Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî ji bo Dr. Mistefa Zelmî got, "Karekî giran li ser milê wî bû lê qanûnek çêkir ku hevsengiyeke baldar di navbera parastina nirxên çandî û olî de çêdike."
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Foruma Zelmiyê ya “Hizra Îslamî” ku ji aliyê Rêxistina Rewşenbiriyê ya Mistefa Zelmî ve li Salona Konferansê ya Seed Ebdulah a Hewlêrê hat lidarxistin gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Mistefa Îbrahîm Zelmî di warê derxistina gelek yasayan de li Herêma Kurdistanê li gorî pîvanên olî û navneteweyî alîkariyeke mezin kir û wiha pê de çû:
"Di hevdîtina me ya yekem a 12 Tîrmeha 2007an de, min diyar kir ku di guherîna mezin de pêwîstî bi wî heye û min daxwaz kir ku li Kurdistanê bimîne.
Ew bi taybetî di qanûnên mafên takekesî de bi awayekî bi bandor beşdarî guhertina têgihiştinên şaş ên derbarê pirsgirêkên wekî sinetkirina jinan, hevberdan, pirzewacî û kuştina jinan bû. Di vî warî de bû sedema guhertinên mezin."
Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê jî kir ku Prof. Dr. Mistefa Îbrahîm Zelmî bi mehan karekî hûr û kûr kir ji bo derxistina yasayên derbarê mafên takekesî de ku bi ola Îslamî û pîvanên navneteweyî re hevaheng in.
Her wiha Barzanî bal kişand ser têbîniyên Zelmî yên derbarê Îslamê de û got:
"Mistefa Zelmî xwedî nerîneke kûr a reformxwaz bû ku Îslam ne astengek e li ber bipêşketinê lê belê hêzeke piştgir e ji bo pêşketin û nûbûnê.
Wî bawer dikir ku qanûn ne sabit in, amûrên ji bo xizmeta mirovahiyê ne, ji ber vê yekê divê ew bi pêş ve bibin da ku li gorî hewcedarî û guherînên gelan biguncînin."
Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku karê Mistefa Îbrahîm Zelmî zehmet bû "Lê wî qanûnek derxist ku di navbera parastina nirxên çandî û olî û dadperwerî û wekheviyê de hevsengiyeke baş çêkir.
Ev qanûn ne tenê metneke qanûnî bû, di heman demê de ronîkirina felsefeya Zelmî ya xurtkirina rûmeta mirovan bû."
Prof. Dr. Mistefa Îbrahîm Zelmî kî ye?
Mistefa Zalmî sala 1924an li gundê Zelmê yê herêma Hewramanê ya parêzgeha Helebceyê ji dayîk bûye.
Sala 1946an li Koyeyê xwendina olî qedandiye.
Zelmî sala 1965an li Zanîngeha Bexdayê beşa hiqûqê qedand.
Sala 1969an li Zanîngeha Bexdayê bawernameya masterê di beşa şerîetê de wergirtiye.
Her wiha sala 1971ê li Zanîngeha Ezherê bawernameya masterê di warê fiqha berawirdî de wergirtiye.
Sala 1973yan li Zanîngeha Qahîreyê di warê hiqûqê de master wergirtiye.
Sala 1975an li Zanîngeha Ezherê doktoraya xwe ya hiqûqa berawirdî bi pileya rêzgirtinê wergirt.
Sala 2005an li Zanîngeha Bexdayê doktoraya xwe ya duyem a hiqûqê wergirtiye.
Mistefa Zelmî sibeha 4ê Hezîrana 2016an li Hewlêrê koça dawî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse