Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Kar û Barên Mayînan a Herêma Kurdistanê Cebar Mistefa ragihand ku li nahiyeya Sengeserê ya qezaya Pişderê mayîn bi keriyekî pez de teqiyaye û 15 ser ajel telef bûne. Li Mêrgepanê jî mayînekê şivanek birîndar kiriye.
Cebar Mistefa ji Rûdawê re behsa hûrgiliyên her du bûyeran kir û got:
"Li gundê Mêrgepanê yê Silêmaniyê, ji ber lehî û barana zêde mayînek hatiye xwarê, bi şivanekî de teqiyaye û ew birîndar kiriye."
Li Sengeserê 15 ajel telef bûn
Li gorî gotina Cebar Mistefa, heman rojê nêzîkî demjimêr 17:00an li nahiyeya Sengeserê, li Dola Şehîdan a gundê Girtikê keriyek ketiye nav zeviyeke mayînan ku bi navê Zeviya Mayînan a Barîk tê naskirin û teqîn çêbûye.
Cebar Mistefa li ser hûrgiliyan got, "Di bûyerê de 15 ser ajel telef bûn. Şivan bi silamet e.
Li wî cihî tabeleya hişyariyê ya hebûna mayînan heye lê diyar e haya şivan ji pezê wî nemaye."
Li gorî amarên Fermangeha Kar û Barên Mayînan a Wezareta Jîngehê ya Îraqê, ji sala 2003yan ve zêdetirî 4 hezar û 500 kîlometre axa Îraq û Herêma Kurdistanê ji mayînan hatiye paqijkirin.
Heta niha 2 hezar û 300 kîlometre axa Îraqê ya mayinkirî maye ku nêzîkî 200 kîlometreyên wê dikeve nav sînorê Herêma Kurdistanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse