Li Mereşê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbû

01-03-2023
RÛDAW
Nîşan Mereş Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kirdoxlî ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê demjimêr 19:38 bi hêza 4.3 pile erdhejeke nû çêbû û kurahiya wê jî 7.6 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku Çarşembê demjimêr 19:38 deqe bi hêza 4.3 pile li navçeya Kirdoxlî ser bi parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbûye.

Heman rojê di demjimêrên serê sibê de jî li navçeya Çelaxa ya heman parêzgehê bi hêza 4.4 pile erdhejek çêbûbû.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, heta niha zêdeyî 45 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûn. Erdhejan bandor li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî kirin û nêzîka 6 hezar kesan canê xwe ji dest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst