Hewlêr (Rûdaw) - Li taxa Bextiyariyê ya Silêmaniyê cenazeyê karkerekî restorantê daleqandî hat dîtin.
Xwediyê restoranta bi navê Denîzê jî xelkê Bakurê Kurdistanê bû û nêzîkî du sal berê li Silêmaniyê hat kuştin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, îro termê ciwanekî daleqandî hat dîtin ku di salên xwe yên bîstî de ye û ne diyar e ka ew kes ji Bakurê Kurdistanê ye yan ji Herêma Kurdistanê ye.
Xwediyê restorantê yê bi navê Zekî Çelebî di 17ê Gulana 2022yan de saet 23:30î li taxa herî qerebalix a Silêmaniyê ji aliyê 2 kesên bi maske ve hatibû kuştin.
Wê demê Medyaya nêzîkî PKKyê ragihandibû “Zekî Çelebî ji aliyê MÎTa Tirkiyeyê ve hatiye şehîdkirin.”
Tiştê ku van her du bûyeran bi hev ve girê dide ew e ku xortê ku îro termê wî hat dîtin karmendê heman restorantê bû.
Li gorî hinek îdayan wî xortî “xwe daleqandiye” lê rayedarên ewlehiyê ev yek piştrast nekiriye û derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.
Li aliyê din doh êvarê li bajarê Silêmaniyê li ber xwaringeha Wasta Hesen kesek bi guleyan hat kuştin. Medyaya nêzîkî PKKyê got ew kes “ji aliyê MÎTa Tirkiyê ve hatiye kuştin.”
Doh kesekî bi navê Dr. Ebdulqadir Sebrî Toprak ê bi nasnavê Dr. Sebrî li Silêmaniyê hatibû kuştin.
Dr. Sebrî di sala 1989an de li bajarê Bedlîsê dayik bûye û 12 sal in li Silêmaniyê dima.
Doktor Sebriyê ku doh hatibû kuştin, endamê Rêxistina Karkerên Mezopotamyayê ya Silêmaniyê bû ku Zekî Çeleb jî endamê wê bû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse