Gundên derdora Bendava Ilisuyê yek bi yek di bin avê de dimînin

01-03-2020
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Bendava Ilisuyê dê heta 4 mehan bi temamî av bigire
Bendava Ilisuyê dê heta 4 mehan bi temamî av bigire
Nîşan Heskîf Bendava Ilisuyê Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Heskîf (Rûdaw) -  Ji ber zêdebûna ava Bendava Ilisuyê piştî bajarê dîrokî Heskîfê niha jî yek bi yek gundên derdorê di binê avê de dimînin.

Bendav Ilisuyê dê heta 4 mehan bi temamî av bigre. Ji Heskîfê heta Kerboranê dê 199 gund di binê avê de bimînin.  Gundiyên ku ava bendavê gundê wan dixe binê avê neçar in koçber bibin. 

Li gundê Zaxora ya Heskîfê di nava heftiyekî de bi dehan xanî di binê ava bendava Ilisuyê ango germavê de mane.

Ne tenê bermahî û cihên dîrokî di heman demê de xanî, zevî û baxçeyên gundiyan jî di binê avê de dimînin.

Xelkê gundên herêmê ku nekarîn pêşî li noqavbûna gundê xwe bigrin, qet nebe dixwazin darên xwe ji bendavê xilas bikin.

Nişteciha gund Zeynep Batum ji Rûdawê re got: “Wileh gundê me xirab bûye, di binê avê de maye. Em mecbûr in van daran jê derxînin û bibin Batmanê bişewitînin.

Rûniştvana gund Helîme Ayka jî dibêje: “Wileh kezeba me li ser diêşe.  Bendav çêkirin wisa çêbû.”

Salîhe Kandemîr jî ji gundê Şikefta ye. Dema ji ser banê xaniyê xwe li hatina ava bendavê dinêre êş û jana wê zêde dibe. Êşa ku nekariye pêşî li avabûna bendavê bigre.

Rûniştvana gundê Şikefta Salîhe Kandemîr wiha avixî: “Pereyê me nedan me. Erse yê me bû. Erseyê me firotin me. Em bi ser avê xistin. Av berdan ser firaqên me, eşyayê me,  malê me, milkê me, pez û rezên me tev xistin bin avê. Zarokên me li derve man. Ka em dê di vî çileyî de bi ku de herin?”

Heta niha ava bendavê daye ser 5 gundên derdora Heskîfê. Li gundên derdora bendavê nerihetiyeke zêde dest pê kiriye.

Rûniştvana gundê Şikefta Abîde Kandemîr jî got: “Fermana me rakirine. Bila em di binê avê de bimînin. Ne pereyê me hene, ne îmkanên me hene. Pereyê me nedane me. Baxçeyê me tev di bin avê de mane. Em şerpeze ne.”

Rûniştvanê gundê Şikefta Haşim Ayîş diyar kir ku kes guhdariya daxwazên wan nake û anî zimna: “Wileh em çi bixwazin vala ye. Çadirekî jî bi destê me biketa bas dibû.”

Lêkirina bendava Ilisuyê 50 sal in di rojevê de bû. Lê çêkirina bendavê di nava 10 salên vê dawiyê de bê navber berdewam kir. Li gorî plana ku hatiye danîn heta 4 mehan bendava Ilisuyê dê bi temamî tije bibe.

Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr jî got: “Ev eserê ku bi destê serokomariya Tirkiyeyê hate kirin lê bi temamê piştgiriya dinyayê, bi taybetî jî li vir a herî gunehkar UNESCO ye. Qaşo mîrateya şaristaniyan diparêzin. Lê mixabin li Heskîfê, li hewzeya Mezopotamyayê xwedî derneketin. Tev bi hev re bi piştgiriya hevdû tune kirin.

Bendava Ilisuyê ji sînorê Êlihê heta beşek Mêrdîn û Şirnexê 300 kîlometre çargoşe li xwe digre. Di nava sînorê bendavê de hemû gundên li ser çemê Dîcleyê dê di binê avê de bimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst