Li Erzeromê sir û seqem her ku diçe zêdetir dibe

01-01-2023
RÛDAW
Nîşan Erzerom Berf
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê sir û seqem her ku diçe zêdetir dibe û pileya germê gehişte bin sifirê 11 pile.

Li gor agahiyan îro Yekşemê 1ê Çileya 2023an li seranserê parêzgeha Erzeromê ji ber sir û seqemê li ser cadde û rêyan qeşa çêbûye û hemû avên kaniya buz girtine.

Her wiha şeva borî pileya germê gehiştiye bin sifirê 11 pile û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Otomobîlên welatiyan, camên mal û dikanan jî qeşa girtine û çûnûhatin jî zehmet bûye.

Li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistanê li gor sala borî kêm baran û berf bariya ye lê sir û seqem zêdetir bûye. Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ragihandiye ku dê serma vê hefteyê berdewam be û welatî divê li gor vê yekê tedbîrên xwe werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst