Lîstikvanê Hollywoodê: Ez ji zarokên Kurd fêrî gelek tişta bûm

26-06-2021
RÛDAW
Hevpeyvîneke taybet ligl lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Cîhad Ebdo
Hevpeyvîneke taybet ligl lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Cîhad Ebdo
Nîşan Hollywood Cîhad Ebdo Kurd Kurdî
A+ A-

Ji stêrkekê di dramaya Sûrî de, heta qehremaniya filmên cîhanî li paytexta wan, Hollywoodê. Ev çîroka lîstikvanê navdar yê Hollywoodê Cîhad Ebdo ye.

Lîstikvanê sinemayê Cîhad Ebdo ji qehremaniya rêzefilma (Meraya/Neynik) û (Nîhayet Recul Şucai/Dawiya Zilamekî Mêrxas) û bi dehên karên din, heta qehremaniya filmên cîhanî, weke qehremaniya filmê (Meliket El-Sehraa/Şaha Biyabanê), (El-Ibin El-Bikr/Kurê Nuxurî), (Teswîr Lî-Ecil El-Melêk/Wênekêşan ji bo Şah) û kar ligel stêrkên cîhanî, weke Tom Hanks û Nicola Kirman kiriye.

Lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Cîhad Ebdo dibêje dema vîn, rijdbûn û behre hebin, tiştekî nepêkan nîne.

Cîhad Ebdo dibêje ew di fîlma Mano Xelîl a “Cîran” de gelek tişt ji zarokî Kurd ê  bi navê “Şêro” fêr bûye.

Ebdo got: “Dixwazim nameyeke hezkirinê û hêviya serkefitinê bişînim, ji bo wî zarokê ku qehremanê filma Cîran, Şêro. Bi rastî ev behreya nayab, li cem wî, Xwedê wî zarokî biparêze, min bi xwe ji mamoste Mano Xelîl re got, tu di hilbijartina vî gencê nûhatî, vî zarokî de, biser ket, ku min ji dûr çavdêriya wî dikir, ez jê fêr dibûm.”

Ji Rûdawê Adlîn Qasim hevpeyvîneke taybet li gel lîstikvanê navdar ê Hollywoodê Cîhad Ebdo pêk anî.

Adlîn Qasim: Hunermend Cîhad Ebdo, silav bo te, ji Rûdawê.

Cîhad Ebdo: Silavên min ji bo te û hemû karmendên televizyonê û hemû temaşevanên hêja. Gelekî spas.

Rûdaw: Hunermendê cîhanî, Cîhad Ebdo, te ligel derhênerên cîhanî û Sûrî kar kiriye, vê dawiyê jî, te beşdarî di qehremaniya filmekî Kurdî de kir, ji derhêneriya derhênerê Kurd Mano Xelîl e,  dikare ji me re behsa wê bikî?

Cîhad Ebdo: Bi rastî, ji ciwantirîn bizavên cîhanî û hunerî ku heta niha min beşdarî tê de kiriye. Ez ne zêderewiyê dikim ku ji te re dibêjim, min hest bi şahiyeke mezin dikir, ji yekem kêlîka ku min destpê kir, her berî ku ez têkstê bixwînim, pêwndî ligel mamoste Mano Xelîl gelekî xweş bû, pêwendiyeke nerm bû, mirovane bû, kûr û zelal bû. Min hest dikir ku têkst wê xweş be, êdî dema min dest bi xwendina têkstê kir, min nikarîbû dest jê berdim heta ku wî têkstî bidawî bikim, bi sedema hebûna rehendên mirovî yên ciwan, ku tê de bûn û behsa hemû pêkhateyên vî gelê mezin ê baş, bi zelaliyeke zêde, bi mirovahiyeke zêde, piştre jî, bizav di riyalîtê de, li cihê wênekêşanê, bizaveke gelekî xweş bû, ji hevtêgihiştina hunerî û mirovayî û dahênanî, serbarî ku min hinek kesên dahêner û baş û hêja nas kirin, ji wan re girîng bû sînemayeke baş û hêja, di vê demê de, encam bidin.

Rûdaw: Belê, film li parêzgeha Duhokê, li Herêma Kurdistanê hate wênekêşan. Te siruşta Duhokê û siruşta Kurdistanê dît, heta çi radeyê ev siruşt baş e ku film û karên cîhanî lê bêne encamdan. Heta çi radeyê ew siruşt guncaw e?

Cîhad Ebdo: Belê, rast e, rast e, min dît ku gelekî guncaw e, bi sedema cografyaya wê ya ciyawaz, ji her tiştê ku, ji bo wênekêş, derhêner û kadroyê hunerî pêwîst in, herwiha asteke bilind ji ewlehiyê hebû, me hest bi ewlehiyê dikir, tevî wê yekê jî, ew gel mazûvanekî comerd û baş e. Pêşwaziyeke astbilind ji me re hebû. Bi nerîna min, Duhok, lê tevî ku min li Hewlêrê wênekêşan nekir, lê ez bawer im, hemû ew navçe devereke gelekî baş e, ji bo gelek berhemhêneran ku wênekêşanê li Kurdistanê  bikin, çi  li Duhokê be yan jî li Hewlêrê be yan li çi devereke din be. Ev nerîna min e.

Rûdaw: Naxwe em dikarin bibêjin ku siruşta Duhokê handerek e, ku tu wênekêşanê li Hewlêrê jî bikî yan jî hinek karên din, li Herêma Kurdistanê bikî?

Cîhad Ebdo: Bi saya Xwedê. Bi rastî ez hêvî dikim, di bizaveke din de, di paşûerojê de. Tiştê ku min dît, dema ez gihiştim Duhokê, ew nêzîkbûna deverên cografî, li Duhokê û bajarê Qamişlo ku bi diyar, cihê bûyerê bû. Vê yekê jî hişt ku hemû kadroyên vî filmî, hest bi vehesînê bikin, weke ku bi rastî ew li Qamişloyê ne. Ev xaleke gelekî sereke ye, dema ku mirov karekî hunerî dike, ku rastgoyî tê de hebe, bi taybetî rastgoyîya cih. 

Rûdaw: Mamoste Cîhad, tu tê naskirin ku gelek zimanan dizanî. Tu fêrî Zimanê Kurdî bû û tu di filmê “Cîran” de bi zimanê Kurdî axivî. Ev bizav çawa bû û te zimanê Kurdî çawa dît û çawa tu li ser wî zimanî rahênan bû û fêr bû, gelo zehmetiya axaftina bi Zimanê Kurdî hebû? 

Cîhad Ebdo: Na, zehmetî nebû. Şensê min gelekî heye, nabêjim behre ye, lê belê hêsanî heye ku fêrî zimanan bibim. Ez guman dikim, ev yek vedigere fêrbûna min ji mûzîkê re di temenkî gelekî biçûk de. Jenîna amêra kemanê, ev yek jî bi lêkolînê hatiye tekezkirin, ku jenîna amêrekê yan fêrbûna muzîkê di temenekî biçûk de, geşeyê dide cihê berpirs di ber zimanan de, di mejî de. Lewma şarzabûna min di zimanê Erebî û zimanê Îngilîzî de, dema ez di dibistanê de bûm, ez gelekî li pêş bûm, piştre ez çûme Romanyayê ji bo xwendina ezndazyariya sivîl,  û eşkere dibêjim ku di dema 4 mehan de, ez fêrî zimanê Romanî bûm, berê jî min yek peyva Romanî nizanî bû. Ez tê de şareza bûm, ango di dema du salan de, ez weke xelkên wê deverê axivîm. Piştre dema vegeriyam Sûriyê, ji bo ekteriyê bixwînim, di dema xwe ya piştî peymangehê de, min li Navenda Reşwenbîrî xwe fêrî Zimanê Spanî dikir. Di dema du salan de jî ez fêrî Spanî bûm, êdî arezûya min bû ku hemû zimanan fêr bibim, lewma jî min bi xwe xwe fêrî Rûsî û Fransî kir. Dema ew rol bo min hate spartin, diyaloga min bi Zimanê Erebî û Zimanê Kurdî hebû, ku ew jî zimanekî gelekî xweş e, herwiha Zimanê Ibrî, ji ber ku rola min a kesekî Cihû bû, ji Sûriyê. Tiştê bû, ew bû, ku mamoste Mano ew hevokên ku divê ez wan bi Zimanê Kurdî bibêjim, tomar kirin, êdî min jê xwest ku wan ji min re tomar bike û nivîsandî ji min re, bi Latînî binivîse û bişîne, ez jî demekê li ser wan rahênan bûm.

Rûdaw: Tu dikarî çend peyvan bi Kurdî ji me re bibêjî?

Cîhad Ebdo: Min ji bîr kirine. Min ji bîr kirine…… Bi Xwedê divabû min ew amade kiribana.

Rûdaw: Eger heye tu bê Hewlêrê û filman çê bikî û projeyên te hebin, êdî hingê em ê bi Kurdî ligel hev biaxivin û hewl bidin tu çend peyvan werbigirî.

Cîhad Ebdo: Ez soz didime te, ku hevpeyvîna min hemû bi Kurdî be.

Rûdaw: Gelekî baş e. Te behsa pêwendiya xwe ligel muzîkê kir ku pêwendiyeke rûhî ye û tu amêra kemanê dijenî, pêwendiya te ligel muzîka Kurdî çawa ye? Tu li muzîka Kurdî jî guhdarî dikî?

Cîhad Ebdo: Ez li mûzîka Kurdî guhdarî dikim û jê hez dikim, bi rastî, herwiha ji folklorê Kurdî bi giştî hez dikim, ahengên Newrozê, dîlana Kurdî ji dîlanên gelekî xweş e, ez bi guhdaneke mezin wê dişopînim, ji ber ku wateyên ciwan tê de hene, wiha dihêle mirov hest bi serbilindayî, şanazî, merdî û başiyê bike. Nizanim eger ez bi awayekî rast pesnê wê didim, lê ew ji dîlanên herî xweş û ciwan e. Grûpek heye, berdewam li ser internetê dûbare dibe, wiha bi hev re dîlanê dikin û wê arezûyê li cem mirov dirust dikin ku di dîlanê û derbirrîna hesûnestên wan de, beşdariyê bi wan re bike. Ez ji cilûberg û ahengên wan hez dikim. Ji roj roja xwe ve, ez ji kultûrên miletan hez dikim û dixwazim geştê li hemû cîhanê bikim ji bo ku ez hemû miletên cîhanê nas bikim û bibînim ew çawa di jiyanê de digihêjin, çawa di kesên din û derdora xwe de digihêjin. Çawa pêwendiyê ligel kesên din dikin, çi dixwin, comerdî, huner, reng, ziman, çawa derbirrînê bi deng dikin, mûzîk, dîlan, sema, bi rastî, ji zaroktiya xwe ve, ez gelekî dixwazim wan nas bikim.

Rûdaw: Mamoste Cîhad, cenabê te gihişte asta cîhanî, piştî demeke dirêj di nav dramaya Sûrî de. Çi zehmetî bûn ku rûbirûyî te bûn?

Cîhad Ebdo: Li Hollywood. Hollywood gelekî zehmet e. Herdwiha gelekî hêsan e. Eger em kilîtên wê nas bikin, hêsan e. Her pîşeyek, her cihek kodeke wê heye, kilîtên wê hene, weke hejmarên telefonê, eger pêwendiyê ligel wê kodê nekim, ez ê nikaribim pêwendiyê ligel ti kesî bikim. Hollywood zehmet e, ji ber ku hejmar gelekî mezin e, hejmara rikaberan gelek e, ev yek. Tiştê din jî, ji me tê xwestin ku em bi awayekî hinekî cuda ji awayê ku em li welatên xwe fêr bibiûn, pêşkêş bikin. Tiştê sêyem jî, ew e ku em bi zimanekî pêşkêş dikin, ne zimanê me yê dayik e, ku mirov bi zimanê Îngilîzî biaxive, dibe ku heta radeyekê hêsan be, lê eger mirov ekteriyê bike û hest bike, bi zimanekî ku ne zimanê te yê dayik e! Li vê derê, hinek zehmetî wê hebin, ku tu bi koda li Hollywood hatiye naskirin pêşkêş bikî, weke mînak, nelivandina destan bi awayekî gelek, nedana amajeyan, durvên rû, kodeke ciyawaz heye, herwiha zaravayê ku em ê pê biaxivin. Helbet ji me nayê xwestin em weke Amerîkiyan biaxivin, ku ez bi rola kesekî Amerîkî rabim, ne jî ji min re girîng e bi rola kesekî Amerîkî rabim. Ez ê bi rola kesekî ji Rojhilata Navîn rabim, ji Deryaya Naverast, ji Ewropaya Rojhilat, helbet her mirovek li gorî nîşanên rûyê wî. Lê ne hêsan e. Heta ku ekter têkeve vê cîhanê, hinek kilît hene divê peyrew bike, eger na, wê jê re gelekî zehmet be.

Rûdaw: Çi kilît bû ku ev rê ji Cîhad Ebdo re vekir?

Cîhad Ebdo: Helbet, kilîta sereke ew e ku mirov peyrewiya korsên ekteriyê bike, li beramber kamîrayê, bi Zimanê Îngilîzî. Ev yekem, ku li malperên Amerîkî tomar bike, ku ekter lê tomar dikin ji bo pêwendiyê ligel rêveberên karan ku kar jê re peyda bikin, encam bide, weke mînak, ji xwe re vîdyoyekê di 1-2 xulekan de li ser karên xwe amade bike, ji ber ku ti berhemhênerek ti ekterekî nabe, berî ku 1-2 xulekan ji karê wî nebîne. Ev hemû ji ekter tê xwestin ku bike, wêneyên profisyonel bikişîne, bizanibe çawa li ber kamîrayê raweste, li kûderê binere, ev kilîtên her kesekî ne, ku bê Hollywoodê, ne tenê ji Rojhilata Navîn, lê belê min pêwendî ligel hinek ekteran kir, ku ji Brîtanya, Australya û Kenedayê tên. Mirov dibîne ku ew heman  rê dişopînin, ji bo ku bikaribin pêwendiyê bikin, min jî rêyeke gelekî baş dît, ku min xwendekarên derhêneriya sînemayî nas kirin, ku ew ji Rojhilata Navîn in, li Amerîkayê û min ligel wan, di filmên wan ên derçûnê de, kar dikir. Filmên derçûna wan jî, bi bêyî ti beramber, ku tenê ji bo li ber kamîrayê rawestim, êdî ev yek jî ji bo min dewlemendiyek bû, ji ber ku ez weke tranzît, ji cîhana Erebî veguestim Amerîkayê û bi taybetî bo vî aliyê akadîmî, ku zanîngeha derxistina derhêner, ekter û berhemhêneran e.

Rûdaw: Di vê bizavê de, kê hêz da yê din, Cîhad Ebdo hêz da wan yan jî wan hêz da Cîhad Ebdo, li biyaniyê?

Cîhad Ebdo: Bi rastî, me herduyan, ji ber ku, bi nerîna min çi kesê ku tu pê re kar bikî, tu jê fêr dibî, çi kesê ku tu pê re kar bikî, helbet tu li bizava wî jî zêde dikî. Di vê derbarê de, dixwazim nameyeke hezkirinê û hêviya serkefitinê bişînim, ji bo wî zarokê ku qehremanê filmê “Cîran” bû, “Şêro” bi rastî ev behreya nayab, li cem wî, Xwedê wî zarokî biparêze, min bi xwe ji mamoste Mano Xelîl re got, tu di hilbijartina vî gencê nûhatî, vî zarokî de, biser ket, ku min ji dûr çavdêriya wî dikir, ez jê fêr dibûm. Êdî em nabêjin ku kesek tiştekî zêde dike yan jî kesek dizane yan alîkariyê dike, em hemû di karê hunerî de, di çêkirina kar de, hevbeş in. Her kesek dide yê din û her kesek ji yê din werdigire. Êdî pirs bi alûgorî ye.

Rûdaw: Te behsa bizava xwe kir, tu Cîhad Ebdo ekterê cîhanî, te li Şêro dinerî, te hewl  dida jê werbigirî, di heman demê de tu Cîhad Ebdo yî, ew ê ku li beramber ekterên cîhanî rawestiya, weke Tom Honks û Nicola Kidman. Gelo vê bizavê çi li Cîhad Ebdo zêde kir?

Cîhad Ebdo: Bixwebawerî. Dema ez li beramber van qehremanên mezin rawestiyam, wan hişt ku ez hest bi wê yekê bikim ku karê min û pêşkêşkirina min, di asteke baş de ne, êdî min hest bi bixwebaweriyeke mezin kir. Piştî ku me film bidawî kir, derhênerê filmê (Melîket El-Sehraa/Şaha Biyabanê) mamoste (Vêrnard Herdsog), derhênerê cîhanî, di medyayê de behsa min kir, Nicola Kidman di medyayê de, behsa min kir. Derbarê min, ev tiştekî gelekî mezin bû, dihêle ez hest bi bixwebaweriyê bikim, ku ez hatim Hollywoodê, li beramber navine mezin rawestiyam, hevdem ez jî li gorî vê berpirsiyê bûm. Ev e tiştê herî mezin ku û sûda herî mezin bû ku min wergirt. Serbarî wê, hebûna min li beramber van qehremanên mezin, piştre rê li ber min vekir, ji bo gelek karan. Êdî bawerî li Hollywoodê ji min re hate bidestxistin. Lê ji te re bibêjim, min bi xwe çi sûd wergirt? Bixwebawerî. Tiştekî zehmet li vê jiyanê nîne, eger baweriya mirov bi wî bê û kar li ser xwe bike, ez gelekî westiyam heta ku gihiştim vê derê. Eger mirov kar li ser xwe bike, dibe ku mirov tiştên mehal bike. Mehal, ango çi tiştê heye dibe ku mirov pêk bîne û bigihêje dûrtirîn cih, ya girîng bixwebawerî ye û mirov kar bike. Herwiha nerîna kesên din li ser xwe nebihîse, nerîna xwe bi xwe û bi rêya xwe bibihîse.

Rûdaw: Mamoste Cîhad, di rêzefilma (Meraya/Neynik) de, tu li beramber ekterê mezin Yasir El-Ezmê, rawestiya. Herwiha li ser asta cîhanî jî, li Hollywoodê tu li beramber ekterên cîhanî rawestiya, çi cudabûn heye? Çi wekhevbûn heye? Gelo cudabûn heye?

Cîhad Ebdo: Wekhevbûn bêhtir ji cudabûnê heye. Cudabûn, bi rastî bi wan yasan e ku ev xelk li gorê tevdigerin. Lê wekhevbûn bêhtir e. Min ligel rêjeyeke gelek ji ekteran kar kir, hevşêweyî rêjeyeke gelek in ji ekterên Hollywoodê, lê cudabûn di yasayan de ye, ku sîstema berhemanînê li gorê tev digere, çi li vê derê be, çi li wê derê be. Ez dixwazim bibêjim, û ji bo her kesekî ku min ligel kar kir li Sûriyê, silaveke germ bişînim, ji ber ku wan ez kirim mirovek, hunermendek ku amade ye fêr bibe, amade ye dahênanê bike, bandora tevan li ser pêvajoya min a hunerî û mirovî bi taybetî hebû. Dema min ligel ekterên mezin li Hollywoodê kar dikir, min ji wan re digot, li welatê min stêrkên mezin hene, min bi wan re kar kir û wan hişt ez li beramber we bi vê bixwebaweriyê rawestim.  

Rûdaw: Bi nerîna te, li Rojhilata Navîn, çi kêşeya sînema û hunerê ye?

Cîhad Ebdo: Li Rojhilata Navîn, yeke tişt, derfeteke gelekî kêm ji azadiyê heye. Tiştê din jî, derfeteke gelekî kêm ji bo pêşkêşkirinê heye, ango ez ê filmê xwe li kûderê pêşkêş bikim?! Hêlên sor çi ne? Kî piştgiriya darayî dide filmê min?! Ew ê çi mercan li ser min pisepîne?!. Li Rojhilata Navîn, deranîna filmekî gelekî zehmet e. Eger nekeve jêr çavdêriyê û budceyeke diyarkirî. Lê li Amerîka yan li Ewropayê, tiştê tu dixwazî tu dikarî bibêjî. Budce ji 50 hezar dolarî, heta 200 milyon dolarî ye. Dezgehên zilhêz gelekî pêşkêş dikin, serbarî ku yasayên rêzgirtinê ji her mirovekî re hene, ku di vî warî de kar bike. Ne pêkan e, mirovek şerê mirovekî bike. Ne pêkan e, kesek peyeveke nexweş arasteyî kesekî din bike. Hemû rêzê li hev digirin. Çi astengiyek ji kesekî re dirust bibe, dikare pêwendiyê ligel sendîkayê bike, çi karmendek mûçeyê wî pê nehatibe dan, eger nîv lîre be jî, kar nayê pêşandan. Mafên hemû karmendan parastî ne. Hêvî dikim rojekê ji rojan, li welatê min jî, herwiha navçeya me, azadiyeke bêhtir di berhemanînê û nivîsîna têkstan de peyda bibe, û rastgoya bêhtir hebe û budceyên bêhtir bêne danîn ji bo karên sînemayî. Weke me dît, sînema dikare guhertinê bike, dibe ku film gelekî bandorê li wijdanê miletan bike û ji bo dîrokê bimînin. 

Rûdaw: Hunermend Cîhad Ebdo, te karên trajedî û komîdî pêşkêş kirine, karên cîhanî jî, çi ne ew nêzîktirîn karên nêzîk ji Cîhad Ebdo?

Cîhad Ebdo: Bi rastî ez ji wan karan hez dikim ku xelkê diguherin, nerînên wan diguherin, çav û dilan vedikin, weke mînak, filmê Cîran eger bê nîşandan, temaşevan wê nas bike ku, ez nabêjim hatibû xapandin, lê belê zanyariyên ne gelekî dirust, Derbarê gelek tiştan werdigirtin. Helbet ez ji komîdyayê gelekî hez dikim, lê ji komîdyaya kûr hez dikim, ew a ku zanyariyeke gelekî girîng ji cemawer re, bi rêya bişirînekê, bi rêya kenekî, pêşkêş dike. Gelek zanyarî hene em nikarin wan bi rêya dramayê pêşkêş bikin, êdî em wan bi komîdyayê derbas dikin, weke ku me di (Meraya/Neynik) û (Buq’et Dew/ Çirîskeke Roniyê) de dît. Gelek tiştên hestyar ku me nikarîbû di trajedyayê yan dramayê de behs bikin, êdî di komîdyayê de hatin behskirin û derbas bûn, xelkê jî hest pê kir û dît. Dibe ku nikarîbûn derbirrînê bikin, lê gihişte dilên wan. Ez ji karên wêrek jî hez dikim ku rûbirûyî mijarên aloz û zehmet dibe, weke mijara koçberan, mijara karkirina zarokan, mijara şûkirina keçên biçûk, ev hemû mijarên aloz û zehmet di civakê de, ku girêdayî dabûnerîtan in, ez dixwazim rûbirûyî wan bibim, ji bo ku em vê civakê ji rewşa ku heye bibin rewşeke baştir.

Rûdaw: Li ser Asta dramaya Sûrî, çi ye ew karê ku pencemûr li cem Cîhad Ebdo hişt, ku şanaziyê pê dike, ku tê de beşdar bû.

Cîhad Ebdo: Hejmareke gelek e, lê ez ê ji te re bibêjim, ji wan Nîhayet Recul Şucai/Dawiya Zilamekî Mêrxas hinek xelekên  Meraya/Neynik,  Nebi’ El-Belsem/Çavkaniya Belsemê  weke mînak,  Uxwet El-Turab/Birayên Axê, rêzefilma El-Têr/Balinde, gelek kar in, tê bîra min, ku cihekî wan ê mezin li cem min heye, heta niha jî tê bîra min, li ser diaxivim. Hêvî dikim rojekê ji rojan, bi rastî ez bêriyê dikim, ku ligel hevalên xwe yên ekterên Sûrî kar bikim, ez wiha hest dikim ku li nav kesûkarên xwe û bira û pismamên xwe me. Gelek kar ji dilê min nêzîk in. Herwiha Hemmam El-Qêşanî…. 

Rûdaw: Gelek kar hene.

Cîhad Ebdo: Gelek.. Gelek.

Rûdaw: Cîhad Ebdo, hunermendê cîhanî îro, çi nerîna wî derbarê dramaya aniha ya Sûrî ye?

Cîhad Ebdo: Dramaya Sûrî aniha hewl dide rastiyê veşêre yan lê bizîvire, kêm em dibînin ku têkst nêzîkî êşa xelkê dibin, hinek hene, lê gelo ji kîjan aliyî ve nêzîkî êşa xelkê dibin?! Ev e ya ku ez li ber radiwestim. Gelo em dibînin kî li pişt van kêşeyan e, yan jî tenê em kêşeyan dibînin û wan vedigerînin sedemine nihên û nedîtî. Ez dixwazim vê yekê bibêjim. Hinek xelk hene, heta niha hewl didin tiştekî baş bikin, lê mixabin, gelek ji kesên ku di vî warî de kar dikin koçber bûne. Ev yek jî bû sedema lawazbûna vî karî. Ez hêvî dikim rojek bê ku azadî hebe ji bo em rûbirûyî van bizavan bibin, çi li ser asta dramayê be, çi jî li ser asta komîdyayê be, bi hemû zelalî û rastgoyî. Bes.

Rûdaw: Mamoste Cîhad, çi ne ew karên aniha ku cenabê te pê mijûl î û amadekariyê jê re dikî? Kar û proje?

Cîhad Ebdo:  Niha rêzefilmek heye em kar tê de dikin, li Amerîkayê. Du film jî hene, em kar li ser dikin, bi sedema Koronayê rawestiyan, berhemanîn dema sal û nîvekê rawestiya lê di wê demê de, me amadekarî dikirin, min filmek nivîsî, senaryo. Niha ez li kesekî digerim ku sponseriya wê ya darayî bike, Spas ji Xwedê re.

Rûdaw: Eger heye ku dema nîşadana filmê Cîran, em te li Hewlêrê bibînin?.

Cîhad Ebdo: Ji bo min rûmet e, ez hêvî dikim.

Rûdaw: Em jî hêvî dikin te bibînin. Gelekî spas mamoste Cîhad, ez dixwazim tu gotineke dawî ji şopêneran re pêşkêş bikî?

Cîhad Ebdo: Gelekî spas ji we re, ez hêvî dikim hûn li ser vî filmî ji hemû xelkê re bibêjin, ev film, filmê Cîran ji nivîs û derhêneriya heval Manoa Xelîl e, ku îro ez şanaziyê bi hevaltiya wî dikim. Ew filmek e behsa Sûriyê dike, bi hemû reng û pêkhateyên wê, besa wê hezkirin û hevsoyê û hevpejirandinê dike, li cem her kesekî ku li çi bajarekî Sûrî jiyaye. Herwiha çi hate serê vî gelî, çi bû sedema ku bitirse, çi bû sedem ku bireve, çi bû sedema ku wiha bike û çi bû sedema ku wiha biaxive. Ez hêvî dikim hûn hevdu agahdar bikin û vî filmî bibînin û nerîna xwe li ser bidin me, ji bo em bizanibin ku me dikarîbû çi ji we re pêşkêş bikin. Eger me tiştek pêşkêş kiribe em ê razî bin, eger kêmasiya me jî hebe ji bo ku em bêhtir kar bikin ji bo pêşkêşkirina tiştekî baştir kar bikin. 

Rûdaw: Bê guman, gelekî spas hunermendê cîhanî Cîhad Ebdo, ji Los Angelesa Amerîkî tu bi me re bû, spas

Cîhad Ebdo: Gelek spas ji bo we. Silav.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst