterman: Peymana di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer de peymaneke destpêkê bû. Ez bawer im ku her du aliyan jî hest bi lezgîniyê kir. Ehmed Şer di bin zexta Amerîkayê de ye ku bi Kurdan re li hev bike, ji ber ku Amerîka piştî her tiştî û têkoşîna dijî DAIŞê dixwaze Sûriyeyê biterikîne lê dixwaze piştrast be ku Kurd bi awayekî hilawîstî û bê piştgir nemînin û rastî êrişa Tirkiyeyê nebin lewre zextê li Şer dikin ku bi Kurdan re li hev bike.
Paşê piştî tundûtûjiyên li herêma Elewiyan, pêdiviya Ehmed Şer bi wê rewatiyê heye loma ji bo gotûbêjkirina bi Mezlûm Ebdî re gav avêt. Mazlûm Ebdî jî ji aliyê xwe ve pêdivî bi peymanê heye, ji ber ku ditirse hêzên Amerîkayê îsal vekişin û wê demê rastî êrişa Tirkiyeyê bibe lewma divê bi Şamê re li hev bike. Ango her du alî jî hest bi lezgîniyê dikin.
Di heman demê de her du alî jî - dibe ku dijberî be jî - wisa difikirin ku dem di berjewendiya wan de ye. Eger hinekî li bendê bimînin, dikarin peymaneke baştir bi dest bixin, ji ber ku Mazlûm Ebdî wisa difikire ku Elewî dijî Ahmed Şer in, em dijî ne, Dûrzî dijî ne, Îsraîl dijî ye û ew nikare berdewam bike. Lewma kesekî din tê Şamê. Çima em bi kesekî re li hev bikin ku piştî çend mehan namîne? Hesab ev e.
Ehmed Şer jî wisa difikire ku Amerîkî ji Sûriyeyê vedikişin, çimkî wan bi xwe gotiye. Rast nizanim kengî lê belê îsal. Wê demê Kurd û Mezlûm dikevin ber dest û bi lez tên ba wî. Dibe ku her du alî jî şaşiyê di hesabên xwe de bikin, wisa zanibin aliyê din di pozîsyoneke lawaztir de ye, di demekê de ku her du aliyan jî tiştek heye jê bi fikar bin. Niha dema peymanê ye. Diyar e danûstandin gelekî zehmet dibin, çimkî pirsgirêk gelekî aloz in ku derbarê xweseriya Kurdî û tiştên din ve ne ku heta çi radeyê hêzên Kurdî dikevin nav artêşa Sûriyeyê û tiştên din jî.
Rûdaw: Te behsa Îsraîlê kir. Îsraîl baweriyê bi Ehmed Şer nake û ji aliyê stratejîk ve artêşa Sûriyeyê û hêza asmanî ya wê têk bir. Sûriye li hemberî Îsraîlê vekirî ye û wisa diyar e Îsraîl piştgiriyê dide hin pêkhateyên li Sûriyeyê. Armanca Îsraîlê ji vî karî çi ye?
Joost Hiltermann: Îsraîlê ji 8ê Kanûna Pêşîn ve sê cure kar kir. Ya yekem ew e ku te behs kir, têkbirina tevahiya karîna serbazî yên stratejîk ên Sûriyeyê bû. Duyem, dagirkirina Sûriyeyê, niha hêzên wê nêzîkî Şamê ne û herêmeke nasesrbazî li başûrê Şamê ragihandiye. Sêyem, bi awayekî çalak hewl daye civakên Sûriyê - Dûrzî û Elewî û Kurd - dijî desthilata navendî dabeş bike.
Van hemûyan ji bo lawazkirina Sûriyeyê dike lê belê pirs ew e ji bo çi? Wekî dipirsî. Ez wisa dihesibînim beşek ji wê yekê ew hincet e ku ew bi xwe dibêjin - ji bo bergiriya li xwe, naxwazin Sûriyeke bihêz serî hilde ku gef be ji bo Îsraîlê, çi di jêr vê serkirdayetiyê yan serkirdayetiyeke dahatû de, çimkî kes nizane ev serkirdayetî heta kengî dimîne. Dibe ku gelek bimîne yan kêm. Lewra nayê zanîn kî piştî wê tê û nabe bawerî pê were, ji ber wê tu dixwazî Sûriyeyeke lawaz beramberî te hebe.
Heta niha Ehmed Şer pir nerm bû, ti rexne li Îsraîlê negirtiye, ji bilî rêya Neteweyên Yekbûyî ku ew jî tenê namegûherk e lê armanca dirêj a din a Îsraîlê ew e ku dibîne Tirkiye bandora xwe li Sûriyeyê berfireh kiriye ji ber ku wan heta radeyekê piştgiriya Ehmed Şer kir û bêguman piştgiriya wan grupên serhildêr kir ku niha li Şamê ne.
Ji ber vê yekê hûn dibînin bandora Tirkiyê li wan deran berfireh bûye ku berê Îran tê de bû. Tirkiye wekî Îranê ne dijminê Îsraîlê yê lê dîsa jî Îsraîliyan dilşa nake. Ji ber vê yekê ew dixwazin Tirkiyeyê bi paşde bixin, bi dirêjkirina bandora xwe heta Şamê van peyaman dişînin, dibêjin xeteke sor li vir heye. Divê em hişyar bin ji ber ku rûbirûbûna navbera Tirkiye - ku endamê NATO û hevpeymanê Amerîkayê ye - û Îsraîl - ku hevpeymanê Amerîkayê ye - dikare pir aloz be.
Rûdaw: Rast e, ji ber vê yekê Benjamin Netanyahu ji Donald Trump xwest bi awayekî navbeynkariyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de bike.
Joost Hiltermann: Trump jî peyameke balkêş ji Netanyahu re di televizyonê de şand, di weşana zindî de, got, ‘ez hevalê Erdogan im’ bi wateyeke din jê re got divê helwesta te baş be. Ew jî di weşana zindî de.
Rûdaw: Hemû tişt di weşana zindî de ye?
Joost Hiltermann: Belê lê em nizanin baweriyê bi çi bînin, ji ber ku em nizanin li pişt perdeyê çi diqewime û Trump dikare ji rojekê bo rojeke din ramanên xwe biguherîne.
Rûdaw: Derbarê Xezeyê de, ji 18ê Adarê ve ku êrişan dest pê kirine, zêdetirî 1500 kes hatine kuştin. Niha nîşanên agirbestê hene, herî kêm ji hefteya borî ve ku gotûbêj li Qahîreyê hebûn. Tu bawer dikî ku ev agirbest pêk were?
Joost Hiltermann: Bêguman nûçeyên agirbesteke din hene. Zext li ser Netenyahu li nav Îsraîlê gelekî mezin e ku razî bibe bi agirbestê. Berî her tiştî, êrişa serbazî armancên xwe bi dest nexistine. Hamas têk neşikandiye. Tenê zêdetir wêranî û azar ji bo xelkê Xezeyê çê kiriye. Li ser asta navneteweyî Îsraîl gelekî xirab derdikeve û ev jî bandorê li rewşa navxweyî ya Îsraîlê jî dike. Artêş sînorên şiyanên xwe dizane.
Niha hejmareke zêde ji serbazên Îsraîlî, bi taybetî yedek, red dikin xizmetê bikin. Ev jî zextên li ser Netenyahu zêde dike bo razîbûna bi agirbestê. Hamas ji aliyê xwe ve amade ye agirbestê bidomîne lê tenê agirbestekê naxwaze ku neçar bike dîlan azad bike li hemberî girtiyên Filistînî ku ew jî wekî dîlan in belkî dixwaze behsa dawiya şerê Xezeyê bê kirin.
Ev jî tiştek e Netenyahu amade nîne lê bifikire. Ji ber vê yekê ev hîn jî xala qutbûnê ye. Lewma divê em zanibin eger agirbesteke din hebe dibe ku dîsa dem kurt be, dibe ku hinek dîl azad bibin lê Hamas hemû dîlan azad nake, yan termên wan ên ku mirine radest nake, heta dawiya şerê Xezeyê û peymanekê li ser birêvebirina piştî şer neyê kirin ku hemû alî karibin razî bibin pê ev jî pêşbaziyeke mezin e.
Rûdaw: Gelek spas. Bi xêr hatiyî Rûdawê.
Joost Hiltermann: Gelek spas, cihê xweşhaliya min bû.
Rûdaw: Spas.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse