Li Rojhilatê Kurdistanê meleyek hat desteserkirin

01-05-2024
RÛDAW
Nîşan Husên Elî Muradî Girtin Mele Sine Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meleyê Mizgefta Îbrahîm a Sineyê Husên Elî Muradî li ser biryara Dadgeha Taybet a Mamosteyên Dînî ya Hemedanê hat desteserkirin.

Dadgeha Taybet a Mamosteyên Dînî ya Hemedanê bangî Husên Elî Muradî kiribû ku bê dadgehê.

Îro di dema çûna dadgehê de Husên Elî Muradî li Hemedanê hat desteserkirin.

Heta aniha sedema desteserkirina Husên Elî Mûradî nayê zanîn.

Mele Husên Elî Muradî, beriya niha bi çend caran jî ji aliyê Dadgeha Taybet a Mamostayên Dînî ya Hemedanê hatibû cezakirin. 

28ê Çiriya Paşîna 2023yan bi tohmeta “dijberîkirina li hemberî ewlehiya neteweyî ya Îranê”  bi 16 mehan cezayê zindanê hatibû cezakirin.

Herwiha 4ê Nîsana 2024an jî bi 2 sal cezayê zindanê hat cezakirin û cezayê wî hat taloqkirin.

Mele Husên Elî Muradî yek ji wan meleyan bû ku di xwepêşandanên sala 2022yan de piştgiriya xwe ji bo xwepêşanderan anîbû ziman.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst