Li Efrînê Erebekî hawirde li jineke Kurd da

01-04-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, Erebekî hawirde bi tundî li pîrejineke Kurd û neviyê wê xist.

Li navenda bajarê Efrînê, ji ber pevçûneke di navbera zarokan de, Erebekî hawirde êrişî ser mala Qadir Hemreş kir.

Hevjîna Qadir Hemreş, Şazyara 70 salî û neviyê wan ê 12 salî li malê bûn.

Wî kesî li ber çavên çekdarên mixalefeta Sûriyeyê bi tund li wê pîrejin Kurd û neviyê wê xist.

Hat zanîn ku ew Erebê hawirde, ji bajarokê Til Qadê yê parêzgeha Îdlibê ye.

Wê pîrejinê, ji tirsa ku zerer bigihêje endamên malbata wê, newêrabû gîliyê Erebê hawirde bike.

Dagirkirina Efrînê

Grûpên Çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê bi alîkariya Tirkiyeyê 20ê Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan dewam kir Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrîn 18ê Adara 2018an dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst