Li Kampa Rwange şîn bo 2 keçên Kurdên Êzdî hate danîn

01-08-2019
Eyûb Nisrî
Eyûb Nisrî
Malbata wan 2 keçan dibêje li Baxozê jiyana xwe ji dest dan
Malbata wan 2 keçan dibêje li Baxozê jiyana xwe ji dest dan
Nîşan Kurdên Êzidî Baxoz
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Li Kampa Rwange ya Duhokê merasîma sersaxiyê ji bo 2 keçên Kurdên Êzdî hate danîn ku malbatên wan dibêjin ew piştras bûne ku kesên wan di şerê Baxozê de jiyana xwe ji dest dane.

 

10 endamên wê malbatê ketibûn destê DAIŞê û 8 ji wan hatin rizgarkirin û tenê 2 kesên wan di destê DAIŞê de mabûn, lê malbata wan dibêje ew piştrast bûne ku keçên wan jiyana xwe ji dest dane ji ber wê jî şîn bo wan danîne. 


Malbata Marîna ya 21 salî û Heyata 20 salî dibêjin herdu keçên wan ji ber bombebarana firokeyan jiyana xwe ji dest dane.

 

Xwuşka qurbaniyan Şirîn Ferhan dibêje: “5 salan em li benda wan man, çavên me li rêya wan bû. Em li benda telefonekê bûn.  Derdê me giran e. Hêviya me niha ew e ku cenazeyê wan bigihêje me.”

 

Bi gotina endamên malbata herdu keçên Kurdî Êzidî, di dema şerê Baxozê de firokeyan çekdarên DAIŞê bombebaran kirine û ew jî birîndar bûne, çekdaran ji ber ku birîna wan derman nekiriye jiyana xwe ji dest dane.

 

Bavê qurbaniyan Ferhan Xelef jî got: “Çavê me li rêya wan bû ha îro ha sibê bêne. Lê me zanîn ku ew li Baxozê şehîd bûne me jî xêrek bi navê Xwedê û giyanê wan çêkir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst