Hamburg - Li pêşiya Stadyûma St. Pauliyê ya Hamburgê ya Almanyayê, tabloyeke bîranîna Komkujiya Kurdên Êzidî hat danîn û 2 dar hatin çandin.
Înîsiyatîfa "Dar ji bo Şingalê" ku ji aliyê rêxistina "Jin Ji Bo Dadmendiyê" ve hatibû ragihandin serperiştiya wê yekê kiriye ku bi sedan dar li çar aliyê cîhanê bên çandin û di heman çarçoveyê de 2 dar û tabloya bîranînê li Hamburgê hatin danîn.
Înîsiyatîfa "Dar ji bo Şingalê" ji aliyê Rêxistina "Jin Ji Bo Dadmendiyê" ve hat ragihandin.
Akademîsyen Dr. Leyla Ferman, ku Êzidiyeke ji Bakurê Kurdistanê ye yek ji damezrînerên vê rêxistinê ye.
Bîranîn bi belgekirina tawanên DAIŞê ve girêdayî ye û rêxistinên wekî "Jin Ji Bo Dadmendiyê" jî çîrokên rizgarbûyên ji destê DAIŞê arşîv dikin.
Her wiha, derbarê pirrengiya di çanda bîranînê de li gel nûnerên rêxistinên ku ji bo parastina bîranîna tawan, jenosîd û kolonyalîzmê dixebitin gotûbêj hatin kirin.
Dr. Leyla Fermanê li ser vê merasîmê ji Rûdawê re got,”Bi armanca salvegera Komkujiya Şingalê me bi sazî û dezgehên Hamburgê re gelek xebat kirin.
Di dawiyê jî de me ev tabloya bîranînê hat danîn û 2 dar jî hatin çandin.
Ev tablo ji bo bîranîna Komkujiya Şingalê hatiye danîn. Xebata me ya ji bo ‘Jin Ji bo Dadmendiyê’ jî dê berdewam bike.
Li Hamburgê rêz li qurbaniyên Kurdên Êzidî hat girtin
Nûnerên çend saziyên di merasîmê de ji bo zindîhiştina bîranîna tawanan, komkujî û kolonyalîzmê kar dikin li ser pirrengiya di çanda bîranînê de gotûbêj pêk anîn.
Bi taybetî Dr. Susann Lewerenzê behsa tecrûbeya navendeke bîranîna tawanên Naziyan kir.
Lêkolere Navenda Bîranînê ya Neuengamme Dr. Susann Lewerenzê got:
"Tecrûbeya min ew e ku mirov derfetê bide mirovan da ku pirsan bikin, karibin eleqe û hestên xwe diyar bikin û bipirsin 'ez dixwazim li vî cihî çi nas bikim.'
Ev ne wekî wê yekê ye ku em gerek bikin û bêjin, 'çîroka vî cihî ev e û ev e' û di dawiyê de zarok biçin malên xwe.
Belkî em qadê ji wan re vekirî bihêlin, ango wextê bidin wan, zêdetirî 3 saetan û ji wan bipirsin, 'Pirs û eleqeya we çi ye?'
Bi vî awayî derfetek çêdibe ku ew ciwan bi hev re gotûbêjê bikin, pirsan ji hev bikin û careke din li ser mijarê bifikirin.
Ne ku agahî ji jor ber bi jêr ve bê dayîn û ez ji we re bibêjim ka çawa bû."
Parlamentoya Almanyayê komkujiya Kurdên Êzidî wek jenosîd nas kiriye
Li Almanyayê di asta hikûmetê de zindîhiştina bîranîna komkujiya sala 2014an a dijî Kurdên Êzidî bi belgekirina tawanên DAIŞê ve girêdayî ye.
Sazî û rêxistinên serbixwe yên wekî "Jin Ji Bo Dadmendiyê" jî dest bi arşîvkirin û belgekirina çîrokên rizgarbûyên ji destê DAIŞê kirine.
Divê were gotin ku Parlamentoya Almanyayê 19ê Kanûna Paşîn a 2023yan Komkujiya Kurdên Êzidî wekî jenosîd nas kir.
Mîrê Êzidiyên Kurdistan û Cîhanê Mîr Hazim Tehsîn Beg şandeyeke Kurdên Êzidî jî di wê rûniştina Parlamentoya Almanyayê de amade bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse