1ê Gulanê li Êlihê hat pîrozkirin: ‘Em dixwazin pergal hilweşe!’

01-05-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan 1ê Gulanê Êlih
A+ A-

Êlih (Rûdaw) - 1ê Gulanê Roja Karkeran li Êlihê bi mîtîng û ahengeke girseyî hat pîrozkirin.

Mîtînga Êlihê bi pêşengiya Platforma Ked û demokrasiyê hat lidarxistin û ji 8 bajarên wekî Amed, Riha, Sêrt, Şirnex û Mêrdînê bi beşdariya sendikayên karkeran, parlementer, hevşaredar û nûnerên DEM Partiyê û DBPyê yên bajaran bi rê ve çû.

Di mîtîngê de amaje bi rewşa karkeran hat kirin û daxwaza baştirkirina şertên wan hat kirin.

Mîtînga 1ê Gulanê bi govend û dîlanan bi dawî bû.

Govend û dîlan, şox û şeng û bilindkirina dirûşmên karkeran qada mîtîngê tijî kir.

Parlamentera Amedê DEM Partiyê Halîde Turkogluyê got:

“Ji bo jinan, ji bo kedkaran ji bo her kesî û gelê me re pîroz be 1ê Gulanê.”

Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonukê jî anî ziman, “Em 1ê Gulanê pîroz dikin.”

Hevşaredarê Amedê Dogan Hatun got:

“Ez 1ê Gulanê li hemû kedkarên cîhanê pîroz dikim, mafên wan diparêzim û roja wan pîroz dikim.”

Hevşaredara Amedê Serra Bucakê jî da zanîn:

“Em cîhaneke wekhev, adil û kedxwar in tê de nebe dixwazin, em şertên wekhev û adil ên xebatê dixwazin.”

Ji ber ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya bêkariyê herî zêde li Êlihê ye û Êlih bajarekî karkeriya tekstîl û petrolê ye ji bo mîtînga heremî ya 1ê Gulanê bi taybetî hatiye hilbijartin.

“Em dixwazin pergal hilweşe”

Karkerekî got:

“Emrê min 68 sal in. Me cotkarî û şivanî kiriye ,me her tişt kiriye. Yanî ku kedkar nebin tiştek tune ye.”

Karkerekî din jî li ser 1ê Gulanê anî ziman:

“Baş û xirab di tev de li hemû gelê vir pîroz be. Xwedê her kesî hîdayet bike û me ji bin vê zulmê derxe.”

Karkerekî got, “Em dibêjin bila kedkar êdî mafê xwe biparêzin û li dijî pergalê qels nemînin.”

Karkerekî din got, “Îro 1ê Gulanê ye lê kedkarên me hîn dixebitin û nikarin cejna xwe bikin.”

Mamosteyekî jî anî ziman:

Ez wekî mamoste û kedkarekî nikarim debara xwe bikim û ez deyndar im.

Ez deyndarê bankan im, deyndarê kesan im. Em dixwazin ev pergal hilweşe.”

Axiverên mîtîngê di gotarên xwe de bal kişandin ser rewşa aboriya xirab û daxwaza baştirkirina şertên jiyana karkeran kirin û mîtîngê wekî destpekirinê dîsa bi gerandina govendê bi dawî anî.

Bi wî awayî jî bi hezaran kedkar û karkerên ku bi govend û stranan navbereke kin dabû pirsgirêkên xwe bidawîhatina şahiyê re bêyî ku guherîneke nêzîk di şertên wan de xuya bibe careke din vegeriyan rasteqîniya jiyana xwe ya ku jê ne memnûn in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

DEM Partiyê derbarê biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da / Wêne: Rûdaw grafîk

Ji DEM Partiyê piştî biryarên Doza Kobaniyê yekem daxuyanî

DEM Partiyê li ser biryarên Doza Kobaniyê daxuyanî da û eşkere kir ku dê li hemberî cezayan serî netewînin.