Mesrûr Barzanî bo YNKê: Hêvîdarim di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin

01-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bo YNKê ragihand, “Hêvîdarim di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike û xizmeta berjewendiyên bilind ên niştiman bike.”

Îro Pêncşemê 1ê Hezîrana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de 48emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li berpirsên wê partiyê pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), pîrozbahiyê li serkirdayetî û hemû endam û alîgirên YNKê dikim.”

Di beşeke din a peyama xwe de Mesrûr Barzanî dibêje, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike û xizmetkirina ji bo berjewendiyên bilind ên niştiman, bike karê xwe yê niha û paşerojê.”

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975ê de hatiye damezrandin û piştî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) duyemîn partiya mezin a Herêma Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst