Parlamenterekî Kurd ê Partiya Çep (Die Linke) a Almanyayê Ferat Koçak diyar kir ku siyaseta dersînorkirina koçberan siyaseta partiya AfDê ye û "karekî nemirovane ye."
Siyasetmedarê Kurd her wiha da zanîn ku xelkê Almanyayê ne dijî koçberan e lê partiyên niha yên desthilatê ew dilgiranî di nav xelkê Almanyayê de pêk anîne.
Parlamenter Ferat Koçak ji Rûdawê re behsa pirsên girîng ên Almanyayê û bi taybetî jî ew pirsên ku bi Kurdan ve girêdayî ne kir.
Ferat Koçek li hember siyaseta dersînorkirina koçberan Almanyayê derdikeve û tîne ziman ku ev siyaset, siyaseta partiya AfDê bû û niha partiyên CDU û SPDê vê siyasetê ferz dikin.
Ew parlamenterê Kurd ê Almanyayê behsa nêrîna xelkê Almanyayê ya derbarê koçberan jî kir û da zanîn ku xelkê Almanyayê ne dijî koçberan e, belkû rewşa wan xirab e, kirêya xaniyan bilind e û sîstema tenduristiyê kar nake, di heman demê de jî meaşên wan nayên bilindkirin.
Ferat Koçak bersiv da pirsên nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê:
Rûdaw: Ferat, gelek supas ku tu li gel me yî. Boçûna te û ya Partiya Çep çi ye li ser van hemû rêkarên hikûmeta nû ya Almanyayê, bi taybetî li ser tundkirina siyaseta koçberan çi ne? Di vê demê de em dibînîn, sinor tên kontrolkirin û heta dersinorkirin jî hene. Hûn heta çi radeyê li gel vê yekê ne û partiya we dikare çi bike?
Ferat Kocak: Partiyên CDU û SPDyê yên siyaseteke koçberan disepînin ya ku di bangeşeya hilbijartinan de terkîza AFDê li ser bû: girtina sinoran û dersinorkirina mirovan. Ev çende karîgeriyê li Kurdan jî dike, bi taybetî jî li Êzidiyan dike. Yan jî ew mirovên mafê mayîne wergirtîne tên dersînorkirin. Ev siyaseta koçbernan a sinordarker ne-mirovî ye û dijî mirovayetiyê ye. Ez jî Kurd im, Kurd jî têkoşer in û ez jî hemû dema ji bo mafê mirovan xebatê dikim û alîkarê mirova me Û partiya me dikare çi bike? Em mixalefet in, em dikarin ji bo mirovan alîkar bin û em dikarin dengên xwe bilind bikin da ku regiriyê li dersînorkirinan bikin û ji bo mirovan alîkar bin dema di tengaviyan de bin.
Rûdaw: Hûn bi taybetî dijî kîjan xalên siyaseta koçberan a Hikûmeta Almanyayê ne?
Ferat Koçak: Em ji destpêkê ve dijî van cure siyasetên koçberan e. Ez hertim dibêjim, ‘çi mirov ne yasayî nîne’ sedemên mirovan ên ji bo reva Almanyayê hene, çi şer be, çi zulm be yan jî birçîbûn be. Me Kurdan bi xwe jî ev ezmûne hene. Loma rexneyeke sereke ye, ya ku ji bîngehîn daxwaza siyaseteke din a koçberiyê dike. Û taybet derbarê ragirtina sinoran jî, weke em dizanin Ewropa bi wê mebestê hatibû damezirandin da ku sinor vekirî bin û mirovan bigîhinîn hevdû. Û ev paşveçûn dijî yasaya Ewropayê ye.
Her wiha şêwazê dersînorkirinan, dema mirov tên desterserkirin ji bo dersînorkirinan, jin û zarok û mirovên bê guneh û yên ji bo bidestxistina jiyaneke baş reviyayî ne. Û em dixwazin rê ji bo vê yekê bigirin. Bi dîtina min bi taybet, desterkirina dersînorkirinan şaş e. Ew mirovên mafê maneyê nîne divê li gor yasayê biên dersinorkirin. Ez her tim dibêjim pêwîste em yasayê biguherînin. Gelek sedem ji bo revîna mirovan hene. Lê divê em wekî Almanya li wê yekê jî binêrin dema em çekan hinarde dikin û ew dikeve Destê DAIŞê û bi wan Êzdî û Kurd tên kuştin.
Loma em hev berpirsiyarin ji bo wê yekê ku ev mirove direvin. Ji ber wê jî pêwîst e em gelek xalan bi hev re girê bidin. Almanya dibêje me pere nînin, Almanya yek ji dewlementirîn dewletên cîhanê ye lê bi xeletî hatiye belavkirin. Tenê pêdiviye em bacê ji dewlemendan bistînin da ku pere ji bo bajaran, ji bo dibistanan, ji bo nexweşxaneyan, ji bo karmendên çavdêriyê û ji bo mirovan hebe, wê demê mirov jî aram dibin. Ewa CDU û SPDê dikin, ew hewl didin dengên tundrewan ên AFDê bi dest bixin. Û ev siyaset bingehê ve şaş e.
Rûdaw: Hikûmet dixwaze bi rizamendiya Encumena Bilind lîsteya welatên aram dirêj bike. Hûn vê yekê ji aliyê demokrasiyê çawa dinirxînin?
Ferat Koçak: Ne demokrasî ye. Rêxistin ji bo parastina demokrasiyê li Almanyayê hene. Di bingehê de Hikûmeta Federal binemayên demokrasiyetê bin pê dike. Em xwe Kurdan wek nimûne bi kar bînîn. Eger Tirkiye dewleteke aram be û çalakvanên siyasî yên Kurd, ên dijî regezperestiyê çalak bûn, ji bo wê werin dersînorkirin û ew dê li wê derê werin zîndanîkirin û binçavkirin. Ev yee dijî mirovayetiyê ye.
Me beriya çendekê, dersînorkirina du jinên Kurd rawestand. Ew dapîrek û kiçeke genc bûn, ew dijî rêjîma Îranê rabûne ser xwe da ew herdu ji bo Îranê werin dersinorkirin. Pêwîst bû em dengên xwe bilind bikin, li gel siyasetvanan biaxivin, mirovan bibin firokxaneyê da ku em dersînorkirin wan rawestînin. Û eva rû dide ne nemirovî ye. Û ji ber wê jî pêdivî ye em di siyasetê de, dengbilind bin, di opozisyonê de û ji civaka sîvîl ve xwe bi rêxistin bikin da ku em bikarin wan mirovan, ên digihên asta dersînorkirinê rizgar bikin.
Rûdaw: Te behsa dersînorkirinan kir. Kabîneya nû dixwaze dabînkirina parêzerên automatîkî ji bo wan kesan yên biryara dersînorkirina li ser heye hilwêşîne. Çi qas karîgerî vê li ser dadperweriyê heye û dê prose û mafê penaxwazan çawa be? Hûn çawa dikarin rêgiriyê li vê proseyê bikin?
Ferat Koçak: Pirsgirêk li vê derê ew e ku ji sedî 50 ji wan kesên ji bo dersînorkirinê tên desteserkirin bi awayê ‘neyasayî’ ne, dadgeh vê dibêjin, ne ez. Û eger wan rawêjkariya yasayî nebe, ew bi yekcarî nikarin xwe ji wê doxê rizgar bikin. Em nikarin beşdarî vê bibin. Mirovên tuşî vê rewşê dibin pêwîste rawêjkariya yasayî bistînin.
Rûdaw: Kurd û taybet Êzidî jî tên dersînorkirin? Ew pêywendiyê bi te re dikin? Tu çawa alîkariya wan dikî?
Ferat Koçak: Di tîma min de, li gel min em dibin 4 Kurd hene. Bi taybetî kesekî şareza û rawêjkar di biwarê siyaseta koçberiyê de heye. Em li gel parêzeran kar dikin û li gel encumena penaberan da ku mirov yekser alîkariyan wergirin. Karê me wekî parlamenteran pêk bînin ew e ku agahdarkirina raya giştî ye. Em dizanin cihên pêwendîdar li kîjan derê ne da ku alîkarî were dan. Niha fokusa me li ser Berlînê ye. Ez li vê derê şareza me, ji ber ku ez parlamenterê parlamantoya herêmî me û divê em bizanin ka li herêmên din çawa ye. Eger li Berlînê dosyayek hebe, bêguman dikarim bibim alîkar.
Rûdaw: Çend baş û girîng e Kurd li Parlamenoya Federal hebin. Niha 7 parlamanterên me hene, yên dixwazin bi cidi ji bo pirs Kurdî kar bikin, gelekî spas ji bo we.
Ferat Koçak: Di nav Partiya Çep (Die Linke) de 5 parlamenterên me hene, yek di Partiya Keskan de ye û yek di Partiya Sosyal Demokratan de ye. Pêwîstiya me Kurdan bi bêhtir parlamenterên Kurd heye li Parlamantoya Almanyayê. Her weha di nav CDUyê de jî, ya giringe e, em babetên xwe bibin nav hemû partiyan de.
Pirsgirêkeke sereke ew e ku Almanya nizane, çend Kurd li Almanyayê hene. Û çima? Em wek Tirk, Îranî, Îraqî û Sûryeyî tên nasandin. Ev yek me lawaz dike, ji ber ku em xwedî bingeheke bihêz in, derfet hene ku dengên me werin bihîstin. Eger Almanya bizane ka me çend dengên dengdanê hene, wê demê em dikarin dengên xwe bilind jî bikin. Lewra ji bo min giring e ku em bikaribin yasayan biguherînin da ku Kurd wek Kurd bên nasandin û êdî giring nebe ka ji Tirkeyeyê, Îranê, Îraqê yan jî Suriyeyê tê. Em Kurdên Kurdistanê ne.
Rûdaw: Plana we ji bo wê heye?
Ferat Koçak: Helbet ev yek ji projeyên min e.
Rûdaw: Tu dikarî bêjî tu çawa dikî?
Ferat Koçak: Wekî nimûne, mirov dikare pirsa zimanê dayikê bike. Eger zimanê dayikê Kurdî be, tu dê wekî Kurdekî were naskirin, şert nîne tu ji ku derê hatibî. Ev dibe rêyek. Ez li gel rêxistinên cuda yên Kurd di danûstandinan de me da ku em pêş bikevin û bizanibin ka çend Kurd li Almanyayê dijîn.
Rûdaw: Nêzîkî yek milyon?
Ferat Koçak: Ew hemû texmîn in. Ez pêşbînî dikim hejmar zêdetir jî be. Gelek Kurd jî hene, yên nabêjin ku ew Kurd in.
Rûdaw: Wê demê hûn dikarîn li parlamentoyê li ser mafan zêdetir rijd bin?
Ferat Koçak: Belê.
Rûdaw: Başe têm ser siyaseta koçberan a kabîneya Friedrich Merz. Tevî ku Dadgeha Berlînê biryar da ku kontrolên li ser sinoran ‘ne yasayî’ ne. Ew li ser guhertinên bingehîn di siyaseta koçberan da rijd e.
Ferat Koçak: Wezîrê Karên Navxwe Alexander Dobrindt ê pêştir Wezîrê Çûn û Hatinê jî bû, berê jî yasayên Yekitiya Ewropayê bin pê kirbûn û divabû bû nêzîkî 300 milyon Euroyan bide kompanyayekê, kompanyayeke standina bacên çûn û hatinê (Mautunternehmen) û ew dîsan yasayên Yekitiya Ewropayê bin pê dike. Min berî biryara dadgehê di Parlamentoya Federal jê pirsî, ‘Eger tu dîsan yasayên Yekitiya Ewropayê bin pê bikî tu dê dest ji karê xwe berdî?’ Wî bersiv neda.
Gelek asayî ye, me yasayek heye û eger hikûmetek pêgîr nebe, çawa xelk pabend be? Ji aliyekî din ve, divê mirov li wê xalê jî binêre ku zêdebarî yasaya penaxwaziyê, ya li ser binemayê Holocaustê, kuştina Romaniyan û Cihûyan û cenga cîhanî ya duyem hatiye avakirin. Tu bêrêziyê li dîroka xwe, li çanda bibîranînê dikî, eger tu yasaya penaberiyê tund bikî û fêm nakî ku ev wêneyê şerekî ye, ya Almanayayê dest pê kirbû û bi milyonan mirov hatine kuştin.
Rûdaw: Almanya dixwaze pêvajoya yekkirina malbatê ragire. Almanya wekî din çi dixwaze dixwaze?
Ferat Koçak: Almanya dixwaze gelek tiştan bike lê ya giring ew e ku dixwaze çi tiştê watedar bikin û gelek tişt bêwate ne. Pêdana welatnameyê tişteke sereke ye da ku mirov bibin beşek ji civakan û beşdar bibin. Derbarê yekkirina malbatê jî karesate, ji ber ku mirovê ji şer direve û tê vêderê, malbata xwe bi tenê dihêle, bi dîtina min ew jî di metirsiyê de ne.
Rûdaw: Ew nikarin xwe li vir biguncînin?
Ferat Koçak: Erê. Ji aliyekî din ve ew mirov nikare xwe biguncîne. Armanc jî ew e. Ew dixwazin, wan mirovan bitirsînin da ku neyên û dema tên jî zû vegerin.
Rûdaw: Bi dîtina we, tundkirina vê yasayê ziyanê digihîne aboriya Almayayê, ji ber ku pêduviya Almanyayê bi hêza karî heye û di heman demê de ev rêkare xelkê ditirsînî ku neyên Almanyayê?
Ferat Koçak: Erê, min aborî xwandiye lê ev babeta hêza kar ne siyaseta Partiya Çep e. Eger em ji vî alî ve lê binêrin, Almanya ne tenê pêdivî bi hêza karî heye, kêmbûna hêza karî ya taybet jî heye. Pêwîstiya Almanyayê bi mirovên genc jî heye, ji ber ku sîstema malnişîniyê û ya tendirustiyê li ser bingeha hevsoziyê hatiye sazkirin. Di niha de kêm mirov hene, yên baca didin heta ku sîstemên malnişîn û tendirustiyê kar nekin. Em dibînin, hemû tişt têk diçin. Loma pêwîstiya Almanyayê bi koçberiyê heye.
Her civakek bi rêya koçê dirust dibe û diguhere. Koçberî beşeke ji civaka cîhanê. Û her civakek ji koçberiyê dirust bûye. Û bi nêrîna min ji bingehê ve şaş e dema koçkirinê wekî xirabiyekê dibînin. Aborî jî pêdiviya wê pê heye, gelekî aşkere ye. Loma bi dîtîna min ev yek kujer e. Berî çendekê gencekî 17 salî da neyê dersînorkirin, wî taze dest bi xwendina çavdêriyê kiribû. Çima?
Rûdaw: Ez jî hinek kesan nas dikim.
Ferat Koçak: Rast e. Ji ber ku wî belgenameya ji dayikbûnê ya xwe direng radest kirbû. Min got, me pêdivî bi karmendên çavdêriyê hene. Mirovên bi temen, ew dê çavdêriya Almanan jî bike. Em hewceyê wî ne. Bo çi hûn dê wî dersînor bikin?
Rûdaw: Ferat lê mirov çawa dikare siyaseteke koçberan a tendurist ava bike ku xelkê Almanyayê nerazî nebin heta dengên xwe bidin AFDyê û di heman dem xelkê biyanî jî ji Almanyayê sudmend bin û hest bi tirsê nekin?
Ferat Koçak: Mirov ne ji ber siyaseta koçberiyê dilgiranin. Ew mijeyeke ya ku AFDê, CDU û niha jî SPDê dirust dikin. Mirov bi giştî dilgiranin, ji ber ku ew nikarin kirêya xwe bidin û sîstema tendirustiyê kar nake û ji ber ku dibistan kar nakin, ji ber giranbûna xerciyên jiyanê û ji ber mûçe bilind nabin.
Eger rewşa mirovan baş be, ew mirovên din nakin sedema nexweşiyên xwe. Ya ku Almanya niha dike, civakê dabeş dike, ew serdabirine. Te pirsgirêkên din hene lê em dizanin kî pirsgirêk e, pirsgirêk biyanî ne lê wisa nîne. Biyanî ne pirsgirêk in. Min vekolîna xwe ya dîplomayê li ser koçberiya karî, taybet ji Tirkiyeyê nivîsand û piştre koça nû ji Polonyayê hebû û min berawirdkirin, ji ber ku xelkê digot, ‘Polonî tên û karên me ji me distînın’ hêza karî erzan bû. Min bi vekolîna xwe ya dîplomayê selmand ku koçberî bi berdewamî sûdeke baş e ji bo dewletê. Ne tenê...
Rûdaw: Eger hemû vê yekê wisa dibînin, em dê tûşî pirsgirêkan bibin.
Ferat Koçak: Û aboriyê jî bihêz dike, eger bi fikra CDU û SPDyê şiroveke bikim. Loma jî ya giring e ku em ji wê fikrê dûr bikevin ku koçberî pirsgirêk e û bi asayî têbigehin, pirsgirêk di erdeke din de ye. Îhtîmalên pirsgirêkên civakî yên mirovan hene, ne koçber in. Mirovên xerab li her derê hene.
Rûdaw: Raste, li ser Kurdan wekî dizanî hejmareke berçav li her çar parçeyên Kurdistanê karîgeriyê li ser Kurdên derveyî welat dikin. Erê, bi boçûna we ev rêkare bi şêweyeke taybet karîgeriyeke bêhtir li ser doseya Kurdan dike?
Ferat Koçak: Bê guman, ji ber ku Kurdên Îranê, Îraqê, ji Sûriyeyê, da peyvên rast bikarbînin. Ji ber peyvên Rojava, Rojhilat û Başûr bikartînîn li Tirkiyeyê xelk tên dersînorkirin û Kurd li Tirkiyeyê rastî nijadperestiyê tên. Giring nîne ka bi çi qasî beha pêvajoya aştiyê tê kirin, regezperstî li wê derê gelek berçav e. Li wê derê jî tên dersinorkirin. Ji ber ku ji bo Tirkan li Tirkiyeyê çi pirsgirêk nîne, mirovên li Îranê serhildana Jin Jiyan Azadî bi pêşve birine tên dersînorkirin û li wê derê tên kuştin.
Rûdaw: Ev xaleke giring e, doh ez li gel çend berpirsên fraksyonên nav parlamentoyê axivîm. CDU, SPD, Partiya Keskan û Partiya Çep jî. Hinekan ji wan gotiye, dibe di nêzîk de Sûriyeyiyan jî dersînor bikin. Baş e dê çawa wan dersînor bikin? Ji ber ku heta niha peymana dersînorkirina koçberan di navbera Sûriye û Almanyayê nîne û di navbera Îraq û Almanyayê jî nîne.
Ferat Koçak: Heta ku peyman nebin, dikarin mirovan ji bo Tirkiyeyê dersînor bikin.
Rûdaw: Û çi çêdibe?
Ferat Koçak: Û Tirkiye jî dê ji bo dewletên din dersînor bike lê ew ne girêdayî Almanyayê ye.
Rûdaw: Bi rastî? Amar li cem te hene?
Ferat Koçak: Pir. Li Berlînê, amar li ber destên min nînin lê jimara dersînorkirinan ji bo Tirkiyeyê li Berlînê di berztirîn ast de ye.
Rûdaw: Li Berlînê?
Ferat Koçak: Li Berlînê. Li Almanyayê nizanim lê ji bo Berlînê dizanim.
Rûdaw: Kurd jî di nava wan de bûn?
Ferat Koçak: Jimareyeke mezin a Kurdan di nav de ye. Xirabiya wê ew e ku Êzidî jî têde hene, yên tên dersinorkirin. Ew ji bo wî cihî tên dersînorkirin, ew cihê ji komkujiyekê hatibûn rizgarkirin. Almanyayê Komkujiya Êzidiyan nas kiriye. Çawa tu dikarî van mirovan ji bo wî cihî dersînor bikî, dema tu dizanî ku DAIŞ dê wan…
Rûdaw: Ev nagûnce.
Ferat Koçak: Rast e, yên komkujî pêk anîne dîsan bihêz dibin. DAIŞ li Almanyayê jî çalak e. Berî çend rojan li Bielefeldê êriş pêk anîbûn û ew jî teroristê DAIŞê bû. Tevî ku te Komkujiya Êzidiyan nas kiriye û tu Êzidiyan ji bo wî cihî vedigerînî. Ev ne mirovî ye.
Rûdaw: Niha jî dibe ku ew kesên divê ji Almanyayê derkevin, mafê parêzeriyê jî jê distinînin. Ev yek wan Kurdan li xwe digire yên mafên wan ên mayînê nîne. Kes nikare alîkariya wan bike, tu dikarî alîkariya wan bikî?
Ferat Koçak: Berî her tiştî ez dengê xwe ji bo mirovan bilind dikim, ji bo hemû mirovên neheqiyê dibînin, ji ber ku em Kurd her dem dijî neheqiyê şer dikin. Û piştre daxwazan pêşkêş dikin û êrişî wê rewşa yasayê ya Almanyayê bikin da ku têbigehe ku êdî ev wiha nabe. Û Ji hemûyan giringtir ku mirov ji derve fêm bike. Ji ber ku 4 salên din me dîsan hilbijartin hene. Û giringe ku xelk li Almanyayê vê rewşê biguherînin.
Rûdaw: Baş e Ferat, doh berpirsekî ji min re got, ‘Siyaseta vê hikûmetê beramber koçberan gelek tundtir dibe.’ Mirov nikare rê li ber hin biryaran bigire?
Ferat Koçak: SPD û CDUyê dest bi bangeşeya hilbijartinan wiha kir ku her dem behsa koçberiyê dikirin. Partiya Çep take partî bû ya digot, ‘Hûn taktîkeke serdabirinê bikartînin. Koçkirin li Almanyayê ne pırsgirêk e. Hûn naxwazin li ser wê biaxivin ku ku dewlemend zengîntir dibin ku pere ji bo kirêyan nine û pere ji bo avakirinên nû nine. Û xelk xaniyan nabînin. Ev deh salin ez xaniyekî ji bo xwe nabînim. Her çende ez parlamenter im jî lê ez xaniyekî ji xwe re nabînim. Ez 46 salî me û bi dê û bavê xwe re dijîm. Ew yek bi dilê dayika min a Kurd e ji ber ku dikare xwarinê ji min re çêbike.
Lê ev pirsgirêkên sereke ne, yên dive werin çareserkirin. Eger tu van pirsgirêkêna çareser nekî, te her dem nerazîbûn heye. Dema nerazî çêdibe, dikarî bibêjî xelkê biyanî sedem e. Piştre çi dibe? Piştre kempên penaberan dişewitînin, mirov tên kuştin, koçber tên kuştin, Nazî yên dixwazin me bikujin. Ez bi xwe jî tevî dê û bavê xwe ji êrişeke bi agirî ya 2 naziyan, rizgar bûm. Yek ji wan endamê serokayetiya AFDê ya taxê Neukolln bû. Ev yeke xerabtir dibe. Lewra giring e em ji bo xelkê jî bêjin. Û ez wekî erkê xwe dibînim, raya giştî têbigihînim û bikim ku koçberî, koçber, biyanî, Kurd ji bo nexweşiyên xelkê ne sedem in lêbelê siyaseteke şaş heye.
Rûdaw: Başe Partiya Çep li hemberî van biryaran dikare çi bike? Hikûmet dixwaze berdewam be.
Ferat Koçak: Hikûmet xwedî piraniya desthilatê ye di derbarê yasayan ku biryarê didin. Ya mixalefet dike, destnîşankirina birînan e û hişyarkirina raya giştî, teşwîqkirina xelkê ye li ser cadeyan da ku em ji cadeyan guherînan pêk bînin. Hikûmeteke plana Ayê ji xelkê re rabigihîne lê dîsa jî plana Byê cîbicî dikin û paşan xelk wê di hilbjartinên paşerojê de ceza dike. Eger bikarin li ser cadeyan mirovan bi kom han bidin, ew siyaseteke baş e. Eger ev siyaseta hikûmetê biguherîne, ew tê wê wateyê ku Partiya Çepan li ser rêyeke rast e.
Rûdaw: Ferat, dixwazim ji te bipirsim, plan û projeyên te di parlamentoyê de di paşerojê de çi ne? Tu zêdetir ji 4 hefteyan e parlamenterê Parlamentoya Federalî. Projeya te ya herî girîng çi ye, tu dixwazî li ser çi bixebitî?
Ferat Koçak: Ez endamê Lijneya Komîsyona Karên Navxwe me û li wê derê Berdevkê Dijî Faşîzm û Dijî Regezperestiyê me. Yek ji giringtirîn projeya min ew ku ez dixwazim geştekê ji bo Kurdistanê bikim û li wê derê sîstemên me nas bikim alîkar bim ji bo karê siyasî û fêm bikim. Ez ti carî neçûme Rojhilat, Rojava û Başûr jî. Dixwazim li gel berpirsên siyasî biaxivim da ku yekitiya Kurdan bihêz bikin. Wekî min got, ji bo min Kurdên Kurdistanê hene, nek ji Tirkeyê, Sûriyeyê, Îran yan jî Îraqê.
Rûdaw: Te gelekî xweşik got. Baş e te pêştir amaje bi tiştekî kir û got, ‘Em Kurd li gel siyasetê ji dayik dibin’ û Diasporyaya Kurdî li Almanyayê gelekî mezin e. Bi dîtina te Kurd xwedî lobiyeke baş in li Almanyayê û divê Kurd niha çi bikin? Tu çi ji wan re dibêjî?
Ferat Koçak: Bi ditîna min, me lobiyeke xurt heye. Tiştê pêwîste em bikin, pêdviye Kurd bêhtir bi hevre mezin bibin û hesteke hevgir ya civakî ava bikin. Bi baweriya min, ev hest ne tenê li vêderê heye, li welat jî heye. Û li wê derê jî gelek rêxistin hene. Ez geşbînim ku dê yekitiyeke Kurdan hebe û li vir jî dan û standinên baştir di navbeyna xwe de pêk bînin. Giringtirîn tişt ji bo min ewe ku ew gencên li vir ji dayik dibin nasnameya xwe (Kurd) baş biparêzin lê di heman demê bi hev re ji bo mafên me yên hevbeş divê çalak bin. Ji bo wê yekê jî di partiyan de jî beşdar bin, şert nabe ku tenê Partiya Çep be, ez dê bi wê jî kêfxweş bim eger bêhtir Kurd bikevin Partya Çep û bi giştî di nava hemû partiyan de bin û mafên me biparêzin.
Rûdaw: Çima Partiya Çep?
Ferat Koçak: Ji ber ku Partiya Çep take partî ye ya mil bi mil mirovên bi dijwarî kar dikin û guherînan dixwaze. Ji ber ku em di sîstemekê de dijîn a mirovan, ajalan û xwezayê diçewisîne. Her weha çek ji bo welatan tê hinardekirin ên dest bi şeran dikin û Kurdan dikujin. Çek berdewam ji Almanyayê ji bo Tirkiyeyê tê hinardekirin. Bi van çekan Kurd jî tên kuştin û siyasetmedarên Kurd ji postên wan tên dûrxistin. Ew çekê hinardekirî beşeke ji sîstemekê. Partiya Çep take partiye ya wê red dike belkî sîstemekê dixwaze ku aborî xizmeta xelkê dike û xelk ji bo aboriyê kar bike.
Rûdaw: Pirsa min a dawî. Partiya we pêvajoya çareseriyê ya li welatê we çawa dinirxîne?
Ferat Koçak: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê. Ji bo min aştî giring e. Kurd ji hêja ne ku êdî bibin xwedî aştiyekê. Lê nabe ji bîr bikin, di dîrokê de gelek caran hatine xapandin û loma dive vê yekê bi hişyarî bikin û xwe biparêzin. Belê bi çavekî rexnegirane. Ez dilxweş im, eger pêvajoyeke aştiyê hebe û divê em wê pêvajoya aştiyê bipêş bixin jî. Lê nabe em baweriyê xwe bi wan kesan bînin ên bi salan kes dikuştin û ser jê dikirin.
Rûdaw: Baş e pêwendiya te bi parlamenterên din ên Kurd ên partiyên din re çawa ye?
Ferat Koçak: Ez wê dikim. Di gel endam parlamenterên Keskan ê Kurd, Kasim, di peywendiyê de me. Hêvî dikim ku parlamenterên SPDyê jî nas bikim. Helbet, pêwîst e em hevgirtî bin.
Rûdaw: Ferat, demeke xweş ji bo te.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse