Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê 3 kes ji bo nêçîrê derketin cihên bilind ên çiyayî û di encamê de kesek ji wan ket û mir.
Li gorî Amîda Haberê ku dispêre çavkaniyên xwecihî li gundê Dizê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê 3 kes ji bo nêçîrê çûn ser çiyayên bilind.
Ji ber sedemeke nediyar kesekî bi navê Erol Guney ketiye xwarê û miriye.
Li ser agahdarkirinê cendirme, tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman 2 kesên din ji cihê ku lê asê mabûn bi awayekî tendurist rizgar kirine.
Her wiha tîmên tenduristiyê cenazeyê Erol Guney jî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.
Li aliyê din, ajansa fermî ya Tirkiyeyê ragihand ku ew kes ji bo çêrandina pez derketine cihên bilind.
Rayedaran hişyarî da ku di demsala zivistanê de li herêmê divê çalakiyên çiyayî bi tedbîr werin kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse