Li Mûşê bi daketina ava bendavê gundê berê derket holê

01-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nebûna baranê daketina asta Bendava Alparslan-1 berdewam e.

Tevî ku meha yekê ya 2023ê ye, li Bakurê Kurdistanê li gor salên borî baran û berf gelekî kêm e.

Li Bendava Alparslan-1 a di navbera navçeyên Gumgum û Kop ên parêzgeha Mûşê de, asta avê gelek daketiye û gund, rê û pirên berê derketine ser avê.

Mixtarê Gundê Mihacir, Ali Riza Merttir ku gundê wan ê pêştir di bin bendavê de mabû dibêje, goristana me derketiye ser avê û gundî ji bo nêçîra masiyan kîlometreyek zêdetir dûr diçin.

Ali Riza Merttir diyar kir, “Ev pira ku hûn dibînin, herî kêm 20 metreyan di bin avê de bû, niha derketiye ser avê. Goristanên me û xaniyên me yên ku di bin bendavê de mabûn, derketine ser avê. Hişkesaliyek heye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst