Li Rihayê erdhej

01-06-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê îro erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihandiye, îro li parêzgehên Rihayê ya Bakurê Kurdistanê erdhejek çêbûye.

Li gor AFADê, erdheja îro li navçeya Pira Reş (Karakopru) û di demjimêr 08:42an de çêbûye.

Hêza erdhejê 3.7 pileyê Rîxter hatiye ragihandin û di kûrahiya 12.83 kîlometriya erdê de qewimiye.

Ew yek di demekê de ye ku şevê din û sibeha îro li herdu parêzgehên Mereş û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê jî du erdhej çêbûbûn.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê ku navendên wê li Mereşa Bakurê Kurdistanê bûn û bandor li 11 parêzgehan kir, gelek erdhejên paşehî li herêmê çêdibin.


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst