Sîrozê jiyan li wan reş û tarî kiriye, Cîhatê Amedî li hêviyekê digere

01-07-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Cîhat û malbata xwe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Cîhat û malbata xwe / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Sîroz Neqila Kezebê Cîhat Aktarli
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Cîhat Aktarli bi nexweşiya Sîrozê ketiye û li gorî bijîşkan ger heta 2 mehan kezebekê neqil nekin, ew dê bimire.

Cîhat Aktarli ji Amedê ye û bavê 4 zarokan e.

Malbata Aktarli heta niha li gelek nexweşxaneyan navên xwe nivîsandine lê wan hîn jî kezebek peyda nekiriye.

Hevjîna Aktarli bang li xêrxwazan dike ku alîkariya wan bikin û zarokên wê sêwî neminin. 

Dê, bav û zarokan destê xwe xistine nava destê hev û naxwazin ji hev biqetin. Bi tiliyên biçûk li hemberî nexweşiyeke mezin li ber xwe didin.

Cîhat beriya niha bi 6 mehan bi nexweşiya Sîrozê ketiye. Ji ber ku kezeba wî nikare peywira xwe pêk bîne, divê kezeba kesekî din bidinê.

Ger kezebekê peyda neke, ew nikare bijî. Li gorî bijîşkan herî zêde dikare 2 mehan bijî.

“Doktor dibêjin 2 mehên te mane”

Cîhat Aktarli ji Rûdawê re wiha qala rewşa xwe kir:

“Got gerek neqîl, neqîl neqîl be. Got gerek tu perçe bibînî. Min got tedawî nabe, got na. Sîrozê li cîgera min xistiye, ez dixwazim xelk alîkariya min bike.

Doktor dibêjin 2 mehên te mane. Ez ditirsim. Va ye 6 meh in di hundir de me.”

Zarok û hevjîna Cîhat Aktarli jî şev û roj li ba wî ne. Tenê hêviya wan ew e ku xêrxwazek derkeve û beşeke kezeba xwe jê re bibexşîne.

Songul Aktarliya hevjîna Cîhat jî bi bîr xist ku 4 zarokên wê hene û biland:

“Çar heb zarokên min hene. Rewşa min jî ne baş e. Ez pere naxwazim. Bila alîkariya min bikin bes e.

Çavê min li berika mêrê min e, ne li ya kesekî din e. Bila ew baş be, bes e. Bila baş bibe hûn çi ji Xwedê dixwazin ez ê ji we re dua bikim.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ji sala 2022yan heta dawiya 2023yan derdora 21 hezar kezeban bi operasyonê hatine veguhastin.

Lê ji ber ku hejmara nexweşan ji ya bexşîneran zêdetir e, nexweşên kezebê zehmetiyeke mezin dikişînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst