Gelo dê rêya hesinî ya Qamişloyê were vekirin?

28-05-2025
Solîn Mihemed Emîn
Yerûb Bedir û Solîn Mihemed Emîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Yerûb Bedir û Solîn Mihemed Emîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Rêya Hesinî ya Qamişloyê Sûriye
A+ A-

Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyeyê Yerûb Bedir pirsa Rûdawê ya li ser rêya hesinî ya Qamişloyê bersivand.

Yerûb Bedir diyar kir ku haya wan ji rewşa veguhastina li Rojavayê Kurdistanê nîne û got:

 “Sûriye xwediyê toreke rêya hesinî ya girîng e ku du hezar û 850 kîlometre ye.

Îro beşek ji wê torê ji derveyî xizmetê ye, em ji rewşa li bakurê Sûriyeyê ne agahdar in, ji bo nirxandina rewşa torê pêdivî bi zemînsaziyê heye.”

Yerûb Bedir diyar kir ku ew pêwîst dibînin vê tora veguhastinê zindî bikin û bajarên Sûriyeyê bi xeta hesinî ve girê bidin.

Wî diyar kir ku pêdiviya wan bi piştgiriyê heye û biland, “Em îro bi dabînkirina pereyan re mijûl in. Em hêvîdar in ku çareseriyekê peyda bikin û ji bo wê jî piştgirî û alîkariya welatên dost û heval bi dest bînin.”

Wezîrê Veguhastinê yê Sûriyeyê Yerûb Bedir, li Şamê pirsên Nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê bersivandin:

Rûdaw: Li bajarê Qamişloyê rêya hêsinî heye ku pir kevn û dîrokî ye. Îro qet mekanîzmayek an rêyeke guncav ji bo xebatê li ser wê heye, ji ber ku zêdetirî 15 salan e rawestiyaye?

Yerûb Bedir: Saziya Giştî ya Rêya Hesinî ya Komara Erebî ya Sûriyeyê xwediyê toreke rêya hesinî ya girîng e ku du hezar û 850 kîlometre ye. Îro beşek ji wê torê ji derveyî xizmetê ye, em ji rewşa li Bakurê Sûriyeyê ne agahdar in, ji bo nirxandina rewşa torê pêdivî bi zemînsaziyê heye.

Wezareta Veguhastin û Saziya Rêya Hesinî ya Sûriyeyê bi pêwîstî dizanin vê zindî bikin û bajarên Sûriyeyê bi rêya hesinî ve bigirin. Her wiha careke din bi rêya rêya hesinî ya Sûriyeyê bi welatên derdorê ve bibînin.

Pêdiviya vê bi nirxandinê heye, pêdiviya nirxandinê jî bi aliyê madî û teknîkî heye, pirsgirêka mezin pirsgirêka dabînkirina pereyan e.

Em îro li Saziya Giştî ya Rêya Hesinî bi dabînkirina pereyan re mijûl in. Em hêvîdar in ku çareseriyekê peyda bikin û ji bo wê jî piştgirî û alîkariya welatên dost û heval bi dest bînin, heke em ji vê dûrtir binêrin pêdiviya vê mijarê bi veberhênanê heye, bi awayekî ku kompanyayên mezin û xwediyê ezmûneke mezin ên warê veguhastina hesinî werin û li ser cureke hevpariyê di navbera her du sektorên taybet û giştî de rêk bikevin ji bo duristkirina tora rêya hesinî û başkirina xizmetguzariya vê torê û pêşkêşkirina xizmetguzariya veguhastinê ji aliyê wan kompanyayên taybet ve li gorî rêkeftina di navbera her du aliyan de.

Rûdaw: Rêya M4 rêyeke girîng û navneteweyî ye ku Bakurrojhilatê Sûriyeyê bi parêzgehên Sûriyeyê ve digire, îro ji ber kontrola berê ya koman dagirtî ye, gelo hinek hewl heye ji bo vekirina vê rêya girîng?

Yerûb Bedir: Em hewl didin hemû rêyan vekin ku digihîjin parêzgehên Sûriyeyê ji bo ku walatî di navbera hemû parêzgehên Sûriyeyê de hatin û çûyînê bikin. Ev kar li ser şiyana Wezareta Veguhastinê ye, ji ber vê bi rêya xebata hevbeş a bi aliyên din ve astengî tên rakirin, her dem ku wext hat em dibînin wezaret û dezgeh bi hemû şiyana xwe amade ne ji bo vegerandina wê mezinahiyê û vekirina bajarên Sûriyeyê bi hev re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst